|
Beşa-II-
Melsa Edesa
Di
ronîkirina pirsgirêka jinê de dibin xwedî roleke
girîng. Lê ji têkoşîneke ku ji pergalê hatî
qezenckirin û ji perspektîfa herdemîkirina vê
pir dûr in. Perspektîfa ku jêdera xwe ji
têkoşînê digire ya rêxistin û rêxistingeriyê pir
lawaz û di asteke paşde ye. Ji ber ku ji
bîrdoziya azadiya jinê û ji felsefeya jiyana
azad dûr û xwedî feraseteke têkoşîneke teng in.

Sedemê
bingehîn ê di nav pergalê de ye û lewaziyên wan
ev e. Ji ber ku bi vî awayî ne dibin yedegê
pergalê. Tu stratejî, têkoşîn û bernameyeke van
tevgeran ku hemû jinan digire nava xwe, bi
azadiya jinê re û girêdana di navbera azadiya
civakê re dike yek nîn e. Ji ber ku ji van bêpar
in rêxistinbûneke cidî bi ava nakin an jî ava
bikin jî rêxistinbûnên wan bi awayekî marjinal
dimînin. Li cihê ku lê ye û bi beşek jin re bi
sinor dimînin.
Nezikatiya tevgerên jinan
Pirsgirêka jinê wekî ya çînî digirin dest û ev
lênêrîn di aliyê jinê de dibe lênêrîneke herî
xapînok, ji ber ku di rastiyê de çîna jinê tune
ye. Ji ber ku jin bixwe çînek e. Jin li ku derê
û bi çi awayî bijî, ji ber ku ew jin e wekî
cinsa duyem tê dîtin. Ji zilam di astekî hîn
kêmtir de tê dîtin û tê binpêkirin. Ji ber vê
yekê wekî Rêbertiya me jî dide diyarkirin netewe,
cins û çîna destpêkê hatî binpêkirin jin e.
Yanê
pirsgirêk pir kûr û berfireh e. Bi awayekî çînî
girtina dest hiştiye ku di destpêka têkoşînê de
winda bike. Nakokiyên netewe û çînê jî di rewşa
turedayiyên nakokiyên cins de ne. Dagirkeriya
destpêkê jixwe dagirkeriya zilam a li ser jinê
ye. Dagirkerî û serdestî cara destpêkê li ser
jinê hatiye pêşxistin û bi civakîbûnê berdewam
dike. Di vê wateyê de jina ku dibe kole civaka
kole diafirîne. Her wiha yê ku pirsgirêkê
afirandî û di şexsê xistina jinê de rê li ber
qanserbûna civakê vekirî zilamê ku di rewşa
endamê bingehîn de, di aliyê zilam de û pir alî
lêpirsînkirina vê têkoşîn û lê xwedî derketinê
pêwîst dikin. Mixabin heta roja îro di têkoşînên
hatin meşandin de ev alî zêde nehatine dîtin. Ji
ber vê jî pirsgirêka li xwezivirîna ji zîhniyeta
zilam nebûye rojev.
Nezikatiya zilam
Zilam
jî wekî jinê pirsgirêkê wekî pirsgirêka jinê
dîtiye û di tu aliyan de pêwîstiya destdanê
nedîtiye. Wekî ku azadî pirsgirêka jina ku tê
binpêkirin be, di nav xapandineke bi vî awayî de
jiyane. Lê her du rastiyên bingehîn ên ku
desthilat û dagirkeriyê xwedî dikin yek koletî
ya din jî serdestî ye. Her du dibin yek û
desthilatiya serdestiya zilam tînin holê. Ev jî
tê wê wateyê ku serdestî ne azadî ye û tu caran
nabe.
Di
aliyê din de ku serdest kolebûnê bi pêş bixe û
girêdana bi vê ve dibe kolebûn. Nezikatiya
deshilatdar bixwe şêweyekî koletiyê, ew fêm
nekiriye. Ye ku giredayî koletiyê ji xwezaya xwe
hatiye dûrxistin ne tenê jin e. Zilam du qatê
jinê zêdetir ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin û
xerîbkirin. Yanê zilam hîn zêdetir ji cewherê
xwe, ji regezên mirovahiyê hatiye dûrxistin.
Xwezaya deshilatdariyê koletî û serdestiyê
diafirîne. Yê deshilatdar jî wekî ya kole
giredana wê nehatî dîtîn. Koletî li gorî xwezaya
xwe deshilatdariyê bi peş dixe. Koletî wekî yê
deshilat encama desthilatdariyê û bi wî re
girêdayî ye. Û mîna kole ew jî bi
desthilatdariyê re giredayî xwe tim berdewam
dike. Zilam ji ber ku jin kiriye kole, xistiye,
ji bona wî jî ji jine bêtir pêwîst e xwedî li
pirsgirêka azadiyê derkeve.
Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke çawa ye û pêwîst e
çawa li ser bê sekinandin?
Di
rastiyê de pirsgirêka ku wekî pirsgirêka jinê tê
binavkirin pirsgirêkeke bi kok e. Dagirkeriya li
ser jinê berfireh û giştî ye. Bi awayekî giştî
li ser ramanên jinê, hestên wê, cihana wê ya
ruhî û asta dagirkerî ya li ser bedena wê ye.
Serxwebûna aborî ya teng vê rastiya dagirkeriya
kûr ji holê ranake. Di astekê de tevlibûna jinê
ya erkên civakî, kirina karên ku zilam dike vê
rastiya dagirkeriyê ji holê ranake. Yan jî
desthilatdariya çîna kedkar û karker vê
dagirkeriyê tune nake.
Pirsgirêk ji berî her tiştî dibe pirsgirêka
pergal û zîhniyeta serdest ya pir bi kok. Di
aliyê din de pirsgirêka ku wekî pirsgirêka jinê
tê binavkirin di bingeh de pirsgirêka civakî ye.
Bi derbaskirina cinsiyetparêziya civakî re
rasterast di nava girêdanê de ye. Jin bi awayekî
ramanî, hestiyarî bedenî û cinsî tê dagirkirin.
Ev dagirkerî bi awayekî giştî li ser jinê tê
pêkanîn û ev dagirkerî pergaleke ku xwedî
bingeha dîrokî ya kûr e.
Di vê
wateyê de pêwîst e azadkirina zilam jî ji xwe re
bike armanc. Pêwîst e wî jî bigire bernameya
xwe. Ji ber ku di rêjeya azadkirina jinê de
zilam jî nedî zivirandin, çêkirina jiyaneke azad
ne gengaz e. Zilam û jin du rastiyên bingehîn ên
ku civakê pêk tînin in. Di vî alî de pêwîst e
stratejiya têkoşîna giştî girêdayî vê bîrdozî û
felsefeyê be. Ev alî di tevgerên jinan ên cîhanê
de pir lewaz maye. Jixwe di dîrokê de
berxwedanên mezin ên jinan hene. Çandeke
berxwedanê ya pir girîng ku ji aliyê van
berxwedanvan û têkoşeran ve hatiye afirandin a
azadiyê heye. Têkoşînên piştre li ser vê yekê
bilind dibin û ji vê xwedî dibin.
|