|
Jineolojî (Zanista Jinê)
Yekem car
avabûna zîhniyeta civaka cinsiyetparêz li dijî
jinê hatiye destpêkirin. Desthilatdarî di
destpêkê de li
dijî jinê hatiye pêşxistin. Pîştî wê jî li dijî
xwezayê, civakê û beşên din hatiye berdewamkirin.
Îro sedema bingehîn a gelek pirsgirêkan a ku
mirovahî jiyan dike nêzikbûna zîhniyeta
hiyerarşîk a zilam e. Di roja me ya îro de
tevayî dîroka şaristaniya heyî pêwîst e ji nû ve
bê lêkolînkirin û dîroka şaş were sererastkirin.
Dîroka
şaristaniyê, tê wateya wendakirina dîroka jinê.
Tevayî dîroka şaristaniyê, li ser tunekirina
vîna jinê û kolekirina jinê hatiye sazûmankirin.
Ji ber vê yekê pirsgirêka jinê, pirsgirêkeke
civakî ye. “Bê ku jin azad bibe, civak azad nabe!”.
Di vê pêvajoyê
de keseyatiya desthilatdar xwe hîn bi kûrahî bi
cih kiriye û ev jî bûye dîroka xweda û evdên wî,
kole û koledar, aborî û zanista zilamê
desthilatdar. Herwiha windabûn û windakirina
jinê bi navê civakê ketin û windakirineke mezin
e. Di encama vê ketin û windakirinê de civaka
zayendparêz derketiye holê.
Her ku xwezaya
jinê di tariyê de bimîne, wê hemû xwezaya civakê
jî neyê ronîkirin. Weke di hemû zanistên civakî
de bûye, dîroka zîhniyeta zilam ku mohra xwe li
zanista civakê daye, rêzehevokên ku qala jinê
dikin, bi helwestên propagandawarî yên ku qet
nêzikî rastiyên jinê nabin, dagirtî ye. Statuya
rasteqîn a jinê; çawa ku bi vê zîhniyetê di
dîroka şaristaniyê de dibe, weke ser rastiya
çînî, dagirkerî, îşkence û çewisandinê tê girtin,
bi çil carî zêdetir ser rastiya jinê tê girtin.
Li şûna
femînîzmê têgeha jineolojiyê (zanista jinê) ji
bo têgihîştina hedefê rêbazeke baştir e.
Rastiyên ku jineolojiyê derdixin holê; ji
teolojî, askatolojî, polîtîkalojî û pedegojiyê
her wiha ji gelek beşên civaknasiyê (sosyolojiyê)
yên din ne kêmtir wê rastiyan derxîne holê.
Bêguman jin, di
xwezaya civakî de hem di aliyê fizîkî ve hem jî
di aliyê wateyê de beşa herî berfireh pêk tîne.
Wê demê ev mijara ku di vê astê de girîng e,
beşa ‘xwezaya civakî’ çima nebe mijara zanistê?
Ji sedema civaknasiya ku ji pedegojiyê heta
perwerdeya zarokan hatiye beşkirin, di nava
civaknasiyeke bi vî awayî de cihnegirtina
‘jineolojiyê’ ji zîhniyeta zilamê desthilatdar
zêdetir ne tiştekî din e.
Gelo!
pirsgirêkên jinan weke zanist werin lêkolînkirin
dê rê li ber çi encaman vebike? Dê Çewtiyên
Dîrokî Ronahî Bike. Dê rastiya keyxweda yê
rahîbên Sumeran derxe holê. Her şaristaniya ku
hatiye, qilfekî nû ji dagirî û koletiya li ser
jinê dide meşandin re dibîne. Dê çewtiyên dîrokî,
çîrokên derew werin sereratkirin. Bi lêpirsîna
hişmendiya zilam a desthilat dewletî û
hiyerarşîk, rexneya çewtiya dîrokî were xwestin.
