* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


 Malbata demokratîk u civaka sosyalîst
 

 

                                          
Ji ber hevjiyana azad ne tenê di navbera du kesan de ye. Di navbera du kesan de şênber dibe le bi civakbûyînê re encamên xwe digire. Di van kesayetan de divê pîvanên exlaq, estetîk yanî xweşikbûyîna jiyanê û hêza wate hebe.

Piştî modernîteya kapîtalîst ya 1950 şûnde demokrasiya ku li ewrûpayê pêşketiye divê were derbaskirin.

POLÎTÎKAYÊN CIVAKÎ,  BI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK TÊN AVAKIRIN. TEVLÎBÛNEKE RASTÛRAST Û PIRANÎ ÇÊDIBE. 

-         Ferdên malbatê dê- bav- zarok hwd.  ne. ev malbata biçûk ya ku bi rêya xwînê ji aliyê dayikê ve tê avakirinê ye. Çavkaniya bingehîn ya avakirina civakê ye. Şaneya civakî ye. Ev civak an jî dewleta împaratorê biçûke. Di roja me de wiha tê destgirtin. Lê dema ku ev malbat an jî koma civakî ji vê yekalîbûn û sînorên teng yên malbatî bikaribe derbikeve wê encamên veguhertinê jî bi xwe re bide avakirin. Divê ev malbata yek alî û ji çend kesan pêk tê gerdûnî bibe, bi hemû qismên civakî û hilberînên civakî re yekbûna xwe bide çêkirin. Ev jî encax bi gerdûnîbûyîna malbatê re dibe. Lê di roja me de malbat çavkaniya bingehîn ya civakî ye û ji wê civakê ewqasî dûre ku heya bûyereke pir xemgîn û giran neyê jiyankirin ew malbat deşîfre nabe.

-         Bi têkiliyên di navbera du kesan de malbat tê avakirin. Wekheviya zayendî ya van herdû aliyan wê malbatê pêşdixe. Cewaziyên hevdû naskirin û famkirin têgîneke giştî pêşdixe. Di nava vê têgînêde rêzdarî, bawerî ava dibe. Di navbera du kesan de dema rêzdarî û bawerî hat pêşxistin pirsgirêkên ku rojane derdikevin xwe dûbare nakin. Pirsgirêkên weke hesûdî, kaprîs, têrnebûn, ji hevdû acizbûn dernakeve. Ji ber di jiyana xwe de ne tenê bi têkiliyeke zayendî ya teng bi hestên xweşik û mezin, bi zanistî û felsefeya jiyanê ve girêdayî vê têkiliyê didin meşandin. Ev nerehetiyên din nexweşiyên sîstemêne. Jin û zilam hevdû weke mulk nabînin.

-         Di navbera hevalbendî an jî hevjiyana azad de hêza wate ku derdikeve holê di kesê yekê de dikare kesa din jî were dîtin.

Civakbûyîn bi awayeke xwezayî li dora dayikê kom dibe.

Di têkçûyîna civakbûyîna yekem de li şûna mulkîyetê têkiliyên exlaqî derbas dibin. Ev têkilî bi demê re dibin pîvan û kevneşopiyên civakî.

DI CIVAKA SERETAYÎ DE TÊKILIYÊN CIVAKÎ

Parvekirin li ser pêwîstiyên jiyanî dihatin meşandin. Bi malbat û malbatgeriyê re ne girêdayî ye. Yanî ji bo têkiliyeke civakî bê avakirin pêwîstiyeke malbatî ya sedî sed tineye.

Di nava civakê de jin rêgezên xwe bi xwe didin avakirin û diyarkirin.

Hiqûqa jinan ya girêdana bi jiyanê re li ser hîmê hilberînê ye. Dema ku jin ji vê hilberînê tê dûrxistin di navbera jin û zilam de xerîb bûyîn hevdû ne famkirin pêşdikeve.

Jin û zilam dema di aliyê Hizir de ji hevdû dûrdikevin hevdû fam nakin. Desteserî û dagirî bi rêya v nefamkirinê tê rûnişkadin. Her wiha di navbera jin û zilam de li gor rastiya jiyanê navbereke pir mezin tê avakirin. Ev navber an jî ferq dibe sedema çîna yekem an jî zayenda yekem ya bindestbûyînê. Her wiha jin çîna bindest ya yekem e. Zayenda bindest ya yekeme. Netewa bindest ya yekeme.

Di rastiya xwe de têkiliya di navbera jin û zilam de bixwe NAKOKIYE.

SAZIYA CIVAKÎ YA BINGEHÎN MALBAT Û ZEWACE.

