* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


WATEYA 30’Ê HEZÎRANÊ TÊKBIRINA ÇANDA  DESTDIRÊJIYÊ  YE
 

 

    Sal 1996 bû.  Ez di nava têkoşînê de, di sê saliya  xwe de bûm.  Em li qada Zagrosê, li ser erkên xwe yên demê, di nava hizirandinên çalakbûnê de bûn.  Zerzan ji bo min û gelek hevalên din qadek  ji qadên nû bû.  Ez bi hest û  xeyalên xwe yê azadiyê ve di nava kelecanek pir mezin de difikirîm. Ez weke Qulunga ku nû ji hêlîna xwe ya zivistanê  ber bi bihara rengîn ve difire, di nava  coşek germ de tevdigeriyam.  Em weke  yekneyek azad,  ji bo çalakiyan di nava amadekariyek girîng de tevdigeriyan. Em ji bo çend rojan li nêzî ava HECÎ BEG, di nava şikêran de diman. Germayî û sermahiya meha hezîranê bi bayek dijwar li rûyê me dida. Bayek ji bayê zozanan bû. Dest û rûyên me ji ber serma û germahiya bayê meha hezîranê hemû terikî bûn. lê em gelek zindîbûn. Ji ber ku em di zanebûna xwe û doza xwe de bûn. Em bîr û baweriya jiyan azad û jina ve tevdigeriyan. Ji bo giyanek azad û civakek azad di kontarên Çiyayên Zagrosê de me jiyanek nû ji xwe re bijartibû.  

  Di sibeha roja 1. 7. 1996’an de ji Radyoya dengê BBC, agehiyek ku hemû xwîna laşê mirov dikeland bilind dibû. Digotin: “li navenda Dêrsimê jinekê, çalakiya xwe teqandinê pêk aniye”.  Ev deng mirov bi kelecan, bi coş û  kelegirî dikir. Mirov dixist nava xewin û xeyalên dil bi êş, mirov dixist nava hizirandinên pir kûr û dûr. Mirov dixist nava pirs û siwalên cûr bi cûr, ên weke gelo, çima çalakiyek bi vî rengî? Min navê wê gelek meraq dikir. Her çiqasî min hîna navê xwediyê ew dengê dîrokî  ne dizanibû jî, lê min wisa hîs dikir ku ew deng, hêrsa  kûrahiya dilê min û me jina  bi xwe bû. Hem pê dilxem dibûm, hem jî pê şa û  pê dil mezin dibûm. Xwîna dilê min ji ber vî dengî di halê xwe de dikeliya û carna jî di çavên min ê ziwa û matmayî de germayî difûriya. Ez di nava hestên  lerzok de, diçûm û dihatim. Bi rengek bê deng min ji xwe re  digot, gelo ev kes kî ye?

Min wisa hîs dikir ku ev deng bingeha xwe ji hêrsek pir mezin digirt. Piştî çend rojan şûn ve hîsên min rast derketin. Navê wê jina azad ZÎLAN bû. Dema ku nameya hevala ZÎLAN ji me re hate xwendin, ez wê kêliyê ketibûm nava hestên cîhanek nû. Ez bi her hevok û peyvek wê re dihejiyam. Ew di çavên min de weke jinek pêşeng ku xwedawenda parazvana Çiyan e, bi navê Nînhûrsak ku di çîrokên Neolotîkê de derbas dibe zîndî dibû.  Ji ber ku hêstên min bi min re rast dipeyîvîn, lewra jî min bi baldariyek mezin nameya hevala ZÎLAN ku li pê xwe hiştibû  guhdar kiribû. Ew roj di jiyana min de rojek ji rojên dîrokî ye.

Di rastiya çalakiya 30’ê Hezîranê de dîrokek berxwedaniyê heye. Wateya 30’ê Hezîranê têkbirina çanda destavêtinê ye. Meha Hezîranê li hember zîhniyeta wehşeta zilamê girs û bi hêz helwestek bû. Li hember çanda destdirêjî, destavêtinê, kedxwariyê û her cure neheqiyê bû. Li hember hemû nexweşiyên çanda baviksalarî û ketîbûna mirovahiyê bi xwe bû.  

Ji bo vê jî divê hemû nas û dostên jina kurd vê helwesta 30’ê Hezîranê bi berfireh bigirin dest. Bê guman ji dîroka mirovahiyê, heya Zîlanan, li hember çanda destavêtinê, bi hezaran jin cûr bi cûr xwedî bi nav û deng in. Lê di dîroka gelê Kurd de ev deng dengek pir cûda bû.  Dengek wisa bû ku, ji dîrokê re û ji wijdanê mirovahiyê re bangewazî û li hember bêdengiyê helwestek bû. Ev deng dengên jinên ku di dîroka mirovahiyê de hatibûn tepisandin bû. Qêrîna xwe ji nû ve bivejîn kirinê bû. Ev deng dengê azadiya jin û gelan bi xwe bû. Ev deng bû bîr û baweriya jina kurd. Sonda me bi navê hevala ZÎLANÊ tê dayîn. Bîr û baweriya Zîlan û Zîlanan, ji bo me bûye, ola zanista jin û civakê. Bi wateya vê, em di salvegera 30’ê Hezîranê de dîsa sonda xwe nû dikin. Û em ê bibin şopdarê bîr û baweriya  hevala ZÎLAN.

                                               Nûjiyan Amed

                                               22.6. 2011