Bi lêpirsîna çerçoveya nêrîna zayendparêzî ku bi
demê re li ser civakê hatiye avakirin,
kanserbûna di nava civakê de hatiye pêşxistin
eşkere bibe. Rewşa bi nexweşî pêşkêşî
dermankirinê bibe.
Di civaknasiyê
de, wê ber bi şîroveya rast a civakê de biçe,
rewşa jinê ya ji dîrokê û heta niha ne statuyeke
civakî ye. Weke ku desthilatiya zilam bi bîr
dixe ne bûyereke biyolojîk e. Zilam her tim jinê
bi kêmahiya wê dinirxîne. Lê belê lêkolînên
zanistî jî eşkere kirine ku mejiyê jinê ji yê
zilam mezintir e. Bi giştî mirov mêjiyê xwe
gelek kêm bi kar tînin.
Xwezaya jinan
weke biyolojî dê were dahûrîn: Weke biyolojî
cûdahiya wê ji zilam heye, lê hişmendiya
desthilat vê weke lewaziyekê dinirxîne. Zilam
kêmahiya xwe li jinê aniye. Jixwe biyolojiya
jinê hemûyan digire nava xwe. Weke di vegotinên
mîtolojîk de hatiye gotin jin ji parsûyê zilam
çêbûye (ji parsûyê Adem çêbûye) Atena ji Eniya
Zeûs çêbûye dûrî rastiyan e. Di çêbûna mirovan
de rastiyek heye ku heta roja îro tê, ew jî;
zilam hilberînên jinan in. Xwezaya jinê nêzî
gerdûnê ye. Di wê de her tim xwe nûkirin û
zêdekirin heye.
Di aliyê derûnî
de dê rêvebirin şaş derkevin hole. Jin ne tenê
di aliyê bedena xwe de, em ji ruhê wê bigirin
heta têleke pora wê ji serî heta binî dîl hatiye
girtin. Îro jin weke kirde her roj tê firotin.
Mêzekirineke
Giştî Li Dîroka Jinan
Zanîna dîrokê
zanîna xwe ye. Zanîna dîrokê ji bo jinekê pir
girîng e. Ji ber ku jin cinseke ku bê dîrok
hatiye hiştin e. Bêdîrokbûn; bêmejîbûn,
bênasnamebûn e. Jiyankirina kolebûneke bi vî
awayî ya jinê bi têrdîtina mejiyek bi vî awayî
girêdayî ye. Weke ku Rêbertiya me jî dibêje her
tim serdestan dîrokê nivîsîne. Ji ber ku serdest
jî zilam in, dîrok ji aliyê zilaman ve û di lehê
wan de, li gor dilê wan, li dijberê jinan hatiye
nivîsîn. Ev jî tê wê wateyê ku dîroka jinê hîn
tam nehatiye nivîsîn û li benda nivîsînê ye. Her
çendî di dîrokê de hindek hewldan hatibin kirin
jî ji zanîna azadiyeke bi bandor û ji cesareta
wê bêpar mayîn e. Azweriya afirandina
(xuliqandina) jineke azad a Rêber APO û
hewldanên azadiyeke bilind ku ji vê azweriyê tê
girtin, dîroka jinê gav bi gav bi şêwe kiriye.
PKK jî di afirandina jina azad de û bi
nivîsandina dîroka jinê re di nav hevsengiyê de
meşiye. Dema em li dîroka jinê ya giştî
binihêrin;
Pêvajoya ku cara
destpêkê tevgerên jinan bi awayekî rêxistinî
rêxistingeriyeke diyar bi dest xistin di dawiya
sedsala 18’an û bi awayekî bingehîn di sedsala
19’an de di têkoşîna jinê de lêhûrbûneke diyar
tê dîtin. Tevgerên jinan ên cûr be cûr dest pê
dikin êdî dengê xwe didin bihîstin. Bi taybet
navend li Ewrûpayê hinek tevgerên jinan ên
femînîst derdikevin holê. Dîsa hinek kesayetên
jinan ên cihêreng bi fikrên xwe yên têkoşînê û
bi şêweyên çalakiyên xwe mohra xwe li pêvajoyê
xistine. Derketinên bi vî awayî yên bi pêş
dikevin carnan bi awayê ferdî û her çendî weke
çînî mabin jî pêwîst e di bin bandora nakokiya
cins de neyê biçûkxistin. Gelek nirxên girîng ên
ku bi dayîna bedelên mezin hatine afirandin
hene. Berî her tiştî di jinê de lêpirsîna zilam
di zanîna xwedîderketina li mafên bi vî awayî de
di rêjeyeke diyar de pêş dixin.
