|
Di gerdûne de her tişt li ser axa xwe biwate
dibe. Dema ku her zîndeyek ji warê xwe dûr
dikeve, an
jî tê dûrxistin, hêdî hêdî ji cewherê xwe jî dûr
dikeve. Dema ku ji cewherê xwe dûr dikeve, ji
ax, çand û xweşikbûna welatê xwe jî jibir dike.
Dema mirov ax û çand jibir kir, êdî mirov baş
dizane ku ji welatê xwe dûr ketiye û ber bi
pergala derveyî mirovahiyê ve diçe. Dibe ku navê
te hebe, belê dema rengê te bû yê cîranê te baş
tê zanîn ku vîna te ya ramyarî ket destê hindeke
din û tu nikarî bi tu awayî bibêjî ez heme. Ji
ber ku vîna te û dîroka te bi rengekî xapînok ji
te tê dizîn bê ku tu bizanibî.
Lê belê mirovahî her kêlî jiyana xwe di nava
nakokiyan de didît digot; çima her tişt di nava
xwezaya xwe de bi rêve naçe, gelo ev jiyan û ev
çand ya kê ye? dema mirovan ev pirs ji xwe kirin
ketin nav lêgerîn û lêkolînan, roj bi roj di
jiyana mirovan de xweşikbûn û pîrozbahiyên bi
nirx derdiketin holê. Dema mirovan ev
dewlemendiya hişmendî dîtin hin bêtir xwesteka
wan pêşket û dest bi her cureyê lêgerînê kirin.
Ev lêgerîn kêlî bi kêlî mezin dibû, ev
mezinbûna hişê mirov aliyek ber bi azadî û çanda
dayikê ve diçû, aliyek jî ber bi çanda derveyî
mirovahiyê ve diçû. Bê guman desthilatdara bi
hezar û yek rêbazî çanda dayikê roj bi roj li
bin xistin ev xistin tê wateya tunebûna civaka
xwezayî. Ev di hemna demê de xistina jinê bû.
Xistina xwedawenda di bingeh de windabûna hemû
xweşikbûna bû. Êdî çanda bilindbûna ruhê
mirovan ket nava qeyd û bendan. Her çiqasî kete
nava dorpêça desthilatdaran jî di dîrokê de
gelek kesayetên wekî Manî, Hallacı Mansur û hwd.
Derketin ser dika dîrokê û gotin; jibîrnekin
xwedano! Hîna, jiyana azadî ya hesreta dilê
dayikan di nava dilê me de ye. ji ber vê yekê em
xwe dikin fedayê jiyana azad ya rastiya jiyanê.
Lewra Kêfxweş û dilxweş nebin û nebêjin em
biserketin; dibe ku hûn mirovan bi jiyana xwe ya
xapînok heta demekê bixapînin, lê belê pêşeroja
we ber bi kendala ve diçe ji ber vê yekê ger hûn
vegerin cewherê rastiyê hûn ê ji wan xewn û
xeyalên ne rast ber bi rastiyê lûtkeyên herî
mezin ve bên. ji ber vê yekê hîna ku roj dereng
nebûye vegerin bîrdoziya mirovê rast yê kurê
dayika Uwêyş.
Dayîka Uweyş ji dayikeke Kurd bû û bi du canî
bû. Ev du canî weke şewqekê kete li ser axa
mezopotamya. Dema ku dayika Uwêyş rabibû ser
lingê xwe bi coşeke mezin radibû û digot ev du
canî bûna min ji hemû du canîbûnên min siviktir
û xweştir e. Gelo dema ku wisa digot cîranên
dayika mirovahiyê çi bersiv didan dayika
xwezayê? Digotin; tu yê zarokekî binî cihanê ku
raman û hewldanên wî/ê di qada navneteweyî de
deng vede û bibe ronahî ji gelan re, dema ku ev
gotin guhdarkir hest û kefxweşiyeke mezin dayika
Uwêyş girt her li benda çêbûna wî zarokî bû. Ew
roj hat û xwedê kurek ji ronahiya tirêjên rojê
xweşiktir da ser cîhanê.
Sal û roj buhurîn kurê bi navê Ebdullah hat heft
saliya xwe, êdî her tiştê di nava jiyanê de ji
bo wî bi nakok dihat, bi taybet pêwendiya keç û
kuran. Hevala zarokatiya wî hîna di sêzdeh
saliya xwe de dan zewicandin û wê ji jiyana
zarokatiyê qutkirin. Piştî salên dirêj ev digot;
“Dema ku min bang lêkir min got were tevlî
listikê bibe, hevala zarokatiyê wisa bersiv da û
got êdî ez nikarim bi we re listokan bilîzim, ji
ber ku ez zewicîme? Ew gotina hevala
zarokatiyê, tirêjên rojê weke şûr li dilê wî ket
ev xalek bû ku biçe berbi lêgerîna kesayetekî
azad, bi hezaran nakokiyê bi wî rengî jê re
çûbûn.