Malbateke îdeal de zayîna zêde nabe. Zayîna zêde taybetmendiyên civaka bindest ya ku xwe di aliyê entellektuel û polîtîkde pêşnexistiye. Di nava vê civakê de kes xwe nikare îfade bike, nikare bi cih bike her tim di ava tirsekê de ji ber vê bi zewac û hejmara zarokên zêde hewil dide parastina xwe pêş bixe. Ev jî ne dicih de ye.

Ji dema ku ev sazî yek alî hat destgirtin û heya niha pirsgirêkên di navbera zayenda de hat jiyankirin.

Yekemîn sutatuya netewe, çînayetî û civakbûyîna serdest û bindest li ser vê bingehê bilind dibe.

Di cviaka şaristaniyê de, navê jinê bi navê şeytan wekhev tê vegotin.

Di civakbûyîna modernîteyê de dayika zarokan, karkera bêheqdest û sernerma konformîzmê ye.

BI QASÎ KU JIN WERE PÊNASEKIRIN TARÎFA ZILAM GENGAZ DIBE.

Bi rêya zilam jin nayê tarîf kirin. Kêm dimîne. Jiber di jiyanê de jin navende ev tarîf kêm dimîne.

Bi nirxandineke seqet hêza tinekirinê ya zilam di kesayeta jinê de êrîşî jiyanê dike.

RÊBERTÎ BERÎ NIHA SÎSTEMA DAGIRKER LI SER ÇAR LINGAN DA RÛNIŞKANDIN.

1.      OLPERESTÎ

2.      ZAYENDPERESTÎ

3.      MÎLÎYETPERESTÎ

4.      CÎNSIYETPERESTΠ

RÊBER APO PARADÎGMAYA JIYANA AZAD LI SER SÊ LINGAN DIDE RÛNIŞKANDIN. FORMULE AN JÎ PARADÎGMAYA WÊ WIHA VEDIBÊJE. PARADÎGMAYA DEMOKRATÎK-EKOLOJÎK Û AZADIYA ZAYENDÎ. BI ARMANCA GÎHANA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK EV PARADÎGMA DI HER QADÊ JIYANÊ DE TÊ JIYANÎKIRIN.

EKOLOJÎ dengeya kes û xwezayê, civak û xwezayê, Hizir, hest, heşmendiya hestewerî û analîtîk bi hevdûre dayîna girêdayînê ye. Xala ekolojî bi taybet li ser van cewheran radiweste.

Di rastiya xwe de hemû cîhan dibin xizmeta jinan de ye. Bi qasî ku zilam ji jinan re xizmet dikin ji xwe re xizmet nakin.

Divê bi qasî jinan zilam jî bikaribin xwe perwerde bikin û pêwîstiyên xwe zelal bikin. Xwe perwerdekirin pêşxistina mejiye.

Terbiyekirina hest, nefs û daxwazên xwe yên zilamtî ye.

BENDEWARIYÊN ZILAMEKÎ JI JINAN ÇINE?

-         Zilamê herî demokrat û kêrhatî bixwe dema jin jibin emir û xizmeta wî dûr dikeve helwestên ku dide nîşandan weke yê hemû zilama ye. Jinan ji axaftin, nêzîkatî û daxwazên zilam dûr dikeve ew dibe dijminê wî.

Desthilatiya bi zilam re pêşketiye, rê li ber tûndiya bisîstem yanî artêşbûyînê vekiriye. Her wiha rê li ber mîlîtarîzmê vekiriye.

JIN DI VAN HATIYE XISTIN.

1-     Bê parastin hatiye hiştin

2-     Ji keda xwe hatiye dûrxistin.

3-     Bêyî ku têkiliyeke zayendî çêbibe ji parvekirina jiyanê ya bi zilam re hatiye dûrxistin. Jin tenê weke metaya zayendî hatiye dîtin.

4-     Zilam bi rêya vê metabûyîna jinan desthilatdariyê dike.

5-     Pîrektî û Zilamtiya niha pir xetere. Rewşeke tirsnak an jî korkunç dide avakirin. Ev xeterî ji aliyê sîstemê ve pir zêde tên bikaranîn.

6-     Girêdana malbatê ya xwînê bi rêya jinê ye ne ya zilame. Ev hatiye çewtkirin. Berovajî kirin. Jiyan û jin bi zilam nayê tarîf kirin.

7-     Jiyana hevalbendiya azad.

8-     malbat û rêxistin bi hevdûre tekoşîna van xalan didin meşandin. lê heya niha ev tekoşîn di yek alî de dimîne.

Heya ku qalibên heşmendiya modernîteya kapîtalîst û şaristaniyê neyên şikandin bi jin û jiyanê re hevalbendiyeke rast nayê meşandin. Hevjiyana azad jî nayê meşandin, nayê jiyankirin. Divê jin weke milkû weke zayend neyê dîtin.

wekheviya jin û zilam ya di nava civakê de li ser bingehê cewaziya ne.

di evîna mirovan de şertê yekemîn vîna azad ya alîya ye.

