|
|
Rêber APO
Sedema ku ez li
ser pirsgirêka jin de diçim, ji pirsgirêka
rûmeta şexsî wêdetire. Yekser dijberê pêwîstiyên
erzan ên –cinsî-zayendîtiyê ye. Ji min re
hevdîtina zayendan-cinsan- ne li ser ajoya
zayendîtiya lawirî –heywanî- dirûne, zêdetirîn
ew anîna asta dostanî û hevaltiya mezin, ji min
re egîdiyeke hîn rastir hat û ez tê gihiştim ku
reva ji jinê tirsonektî ye. Zilamê desthilatdar
tirs çêkiribû.
Di bin navê namûsê de ev lîstik dihate lîstin.
Dema dibêje “ez hez dikim” jî, di cara duyem de
kêr lêdixist. Bêmafbûna wî pir sehw (dehşet)
dida. Weke cins jin, pelixandibû, zeka, fîzîk û
hestên wê tûne kiribû. Jin xistibû nava tarîtiyê
û kûrahiyên ku mirov jê bawer nake. Zilamê herî
zêde ji xwe re dibêje ‘ez sosyalîst im’, heta
jina ku ji xwe re dibêje ez “sosyalîstim” jî
nikarîbûn xwe ji fîgûrbûna erzan a vê lîstikê
rizgar bikin. Ez bi hêza tînahiya azadiyê li
ser pirsgirêkê de çûm. Min bi hejmareke mezin
tehlîl, giftûgo, peyvînên kûr pêşxistin û kirin.
Bi armanca ku ji bo xweşikahiya sekneke fîzîkî
bibin çirûska zekayê, heya ji bo bi dengê xwe û
zimanê xwe bigihin astekê û tama ku tu madde
nadin mirovan ew bidin, ez weke xwediyê wan,
weke hûnermendkarekê têkildarî her tiştê wan bûm.
Mezin bûn, pir bilind mezinbûn, lê ne pijyabûn,
ne gihayîbûn. Jiyana bi le’net û efendiyên wan
ên zilam li rex wan bûn. Tecrûbe û pisporbûna
wan a li dijî wan û bi wan re dayîna şerê
zayendî nebû. Di vê mijarê de lewazbûn. Bi van
êşan ve xwe, ji keviyên tehtan avêtin xwarê, xwe
di agiran de şewitandin, xwe bi bombeyan perçe
kirin. Bi navê egidiyê wan hertişt kir, lê ew
tenêbûn. Zilamtiya li hemberê wan, ji bilî
nêzîkatiyên çors nedixwastin rêhevaltî û
dostaniya wekhev a mezin bînin bîra xwe. Weke
gulan diçilmisin û diçûn.
Azadî Ronahîbûn
e, Rêxistinbûn e, Hêzbûn e, Bîryara Azad û Vîn e
Dibe hinek ji we
hez bikin. Di vê mijarê de ez hinek jin û
keçikan şermezar dikim. Ez ne tolhildêrekî
rikdar û dijwar im, lê rewşên ku divê mirov efû
nekin tên jiyîn. Lê dîsa jî em wan efû bikin.
Piçekê digihijin rewşa ku bikaribin çend gotinan
bikin. Piçekê digihijin asta hêza raman, lê ji
ber nikarin xwe biqomple pêşbixîn, dikevin nava
rewşên pir bitalûke.
Ma gelo ji bo
tiştekê bixwazin çi kirine? Ma kîjan şer dane
heya ku bixwazin çi bigrin?? Ez bawer nakim pir
derdê van yê fêmkirina Kurdan û jiyîna di
Kurdistanê de hebe. Tê xwestin ku xaleke girîng
bê derbazkirin. Lê hema hema di demên pir girîng
de, daxwaza tevahî provakator û oportonîstan
heye ku derbe li me bidin. Ev di pratîka wan de
jî derdikeve holê. Min bi hezaran mînakên wisan
ne tenê di vê mijarê de, di gelek mijaran de
dîtin. Mînak, şer di qonaxeke kritîk de ye û ger
nêzîkbûneke rast çêbe, dê gaveke mezin bê avêtin;
lê şexsek derdikeve, oportonîzmeke wisan ferz
dike ku nirxên weke zêr bi qîmet têne windakirin.
