|
|
Berfîn
ZİNÊ
Wek tê zanîn ji
bo bûyer û diyardeyan nerandina me jinan ji pir
caran ya zilaman ji pir cudatire. Ev bûyer an jî
diyarde dibe ku ji ser mijareke ji bo me hemûyan
pir jîngirîngî jî îfade neke. Dibe ku ji ser
hinek bûyeran an jî diyardeyan em hemû, ango him
jin him jî zilam bê gotin serê xwe jî bidin. Ji
wan diyardeyan yêk jî Serokatiye, ji gotinek din
ango Rêber APO ye.
Niha wek tê
zanîn tevahî gelê Kurd û bi taybetî jî jinên
Kurd ji ev çend mehin ji hemû deverên Kurdistanê
û cihên din yên ku Kurdistanî lê dijîn bê navber
li ser piyanin. Ji hemû cîhanê de qêrîn û
hawarên wan bi yêk armanc, yêk gotin û yêk denge.
Di van qerînan de em tecrît ali ser Rêber Apo
rakirin û êrîşên kul i ser gerîla tên meşandin,
rawestandina van êrîşan di qerînan de dibîhîzin.
Armanc li her derê yek e. Hemû gelê kurd çi jin,
çi ciwan, çi pîr û kal, çi jî zarok hemû bi
armancek dikevin rê û kolanan de dengê xwe,
qerîna xwe, dazwazên xwe dikin yek. Dirûşme yek
e “ Bê Serok jiyan nabe””bijî serok APO” “bijî
PKK” û “jin, jiyan, azadî”
Di vir de hêstên
jin û zilamên kurd idbin yek. Dibe ku bi taybet
jî ji nav civaka Kurd de piştî hezaran salan jin
û zilam ji dildariyekî rast bi hevre ji ve
armancê ve pêk tînin û bi vî dildarî û evîna
mezin ve bi yêk diruşmê dengê xwe dikin yek. Bi
taybet jî dema ku dibejin ‘Bijî Rêber APO’mirov
vî yekîtîyê pir baş dibîne. Jin û zilam bi evîna
azadiyê ve bûyîne evîndarên mezin yên Rêber APO.
Bi taybet jî jin ji ber ku piştî hezaran salan
hevaltiyêkî rast di Rêber APO de dibînin hîn
dildartir û xurtir li dorê Rêber APO digirin. Ev
evîndariya jinan ya watedar, Rêber APO jî ji pir
caran nirxand. Dildariya jinan ya ji Rêber APO
re ji Bêritanan, Zîlanan, Semayan, Berwaran,
Rojbînan, Fatoşan û herî dawiyê jî Evrîma 18
salî jî hatiye peyitandin. Ev xal bê nîqaş û bê
şike. Herkes jî vê xalê bê nîqaş qebûl dike. Ji
ya bingehîn ew e ku jin pêtir evîndarên hizrên
Rêber APO bûne. Hizrên Rêber APO jî bingehê xwe
dispêre azadî û felsefeya jinê. Birdozî, felsefe
û xeta Rêber APO ya nû da avakirin cîvakê,
mîhvera (eksen) jiyana azadiya mirov bingeh
digre û vê bingehê jî mîhvera jiyana jina azad
de digire dest. Ji bo vê yêkê evîndariya Rêber
APO jî dibe evîndariya birdozî, felsefe û xeta
wî. Jin pêtir jî ji bo vê sedemê derdorê Rêber
APO komdibin.
Dibe ku hin kes
bêjin ku dayikên 60-70 salî bîrdozî û felsefeyê
çi tê digihin? Ev dayik ji dilde felsefa jiyana
azad ango bîrdoziya azadiyê hîs dikin, rastiya
evînê û hêşînbûna rastiya evîna rast dibînin û
dijîn. Ji ber ku heta îro ji pir cîvakan de û
car caran cîvaka Kurd de jî rêbertî û pêşeng
derketîne. Lê belê tû rêber an jî pêşengan
negotine ‘jin, jiyan, azadî’. Ev diruşme cara
yêkemîn bi felsefe û bîrdoziya Rêber APO de
derketiye pêş û hizir û ramana bi vî awayê bûye
diruşmeyek û ketiye devê jinan de. Ji ber ku
Rêber APO heqîqeta veşartî û ya rast derxiste
holê û raxist li ber çavan.
Jin rastîya xwe,
nirxê xwe, hezkirin û heqîqeta xwe rastiya Rêber
APO de dît. Ji ber vê sedemê jî ji dilde
diruşmên girêdayî jinê bi qêrînek ji dilde û
berz dibêjin. Dema ku Rêber APO digot; “PKK
partiya jinane”, “şoreşa Kurdistanê şoreşa jinê
ye”, “ronahîbûnên ku xwe dispêrin jinê hemû
ronahîbûnan bi nirxtire” Jinên Kurd ev gotin wek
tîpên, wek gotinên pîroz famkirin û ji gor van
gotinan xwestin tevbigerin.
Rêber APO
pirtûkên xwe yên dawiyê de behsa “yekîtiya
hizir, zikir û çalakiyê” dike û giredayî van
ramanan jî dide xuyakirin ku “yê ku hizra wî/wê
ne me re be, çalakiya wî/wê jî ne me re ye”.
Dema ku em van rastiyan hemûyan bînin ba hev û
diyalektîk bihizirin em digîhêjn hin rastiyên
din jî. Ji hizrekî bi vî awayî de jî em
digihêjin encamên hîn girîng û giranbihatir.
Nexwe roja me ya îro de gotina ku girêdayina xet
û felsefeya Rêber APO tê wateya baweriya civaka
xwe dispêre jinê. Ev bê guman wiha ye jî.
Niha destpêka
nivîsê de me da xuyakirin ku vê demê de hemû
deverên Kurd lê dijîn li ser piyane û ji bo
nirxên xwe yên herî bi rûmet têkoşînekî girîng
dimeşînin. Nav van deveran yêk jî ji wargeha me
ya Mexmûr e. Bê guman ev wargeh bi salane di nav
berxwedan û têkoşîneke bi pir watedardeye. Her
tim jin, zilam, kal û pîr, cîwan û zarok jî di
nava vê berxwedanê de cih girtine. Bûne yek
deng. Ev jî dide xuyakirin ku ev civak an jî
civatê de yekîtiya hizir, zikir û çalaktiyê
avabûye. Bi taybet jî dema ku diruşmên li ser
Rêber APO tên gotin ev yekîtî pir li ber çave.
Lê belê dema ku dirûşme dizivire hizrên ser
jinê, azadiya jinê, di vir de hin guman hene.
Ev çalakiya dawiyê ya gireva birçîbune ya ku ji
bo tecrîta li ser Rêber APO rabe hatî dest pê
kirin de jî hat xuyakirin. Dengê wargehê tenê di
dirûşma “jin, jiyan, azadî” yê de xirab dibe.
Dema ku jin vê dirûşme diqîrin, zilam bêden
dibin. Ev rastî jî dide xuyakirin ku hîna divê
li wargehê de em gelek riyan derbasbikin. Hîn
hemû dirûşmên me nebûne yek. Gelo em vê çawan
bixwînin?
|