* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Şîdeta li ser jinê bingeha xwe ji çi digire?Dîcle Dag


 

 

                        

Komkujiyên ku di civakê de li ser jinan tê kirin, ji bo ku bi awayekê baş bê zanîn, pewist e sedemên van komkujiyan bê fêm kirin. Ev komkujî di demboriyê de piştî ku jin ji cewherê xwe yê rast hatî dûrxistin û her tişt li gorî pergala dewletê hatî karanîn de derketin pêş û niha bi tundîtir tên pêk anîn.

Dema ku hertişt jinê birêve dibir bêguman herkes li gor mafê xwe bi awayek hevbeş dihat birêvebirin û meşandin. Jin ji ber destkeftî û hilberîna berhem, li gorî dema xwe di hemû aliyan de meşandin û derxistina her aliyên jiyanî birûmet û pîroz dihat dîtin. Her peydabûnek weke nûbûnekê derdiket holê. Di serdema pergala jinê de hertişt bi awayekî exlaqî dihat birêvebirin. Lê bi awayekî zelal mirov dikare raxe berçav ku piştî derketina dewletê êdî ji van hemû nirxan hat dûrxistin û bê par hate hiştin. Yek ji sedemên wê jî bi derketina dewletê re zagon hatin derxistin û li gorî huquq hat tevgerkirin.

Di hemû serdeman de li gorî demê xwe şêweyek dane jinê û weke ku amûrek dane bikaranîn. Hemû amûr ji bo bêhêz kirin û kolekirina jinê hatiye bi karanîn. Her serdemê li gorî xwe dibin navê xilasiya jinê de dîsa perçiqandinek pêk aniye û heya niha jî kuştin û qetilkirina çanda jinê pê tînin.

Di dema îslamyetê de jî dibin nav û têgeha guneh, qeder û namûsê de hertişt bi awayek eşkere wek gotina “heqê wê ew e” jin bê maf hatiye hiştin. Heta jin bê ziman hiştiye. Jin ji civakê dûrxistiye û xistiye di bin xizmeta malbatê de. Dema jin dikeve di bin xizmeta mal an jî mêrê xwe de wê demê dikeve di bin xizmeta sîstema dewletê de.

Belê bi vê jin neçar hiştine û jinê jî ev tegeh weke qedera xwe dîtiye û li gorî pergalê ( her çendê di hindurê xwe de nepejirandibe jî) serê xwe tewandiye û çi hatiye gotin wê pêk aniye. Ji hemû mafên xwe yên wek xwendin, derketin, bi zanistê ve xerîkbûn dûr maye û kelem û astengiyên ku li pêşiya jinê hatiye danîn derdora wê wek qefesek biçûk hêlaye ku nekare xwe bilivîne. Eger jin bixwaze hewldanek kêm jî ji bo xilasiya xwe bide yan jî serê xwe rake li hemberî xwe mêr, hezkirî, bav, bira, pismam û hwd dibîne. Jin her roj, her gav û di her kêliya jiyanê xwe de bi şîdeta sîstemê re rûbirû ye û bi vê şîdetê jî êşên mezin dikişîne. Ev şîdet jî bi hêz û çewisandinê li ser beden û psîkolojiya jinê tê kirin. Ev yek jî kesî yan komî pêk tê. Şîdeta li hemberî jinê ne tenê bi lêdan û kuştinê re sînordare; biçûkxistin, kêm dîtin, tehdît kirin, ji aboriyê dûrxistin, bi darê zorê zewicandin û derûniya wê xirabkirin çêdibe. Herî zêde di civakê de yê rastî şîdetê tê jin e û di hemû civakan de ev şîdet tê meşandin.

Taybet di vê sedsalê de ku zîhniyeta serdest ya zilam, herî zêde perçiqandin, kuştin, lêdan, recimkirin û destavêtin li ser jinê pêk tîne. Jin ji bo reklama hemû cureyên pêkanînan wek tv, radio, rojname, kovar, cilûberg, xwarin û vexwarinan tê bikaranîn. Jin weke meta tê destgirtin. Pêşengtiya vê jî modernîta kapîtalîzim dike. Vê jî di bin navê azadiyê de dike.

Dema di civaka me ya Kurd de em berê xwe didin rewş û rastiya jin, ji xwe ji van ne dûre û wek neynîka li pêş me, em jin tê de baş dibînin. Kurdê ku heya îro dibin nîrê îslamyetê de xwe diveşêre û îslamyeta rast jî fêm nake û nizane. Yan jî zîhniyeta wî ya ku pergala dewlet teşe û şêwe dayiyê ew jî li gorî xwe dibêje; ez zilam û jin jî weke koleyê xwe bê maf dihesibîne, bi  hemû cure nêzîkatiyên xelet û xirab re ûbirû dihêle. Bi vî awayî ya ku destavêtinê re rûbirû dimîne, ya ku tê kuştin, ya ku bê maf tê hiştin, ya ku çanda w êtê perçiqandin jin bixwe ye. Zilam j îli ser vê perçiqandin, kuştin û destavêtinê xwe bi hêz dike. Ji pergala moderniteya kapîtalîzmê xurt dike.

