|
|
BEŞA:I
Hevpeymana
Civakî ya Jinê, Peymana Jiyana Civakî ya
Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Cinsî
Ye
Em jin yekem
afirînerên pêkhatina civaka azad, wekhev û
dadmendin. Em di wê ferqê de ne ku hêza
xirabûna sîstema civakî ya ku me afirandiye û
xistine rengê têkiliyên serdestiyê zîhniyeta
serdest a mêr e. Beriya her tiştî me bi
têkîliyên serdestiyê rêxistinkirina civakê tu
car qebûl nekir û em ê nekin jî. Wek hemû jinên
cîhanê, di nav civakbûna heyî de bi hev re û bi
endamên civakê yên din re jina ku ewlehiya
sîstema têkiliyên azadîxwaz, adil û wekhev em
bawer dikin ku wê xwe bi peymana civakî pêk bîne
û ava bike.
Sedsala 21. wek
sedsala azadiyê tê pênasekirin. Her hêz li
derdora gotinên azadiya jinê dixwazin li gorî
xwe teşe bidin civakê. Lê hemû sîstemên ku hatin
avakirin jinê wek yekemîn avaker û afirînera
civakîbûnê destgirtinê dûr in. Di ser heqîqeta
ku xera bûye, exlaq û polîtîkaya ku hatiye kûd
kirin (kötürüm) hewl didin ku jin û civakê
şîrove bikin. Sedema vî ya bingehîn tamandina
kevneşopiya desthilatdar û dewletê ya ji civakê
re ye. Ji bo vê jin hatiye xistin, her ku jin
hatiye xistin civak hatiye xistin. Ji ber ku
heqîqeta jinê, cih nade tu hêza desthilatparêz û
dewletparêz. Lewra dîrok, civak, jin û hemû nirx
ji aliyê sîstema modernîteya kapîtalîst ve tên
înkarkirin û bi têkiliyên bi serdestî tên
nirxandin.
Cewhera civaka
ku bi seretayiya jinê tê rêxistinkirin exlaqî û
polîtîk e. Civak, di çarçoveya qanûn û rêgezên
ku jinê ava kiriye de nirxên xwe yên cewherî
diyar dike. Hêza pêkanîna rojane jî ji
polîtîkayê digire. Di sîstema têkiliyên civakî
yên jinê de nêzikahiya bi serdestî pêş neketiye.
Hemû endamên civakê li gor pêwîstiyên xwe di nav
piştgiriyê de û kolektîf in. Jin bi cîhana xwe
ya madî û manewî wate daye hemû têkiliyên civakî
û watedartir kiriye. Civak û takekes ji sîstema
têkiliyên jinê îlham (best) girtine û bi xwezayê
re wek parçeyek ji xwe têkilî danîne.
Her ku sîstema
têkiliyên bi serdestî ji aliyê mêr ve hatiye bi
pêşxistin, xwestine civakê bi kevneşopiya
desthilatdar û dewletparêz bimeşînin. Li hember
vê kevneşopiyê, civak her tim li ber xwe dane.
Berxwedana civakî bi awayê derketinên baweriyên
yekem, tevgerên dijberî sîstemê, femînînst,
anaşîst û tevgerên etnîk û çandî bi pêş ketiye.
Lê ev tevgerên ku derketine holê nikaribûne
xeteke berxwedanê ya bi hêz ava bikin. Sedema vê
ya bingehîn qutbûneke mayînde ji zîhniyeta
dewletparêz û desthilatparêz a sîstema
modernîteya kapîtalîst pêk neanîne. Lewra îro jî
tu hêza dijberî sîstemê heta ku kevneşopiya
desthilatparêz û dewletparêz derbas neke nikare
sîstema jiyaneke demokratîk, azadîxwaz, wekhev û
adil pêk bîne û ava bike.
Sedsala 21'emîn
a ku em tê de ne, bi her awayî hatiye sazkirin,
pergala mêrê qurnaz û hêzdar ê modernîteya
kapîtalîst dide der. Di roja me de dema em asta
ku modernîteya kapîtalîst gihîştiyê digirin
dest, wê demê em bi koletiyeke giran re rû bi rû
dimînin. Di sîstema kapîtalîst de ji aliyekî ve
sermaye û desthilatdarî her tim mezin dibe, ji
aliyê din ve jî civakê xistine nav lepê koletî,
birçîtî û xizaniyeke tirsnak. Sîstema
modernîteya kapîtalîst civakê dadixîne asta ji
azadiyê bêpar û girse, xwe bi berdewamî dike ku
bi vî awayî hebûna xwe diparêze. Zîhniyeta
sîstemê ji zêdetir sermaye û amûrên
desthilatdariyê pêk tê. Kevneşopiya
desthilatdariyê ya ku zor û destdanîna yekem di
ser jinê re pêk aniye, her tim sermayeya xwe
mezin kiriye û di roja me de, ji ser vê
sermayeyê re di civakê de saziyên mayînde ava
kiriye. Hemû saziyên ku damezirandiye di civakê
de her roja ku diçe pirsgirêkên azadiyê zêde
kirine û her tim rê li ber civakeke bi pirsgirêk
vekirine.