Bingehê van ê çînatî heye. Nexwe şexs bi min re
dikarin bikevin rêkeke pir mezin û encam di wê
rêkê de bigrin.
Hûn baş
dizanin ku ez bi astengiyan re şer dikim, hewl
didim ku xwe nexapînim. Asta civakî û pîvana
edaletê ya di gotina min a “min xwe nexapand” de
pir girîng e. Em nûnerê sosyalîzmêne. Ji
tekiliyên mirovên zordar-bindest re, bi qasî di
teoriyê de, di pratîkê de jî hêz anîn pir girîng
e. Kesek vê naxe hesabê û naxwaze fêmbike. Ji
ber bê dil in, wêrektiya wan nîne. Tişta ez
dikim nepejirandina van e. Me bi serê xwe li
dijî parêzkariyê şer kir. Hûn jî dikarin bêjin
‘em jî ji bo azadiyê şer dikin û dijîn’. Lê ma
gelo ev gotin tena xwe têra bersivdayîna hewlên
me dike, hûn çiqas bi me ve girêdayîne?
Tangaviyeke we ya herî biçûk çêdibe hûn yekser
vê dizivirînin reaksiyon û nerehetiyê. Bi vî
rengî di nava dilê we de cîh ji me re namîne.
Heta wêrekiya min, hezkirina li hemberê min tê
tewanbarkirin, nayê ecibandin.
Azadî xebat
kirin e. Divê ev weke “em tevlî PKK bûn, her
cûreya pirsgirêkan çareserbûn” neyê fêmkirin.
Tevlîbûna ji PKKê re tê wateya destpêkirina
têkoşînê, têkoşîn meşandin ê. Him jî di warê
bîrdozî, hizrî û giyanî de tê wateya meşandina
têkoşînê û di her qadên jiyanê de hîn zêdetir
belavkirina têkoşîn ê. Hûn nikarin bêjin “Em
heval in, me li hev kir, hertişt xilas bû”.
Têkoşîna xweser, di nava partiyê de, bi partiyê
ve destpê dike. Azadiya we, hertiştê we di nava
partiyê de û bi partiyê ve pêş dikeve. Di vê
hêlê de PKK di heman demê de zemîna têkoşîna ku
azadiya jin tê de tê pêşxistine. Di PKK de azadî
bi têkoşînê tê qezenckirin. Em vê mijarê jî şaş
fêm nekin. Hûn dikarin têkiliya me ya bi jinê re
ku bi nakokiyan ve destpêkiriye, bi PKK’bûnê ve
bigrin dest. Tê dîtin mînaka ku em dijîn şerê
nakokiyekê, têkoşîn û rêxistiniyeke pir mezin e.
Ev, herçend cûda jî be, kêm zêde ji bo herkesî
derbazdar e. Hûn nikarin heya demeke dirêj
têkiliyên ku hûn pêşdixîn û dijîn ji derveyî
têkiliyên têkoşînê bigrin dest, ger hûn wisa
bigrin dest hûn dê winda bikin. Ma em çima ewqes
girîngî û giranî didin ser xebatê? Ji ber xebat,
me azad dike. Kes çi qas kar bike dê ewqes azad
bibe. Azadî bi xebat ve, xebat jî bi şer ve
girêdayî ye. Di şexs de çi qas hizra şer,
amedekariya şer xurtbe, şexs jî ewqes azad e.
