|
Di serî de divê em jin van çend pirsan ji xwe
bikin! Em li ku dera jiyanêne? Em beriya 5000
hezar salî çibûn, îro çine û kîn e? Nirxê me di
rastiya civaka îro de çiye? Çima hemû şêwazên bê
rûmetiyê ji bo jinê rewa têne dîtin? Çavkanî û
sedema kuştin û xwe kuştina bi hezaran jinan
çiye? Û bi wesîleya 101. Salvegera 8 ê Adarê
careke din em li rabirdûya xwe binêrin bê ka
me di van 101 salan de çi guherîn û veguherîn di
jiyana me ya civakî de çêbûn? Em dikarin van
pirsan pir zêde bikin, lê ji vê girîngtirîn ewe
ku em bizanibin bibin xwedî hêza baweriya
azadiya xwe bi destxistinê. Rê û rêbazên
gihandina azadiyê fêrbibin. Ma gelo tevahî jinên
êşkişandî her roj ji xwe di pirsin ku çima di vê
rewşê de ne û ev êş û azar ne çarenûsa jinan e?
Kî dikare bêje ku dilê her jineke êşkişandî ji
bo azadiyê lênaxe. Belê em dengê dilê her jinekê,
di dengvedana gelî û newalên van çiyan de, di
kendavên ku şahîdî ji berxwedaniya Bêrîtanan re
kirin de, di gur herikîna çemê deşt û çiyayên
welatê xwe de ku xwîna bi hezaran ewladên
dayîkên kurd tevlî wan bûye de dibihîzin. Û em
di dengê lorîkên dayîkan de serpêhatî û çîrokên
jiyana wan guhdarî dikin. Lê êdî dem hatiye ku
lorîkên dayîkan ne tenê êşa hezar salan vebêjin
û biqîrin, lê divê îdaya xwe ya azadiyê biqîrin.
Ji ber ku tişta jin, jê bê par in azadiye! Ma
sedema di sedsala 21. de her roj jin bi navê
namûsê têne kuştin ne bê pariya jinan ya ji
azadiyê ye? Ger ev bê, wê demê divê jin ji her
kesekî zêdetir ji bo azadiyê têbikoşîn. Lewre ez
dixwazim ku hinekî li ser têgîna azadî û jinê
rawestim. Jin divê bibe xwedî têgîneke azadiyê
ya çawa û azadî ji bo jinê tê çi wate ye?
Di rastiya jinê de azadî bi mîsogerî
berdêl û fedakariyên mezin dixwaze. Yanî ji bo
jinê wateyek ango pêneseyeke azadiyê heye, ew jî
ji bo hebûna xwe li gorî cewherê xwe bide
qebûlkirin têbikoşe. Têkoşîn ji bo jinê tê
wateya azadiyê. Ji ber bi têkoşînê re xwe bi
rêxistin dike û xwe digihîne vîna azad û
pergaleke bi rengê xwe diafirîne. Lewre ji bo ev
bê kirin jî xebateke piralî tê xwestin. Êdî li
vir wate û girîngiya pênaseya azadiyê derdikeve
hole. Yanî azadî ji bo me jinan şêwazekî jiyanê
yê ku her dem têkoşîneke mezin dixwazê ye.
Bêguman di rastiyên pergala heyî de
lêgerînên azadiyê, zêdetirîn kesî ne. Lê di
rastiya me de nêrîna li azadiyê gelekî cuda ye,
ger azadiya civakî nebe wê binê azadiya kesî jî
vala bimîne. Bi taybet jî pêwîstiya jinê ji her
kesî zêdetir bi azadiya civakî heye. Ji ber ku
derbaskirina cinsiyetparêziya civakî jî, bi
pêşxistina azadiya civakî re tê bidestxistin.
Mînaka vê ya herî berbiçav jî pergala
modernîteya kepîtalîst e. Lewre di civaka
kepîtalîst de hemû rêyên azadiya kesî li pêşiya
jinê vekirî ne. Wekî rêya qada çand, siyaset,
aborî û perwerdehiyê lê bi zihniyeta ku jin pê
dikeve rê de zêdetirîn jinê kole dike. Yanî di
kapîtalîzmê de jin lotkeya koletiya hemû pergalê
jiyan dike.
Lê divê ev neyê jibîrkirin ku di navbera
felsefaya Rêber APO ya azadiyê û ya pergalê de
ferqeke gelekî mezin heye. Kesayeta azad a Rêber
APO dibêje kesayeteke ku ji hemû aliyan ve xwe
ava kiriye, birêxistin kiriye, li ser xet û
felsefeya têkoşînê bi bandor e. Bi zanebûn li
beramberî pergalê, têkoşîneke bi hêz dide
meşandin, azadiya civakî pêş dixîne û pêşengiya
wê dike ye. Pêwîste hemû jin xwedî vê
tayîbetmendiyê bin. Ji ber ev kesayetên wisa
xwedî zanbûneke dîrokî, asteke siyasî û di
aliyê rêxistinî de bi bandor in. Cihê ku biçinê
bandor dikin û werdigerînin hêlîneke azadiyê.
