|
Careke din
dijminê gelê Kurd hemû hovîtiya xwe dimeşine; lê
mixabin îro dîsa cîhan li hemberî vê hovîtiyê
bêdeng e. Ji bo her kesî mafê jiyanê heye. Heta
ji bo her zindiyekî li ser rûyê erdê jî. Mînak,
li hin deverên cîhanê dema ku yek nebaşiyekê li
sewalekî dike yên li derdor bertek nîşan didin,
di asta navneteweyî de jî ji bo parastina wan
destûr hatine standin û heta di wê astê de ye
ku dema mirovek tiştekî xerab bi serê sewalekî
bîne tavilê di rojeva medyayê de cihê xwe digire
û ew kesê xerabî kiriye bi bêwicdaniyê tê
tawanbarkirin.
Lê mixabin, dema
ku mijar dibe gele Kurd, her kes bêwicdan dibe.
Sê meymûnan dilizîn; ker, kor û lal dibin û heta
makezagonên hene jî -qaşo ji bo parastina mafên
mirovan hatine avakirin- li hemberî gele Kurd
vediguherînin bêmafiyê. Gelo ma ne pêwîst e her
mirovekî ku dibêje, ez xwedî wicdan im ji xwe
bipirse, bi taybet jî kesê ku dibêjê, ez Kurd im,
pirsa: “Çima ji bo her kesî maf tê dayîn; lê ji
bo me tê binpêkirin?” li xwe bike. Ew sîstemek
wisa ye ku dixwaze her kesî bike kolê xwe. Ji bo
kesên li hember wan derkevin an jî ji wan ne
razî bin, mafê jiyanê nîne.
Bêguman ji ber
van sedeman ewqasî erîşî gelê Kurd dikin. Ji ber
ku gele Kurd êdî koletiya ku li ser tê
ferzkirin qebûl nake. Gel, bi pêşengiya Rêber
Apo û bi têkoşîna PKK’ê ya bêhempa xwe nas kir,
rastiya xwe dît. Di encama vê têkoşînê de
dijminên gelê Kurd û sîstema serwer ketin nav
tirseke mezin. Gelê Kurdistan bi felsefe, raman
û îdeolojiya Rêbertî destketiyên mezin qezenc
kir. Modernîteya kapîtalîst a ku mirovan ji
civakbûnê derdixe, ji ber hêrsa kar tevahî
xwezaya cîhanê guhert. Vê sîstemê dema bêhna
sîstemek alternatîf girt. Bi komployek
Navneteweyî Rêber Apo êsîr kirin. Li hember gelê
Kurd û gerîllayên wî yên azadiyê êrîşên bêperwa
hatin birêvebirin û ew kiryar di roja me de bi
awayên cur be cur -ku hemû rêbazên dijmirovahiyê
tên bikaranîn- berdewam dike.
Sîstema
modernîteya kapîtalîst ji bo jiholêrakirina
Tevgera Azadiyê hemû destek û alîkariyê dide
dewleta faşîst a Tirk. Dewlet, bi kiryar û
pêkanînên kuştin, girtin, lêdan; her wiha bi
çekên kîmyewî li hember gel û gerîllayên wê yên
azadiyê konsepteke berfireh daye destpêkirin.
Dewleta Tirk ku
ew 35 sal in nikare Tevgera Azadiyê tune bike û
tevî her tiştî jî gelê Kurd dibe xwedî îrade,
sîstema xwe ava dike; di heman demê de gerîlla û
Tevgera Azadiyê her diçe mezin dibin û pêş
dikevin. Bi destê hikûmeta AKP’ê -ku kole û
ajanê Amerîkayê ye û lewma hat ser îxtîdarê- li
hember Rêberê Gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û gel
şerekî topyekûn daye destpêkirin. Bi taybet jî
di mehên dawiyê de bi tecrîdek girankirî a li
ser Rêberê Gele Kurd, girtina siyasetmedar û
dostên gelê Kurd, bi hewayî û bejahî operasyonên
leşkerî, bi çekên kîmyewî û bombeyên napalmê
qetilkirina şervanên azadiyê dide xuyakirin ku
bê çiqasî çavsor bûne. Hikûmeta AKP’ê bi van
rêbazên hovane difikire ku dê têkoşîna azadiyê
ya gelê Kurd tune bike û bi gelê Kurd gav paşde
bide avêtin. Lê belê, bila her kes rastiya
Partiya Şehîdan PKK’ê û gelê Kurd nas bike ku bi
îdeolojî û felsefeya Rêbertiya xwe bûne xwedî
îrade û hêz; loma êdî tu carî dest ji têkoşîn û
berxwedanên xwe yên pîroz û bilind bernadin.
Ew rê û rêbazên
ku di dîroka mirovahiyê timî bi lanet tên
bibîranîn tu encaman nade. Zilm û zor her wê
wenda bike. Di diroka mirovahiyê de Amerîkayê
dema ku napalm avêt ser gele Vîetnamê û di
encama wê de bi milyonan mirov hatin qetilkirin
jî gelê Vîetnam azadiya xwe bi dest xist.
Gelê Kurd ê
berxwedêr û welatparêz jî tevî her zor û zilmê
jî dê têkoşîna xwe bilind bike, bersiveke xurt
wê bide sîstema serwer û bi taybet dewleta Tirk;
di heman demê de wê bêjê: “Em serê xwe natewînin
û em ê koletiya we qebûl nekin! Em ê li şehîd û
Rêberên xwe xwedî derkevin.” Jin û ciwanên Kurd
jî wê bêjin: “Em tu carî kiryarên li ser
Rêbertiya xwe qebûl nakin û xwîna şehîdên xwe li
erdê nahêlin.”
Ev pêvajoya ku
em têde dijîn ji yên berê cuda ye; ji ber ku
dijmin dixwaze hemû mafên jiyanê ji dest gele
Kurd bigre. Em dibînin ku dijmin bedenên
şervanên azadiyê parçe dike, êrîşî gel dike û ji
bo ji holêrakirina Tevgera Azadiyê her rêbazê
kirêt bi kar tîne. Li hember vê hovîtiya dijmin,
li hember vê konsepta dijmin; weke li jor jî me
da xuyakirin “çavkaniyên hêza ku ket ranaweste
jin û ciwanên Kurd” di vê pêvajoyê de divê li
rûmet û azadiya xwe xwedî derkevin hewesa
dijminên Kurd di qirika wan de bihêlin. Berê xwe
bidin çiya û bejin: “Ey dijmin! Heta jin û
ciwanekî Kurd hebe, tu bi ser nakevî û em ê
Kurdistanê li te bikin goristan.”
|