Ji aliyê
jinan ve destgirtina pirsgirêka jinan
Di ronîkirina
pirsgirêka jinê de dibin xwedî roleke girîng. Lê
ji têkoşîneke ku ji pergalê hatî qezenckirin û
ji perspektîfa herdemîkirina vê pir dûr in.
Perspektîfa ku jêdera xwe ji têkoşînê digire ya
rêxistin û rêxistingeriyê pir lawaz û di asteke
paşde ye. Ji ber ku ji bîrdoziya azadiya jinê û
ji felsefeya jiyana azad dûr û xwedî feraseteke
têkoşîneke teng in. Sedemê bingehîn ê di nav
pergalê de ye û lewaziyên wan ev e. Ji ber ku bi
vî awayî ne dibin yedegê pergalê. Tu stratejî,
têkoşîn û bernameyeke van tevgeran ku hemû jinan
digire nava xwe, bi azadiya jinê re û girêdana
di navbera azadiya civakê re dike yek nîn e. Ji
ber ku ji van bêpar in rêxistinbûneke cidî bi
ava nakin an jî ava bikin jî rêxistinbûnên wan
bi awayekî marjinal dimînin. Li cihê ku lê ye û
bi beşek jin re bi sinor dimînin.
Nezikatiyên
tevgerên jinan ji pirsgerêka cinsî re
Pirsgirêka jinê
weke ya çînî digirin dest û ev lênêrîn di aliyê
jinê de dibe lênêrîneke herî xapînok, ji ber ku
di rastiyê de çîna jinê tune ye. Ji ber ku jin
bixwe çînek e. Jin li ku derê û bi çi awayî
jiyan bike jî ji ber ku ew jin e weke cinsa
duyem tê dîtin. Ji zilam di astekî hîn kêmtir de
tê dîtin û tê binpêkirin. Ji ber wê yekê weke
Rêbertiya me jî dide diyarkirin (netew, cins û
çîna destpêkê hatî binpêkirin). Yanê pirsgirêk
pir kûr û berfireh e. Bi awayekî çînî girtina
dest hiştiye ku di destpêka têkoşînê de winda
bike. Nakokiyên netew û çînê jî di rewşa
turedayiyên nakokiyên cins de ne. Dagirkeriya
destpêkê jixwe dagirkeriya zilam a li ser jinê
ye. Dagirkerî û serdestî cara destpêkê li ser
jinê hatiye pêşxistin û bi civakîbûnê berdewam
dike. Di vê wateyê de jina ku dibe kole civaka
kole diafirîne. Herwiha yê ku pirsgirêkê
afirandî û di şexsê xistina jinê de rê li ber
qanserbûna civakê vekirî zilamê ku di rewşa
endamê bingehîn de, di aliyê zilam de û pir alî
lêpirsînkirina vê têkoşîn û lê xwedî derketinê
pêwîst dikin. Mixabin heta roja îro di têkoşînên
hatin meşandin de ev alî zêde nehatine dîtin. Ji
ber vê jî pirsgirêka li xwezivirîna zilam nebûye
rojev.
