* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Çalakiya xweser a yekem
 

 

 

Sal 1994 bû. Em yekîneyeke hevalê jin li Botanê bûn û li herêma Bestayê diman. Jixwe di zivistana sala 1993- 1994’an de artêşa jinê yekemîn yekîniyên xwe ava dikirin. Di dawiya sala 1993’yan de ji bo avakirina artêşa jinê fermana serokatiyê hat û li her aliyê Botanê hêzên me bi şiklê yekîneyan disekinîn. Ev yekîne hemû hatin komkirin û rêxistineke wisa hate çêkirin.

Li Cûdî yekîniyek hebû, li Besta yekîneyek hebû û li Heftenînê jî du yekîneyên hevalên jin hebûn. Li Garisa yekîneyek, li Beytûşebabê jî yekîneyeke hevalê jin hebû. Di wê demê de hejmara yekîneyan pir zêde bûn. Hejmara yekîneya me ya herî biçûk bi qasî 80 kesî bûn. Di wê demê de li Besta yekîneyeke tabûra bi liv û lebat hebû. Em jî weke yekîneya bi tevger a Bestayê bûn. Di sala 1993’yan de em taximeke hevalên jin hebûn. Di şer de tecrûbeyên me çêbûbûn. Lewre taxima parastinê ya biryargeha Botanê û hevalê jin ji qadên dîtir jî hatibûn, me xwe weke yekîneyeke bi tevger birêxistin dikir. Me di zivistanê de zêdetir perwerde didît. Çi di aliyê bîrdozî û jiyanî de be, çi jî di aliyê rêxistinî de be. Piraniya xwe em li ser armenca avakirina artêşê disekinîn.

Çima artêşa jinê hate avakirin? Armanc ji avakirina artêşê çi ye? Mirazê Serokatî ji avakirina artêşa jinê çi ye? Di çarçoveya dahûrandinên Serokatiyê yên li ser artêşbûna jinê, me perwerde didît. Em hemû hevalên jin bi coşeke mezin û bi heyecaneke mezin me xwest em fêm bikin û di piratîkê de gavên saxlem bavêjin. Li ser vî esasî ji bo biharê me xwe amede kir. Li hemû qadan hevalên jin di mijara artêşbûna jinê de xwedî heyecan û kêfxweşiyekê bûn. Tevî ku der barê artêşbûna jinê de fêmkirineke zêde nebû û kêmahiyên me hebûn jî lê dîsa ew heyecan dihate jiyîn. Ji ber ku mijar ji me re nû bû, dihate gotin: Em ê çawa bikin?

Di biharê de em çawa ketin piratîkê, oparasyonên dijmin jî bi awayek pir berfireh destpêkirin. Li Gabarê oparesyonên dijmin destpêkirin. Ji ber wê jî ev yek ji bo me hevalên jin tecrûbeya yekem bû. Hêzên jin ji bo ku derbekê nexwin, me li hemû qadê hevalên jin bişiklê taximan bi cih kirin.

TECRÛBEYÊN HEYE

Di şer de tecrûbeyên hevalên jin jî hebûn. Lewra yekîneyên xwe belav nekirin. Me jî weke sê taximan bi hev re tevger dikir. Taximeke me bi tabûra bi tevger re berbi erkekî ve çûbûn. Em du taximê mabûn jî, hijmara me 57 kes bûn. Em jî li herêma Besta diman. Ji cihê me re digotin Mêrgamar. Em li wê qadê disekinîn û tu hêz jî nêzî me nebûn. Cihê ku em lê diman hedefê dijmin ê herî nêzî me gundê cerdevanan bû. Ji wan re digotin çetê Osiyan. Ew pir harbûn û erdîngariya qadê baş nasdikirin.

Di payîzê de hevalan bi giştî gundê van cerdevanan dorpêç kiribû. Ango berî ku em planê çêbikin û çalakî li ser wan bikin, dorpêç kirina Osiyanê pêk hatibû. Vê dorpêçê bi qasî deh rojan dewamkir. Hevalên jin jî, di vê dorpêçkirinê de cîhê xwe digirtin. Ji ber vê yekê me digot: Pêwîst e em derbekê teqez li wan çeteyan bixin. Van cerdevanan li hemberî gerîla û şoreşgeran gelek bi xirabî tevdigeriyan.

YEKÎNEYA JINAN

Me jî dixwest ku berî ew werin derbê li me bidin em derbekê li çeteyê Osiyan bixin. Em rabûn me di nava xwe de nîqaşkir, me got ka em ê bi çi awayî biçin ser wan. Ji ber ku çûyîna ser wan ewqasî hêsan nebû. Di payîzê de em weke 6 tabûran çûne ser wan û me çalakî lidarxist. Niha jî em yekîniyekî hevalê jinin, lewra pêwîst dike em baş keşif bikin û xwe amede bikin. Ji ber ku ev çalakiya me ya xweser a yekem bû û pêwîst bû em windahî nedin.

