* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

www.ygk-info.com

 

 

Pêşenga jinên Kurd; Besê Anûş 

Demhat TOLHİLDAN

Besê Anûş yekemîn jina Kurd a ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayî, bû nîşana gerîlayên jin ên Kurd. Ji bo dîroka Kurdistanê xwedî cihekî hêja ye û nayê ji bîrkirin 

Yekemîn gerîlaya jin a Kurd Besê Anûş, netenê ji bo têkoşîna azadiya Kurd, ji bo dîroka Kurdistanê xwedî cihekî hêja ye û nayê ji bîrkirin. Di demek Kurdîtî qedexe bû û behsa tu mafê jinan nedihat kirin, jina Kurd a yekem xwe bi rê xist, di pevçûna sala 1981’ê ya bi leşkerên tirk re pêk hat de jiyana xwe ji dest da. Hevalên wê, piştî salan ew vegotin…

Nakokiyên zêde

Besê Anûş sala 1961’an de li gundê Esmapûrû ya navçeya Bazarcixa Gurgumê ji dayik bûye. Rewşa aborî ya malbatê asayî bû. Gava Besê hîn zarok bû, malbata wan koçî Bazarcixê bûn. Ji ber wê demê zêde şensê xwendinê yê zarokên keç tune bû, Besê heta refa yekem a dibistana navîn xwend. Di temenê biçûk de dizewice, lê dest ji berpirsyartiyan bernade. Piştî li gelek cihan xebitî, vê carê dest karê terzîxaneyan kir. Salên ciwantiya Besê, li rastî salên ku ba û bahoz li cîhanê diherikîn hat. Besê Anûş, wek jinek, Kurdek û elewiyek, nakokiyên wê pir zêdetir bûn. Di salên 1970’yan de, cihek ku yekemîn car malovanî ji Tevgera Azadiya Kurd kir Bazarcix bû. Li wir nakokiyên Kurd-tikr û elewî-sunnî di asta herî jor de bûn. Van nakokiyan di demek nêzîk de Besê bi tevgera ciwanên Kurd a li Kurdistanê PKK’ê da naskirin. Ev ciwan di nava gel de wekî ‘Apocî’ dihatin nasîn. Di dema avakirina PKK’ê de, Besê jî wekî hemû kadroya gund bi gund digere û ji wana re behsa nasnameya wan a rast dike û dest bi rêxistinkirinê dike.

Jinan bi rêxistin kir

Di demek kin de Besê Anûş ji ber xebatên xwe yên bi taybet di nava jinan de dimeşand hat naskirin. Fedekariya di dema xebatê de dikir, ji aliyê herkesê ve hat dîtin. Vê yekê jî Besê Anûş navdartir dikir. Apoger jî di demek kurt de li Bazarcix û Kurdistanê bi bandor dibin. Zextên piştî derbeya 12’ê Îlonê dest pê kirin, berê xwe dan tevgera Apoger jî.

Di nava kesên ji aliyê leşkeran ve dihatin lêgerîn Besê Anûş jî hebû û ji ber wê jî berê xwe dide herêmên bejahî. Besê ji çiyan qet ne biyanî ye, li wir jî xebatên bi fedekarî dimeşîne. Besê ji ber ku di temen de ji hevalên xwe mezintir bû, tecrûbeyên xwe ji wan re dibêje.

Gerîlayek wê demê bi Besê re jiyankiriyê wiha behsa rojên destpêkê ya naskirina wê dike; “Rojek serê sibê, demjimêr 04.00 min Besê dît. Ji temenê wê min mezintir bû. Mezinahiya çavên wê bala min gelek kişand. Pir xweşik bû.”

Çiyayan xweşik bikin

Besê wekî di jiyana bajaran de, li çiyayan, di nava gerîlayan de xwedî disîplîn û bername bû. Bi taybet jî di warê nobetê de pir baldar bû. Dema diçû gundan, tu carî bê nobedar nedibû û ev bûbû wekî rêgezek. Hevalek wiha behsa vê taybetmendiya wê dike: “Ez ji serdestiya Besê ya li jiyanê pir bandor bûm. Her çendî nû bû jî, lê têkiliya wê bi jiyanê re danî pir Kevin bû. Her tim ji hevalan re digot ku “divê em li çiyayan jiyanê xweş bikin.”

Besê Anûş di heman demê de yek ji fermandarên jin bû û digot “divê jin bi xwe, xwe li ser lingan bigirin.” Anûş pir girîngî dida perwerdeya gerîlayan, jixwe her tim digot; xeyalên min ewe ku, piştî azadbûna Kurdistanê perwerdekirina jinane. Besê di bihara sala 1981’an de di pevçûna li gundê Musolar ê Bazarcixê de jiyana xwe ji dest da. Besê Anûş yekemîn jina Kurd a ku di tekoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dayî, bû nîşana gerîlayên jin ên Kurd. Zîlan, Nûda, Zekiye, Ronahî, Bêritan, Bêrîvan, Şîlan, Viyan, Sorxwîn, Zeynep, Nûcan û bi sedan jinên Kurd ên gerîla li ser şopa wê meşiyan û çûn…