Nezikatiya
zilam ji pirsgirêka jinê re
Zilam jî weke
jinê pirsgirêkê weke pirsgirêka jinê dîtiye û di
tu aliyan de pêwîstiya destdanê nedîtiye. Weke
ku azadî pirsgirêka jina ku tê binpêkirin be, di
nav xapandineke bi vî awayî de jiyan kirine. Lê
her du rastiyên bingehîn ên ku desthilat û
dagirkeriyê xwedî dikin yek koletî ya din jî
serdestî ye. Her du dibin yek û desthilatiya
serdestiya zilam tînin holê. Ev jî tê wê wateyê
ku serdestî ne azadî ye û tu caran nabe. Di
aliyê din de ku serdest kolebûnê bi pêş bixe û
girêdana bi vê ve dibe kolebûn. Nezikatiya
deshilatdar bixwe şêweyekî koletiyê, ew fêm
nekiriye. Ye ku giredayî koletiyê ji xwezaya xwe
hatiye dûrxistin ne tenê jin e. Zilam du qatê
jinê zêdetir ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin û
xerîbkirin. Yanê zilam hîn zêdetir ji cewherê
xwe, ji regezên mirovahiye hatiye dûrxistin.
Xwezaya deshilatdariyê koletî û serdestiyê
diafirîne. Yê deshilatdar jî weke ya kole
giredana wê nehatî dîtîn. Koletî li gorî xwezaya
xwe deshilatdariyê bi peş dixe. Koletî weke yê
deshilat encama desthilatdariyê û bi wî re
girêdayî ye. Û mîna kole ew jî bi
desthilatdariyê re giredayî xwe tim berdewam
dike. Zilam ji ber ku jin kiriye kole, xistiye,
ji bona wî jî ji jine bêtir pêwîst e xwedî li
pirsgirêka azadiyê derkeve.
Pirsgirêka jinê
pirsgirêkeke çawa ye û pêwîst e çawa li ser bê
sekinandin?
Di rastiyê de
pirsgirêka ku weke pirsgirêka jinê tê binavkirin
pirsgirêkeke bi kok e. Dagirkeriya li ser jinê
berfireh û giştî ye. Bi awayekî giştî li ser
ramanên jinê, hestên wê, cihana wê ya ruhî û
asta dagirkerî ya li ser bedena wê ye.
Serxwebûna aborî ya teng vê rastiya dagirkeriya
kûr ji holê ranake. Di astekê de tevlîbûna jinê
ya erkên civakî, kirina karên ku zilam dike vê
rastiya dagirkeriyê ji holê ranake. Yan jî
desthilatdariya çîna kedkar û karker vê
dagirkeriyê tune nake. Pirsgirêk ji berî her
tiştî dibe pirsgirêka pergal û zîhniyeta serdest
ya pir bi kok. Di aliyê din de pirsgirêka ku
weke pirsgirêka jinê tê binavkirin di bingeh de
pirsgirêka civakî ye. Bi derbaskirina
cinsiyetparêziya civakî re rasterast di nava
girêdanê de ye. Jin bi awayekî ramanî, hestiyarî
bedenî û cinsî tê dagirkirin. Ev dagirkerî bi
awayekî giştî li ser jinê tê pêkanîn û ev dagirî
pergaleke ku xwedî bingeha dîrokî ya kûr e. Di
vê wateyê de pêwîst e azadkirina zilam jî ji xwe
re bike armanc. Pêwîst e wî jî bigire bernameya
xwe. Ji ber ku di rêjeya azadkirina jinê de
zilam jî nedî zivirandin, çêkirina jiyaneke azad
ne gengaz e. Zilam û jin du rastiyên bingehîn ên
ku civakê pêk tînin in. Di vî alî de pêwîst e
stratejiya têkoşîna giştî girêdayî vê bîrdozî û
felsefeyê be. Ev alî di tevgerên jinan ên cîhanê
de pir lewaz maye. Jixwe di dîrokê de
berxwedanên mezin ên jinan hene. Çandeke
berxwedanê ya pir girîng ku ji aliyê van
berxwedanvan û têkoşeran ve hatiye afirandin a
azadiyê heye. Têkoşînên piştre li ser vê yekê
bilind dibin û ji vê xwedî dibin.
|