|
|
Hemû dengên ku ji
paşeroja me digihije îro gelo bermayên dîroka me
ne?. An jî ew deng e ku hemû dîroka me tê de
veşartîn e. Em bi lorîkên dayikên xwe bi vê yekê
hisiyan ku di dîroka me de dengên ji kuraniya
dilê axa me ne digihije me. Ji kurahiya dilê
dîrok û axa me dengekî hêdî, zîz û paqij di
herikê guhê me û rastiyên ku nahatina nivîsandin,
lê hatine jiyankirin vegotin dikir. Her bêjeyek
serpêhatiya gelê li ser vê axê jiyan dikir, ji
rojên me yê îro re dirêsan. Rêsandina van peyv û
bêjeyan hunerek bê hempa dida avakirin. Dayikên
me li ber landika rûdiniştin û dilorandin. “lorî
berxê min lorî felek xayine”. Dibûn dengê dem û
dewrana xwe. Dayikên me behsa serpêhatiya xwe û
ya gelekî xwedî dîrokeke kevinare ji landêkên
zarokên xwe re dikir. Behsa binketina
xwedawandên vê erdnîgariyê bi dilekî şewat digot
û dilorandin. Van mirovan di erdnîgariyek wiha
de jiyankiribûn, tiştek bê berdêl ne bû. Hemû
tiştan ji giraniya xwe zêdetir berdêl ji van
mirovan dixwastin, hîna jî dixwazin. An tê
bêdeng bipejirînî, dest ji hemû tiştên xwe berdî,
an jî tê werî kuştin, qirkirin û tinekirin. Dibêjin
“dîroka bi xwînê hatiye nivîsandin”. Belê,
dîroka me jî bi xwînê hatiye nivîsandin û
rêsandin. Dîroka gelê kurd bi xwînê hatiye
nivîsandin. Ji ber ku gelê kurd tu demê serê xwe
li hember tu tiştî netewandî ye ji ber wê jî
her hatiye qetilkirin. Dema em dadikevin
kuraniya dîrokê em dibînin ku rojên me yê bê
kuştin, mirin û qirkirin nînin. Hemû dem û
demjimêrên me bi xwînê hatine rêsandin. Di nava
vê rêsandinê de hemû nirxên gelê kurd ji destê
wan hetiye girtin. ji bo ku ev gel nebe xwedî
dîrok û paşerojek nivîskî, tu cara zordar û
serdesta nehiştiye ku gelê kurd ji pêşketinên ku
li ser rûyê cîhanê çêdibin sûd wergirin. Her
xwestine ku gelê kurd ji hemû pêşketin û
pêşdacuyînên dinê bê par bimîn in. Tenê yek
amûrê ku gelê kurd karî xwe pê bigihine van
rojan me ew jî çand û ziman bû. Jin, keç xort û
kalên vî welatî bi dengê xwe yê zîz û zelal
dîroka gelê kurd anîn vê qonaxê. Nivîskarekî
kurd ji bo dengbêjan wiha digot “hûn bijareyên
xelkê ne. Hûn ji xelkê werdigirn û didinê. Ji
wan dûr mekevin, rê medin ku ew ji we dûr
bikevin”. Belê bijareyên gelê kurd bi dengê xwe
bûne dîrok. Dengê va mirovan kurdistanek bê
hudut da avakirin. Ji hemû milê welat deng
veguhezîn ser hev û di bûn dîroka zaravayên
gelê kurd. Bi dengê xwe kurdistanek buhuşt dane
avakirin. Bûne parazvanê nirxên bi rûmet ên vê
ednîgariyê.
Werin em bi
hevre guhê xwe bidin stranên kevn ka ji me re
behsa çi dikin û çi dibêjin. Dema em van
stiranan guhdar dikin em dibînin ku her stranek
dîrokeke, heyameke û pênasaya serpêhatiyekêye.
