|
|
Nergiz Welat
Belê em hindik
be jî qala raboriya xwe bikin da ku em bikarin
rojaxwe ya îro jî analîz bikin. Di dîrokê de, ji
ber hilberîn û afrîneriya jinê, navê
xwedawendiyê ji bo jin hatiye bikaranîn. Ji ber
van serdeman di dîrokê de jin pîroz hatiye dîtin.
Ji ber vê rêbazê rêvebirina malbatê û civakê, ji
wekheviya bêhempa navê demokrasiya yekem lê
hatiye kirin. Ew serdem serdema weke dayksalarî
tê binavkirin û mohra xwe li wê çaxê dixe.
Lê belê bi
pêşketina serdema bavik salariyê re jina ku
xwedawend, afrîner, berhemkar û fêdekar dihat
dîtin êdî hemû hêza xwe ji dest dide û bi çavekî
ketî lê tê tamaşekirin. Di dema baviksalarî de
şêwaza malbatê jî vedughere malbata ku yek kes
wê bi rêvebibe. Jin dîsa xwedî hêza diafirandin
û behevkirinêye lê belê ew berhem hemû dibû ya
yek kesî an jî ya zilam. Jin di vir de amûrê
zewqê dihat dîtin, weke milkê taybet dihat dîtin.
Heta ew xweşikbûna ku di serdema dayksalarî de
pîroz dihate dîtin, di serdema baviksalarî de
mîna şerm lê dihat tamaşekirin. Ji lewra li vir,
zilam kengî bixwesta an ne li kêfa wî bûya wê
jin hêjayî hemû gotinên nexweş, lêdan,
biçûkxistin û berdanê bihîşta.
Mirov li vir pir
eşkere dikare bibîne ku mirovahî ne tenê ji
nirxên komînal hatiye bidûrxistin her wiha ji
afrêneriya destana qedîm jî hatiye bidûrxistin.
Bi serweriya pergala desthilat yanî ya zilam, di
zîhnê mirovahiyê de koletî avadibe. Yanî jin bi
awayekî bê maf dibe berhema şahristaniya
koledariyê. Di seranserê şaristaniyê de ketina
jinê bi ketina civakê re hemanbûye. Dîsa di bin
navê îslamiyeta sexte de ku pê mirovan
dixapînin, jin dibe diyardeya namûsa zilam û ew
di pişt perdê de tê veşartin. Mixabin di vê
serdemê de jin qet wek jîn (jiyan ) lê nayê
tamaşekirin. Tenê mîna makîneyekê kardike.
Helbet ku ev
demjî ji bûna jin tû mafî an azadiyê nade
diyarkirin. Li beramberî vêna jin binavê ku
derdixin pêş, dibe amûrê bilindkirina
sermayedariyê. Şeristaniya dersthilatdar, beden,
mejî, ruh û hemû giyana jin ji jin dizî. Her
wiha welê kir ku ew xwediyê jine û li hemû
şûnekê û bi vê mebesta xwe jin di nava
çardîwarande asêkir. Ez pir eşkere dikanim bêjim
ku sîstema desthilatdar xwe li ser dil, mejî û
ruhê jin damezirand û bilind kir. Hemû
çavkaniyên sermayedariyê bi rêka dest avitina
berhem, afrinerî û bedewbûna jin hat çêkirin.
Her wiha ev tê wateya dizîna ruh û mejiyê çivakê
jî. Ji ber di vê serdemê de tû wateya saziya
malbatê a manewî nemaye. Di heman demê de xwe
berda nava hûcreyên civakê yên herî biçûk û
civak bi çaraliyên wêve dorpêçkir. Bi heman
wateyê ev dibe dîroka dagirkeriya mejî, ruh,
fikir û azweriya jin û di kesayeta jin de civak
ji cewherê wê bidûrxist.
Êdî li dijê jinê
hemû kiryarên qirêj û hemû awayê heqeretê weke
mafekî tê dîtin. Em dibêjin divê li beramber vê
pergala serdest û dagirker seknandineke rast
hebe. Ev yek jî mejî, ruh, beden û azwerî,
xebatekî rêxistinî yê pir kûr dixweze. Hebûna
çivak, kasayet û heta mirovahî jî ciyê xwe di vê
lêgerê de dibîne. Ji ber misoger jin ciyê ku tê
de wendakiriye dikare dîsa ew hebûna xwe ya
bedew bibîne. Mîna ku çawa gûlek av li ser were
birîn diçilmse û her stûxware li benda avdana
xwe ye. Jin jî ciyê ku tê de dil, mejî, azwerî û
bedena xwe wendakiriye ancax dikare li wir dîsa
van hemûyan bidestbixe û dîroka ku hatiye
bervajokirin rast binivîse. Bi vî awayî dikare
li ser rûyê rûpela sipî û biherikîne nava
mirovahiyê û mirovahiyê pê şabike.
Jin divê di wê
helwestê debe ku ew fikara wê ya hatiye
parçekirin, yekparbûna wê dîsa çêbike. Her wiha
jin divê ew hûcreyên ku hatine parçekirin di
nava agiran de bişewîtîne, yên hatine pûçkirin
veciniqîne, jinûve û hemû bedewbûna xwe cardin
vegerîne û pê tevbigere. Ev pêwîstiyeke mîna nan
û avê girînge. Divê her jinek li ku dibê bira
bibe, hemû ramanên xwe li ser bîrdoziyek rast
araste bike. Her wiha her gava ku bavêje divê di
asta şer de bigre dest û hemû hûcreyên koletiyê
ji nû ve vereşîne. Ev jî bi yeketiyek ruh, mejî
dikare were çêkirin. Ji bo ku di roja me ya îro
de desthilatdarî xwe hîn zêdetir li hemû qadan
de û heta di malbatê de jî xwe pir bi kûranî
rêxistinkiriye. Erka jin ya desdsala bîst û yekê
de ew e ku li beramberî vê pergala desthilatdar
tekoşînê bike. Divê di her qadê de mohra
tekoşîna xwe li pêşarojê bixe. Ji ber vê yekê
barê jin hîn girantir e. Ji ber ku rizgariya
tevahiya civakê di heman demê de bi azadiya jinê
ve hemane. Yanî bi kinahî ev jî bi
rêxistinkirina jin û bi tekoşîneke zanistî
dikare li hemberî feraseta bindestiya zayendî
were sekinandin.
|