* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Ax û Jin
 

 

 

Jin destê xwe da axê. Ji axê cêrên mezin çêkir. Ax simbilên genim da û bi vê yekê destê xwe da jinê. Jin, di cêran de parast berhemên yekem ê ked û hezkirina xwe. Berhemên di van cêran de hatin komkirin ne ji bo berjewendiyê bûn, tenê ji bo dayîn û parvekirina mirovahiyê bûn. Cêr tije bûn. Her ku tije bûn, diz jî zêde bûn. Dema diz zêde bûn, cêr hatin şikestin. Her çend şikestîbin jî yên di cêran de zêde dibin dewam dikin. Yê cêr şikandine êrîşî axê jî dike. Jin û ax dişibin hev. Perdeya bêdengiyê dixin navbera jin û erdê. Erd dilşikestî û xeyidî ye, ji bo ji dîrokê tola xwe hilde, li benda wê roja ku êdî ji ber van xirabiyan bibe kevir e.

Niha ev cihên ku jiyan ji nû ve zindî dibe, hesreta jin, bihar û axê ye. Dayîka cîhanê ya pîr û hemû mirovahî hesreta hevdîtina nû ya bihar, jin û erdê ne. Ji bo jiyana ziwa bûye baran û av, ji bo jinê jî kêfxweşî pêwîst e. Ya ku hesretê bi dawî bike û dawî li ziwabûnê bîne jî baran e, çemê ku ji dilê jinê biherike… Her ku rihê me bi rojê re ronî dibe, em bi xwe tevlî bihar û erdê dikin û bi wan re dibin yek. Îsal coşa me ji her salê cudatir e. Her çiqas rêyên dirêj, çiya û derya bikevin navberê jî, em ji her demê zêdetir nêzî Serok APO ne û em bi kêfxweşî û biryardariya ku di ronahiya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de xwe paqij bikin, biharê pêşwazî dikin. Em dizanin ku çiqas em xwe nû bikin, em ê wateya bidin vê têgehê ewqas pîroz bikin. Têgeh zindî ne. Ew wateya jiyanê û têkoşînê ne, li gorî pêşketina însan jidayîk dibin, mezin dibin û dema neyên bikaranîn dimirin. Bi vî rengî aliyê kêm, lê ewqas jî bingehîn ên têkoşînên azadiyê ku ji herikîna dîrokê heta îro tê temam kir. Têkoşîna azadiya jinê ji hegemonyaya îdeolojiyê ya pergala desthilatdar rizgar kir û hişt ku xwe bigihîne nasnameyekê. Rastiya Serok APO di heman demê de azadî û nasnameya vê bi xwe ye. Di vê rastiyê de azadiya jinê ne tenê ji bo zayendekê ye, êdî bûye malê rizgariya hemû mirovahiyê. Tevî ku jin xwediyê rehên bingehîn ê dara şaristaniyê bû, berî şîn bibe ev dar hatiye kesixandin, şitlên wê şikandine û nehiştine mezin bibe. Manîfesto û perspektîfên çareseriyê yên tê de derketine holê, di dewsa tedbîrên rojane de, pêdiviya ku em bi zayendî û afirinêriya jinê rehên şaristaniyê ji nû ve bi hêz bikin û vê dara şaristaniyê ji nû ve şîn bikin destnîşan dike. Serok APO bi manîfestoyê, ji roja ku jin li axê guhdar kiriye, cêr çêkirine û heta îro hemû qonaxên şaristaniyê tawaf kirine, ji bo jin mabeda ku wenda kiriye ji nû ve saz bike, derfet daye û mirovahî ji nû ve teslîmî destê jinê yê kedkar kiriye.

Bi bikaranîna aliyên xweser ên xwezaya jinê careke din dixwaze jinê biavêje bîrên tarî yê dîrokê û bi vê yekê lîstoka xwe ya dizîtiyê didomîne. Jin dikare bersîva herî bi hêz bide demokrasiyê, lê tevî vê yekê ger xwe bê hêz û bê amadekarî bihêle, ev tê wateya ku di serî de têkçûne qebûl bike. Ji ber jin kilîda paşerojê û xala serekê ye, yê wenda bike jî wê ne tenê jin, xweza, însan û tevahî cîhan be. Îro ji her demê zêdetir divê aliyên li derveyî jiyanê mane, werin bihêzkirin, hêstên jinê ji dogmayan werin rizgarkirin û zelalkirin. Pêwîste em bi têgihiştineke berfireh û yekgirtî nêzî têkoşînê bibin. Divê ji bo her tiştên ku sîstema desthilatdar cihê û yên din dibîne, ji bo pirsgirêkên weke hawîrdor, çîn, netew û jiyana civakî re bersîvên me yên berfireh hebin.

Berî her tiştî jî ji bo civakek li ser bingeh û nirxên rast pêşbikeve, divê em perwerdekirina nifşên nû hedef bigrin û em bihêlin mêr bigihe wê zanebûnê ku ew ji jinê zêdetir ji xwe dûr ketiye û divê xwe nas bike. Ji bo em vê pêk bînin qadên me yên têkoşînê ji her demê zêdetir mezintir û berfirehtir in. Em dikarin tenê bi vê yekê xwe bigihînin peymana civakeke nû û her aliyên jiyanê ku em bi hesreta wê mane…

Pelşîn Koçer