Şexs çi qas di perwerdeya şer, tanzîma şer –di
şerê siyasî û leşkerî de, ev ferq nake- heta di
şerê bîrdozî de pêşketîbe, ewqes azad e. Hûn çi
qas azad bûbin, hûn dikarin weke jinekê ewqes
mezin bijîn. Ger hûn bikaribin di jin de
nûneriya azadiyê bikin, wê demê hûn dê bikaribin
bibin nûnerên jiyana azad. Çi jin be, çi zilam
be, ger kesek dikare bêje “Ez azad im”, ger xwe
di şerê azadiyê de, ango di qadên bîrdozî,
siyasî û leşkerî de pêşxistibe; di xebatên
pratîkî de xwe ispat kiribe û xwe pêşxistibe,
qîmeta wan mirovan heye. Hûn dikarin bi wan
mirovan re bixebitin, bimînin û bijîn. Ji bo yên
din hevokên valene û hetikahî (reziltî) ye.
Ewqes xebat û hewlên me yên hene, mîsogere ku ji
bo jiyana azad e. Hûn çiqas xebatên xwe rast
bidin meşandin, hûn dikarin ewqas bêjin ku em
xwediyê jiyanê ne. Li gel me ti qîmeta şêweza
têkilî û jiyanên din nîne. Eşîretgerî,
malbatgerî, qabîletgerî, biratî, jintî û mêrtî
tinebûn e, hetikahiye. Ger mirovek dibêje “Ez
xwediyê şexsiyeteke azad im”, divê ew, xwe ispat
bike. Ger xwe ispat nake, di jiyana me de cihe
wan nîne. Armanca me ya ku em tevlî şer dibin û
li ber zehmetiyên şer liber xwe didin, ji bo em
di we de şexsiyetên azad biafirînin e. Ji bilî
vê, ji bo me çi rêk û mirovahî nîne. Ji bilî vê
ji bo me tevahî rêkên din hatine girtin, em
ancax dikarin li vir xwe bikin mirov. Tevahî
zehmetiyên ku em dikişînin û hewlên me di
derbarê vê de ye, ji bo vê ye. Di vê rêkê de
mirovên azad û binirx pêşdikevin. Em dikarin bi
van mirovan re jî bimeşin û yekbûnê pêşxînin. Em
dixwazin ku mirovên baş û serkeftî pêşkevin,
mirov dikare bi vê re jî jiyaneke bi şeref
bidomîne. Mirov dikare bi mirovên azad re bimeşe.
Di Kurdistanê de mirovên azad wisa tên pêşxistin.
Di vê mijarê de ti rêkên me yên din nîne.
Nîşana meznatiya
kesekê, binirx dîtina jinê ye. Min ji we re bi
awayekî aşkere ev tişt da diyarkirin; ez ne li
pey damezirandina harem û mevkî me û ez hîn jî
di asta xizmetkarekî de me, ez ji we re xîzmetê
dikim. Ma gelo we dikarî ev eleqe di mêr û
evîndarên xwe de dîtiba, ew dikarîn evqasî eleqe
ji were bidin nîşandan? Em piçekê bibin xwediyê
wijdanê! Ma evîndarê we dikarî ewqes eleqe nîşa
we daba, ma gelo dikarî gûhdarî ewqes derdên we
kiriba, dikarî xîtabê dunyaya we ya hûndirîn
kiriba û ji pirsgirêkên we re eleqe daba nîşan?