Dema jin rastî şîdet û kuştinê tê li gor zihniyeta serdest pêwîst e serî li tu riyên peywendîdar nede û ew şîdet weke qedera xwe bibîne. Ger serîlêdan bike jî, ji xwe ew sazî jî ji ber heman sîsteme mafê jin nayê parastin yan kesên ku ceza lêbên birîn jî, cezayek sivik tê dayîn û demek zûtir bi cesaretek mezintir dikarin van kuştin û şîdetan pêşbixin û pêkbînin. Carinan jin bixwe jî dema rastî şîdeta zêde û neheqiyên mezin tên ji bê çaretî nikare riya xilasiyê ji xwe re bibîne bixwe, xwe neçar dibîne ku dawî li jiyana xwe bîne. Taybet di van demên dawî de li welatê me kuştina jinan zêdetir dibe û rojevekî sereke digire. Di hemû cihê kû jin lê jiyan dike, di mal de, di cihê kar de û di hemû têkoşîna xwe de hemû curên şîdetê dibîne. Dîsan di civakê de yê herî zêde rastî pirsgirêkên aborî û civakî tê jin e. Sedemê van rewşên ku jin jiyan dike nezanîn, cahêl mayîn, xwe pêşnexistine. Ev lewazî jî dihêle ku bêhêz, bê çare, qederparêz û devjixweberdanê jiyan bike. Yê kû vê dide pêkanîn zilam bixwe ye.

Ev rewşa ku tê jiyankirin yan jî ferzkirin di tevayiya cîhan, Tirkiye û Kurdistanê de zêde ji hev ne dûr e. Ji ber ku em rewşa jinan baş dizanin, pêwîst e em rewşa jinan li wargeha Mexmûr jî bigirîn dest.

Di wargeha me de jî li ser jinan şîdet kêmbe jî têkaranîn. Ji bo xwe anîna ziman yan jî serî li cihên peywendîdar dayîn kême, ger serî li cihê peywendîdar bide di nava civak û malbatê de tê gunehbarkirin. Şîdeta kû lê têkirin jî herkes xwezayî dibîne. Şîdet kêm zêde di hemû malbatên wargehê de li ser cinsê jin tê karanîn. Di civaka meya wargehê giştî de kêm jî be tevî ev çend sal perwerde jî dema jin di mal de be û hercare koletî bi pejirîne û çavê xwe ji hemû cure şîdetan re bigire, dibêjin jinek baş e wek ferîşte ye. Dema yek jî tam dijberî van rewş û nêzîkatiyên ji bo jin nepejirîne wek mirovek xirab tê naskirin û dîtin û bi vê boneyê rastê şîdetan tê. Dîsan eger ku heya niha di wargeha me de kuştina jinan pêknehatiye jî bêguman gelek jinan bidestê xwe dawî li jiyana xwe neaniye ev bi keda têkoşîna azadiyê ye. Zanbûnek heye. Ger em her yek ji xwe pirs bikin sedema vê van kuştinan çiye? Helbet bingeha xwe ji sîstema desthilatdar digire. Ev şîdet di çi astê de dibe bila bibe, li hemberî vê sekinîn erka me hemûyane.  Ji bo vê jî divê em xwe hîn zêdetir zane bikin. Em nebêjin li vêderê de şîdet nîne, li vêderê de kuştin nîne, li vêderê de çanda jinan nayê perçiqandin. Em bi van gotinan divê xwe nexapînin. Ji ber ku zihniyet li her derê heman zihniyete. Ji ber vê çendê divê em hêza xwe xurt bikin û xwe perwerde bikin.

Ji bo ev rewşa şîdet, kuştin û xwe kuştina hemû cinsê jin dernekeve pêwîst e jin bixwe- xwe li ser lingê xwe bigire, xwe bixwe di malbat û civakê de birêve bibe û pala xwe bide hêza xwe, hêvî ji xwe bike, çavê wê ne li cihek din be perwerde û pêşxistinê ji xwe re hîmê bingehîn bibîne. Ne tenê perwerdeya jin bi vî awayî li hember şîdeta ku li hemberî jina tê meşandin, ji bo gihiştina cihanek bê şîdet bi hêviya perwerdekirina hemû civak û cihên peywendîdarin. Zîhniyeta civakî ya ku kuştina jinan weke kuştina namûsê dibînin jinê bixwe pêşwazî mirina wê dikin. Yan zîhniyeta şîdetê mafê jinê dibînin wê tu jin edî vê nepejirînin, wê jin li hember van şîdetên fizîkî, psîkolojî, cinsî rawestin û mafên xwe bigirin. Li hember hemû paşverûtî û bê mafiyan serî rakin, bi yek deng û yek qêrîn bêjîn ku em ê têkoşîn bidin heya mafê xwe bistînin.