Yanî di navbera azadiya kesî û kesayeta azad de
cudahiyeke gelekî mezin heye. Kesayeta azad wekî
ku derbarê her kesî de, di derbarê xwe de jî
dikare biryarên rast bide. Jixwe kesayeta ku
Rêber Apo xwest di jina kurd de biafirîne jî ev
kesayeta azad e. Kesayeta ku civak ango pergal
dixuliqîne tenê li berjewendiyên xwe dihizire.
Lê kesayeta ku Rêber Apo di jina kurd de ava kir,
kesayeta ku dikare bibe hêza guherîn û
veguherîna civakî ye. Li beramberî sîstem û
jiyana heyî, jiyan û sîstemeke alternatîf ava
dike. Yanî kesayeteke ne xeyalperest e, afirîner
û xwedî vîn e.
Gelek kes azadiyê tenê wekî xeyalekê
dibînin. Azadî tenê ne xeyal e. Lê azadiya bê
xeyal jî nabe. Tu yê xeyalê wê jî bikin, lê divê
wisa ji rastiyan jî dûr nebe. Bila azadî wekî
reng û şêwazekî jiyanê bê hizirandin û
xeyalkirin. Ger azadî ji rastiyan qut bê
destgirtin,wê bê baweriyê bi xwe re bîne. Hin
caran tê gotin ku azadî ketina ferqa kêmasiyên
xwe ye. Ev pênaseyeke ku pêwistiya têkoşînê tîne
hole, lewre pênaseyeke nêzî rastiyê ye. Bêguman
ger em kêmasiyên xwe rast dernexînin zanebûnê em
ê nikaribin bibin xwedî lêgerîn û armanca
têkoşîneke bi wate jî. Lewre heta em bijîn divê
em şerê jiyana azad wekî dayîn bizanibin. Bila
di navbera xeta we ya azadî û koletiyê de xeteke
zelal û diyar hebe. Li beramberî me cîhana azadî
û cîhana koletî heye. Em ê di navbera cîhana
koletî, qirêj û ya xweşik û mezin de cihekî çawa
ji bo xwe bigirin? Li vir divê jin xwedî
lêgerînên azadiyê yên mezin û bilind bin û
pîvanên xwe yên azadiyê zalal bikin. Divê jinên
azad bizanibin çawa bi azadiyê re jiyan bikin û
pîvanên xwe yên azadiyê rast pênase bikin.
Li vir em dibînin ku mirovên herî xweşik
mirovê xwe dixuliqîne û xwe perwerde dike ye.
Jina herî bi nirx jina xweş xîtab e. Jina herî
bi nirx jina xwedî hêza xîtabeke xweş e. Ev tê
wateya divê xîtaba jina azad jî xweş û bi bandor
be. Xîtaba xweş hem di îknakirinê de hem jî di
têkoşîna xwe de serkeftin bidestxistinê de
girîng e. Ji bo mirov bibe dengê jiyaneke piralî
û bi wate pêşxistina xîtab gelekî girîng e. Ya
tê xwestin, asta ku jinê girtî bi hêza xîtabê
xwe bide nîşandane. Êdî divê jin bi zimanê
koleyan neaxivin. Li vir girîngtirîn ewe ku, dan
û stendin, şêwazên hizirandinê, xîtab û fizîka
jinê hev û din temam bike.
Bêguman têkoşîna azadiyê bi hezkirin dibe.
Çavkaniya hezkirinê jî aqilê ku dixebitê ye.
Mirovên herî xweşik mirovê/a ku xwe kiriye hêza
pêşxistina hizir e. Ji ber ku wî/ê xwe ji hemû
aliyan ve xuliqandiye.
Divê lêgerîna me ya azadiyê pir mezin be û
em vê lêgerîna azadiyê wergerînin hêza avakirina
jiyaneke azad û wekhev.
Li ser vî esasî ez 8 ê Adarê roja
bilindkirina têkoşîna azadiya jinê li tevahî
jinên kedkarên bi destxistina azadiyê û li hemû
jinên kurd pêroz dikim. Bi hêviya ku wê hemû roj,
sal, dem û her aliyê jiyanê li gorî daxwaz û
dilê jinên pîroz bê, di têkoşîna tevahî jinên
têkoşer de serkeftin û serfiraziyê dixwazim.
Batûfa Çekdar
|