Me keşfa xwe kir, carna hejmara wan zilamên ku dihatin ew gir digirtin deh kes bûn û carnan jî kêmtirîn bûn. Me ji xwe re digot ev hedefekî baş e. Me ji nêz ve keşfa wî girî kiribû û me plan kir ku em bi şev xwe têxin hundirê gir de û em xwe di cihê saxlem de veşêrin. Dema ku cerdevan hatin serê gir û ji beriya ku bighîjin serê gir, wê demê em ê li wan bixin. Me pêre parastina hevalan jî amedekiribû. Di berbanga sibehê de û di demjimêr 3’yan de me keşfa xwe temam kir. Mangekî hevalê jin ji bo çalakiyê hatibûn amade kirin. Yekîneyeke hevalên jin jî di parastina wan de bû. Me taximek danîbû parastina fireh û bi vî awayî heval ji cihê çalakiyê heta cihê me, di hindirê çeperan de birêzkirîbûn. Cihek hebû nêzî cihê çalakiyê bû, me jî li wir çalakî bi rêve dibir.

QÊRÎNA WAN BILIND BÛ

Heval çûn û cihê xwe girtin. Bi riya cîhaza bêtêlê danûstendina me bi hevalan re hebû. Hevalan ji me re digotin: Me cihê xwe girtiye. Em ketibûn nava tirsa ku çete wê rojê neyên. Ger ku neyên em nikarin lêbixin.

Ew gava nêzî hevalan bûn, di navbera wan û hevalan de çar gav mabûn, wê kêliyê hevalan li wan xistin. Dema ku dengê çekan hat, ev çete weke hovan, hema ketin nava tevgerê. Heta jinên wan jî ji tiştekî neditirsiyan. Carekê dema ku heval çalakiyê li ser wan dikin, jinê van çetan jî bi çek û bi pêlavan êrîşî hevalan dikin û li pey hevala dikevin. Hevala dema ku li wan xistin du kesan parastin dikirin, van herduyan xwe teqle kirin û xwestin parastinê bikin. Pêre jî jin û zarokên wan hemû ketin nava tevgerê. Qîreqîra wan bilind bû. Me rabû ji hevalan re got: ‘Xwe bikşînin û neçin ser wan û çekan neynin.’

SERKEFTINEK BÛ…

Piştre me bi riya cihazê ew guhdar dikirin, kuştî û birîndarê wan çêbibûn. Ango zirar dîtibûn. Lê belê ev çalakiya me ya xweser bi serkeftî derbas bû. Berê jî destê wan di xwîna hevalan de hebû. Di wê demê de derbekî wisa li Osiyan xistin, ji bo me serkeftinek bû û pêwîstbû ev çalakî were kirin. Dema ku hevalan xwe paşve kişandin, wan jî dane pey hevalan û bi riya bêtêlê dizanîbûn hevalê jin birêve dibin û yê ku ev çalakî kirine tev de hevalên jin in. Ji ber wisa li ser bêtêlê pir gotinên xirab ji me re digotin. Van çeteyan bêtêla xwe dabûn jinên xwe û jinê wan digotin: Em werin em ê xortê we bibin, behsa hevalê xort dikirin. Me jî bersiva wan ne dida.

Piştî çalakiyê me kemîn avête pêşiya wan. Me jî dixwest ku ew werin û em derbekî dîtir jî li wan bixin. Pevçûnê hetanî êvarî dewamkir, heval jî bi wan re ketibûn nava pevçûnê. Lê belê dema ku dîtin ji bin kontrolê derketine vegeriyan. Bêku dijmin derbikeve herêmê, roja dîtir piştî çalakiyê, hêzên dijmin jî anîn û dest bi operasyonê kirin. Lê belê ji herêma xwe derneketin û nêzî qada ku em lê diman nebûn.

ÇALAKIYA XWESER

Ev çalakî ji bo me serkeftineke mezin bû, ji ber ev çalakiya xweser a yekem bû. Piştre ji rêveberiya qadê re tekmîl hate dayîn û hate gotin: ‘Hevalên jin bi serê xwe li hemberî çetê Osiyan çalakî kirin e. Ev jî bandorekî mezin li ser heremê û li ser hemû hevalan kir û herkesî ji me re got: Em ditirsiyan ku ew çete derbekê li yekîneya we bixin, lê belê hûn berî wan ketin tevgerê û we çalakî kir.

Hevalên jin ev çalakî bi serê xwe kirin. Ev çalakî di bihara sala 1994’an de hate kirin û yekîneya şehîd Mizgîn ev çalakî li dar xist. Hinek ji wan hevalan hîn sax in û hinek ji wan hevalan jî şehîd ketine. Hevala Rewşen hebû. Ev heval ji Rihanîkê bû. Hevala Rojda jî ji Şirnexê bû. Hinek ji wan hevalan niha cihê xwe di xebatê YJA STAR de digrin. Ev çalakî; moral, coş û baweriyeke pir mezin bi jinê da qezenc kirin.
SOZDAR AVESTA