Desthilatdarî
û dewlet aktorên sereke yên pirsgirêkên civakî
ne
Piştî ku
pêvajoya avakirina xwezayî ya civakê hatiye
derbaskirin û pêvajoya tehekumkar dest pê kiriye
desthilatî xwe wek yekdestiya dewletê rêxistin
kiriye û ev rewş di nav herikîna dîrokî de
merhaleyan girtiye û heta hemû şaneyên civakê
hatiye nizilandin. Bi nijadperestî, olperestî û
zanistperestî yên ku çavkaniya xwe ji
cinsparêziyê digirin dewlet û civak di nav hev
de hatiye bihortin. Civak wek dewlet hatiye
veguherandin. Di encama vê nêzikahiya de netew
dewleta ku heta roja me hebûna xwe parastiye, di
wê angaştê de ye ku netew bi dewletê re, dewlet
jî bi civakê re weke hev bûye.
Sedema ku
desthilatdarî û dewlet di nav civakîbûnê de ji
xwe re cih dibînin, kûdkirina exlaq û polîtîkayê
ye. Exlaqa ku wîcdana civakê ye bê erk hatiye
hiştin. Kevneşopiya desthilat û dewletparêz
şûna exlaqê ‘hiqûq’, şûna polîtîkayê jî, îradeya
civakê bi cih kiriye û ji xwe re çavkaniya
jiyanê ava kiriye.
Qanûn, bi
destpêka yekem kevneşopa bi dewletê re, bi
binyadî, bi nêrîna mêrê serdest hatine çêkirin.
Sîstema ku jê re hiqûq tê gotin jî di ser
tevahiya van qanûnan de hatiye avakirin. Hiqûq
ne bi armanca ku civak û civakîbûnê li hember
desthilatdariyê biparêze, li ser bingeya
parastina desthilatdarî û hêzê hatiye danîn. Ji
têkiliyên navbera kesan bigire heta têkiliyên
navbera saziyan her tişt tenê di bin venêrîn û
çavdêriya dewletê de hatiye hiştin. Li hember
desthilatdariyê wekheviya her kesî, di zimanê
hiqûqê de wek gotineke esasîn hatiye diyarkirin.
Lê li hember hiqûqê, ger di nav mulk û hêzan de
wekhevî hebe wê demê wekheviyek heye. Ji ber ku
ya tê parastin kar û sermayeya dewletê ye.
Destûrên bingehîn, peyman û danezanên ku bi
zîhniyeta sîstema modernîteya kapîtalîst hatine
çêkirin nikarin ji pirsgirêkên civakî re bibin
çareserî. Tenê bi lêgerînên wekheviyê yên hiqûqî
eşkere ye ku êrîşên arasteyî jin û civakê tên
kirin wê neyên astengkirin. Qanûnên ku bi mijara
jin û malbatê hatine amadekirin, li şûna ku
cinsparêziya civakî derbas bikin, nerm dikin û
kûr dikin.
Di bingeha jinê
wek kole, netew, çîn û cinsa yekem pênasekirinê
de, înkar û xespa nirxên civakî yên exlaqî û
polîtîk ên ku jinê ava kiriye heye. Di encama vê
înkar û xespê de pirsgirêkên ku civakê kûd dikin
derketine holê. Çareserkirina van pirsgirêkan bi
derbaskirina zîhniyeta înkar û xespê û heqîqeta
jinê derxistina holê re wê bê pêkanîn. Afirîner
û hêza pêşeng a civaka exlaqî û polîtîk jin e.
Ji ber vê yekê jin, bi vê peymanê têkiliyên xwe
yên civakî ji nû ve sererast dike û tevlî jiyanê
dibe. Li ser vê bingehê tercîha jiyana
demokratîk û azad pêk tîne.
Şaneyên civakê
yên exlaqî û siyasî (polîtîk) bi kûdkirin anîna
rewşeke ku nikare kar bike, ev ji dibe pirgirêka
herî bingehîn. Bêguman avaniyên exlaqî û polîtîk
bi temamî nayên tunekirin. Her ku civak hebe wê
exlaq û polîtîka jî hebe. Lê bi nizilandina
desthilat û dewletê nav şaneyên civakê re exlaq
û polîtîka qabîliyetên xwe yên afirîner û erkî
nikarin bi cih bînin.
