|
|
Endama Meclîsa
Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Ferîde
Alkan got;
"Rakirina
şert û mercên esareta
li ser Rêber Apo ji bo gelên me û jinan tê
wateya azadiyê. Ji ber wê jî me têkoşîna xwe ya
sala 2011 daye rakirina şert û mercên dîlgirtinê
yên li ser Rêber Apo”. Alkan ragihand ku ew bi
biryar in ku li her qadê ji bo vê yekê têkoşînê
xurt bikin.
Endama
Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê Ferîde
Alkan nêrînên xwe yên derbarê 5. Komcivîna Koma
Jinên Bilind (KJB) û pêvajoya li pêşiya me de
vegot. Alkan, diyar kir ku di Komcivînê de
plansaziyên têkoşînê hatine destnîşankirin.
Alkan
ragihand ku bi vî awayî, ji bo jinên Rojhilata
Navîn û Kurdistanê perspektîfên têkoşînê hatine
zelalkirin, her wiha peywira hemû sazî, rêxistin
û endaman hatiye aşkerekirin.
Alkan diyar kir
ku têkoşîna azadiyê ya 40 sal in di bin
pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê
meşandin, li Rojhilata Navîn rê li ber Bihara
Gelan vekiriye û got; “Serhildanên gel ên li
Bakûrê Efrîkayê dest pê kirin û li gelemperiya
Rojhilata Navîn belav bûn, têkiliya xwe bi
têkoşîna me ya 40 salan a bi pêşengiya Rêberê
Apo tê meşandin re heye û ev yek emcamên vê
têkoşînê ne.”
Divê
têkoşînên jinan hevparbin
Alkan destnîşan
kir ku hemû jinên cîhanê li her deverên cîhanê
xwediyê heman çarenûsê ne û ragihand ku ji ber
vê yekê di Komcivînê de yekgirtin û hevpariya
hemû tevger û rêxistinên jinan ên li Cîhanê hat
gotûbêjkirin. Alkan got; “Divê komcivîna me de,
hat gotûbêjkirin ku divê Tevgera Azadiya Jinên
Kurdistanê ji bo hevparî û yekgirtina têkoşînên
jinan tevbigerin, her wiha di warê polîtîkî û
bîrdozî de tişta ku dikeve ser milê wan pêk
bînin û ji bo vê yekê têbikoşin.” Alkan
destnîşan kir ku ji bo careke din pirsgirêkên
weke di konferansa jinan a li Venezulayê de
derketibûn, dubare nebin, divê jinên Kurdistanî
li her qadê ji bo hevparî û yekgitina têkoşînên
jinan, rol bileyîzin û bal kişand ku wana di
komcivînê de jî di der barê vê yekê de gotûbêj
kirine.
Biryarên
girîng ên Komcivînê
Alkan
destnîşan kir ku biryarên komcivînê di çarçoveya
feresata “Em bi Nasnameya PAJK’ê Bihara Gelan
Pêşwazî bikin, Dîlgirtina li ser Rêber Apo
rabikin” de hatine girtin û di der barê biryaran
de wiha axivî:
“Em ê
di vê nîva sala 2011 de bi nansmaeya PAJK’ê
kûrbûna di warê partîbûna jinê de, bi nasnameya
PAJK’ê pêşengiya herî rêxistinkirî ya şoreşên
gel ên demokratîk ku bi awayek lezgîn li
Kurdistan û Rojhilata Navîn berdewam dikin,
bikin, li ser vî bingehî em ê li her qadê
têkoşînê radîkal bikin, bi vî awayî em ê bi
rakirina esareta li ser Rêber Apo pêşwazî bikin.
Wê jin di serhilanên li Bakûrê Kurdistanê û
Tirkiyeyê de pêşengiya asta herî jor bikin.
Ligel vê jî wê beşdarbûna siyasetê were
bibandortirkirin û çalaktirkirin.
Her wiha wê li
her derê li hemberî tundiya li dijî jinan li ser
bingehê parastina rewa têkoşîn were meşandin.