Dê hûn hembêz kiriban, dê bi we şabûba (sevişme)
û piştî dû rojan jî dê hûn peritandiban, laşê we
tevdaban. Ev pir aşkere ye. Ez jî herî kêm bi
qasî we zilaman nasdikim. Azweriya we,
binesaziya we ango şexsiyeta we ji vê re pir
vekiriye, hûn di nava lewaziya de ne, zilaman dê
ev rewşa we bikar anîban, piştî wê, we dê heya
dawiya emrê xwe jiyaneke bi êş bidomandiba. Ma
ev tişteke xweş e? Ma gelo windahiyên we yên pir
girîng çênedibûn? Ma berya hertiştî berya ku
egîdiya we, şexsiyeta we çêbûbe ji destên we
nediçûn? Ma qet tiştên di hatin windakirin
nedibûn? Van nîqaş bikin. Ku zilam dikare pir
baş jî nêzî we be, dikare we pir baş biparîze,
hezbike, kêfxweş jî bike, lê birastî ev dikare
bibe kêfxweşî? Tabloyên malbatên wisa bikêfxweş
tên xîzkirin. Ma birastî wisa ye? Dema hûn li
civakê dinêrîn hûn dibînin ku ne wisa ye û ev we
ditîrsîne. Di têkiliyên wîsa de xweşî û
tendûristiya keçeke ciwan çiqas tê parastin,
çiqas rêz û nirx didenê? Ka civaka herî nêzîkî
we, devdor û mirovên xwe binêrin, çiqas nirxa we
heye? Ger hizra mirovekî ji rêzê ji rêgeza
bingehîn a azadiyê qûtbe, ji xeta siyasî qûtbe,
ew dikare her cûreya çorsbûnê, bêserûberiyê bide
nîşandan. Bi taybetî ger bi navê azweriyê ajoyên
xwe rakiribe şipîya, ev rakirin kiribe mejiyê
xwe, di wî de dê her cûreya belayê derbikeve. Û
dê ji vê re jî bêje “azadî”, azadiyê wisa fêm
dikin. Ev nêzîkatiyeke pir erzan û ya xwe
neguhartinê ye. Lê dîsa jî hilbijartin ya we ye.
Tevahî tişta ku ez dixwazim li vir bikim,
afirandina derfeta hilbijartin, afirandina
qabîliyeta ecibandinê ye. Ji ber sedema ku ez
xwe ji we re pêşkêş dikim ne encama ketîbûnekê
ye. Di rastiyê de ez dixwazim vê li we bidim
hîskirin: Divê mirovekî ku we weke rêberekê
pejirandiye jî di mijara jinê de bi we re weke
evîndarekê mijûl bibe û ji we re xîzmetê bike,
divê ji azadiyê re tabloyeke ewqes aşkere
xîzbike ku hûn neyên xapandin. Ger rêberek vê
dike, divê hûn bêjin mirovê li hemberî me divê
çawa ji vê zêdetir bike. Hûn dê bêjin “Tevî ev
Rêber ewqes serdest e û xurt e jî wisa nêzî me
dibe. Ma çima tû nêzîkatiyeke wisa nedî nîşandan?”.
Divê em vê di we de bînin rewşa daxwaziyê, vê
daxwaziyê jî bînin rewşa têkoşîn ê. Ev jî şerê
we yê azadiyê ye. Hûn baş dizanin ku ev jî
nêzîkatiyeke pispor e. Ez nabêjim ez artîstiyê
dikim, lê kî ye yê ku ez di vê rewşê de hiştime?
Ma gelo ger em vê nekin, em dikarin gavekê jî
biavêjin? Ma mirovên weke we xwediyê nêzîkatiya
azadiyê dê derketiban? Ger hûn bêjin “Di rastiyê
de heya vir e, pêwîstiya me bi hilbijartina
azadiyê nîne, tiştê ku me biecibanda eciband”,
wê demê ez dê vê ji we bipirsim: We çima
şoreşgertiya xwe xurt nekir, hûn çima hatin vir?
Hûn çima binketîn e? Hûn çima nikarin ji
xebatekê re hêz bînin? Li jiyana xwe bi nêrin,
hûn dê bibînin wisa ye. Lewra hûn kêm in, hûn di
nava xapandinan de ne. Misoger ji guhartinê re
pêwîstiya we heye. Hûn baş dizanin ku pêwîstî bi
nêzîkatiyeke wisa heye. Pir aşkereye ku hûn dê
encam ji nêzîkatiyeke wisa bigrin. Ev derdikeve
holê: We çima xwe anî vê rewşê? Min çima xwe kir
bin xîzmeta we de, ma ev pêwîst bû? Ez van
pirsyaran ji we dikim. Ji ber ez şoreşgerbûm,
beyî ku bînim rewşa pirsgirêk, ez dûbare dûbare
li ser pirsgirêkan sekinîm. Di sekin û reftaran
de jî gelek lewazî hebûn. Beyî ku ez bipirsim ez
li ser we de hatim. Hinekan ev weke ferzkirinê
fêmkirin. Ez dem dem bi we re axivîm.
|