“stran û eserên wan neynika jiyana wan,dengê ruh
û dilê wan bû. Kurdistan bû stranek bê hudut ket
devê Evdal”. Stranên dengbêjan kurdistan kir
peyvên bê tuxub. Zordar û serdest dikarin ji
hemû tiştî re sînor û tuxuban daynin, lê nikarin
ji hest û gotinan re sînoran dayînin. Xeyalên ku
bêne qedexekirin bi demê re dibin volqan û di
cihek welê de diteqin kes nikare xwe li hember
pêlên wan bigire. Wê demê sînor ji peyv û
bêjeyan re nayê danîn. “ lê gotinên kurdî, mîna
yên xelkên din, ne di mirin. Ew di hatin kurştin.
Gelek ji wan hatibûn kuştin. Gelek ji wan jî
hatibûn birîndar kirin. Zimanê kurdî birîndar
bû, birînên wî xedar bûn… Gotın jî mîna şitilên
gulan in; ji wan re hewaya paqij, tavger, ava
zelal, axa nerm, erdê avî û nêrîneke rêzdar divê”...
Dengbêjî û ziman
Hêza stran
û zargotinê karî serî li hember siyaseta
bişaftinê bigre. Dema îro em bala xwe didinê em
bi rastiyên pir bi êşre rû bi rû dimîn in.
Stranên dengêjî û zargotin êdî di nava çanda me
de radibin û ewek tiştekî ku henekê xwe pê
kirinê têne bi dest girtin. Ew berhemên ku
dîroka me, çanda me heta îro parastî û aniya vê
heyamê êdî bûye mijara tinazan. Polîtîkaya
dijmin da meşandin jî ev bû. Tişta ku dihişt em
xwe li ser piyan bigrin, biçûk xistin û anî
astek wisa ku em jî jê şerm û fedî bikin. Ji xwe
xirabûna tiştekî bi şerim û fedîkirina ji wî
tiştî ve dest pê dike. Ango mirov tên astek wisa
ku xwedî lê dernekevin û çanda xwe bi xwe jî
biçûk bibînin. Dijminê me dît ku bi kuştin,
qirkirin û tinekirinê nikare vê çandê ji holê
rake. Êdî wî jî bi awayek sîstematîk rêbazên xwe
guhartin û bi hemû milan ve êrişên bîrdozî ên ku
çanda me biçûk bixe dest pê kir û hîna jî dike.
Rêbazên vê yekê jî pir bi hostatî hetine
avakirin. Ji aliykî ve jî kekî ku ew xwediyê
çanda kurdin wisa xwedî lê derdikevin û bi
awayekî pir hostatî vê dipişifînin. Li hemberî
vê yekê tenê em dikarin bi hemû rêbazan
têkoştînê bilind bikin bidin meşandin. Bêguman
îro asta têkoşîna gelê kurd hatiyene astek
gelekî bilind û bi rêxistinkirî. Lê zimanê me
hîna xwe ji bişaftinê rizgar nekiriye. Ji ber vê
sedemê jî divê em îro ji hemû demê zêdetir xwedî
li zımanê xwe derkevin. Bi taybetî jî dayîk û
keçên kurd. divê di vî milî de weke jinên kurd
em ji hemû kesî zêdetir bibin ristek parazvaniya
vî zimanî. Tenê ev yek bi dengêjî nabe, lê
dengbêjî jî beşek vê yê girîng e. Dema ku her
kes di asta xwede û li gor pişeya xwe hewl bide
ku xwedî lê derê, bêgumane ku wê ev ziman ji jî
neyê bişaftin.
“Ziman,
beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî
li bedena xwe derkevin… ziman, xweza, çand ez ji
wan hemûyan re dibêjım beden. Ger hûn xwedî li
bedena xwe dernekevin wê serî jî kêrî tiştekî
neyê, çi wateya wê jî nabe.”wekî jinên kurd
divê di serî de em xwedî li zimanê xwe derkevin.
ji bo ku em çanda tecawîzê vala derînin divê em
xwedî li zimanê xwe ango bedena xwe derkevin. Li
ser vî bingehî têkoşîna azadiya jin wê bibe
têkoşîna xwedî derketina ziman û bedena jin.
Deniz derya
30.3.2010
Sİlav û Rêz
|