* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

www.ygk-info.com

 

 

Jin û Siyaset

 

Dema ku mirov dibêje jin pêwîste em vegerin dîroka jinê ya despêkê. Dîroka jinê di heman demê de despêka dîroka mirovahiyê ye.

Jin bi hêza xwa ya hizirinê,  keda xwe  afirandinê kariye  jiyana  îro ku em tê de ne bi milyonan pêşiya niha bide afırandin.

Jin xwedî hêzeke ya hizrîn û afrandkariyê ye. Bê guman di heman demêde desthilatdarekê afrênerî  û avakirina civakê ye.

Ji ber wê dikare di hemû aliyên jiyanê de tevlibûn çêke û bibe rêveberekê çalak di avakirina civakek demokratîk de, di heman demê de dikare rolekê girîng û berçav bileyze di jiyanê de û bibe  siyasetmedar û kesên rewşenbir. Ji ber jin hizirvane û dikare di encama afirandinê de civak bi rêxistin bike û pêşketinê nîşan bide.

Hêza jinê heye ku bibe siyasetmedar, ji ber ku jin stuna civakê ne, dikarin civakek û jiyanek bi aram bi afirinin û rolekê sereke bileyzin û di pêşvecûn û pêşve birinê de pêşengî û malûvanî bikin. Ji   bo çareser kirina pirsgirêkan bi rêyekî zanistî û rewşenbîrî li rêyên herî guncav û mutlaq bigerin.

Di roja me ya îro de li ber çave û em rojane dibînin ku gelek jinên kurd ji bo civakê pêşengî dikin û hewl didin ku jiyanek hevseng bi  afrînin di navbera netewan û civakan de û ji aliyê milyonan kes ve ji tên pêşwazikirin û piştgirîkirin. Ev ji dide diyarkirin ku rolê jinê roj bi roj di aliyê siyasî û civakî de mezintir û giringtir dibe.

Rêxistinbûn û pêşvecûna jinê jî bi kesayetiyekî rast û fikrekê demokratîk gihaye  vê astê û kariye kesayetiya xwe bi beramber bide pejirandin.

Cara yekemîn ji yê ku giringî dayî jinê û rolê jinê di aliyê  civakî, siyasî û rêxistinî de ew ji Rêber APO ye. Mirov dikare bêje jina Kurd bi saya Rêber APO kariye bigihêje vê astê.  

 

Hediye KAÇAN