|
|
Sîstema
kapitalizmê ji 100/99 ê cihanê girtiye nav xwe,
wek dixwaze bi kartîne û berhem jê digre. Lê
mixabin di civakê de yê ku sedi sed ji vê
sîstemê bandor dibin keçên ciwanin.
Di sîstema
feodalizmê de hinek tişt liser keçan hatiye ferz
kirin, bi awayeki tu neçarî tê vêyekê bikî li
wan dayine kirin û wan jî wek qedera xwe
pejirandine. Lê belê di sîstema

kapitalizmê de
her curê xeteri, ji rêderketin, neligori
kesayeta xwe tevger bûyîn û bi awayek bê wate
jiyan kirin, sîstem bi xwesteka me li me dide
kirin û em keçên ciwan her tiştê sîstemê yên ku
naveroka wan vala, bi awayek li xweşame me diçe
em dikin. Bi vî awayî em sîstemê bi destê xwe li
serê xwe mezin dikin. Bi hêz dikin . Mirov
dikare hinek tiştan biçend mînakan bine ziman;
sîstema kapitalizmê dixwaze di cihanêde yek
rengî û yek dengiyê bi de avakirin. Lê mixabin
wek em dibînin di vê rêyêde bi awayekî serkeftî
rêya xwe didomîne. Me got civakê de yên ku herî
zêde sîstemê têr dike em keçên ciwanin. Di
despêkê de em ji cil û bergên xwe bigrin, dest
bi liber kirina cil û bergên modelên dewletên
biyanî, bi vî rengî jî em bi xwe çanda xwe
dihelînin û winda dikin. Bi rêya TV yên biyanî
zimanê me lime biyanî dibe, aliyê xeternak em
vêyekê bi xwesteka xwe dikin.
Sîstema
kapitalizmê dibin navê azadîya jinê de kirasek
xapînok lixwe dike, hinek mafên di bingeh de
hîna koletir dike û ji mere datine holê. Em
keçên ciwan bivana pirr dixapin. Mînak, em ji
nava malê derketin, karanina amorek elektironîk,
li xwekirina hinek cilên vekiri, di nava
saziyekê de wek kesê duyemîn cih girtin, di
rayagiştî de wek mal hatina karanînê ji bu xwe
azadî dibînin. Sîstemê koletiya herî mezin wek
azadî bi me daye fêrkirin û em jî xwe azad
dibînin. Lê mixabin em ji keçên jiberiya 100
salan ji koletir û paşketîtirin. Jiber ku ne
bizanabûn bejî wan çanda kesê nepejirandiye, bi
kar neanîne, zimanê xwe axivîne, eger li malêde
bi zimanek biyanî axivîbin jî, ev jiber
zordariya dewlatan bûye.
Îro keçên ciwan
piranî ji bo xwe ji derdor bidin ecibandin dinav
hewldanek mezindene. Ev êdî bi awaye kî aşkere
têkirin. Keçên ciwan ji mûyê serê xwe, heta
neynoka lingê xwe, xwe ji renga dixe nava renga.
Sîstem jî ji me vê dixwaze. Lewra ji bo sîstemê
jin û keç bazarekî kozmetîkê ne. Ji bo malê xwe
bide firoştin bi reklama dixwaze bi bandor bibe.
Sîstema kapitalizmê keç kirine mîna peykelek
hindirê wê vale, mirovek ji pêşerojê bê par, bê
biryar avadike. Ji bo keçan hebe nebe tenê
xweşikiya fizikî.
Mirov dikare
bêje keç wek amûra herî bi berhem yê sîstema
kapitalizmê ye. Niha pirr pirs tên bîra mirov.
Gelo em dikarin sîstemê rexne bikin? Na, jiber
ku me got sîstem vê yekê bi zorê nake, me
dikişîne nava cihanek xeyalî, ku hertiştên em
dixwazin wek heye dide nîşandan. Heryek ji me
mîna prensesa wê cihanê dide diyar kirin, bi vê
ve girêdayî pêwiste bi zoriyê namine. Gelo em bi
zanabûn pêktînin? Na, em bê zanabûn wê dikin. Wê
demê em dikarin bêjin sedemên hemû xeletiyên me
bê perwerdeyi, ji rastiya xwe dûrmayîn, bi salan
dinava çar dîwaran de mayîn, ji tiştên ji bo me
qedexe kirin re hîn zêdetir merek kirin e. Jiber
vê yekê pêwiste em xwe perwerde bikin. Herî zêde
pêwistiya me bi zanabûn û pêşketinê heye.
Wek pêşniyar: ji
bo em hinek bizivirin rastiya xwe, em hemû keçên
ciwan di şahiyên dîrokî de cil û bergên kurdî li
xwe bikin, jiber ku rastiya çand, huner û zimanê
meye.
|