Ev nakokî dihat wê wateyê ku ez ê ji xwedayan û
ji pergalê hesab bixwazim gelo em çawa hatin
rewşekî bi wî rengî? Dest bi xwendina pirtûken
fikr û felsefeya sosyalîzm kir, roj bi roj xwe
pêş xist. Hevnasîna wî bi Çepên Tirkan re çêbû
ev hevnasin bi İbrahîm Kaypakkaya û Deniz Gezmiş
û rêhevalên wî re çêbû, demekê di nava Çepên
Tirkan de cih girt. Rêber APO biryara
damezirandina PKK’ê girt di nava çend salan de
Partiya Karkerên Kurdistanê avakir, ev avabûn tê
wateya jiyanekî nû.
Sal û dem bihurîn xebata PKK’ê li Kurdistanê û
li cîhanê deng veda. Ji wê xebatê hemû gelên
bindest û gelê Kurd xwe gîhand lûtkeya xebatê ya
herî bilind . bitaybet jî pirsgirêka jinê di
navenda xebata xwe de girt, ji ber vê yekê bi
hezaran keçê kurd û ji gelên Rojhilata-Navîn
heta parzemînê cîhanê gelek tevlî bûn. Di nava
refên PKK’ê de cih girtin, bi riya bîrdoziya
Rêber APO gelên cîhanê yê parzemînên din jî
têkoşîna tevgera Kurd naskir. Ev naskirin û
xebat mirovahî ber bi daxwaza azadiyê ve bir.
Dema ku kêçên Kurd berê xwe dan çiyayên azad,
her malbatekî serê xwe bi tevlîbûna keça xwe
radikirin û digotin keça me ji bo rûmeta gelê
xwe berê xwe daye çiyayên azad bi hezaran keçên
kurd ketin ser wê riya bi rumet û şerefê. Ger
malbateke Kurd bidestê keça xwe digire û tevlî
şoreşa PKK’ê dike tê wê wateyê ku di vê şoreşê
de çanda xwedavendan bi misogerî hatiye
rûnişkandin. Ji ber vê yekê keçên weke Bêrîvan.
Ezîme, Ronahî û Zekiyeyan ev agirê dilê wan ket
nava dile Zilan li hemberî hemû êrîşê hundir û
derve bi wê hewldanê xwe xistin navenda bajarê
Dêrsimê. Ji ber çi, ji ber ku vîna gelê Kurd di
kesayeta rêberê Kurdan Şêx Seîd û Seyid Rizayan
bin ax kirin û gotin êdî careke din wê tu
tevgerên Kurdan ranebin. Lê belê tevgera hemdem
ya PKK’ê li çiyayên Dêrsimê xwe bi cih kirin.
Dema ku hevala Zîlan navenda bajarê hilbijart
hesab xwestina ji diroka mijokera bû.
Hevala Zilan di nameya xwe de wiha dibêje;
rêberê min li hemberî ev keda we ya bê hempa em
canê xwe jî bidin ne bes e. Xweziya ji canê me
cudatir tiştekî me bidana hebûna ji ber ku wê di
jiyana xwe de gelek ji nû ve zindî kir. Em eserê
wê ne. Ji ber ku jiyana wê wêrekbûn, hezkirin û
baweriyê dide me hemû gelê Kurd û bi milyonan
gel bi mirina xwe bi we re girêdayi ye. Ji ber
vê yeke îddaya min a jiyanê gelekî mezin e. “Ez
dixwazim bibim xwediyê jiyaneke wate û
çalakiyeke mezin”
Piştî wan gotinên bi wate û dîrokî her ferdekî
ku dibêje ez di lêgerina azadiyê de me pêwiste
ku van gotinên pîroz bike kiblegeha xwe û li
ser van gotinan bîst û çar saetan raweste, ta ku
xwe bigihîne lûtkeya kesayeta Zilan, ji ber ku
Zîlan ne yek kes e, ew keseke ku bi milyonan bi
rêbaza jiyana xwe perwerde kir. Ji ber ku ew
xeta birdoziya rêber APO bi misogerî tevlî
dîroka cîhanê kir. Ji ber vê yekê ew xwedawenda
hemû mirovahiyê ye. Zilan bi çalakiya xwe şûr li
dijmin da. Ev peyama hemû listokên li ser gelê
Kurd bû. Yê ku dibêje ez dixwazim riya Zîlan
bigirim bila manîfestoya Zîlan bixwîne ji bo ku
karibe kesayetên ku rêber APO ava kir xwedî çi
vîn û qudretê ne. Ji ber vê fêmkirina rêber APO
di fêmkirina Zilan re derbas dibe. Ji ber ku ya
ku di cewherê kesayeta xwe rêbertî zîndî kir bê
guman rêhevala Zîlan bû. Geli dildarê jiyana
azad werin em destê hevdû bigirin û têkevin
govenda xwedavenda Zîlan ji bo ku em jî bibin
firîşteyên baskên
xwedawendan.
Silav û Rêz
Rojbîn Kanî
|