* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Exlaq rêgeza rêxistinbûna civakê ye
 

 

    

Nergiz Welat

Di dîrokê de jin her tim bûye xwedî afrînêriyeke mezin. Dîsa ya ku bedêlê herî mezin dayî, êşên mezin kişandî û di jiyanê de zor zehmetî kişandî ye jî jine. Ji xwe re, bala xwe bidinê çendî sûsrete ku jin di heman demê de ji hemû bedewîyên xwezayî û mirovane jî bêpar hatiye hîştin. Helbet em niha nikanin li vir qala tû mafî bikin. Ji ber ku di astekî herî bilind de jin ji hemû afrênêriyên xwe yên jiyanî û xwezaya xwe ya bedew hatiye dûrxistin. Di roja me ya îro de jî sînorên wê tenê nava çar dîwarên malêye.  Ger em binêrin heta di hindek kêliyan de mafê wê yê gotinekê jî nayê hîştin û ew weke mirov nayê dîtin û nayê hesibandin. Helbet jiyana mirov tevî van hemû neheqiyan heta roja me ya îro hatiye û di her radeya jiyana mirovan de jin di astekê de hatiye bi destgirtin. Jina ku di sîstema neolîtîk de weke xwedawendek û berpirsyarê hemû jiyanê bûye, piştî dawî hatina jiyana komîn a neolîtîkê sîstema jiyana mirovan bi tevahî hatiye gûhertin. Ya ku ji van hemû guhertinan herî zêde bi bandor bûye jin e. Ji ber ku jin êdî di asteke cûda û pir bi êşde lê tê tamaşekirin. Pir caran jin weke lawirekê li firoştgehan hate firotin. Hindek caran jî ew mehkûmî xwekuştinê kirin. Dîsa di saziya malbatê de mîna ku nîne lê hate tamaşekirin.  Divê tu carî neyê jibîrkirin ku pergala sermayedar jin mîna reklaman dide bikaranîn û sermaya xwe li ser pişta jinê zêde dike.

Bi taybet vê rewşê xwe li nava gelê Rojhilata Navîn da pêş û berbiçavbû. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê heta niha jî ev rewşa tê jiyankirin. Helbet sedemên van yên dîrokî û pir kûr hene. Ji ber gelê Kurd bi salan e ji jiyaneke azad, mafê axaftina bizimanê xwe yê zikmakî dûr e. Di roja me ya îro de her roj hestên wî yên azadiyê tên tunekirin. Jin jî ji êşa ku gelê Kurd dikêşe ne dûre û heta jin herî zêde nesîba xwe ji neheqiyan girtiye. Rewşeke gelekî bi êş e. Di vê rewşê de ma wê rewşa jinê çawa be?  Di dîroka mirovahiyê de gelê Kurd ji her mafê xwe hatiye dûrxistin, koçberkirin, qirkirin, dagirkirin û niha jî çand û zimanê wî tê bêparkirin. Bê guman jina Kurd gelek hewildan pêşxist lê belê hîna jî fêdekartiyeke pir mezin û berpirsyariyeke dîrokî ji jinê tê xwestin. Ji ber ku jin di bingeha xwe de ne bê çareye. Lê belê pêlên azadiyê her gavê di dil û mejiyê wan de bû, hema bêje ew henaseya jiyaneke azad hertim mîna stêraka di bin ronahiya heyvê de vedibriqî nûjen bû.

Lê birastî jî jin divê êdî lêgera xwe ya ji azadiyeke bi romet re derxe ser dika dîrokê. Divê ji hemû şêweyên ku pergalê bi wan dene daqurtandin û li gora xwe çawa dixweze welê bikar tîne re xalê deyne. Divê jin bi pergalê bide hîskirin ku ne zeviye, kî çawa bixweze wê li gora xwe bajo û tiştên ku dixweze biçîne. Mafê tu kesî nîne ku jinê ji cweher û bedewbûna wê bêpar bike. Divê êdî  hişyariya ku pergal xwe li ser navê exlaq û zagonan li ser malbatan ferzdike derxîne zelaliyê. Ji ber ku di dîrokê de jî hatiye dîtin ku jina Kurd qabilîyeta xwe ya avakirina exlaqê civakê heye. Zilam yanî pergal nikare bêje ez ê zagona malbatê diyarbikim. Ji ber ku di xwezaya jinê de ew rêgez heye.

Exlaq rêgezê rêvebirina jiyana xwezayî ya mirovan e. Tirajediya di roja me ya îro de tê jiyankirin mijara lêkolînê ye. Her roj ji destê pergala dagirker jin agir berdidin bedena xwe û  xwe ji holê radikin. Divê ku jin tû carî ji bîr neke ku zilam hertim ji jina bihêz ditirse û wêna mîna asteng li pêşiya xwe dibîne. Derdikeve û bêyî ku şerm bike, dibêje ku jin xwe bixwe kuştiye; çawa wîjdana te dipejirîne tû mafê xwe dibînî û li ser jinê diaxivî; ma qey tu nizanî ku tu jî berhemê hişmendiya desthilatdariyê ye û qet mafê te yê peyvekê li ser jinê axaftin, tuneye.

Helbet ev hemû berhemên poltikaya pergala desthilatdariyê ya tûnekirin û qirkirina li ser jinan e. Ji derve dihêle, çi gotin tên berdevê wî hajayî jin dibîne. Lêdide, biçûk dixîne, tecawiz dike, tacîz dike û piştre jî derdikeve dibêje ku jin ji bêçaretiyê xwe şewîtandiye û wê bi bê exlaqiyê tewembar dike. Heyî xapînok; gava te ev tişt hemû bi serê jin de meşandin û jin xwe ji ber ketxwariya we şewîtand, ew dem bi kîjan mafî tu dibêjî ku wê bê exlaqî kiriye û xwe şewîtandiye. Ew dem pêwîstnake ku agir berdêyî, ji xwe berê te rewşa wê aniye rewşekî şewîtandinê. Li beramberî van hişmendiyan hemû, divê jin di serî de xwe zane û perwerde bike. Di heman demê de yeketî û hestên xwe bikin yek û bêjin ji bûna em çanda tecawizê têkbibin û tekûşîna azadiyê bilindbikin, bimeşin.