 

PÎVANÊN EXLAQÎ YÊN JIN Û ZILAM

1-     Hevalbendî di navbera nêr û mê de pêk nayê. Di navbera jin û zilaman de pêk tê. Her wiha di navbera nêr û mêyên civakî de pêk tê.

2-     HEMÛ wêjeya cîhanê li ser evîna ku pêk nehatiye çêbûye. Stranên tirajîkin.

3-     Olperestiyê pir zêde xizmeta zayendperestiyê kiriye. Ji bo zayendperestiyê qalibên civakî bi rêya ol û baweriyan şerîat û qanûnên xwedayî hatine rûnişkadin. Di nava civakê de jî ev hatiye pejirandin.

Tîpên jin yên ji aliyê zilaman ve tê pejirandin kîjanin?

Nirxên civakî yên bingehîn di yekîtiya jin û zilam ya hevpare.

WEKHEVIYA CEWAZIYAN+TEVLÎBÛNA ÎRADÎ (CUDABÛNA POZÎTÎF) 

JI BO AVAKIRINA JIYANA WEKHEV Û AZAD YA DEMOKRATÎK HINEK PÎVANÊN KU DIVÊ JIN PÊK BÎNIN

1-     Divê jin di zanebûna birçîbûna zilam ya zayendîtîde be. Jiber sîstema kapîtalîst bi awayeke bêsînor çalekiya zayendîtiyê dide pêşxistin. Ev li ser nifşê mirovan dagiriya herî mezine. Mirovahî bi hemû aliyên xwe tê kolekirin. Divê jin di vê ferqê de be.

2-     Berî zewacê divê bi zanibe ku zilam ji bo hakîmiyeta xwe wê hertim di nava êrîşê de be. Li hember vê divê jin parastina xwe ya cewherî pêşbixe. Ne bi pîrektiya xwe ya ji aliyê zilamve hatiye fêrkirin bersiv  bide.

3-     Zilam bi pere û evînê xwe bi hêz dike. Li hemberî vê jin di nava lêgera jiyana azad de ye. Sîstemê wê berbi vê lêgerê ve biriye. Weke hedef jî zilamê qurnaz û bihêz yê xwedî pere û evîna sexte daye rûnişkandin.

4-     An wê jin xwe ji vana hemûyan bi parêze û tenêbûyînê tercîh bike. An jî wê bi mîlîtaniyeke tekoşerî tekoşîneke  sosyalîst û herdemî bide. Derveyî vê tekoşînê hemû rêyên ku jin serlêdan bike bi xefkên sîstema zilam hatine avakirin. Nikare xwe ji wan bendan rizgar bike.

Xwedavend Bi Zilamên Însanan Re Na Zewicin. Encax Bi Evîna Xwedavend Û Xwedayan Yekbûyîneke Jin Û Zilam Ava Bibe.

 PÎVANÊN KU ZILAM PÊKBÎNIN

1-     Divê bizanibe jina li pêşberî wî kesayeta ji aliyê sîstemê ve hatiye xistinê ye. Jin di aliyê jintî de çiqas hatibe xistin zilam tî jî ewqasî tê xistin.

2-     Divê bizanibe ku bi çanda malbata heyî re wekheviyeke zayendî û hevalbendî nayê avakirin. Ev çanda xanedanî û sîstema serdetse.

3-     Li hember çanda zayendperest ya modernîteyê divê hertim şerê nefsî bide. Di modernîteya kapîtalîst de modela zilamtî ya gir, bi cuse ye. Lê di rastiya xwe de ew zilamtî hatiye xistin. Ji cewherê xwe hatiye dûrxistin.

4-     ZILAMTIYA AZAD: ZAROK DEMA ÇÊDIBE ZAROKE. LÊ BI ÇAND Û ZANÎNA KU MEZIN DIBE RE DIBE JIN AN JÎ ZILAM.  Di modernîteya demokratîk de bi yekbûna zanist, felsefe û hunerê re girêdayî şênber dibe. Zilamtiya azad ya ku di kesayeta xwe de ev taybetmendî hemû derbaskirine û xwe gîhandiye asta pîrozbûyîna jina ye.

Zewacên niha çanda xanedanî ya hiyerarşiyê ye. Li gor pîvanên namûsê hatine avakirin.

Ji ber ku di van zewacan de evînî tineye. Hevberdan zêde ye. Têkçûyîna malbatê çêdibe. Ev çandeke. Çanda têkiliyên desthilatî û dagiriyê ye. Her wiha têkiliyên destavêtinê ye. Li hemberî çanda tecawuzê dema tekoşîneke daîmî ya felsefî, zanistî, exlaqî û estetîk were dayîn wê jiyaneke azad û wekhev were jiyankirin.