Her wiha wê ji bo pêşxistin û parastina ziman,
çand û nasmaneya me, li ser bingehê xurtkirina
rêxistinbûnê, helwesteke siyasî were girtin û wê
jin li gorî wê tevbigerin. Wê jin ji bo
çareseriya li ser bingehê Xweseriya Demokratîk
rola pêşeng werbigire. Dîsa li ser vî bingehî wê
ji bo pêşxistina jinan, xebatên akademîk,
xurtkirina hişmendiya jinan pêngav bêne avêtin,
wê li ser bingehê têkoşîneke hevpar a ligel
jinên Tirkiyeyî, lez bide xebatên xwe yên
têkoşînê. Her wiha ji bo serhiladanên gel a li
Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, Başûrê Kurdistanê,
Rojhilatê Kurdistan û Îranê, biryar hat dayîn ku
jin bi awayek herî xurt beşdarî xurtkirina
têkoşînê bibin. Her wiha ji bo lezdayîna
pêvajoya di sala 2010 de ji bo Konferansa Netewî
ya Jinan a ji aliyê tevgera me ve hatibû
destpêkirin û her wiha ji bo ku jin bikaribin di
pêkanîna Konferansa Netewî ya Kurdan de rola
pêşeng bileyîzin, biryar hatin girtin. Dîsa ji
bo lezdayîna xebata ji bo komcivîna hemû jinên
cîhanê ku tevgera me di sala 2010 de bi
belavkirina danezanekî dabû destpêkirin, ji bo
yekgirtin û hevpariya têkoşîna jinan a li
gelemperiya cîhanê biryar hatin dayîn ku xebatên
dîplomasî werin xurtkirin. Ji bo parastina
hebûna xwe û gelê xwe ya li hemberî polîtîkayên
tunekirinê û ji bo pêkanîna azadiyê li ser
bingehê parastina rewa û ji bo vê jî mezinkirina
artêşa jinan, ji bo xurtkirina temînata têkoşîna
me ya azadî û demokrasiyê biryar hatin wergirtin.”
Enî
bereya şoreşê ye
Alkan destnîşan
kir ku em ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd
ketine pêvajoyeke girîng û diyar kir ku êdî dem
dema pêkanîna çareseriya bi Xweseriya Demokratîk
e. Alkan derbirî ku êdî ev yek mîsoger bûye û
wiha domand: “Ne AKP, ne DYA, ne Îran û ne jî
desthilatiya BAAS a Sûriyeyê, nikare bi tu awayî
vîna gelê me ya ji bo azadiyê bişkîne. Kurdan
êdî xelekên înkar-îmhayê şkandine. Polîtîkayên
parçakirina Kurdan û geşkirina pevçûnên di nava
Kurdan de êdî îflas kirine. Bedela wê çi be,
bila bibe, gelê Kurd êdî ji bo xurtkirina
têkoşîna netewî biryar daye. Herî dawî,
xwedîlêderketina li cenazeyên gerîlayan a li
Qilabanê piştrast dike ku ev yek di asta herî
jor de pêk hatiye. Komcivîna me sond xwariye ku
bi dilsoziyeke mezin peywira xwe ya pêşengiya
dayik û hemû gelê bi serkeftî pêk bîne. Pêvajoya
4'emîn a ku me di 1’ê Pûşpera 2010 dabû
destpêkrin, wê di sala 2011 ji bo çareseriyê
vegere pêngavên li ber çavan. Ji ber wê jî
hilbijartinên li Tirkiyeyê girîng bûn. Eniya
Ked, Demokrasî û Azadiyê xeyalên eniya Şêx
Seîdan, Seyît Rizayan, Mustefa Sûphiyan, Denizan,
Mahîran, Îbrahîman, Kemal Pîran, Mazlûman, Mûsa
Anteran wergerandiye rastiyê û giyanê wan da
zindîkirin. Wê ev enî rê li ber têkoşîna
şoreşger a demokratîk ya gelên Kurdistan û
Tirkiyeyê ve bike.”
Alkan, diyar kir
ku wekî Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ji bo
pêvajo ser bikeve peywira pêşengetiyê ji xwe re
wekî helwestekê dibînin û ev tişt lê zêde kir:
“Bila gumana tu kesî nemîme ku ji bo vê ji her
demê bêhtir em ê bibin xwedî têkoşînek xurtir,
radîkaltir û berfirehtir.” Alkan, destnîşan kir
ku ev pêşveçûn hemû saya Rêberê Gelê Kurd
Abdullah Ocalan derketine holê û wiha pêde çû:
“Lewma azadiya Rêber Apo ji bo gel û jinan tê
wateya azadiya bingehîn. Ji ber vê yekê me di
têkoşîna sala 2011’an de azadiya Rêber Apo wekî
peywira esas daniye ber xwe.”
Alkan, di
berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo vê
jî di her qadê de xwedî helwesta xurtkirina
têkoşînê ne û ev tişt gotin: “Ez di wê baweriyê
de me ku wekî 5’emîn Komcivîna Giştî a me jî
pêşdîtî kiriye êdî dema azadiya Rêber Apo
hatiye. Sala 2011’an ku dê bibe sala têkoşîneke
bêhempa, ji bo gele me jî dê bibe sedema gelek
pêşveçûyinan. |