Pirsgirêkên
zîhniyetê yên civakê bi xerabûna exlaqê
derketine holê
Exlaq
kevneşopiya kolektîf a fikrî û wijdana civakê
ye. Erka polîtîkayê jî ji exlaqê xwedî dibe û
karên xwe yên rojane dide meşandin. Polîtîka
hêza xwe ya pêkanînê ji exlaqê digire. Ger civak,
ji bo nîqaşkirin û biryargirtina karên xwe yên
kolektîf hêza xwe ya fikrî winda bike wê
kolektîvîzm jî ji holê rabe. Sîstema modernîst a
kapîtalîst, bi jiholêrakirina tevahî
kolektîvîzma civakê, hemû pêvajoyên rêveberî,
nîqaş û biryargirtinê bi dewletê re girê daye û
xerabûna civakê hîn zêdetir kiriye. Ji ber vê
yekê civakê ji hemû mekanîzmayên wê yê parastinê
bêpar hiştiye. Ji Zîguratên ku navendên
rêvebiriya civakê yên Sumeran bûn, navendên
avakirina zîhniyetê yên nû ku bi modernîteya
kapîtalîst rê girtine zanîngeh, akademî, lîse,
dibistanên navîn û heta kreş û baxçeyê zarokan
hatine afirandin. Li gel viya mizgeft, dêr û
kenîşteyên (sînagog) di dema ku pêşî derketine
de hêza nîqaş, biryargirtin û pêkanînê yên
civakê bûne jî wek navendên ku tê de zîhniyetên
desthilatparêz hatine tamandin û hatine
veguhertin. Di biryargehên netew dewletên ku
hatina avakirin de hemû şop û bermahiyên cewhera
civakî, dagirkirina şaneyên zîhnî, exlaqî û
polîtîk, bişaftin û mêtingehkirin hatiye pêkanîn.
Qada aborî ya ku
qada jiyanî ya bingehîn a jinê ye, bi
modernîteya kapîtalîst re tam dagirkeriyekê
jiyan dike. Di civakîbûna jinê de aborî; karên
têkildarî xwedîbûn û hilberandinê ne. Lê bi
modernîteya kapîtalîst re jin bi temamî ji qada
aboriyê berederî hatiye kirin (li derve hatiye
hiştin). Civaka ku di nav lepê aborî, kar û
sermayeyê de ye bi bêkarî, birçîtî û xizaniyê
re, bi desthilatdariyê re hatiye berbendîkirin.
Her sîstem li gorî berjewendiyên aborî têkiliyê
destgirtine. Ji aliyekî ve bêkarî, birçîbûn û
xizanî li ser civakê hatiye ferzkirin, ji aliyê
din ve beşên ku ji peran pere qezenc dikin
hatine afirandin. Riya jêneger a xelaskirina
civakê ji sînorên bîrçîbûn, xizanî û bêkariyê,
li gor hişmendî û hestiyariya jinê bi
nêzikatiyên ekolojîk û aborî rêxistinkirina
aboriyê ye.
Piştî ku wek
amûra kar û sermayeya modernîteya kapîtalîst
hatiye veguherandin, endtustriya ku berhema aqlê
analîtîk e jî ketiye bindestiya sermayeyê.
Endustrî jî wek hemû nirxên civakî dahênana,
îcada jinê ye, ji aliyê yekdestiya desthilatdarî
û dewletê ve hatiye dizîn û radestî sermayeya
yekdestî hatiye kirin. Ya ku dibe sedema xerabûn
û pirsirêkên jinê ne endustrî ye, wê ji xizmeta
civakê derxistin û radestî sermayeya yekdestî
kirin e. Endustriyalîzm, bi modernîteya
kapîtalîst re, wek yekdestiyek li ser civakê
serdestiya xwe berdewam dike. Di bin navê
pêşketina sanayiyê de çandiniya ku li ser çandî,
zîhnî, ziman, avaniya etnîkî û li ser gelek
bûyeran bandor dike, hatiye derbkirin û ji bo
civakê qada xebatê ya herî pîroz bi tunebûnê re
rû bi rû hatiye hiştin. Li hember sanayîbûna ku
di serê argumanên sermayeyê yên sîstema
modernîteya kapîtalîst de tên, ji civakê re
“Tevgera vegera ji bajar ber bi axê û çandiniyê
ve” avakirin, ji bo me jin û hêzên din ên civakê
ji nebe nabeyan e. Bi vê nêzikahiya ku axa em li
ser jiyan dikin bi rengên xwe bixemile yan em ê
hebûna xwe biberdewam bikin an jî em ê di nav
sîstema modernîteya kapîtalîst de bi tunebûnê re
rûbirû bimînin. (didome)
|