|
|
Angaşta min a jiyanê
gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê
jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku
ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê
çalakiyê pêk tînim.
Ez
di sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê ji
dayikbûm.
Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez ji eslê xwe
gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletiyê, me.
Navê eşîreta me jî
Mamûrkî ye. Min li Meletiyê, li Zanîngeha Înonu
beşê rêhberî û şêwirmendiya psîkolojîk xwend.
Berî ku ez beşdarê nava refên tevgera netewî
bibim, min li nexweşxaneya Meletiyê wek
teknîsiyeneke rontgenê kar dikir. Ez zewicandî
me û hevserê min ji Amedê, ji navçeya Egilê, ji
gundê Xiliyanê
ye.
Ew jî ji eynî beşê zanîngehê
mezûn e. Hevserê min di zivistana 1995'an de, li
bajarê Edenê, dema xebata Eniyê dikir, bi dîl
ket destê dijmin. Ji aliyê aborî ve rewşa
malbata min navîne.
Ez hinek bi sînor be jî, serbest mezin bûm. Min
dema lîsê dixwend bîrûbarweriya çep û
kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di
van salan de dest pê kir, bi çavekî rexnegirî li
jîyanê mêze kir. Lê, ez bi tu awayî nêzîkî tu
hêzekî sîyasî nebûm û neketim di nav xebatan de.
Dema min zanîngeh xwend, dîtîn û meyla min a çep
hîn zelaltir bû û sempatiya min ji PKK re zêde
bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê
hestên kurdeweriyê diparast. Ji ber vê yekê
aliyê minê Kurdewerî bi pêş diket. Li herêma me
wê demê hêz û derdorên welatparêz ne bi
rêxistinkirî bûn. Pêşengî tune bû. Dîsa rewşa
malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş
bimînim. Di nav demê re dîtina min xurt û zelal
bû û di dawî de min berê xwe da refê têkoşînê.
Min
di sala l994'an de, li bajarê Edenê di nav Eniyê
de dest bi xebatê kir. Min nêzî
salekî
xebata xwe domand. Ez ji perwerdehiyek cidî re
derbas nebûm. Herçiqas min dixwest jî, ji ber
sedemên kesên di rêveberiyê de bûn, paşê hatin
girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora
sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nikarîbûna
guhurandina kesayetiya pêşve neketim û nebûn
xwedî serkeftinê. Ez di sala 1995'an de li
herêma Dêrsimê beşdarê nav refê ARGK bûm. Di
nava refên ARGK de min jiyana xwe ji serî heta
binî ji ber çavan re derbas kir û şexsîyeta xwe
nas kir. Di şexsîyeta min de serwextî û
têgehîştineke pêşketî çêbû. Ez dikarim bibêjim
ku ji aliyê angaşt, biryar, moral, zelalbûn û
zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi pêşketim.
Têkoşîna me ya di pêşengiya PKK de her ku çû
xurt bû, ji hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên
bindest re di riya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev
gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkar û bê
şexsîyet kirin, di dîrokê de cara yekem
serbilind û serfiraz bû. Her wiha ev gelê ku
nirxên wî yên netewî, ruh, çand û nasnameya wî
hatibû înkar û îmhakirin û ketibû bin destê
dijmin, hatibû bê şexsîyet kirin; bi vê
têkoşînê, carekê din hişyar bû û zana bû. Ew gel
bû xwediyê cesaret, qehremanî û bi zanabûn
berpirsîyariyeke mezin hilgirt ser milê xwe. Ev
gelê ku ji hestên nîştîmanperweriyê dûr, ji
dijmin re stûxwar û bendewar, bê ax û welat, ji
aliyê zordestên dîrokî ve hatiye parçe
kirin, pelixandin, çewsandin, heta îro pêşeng û
ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibû holê...
Nîştîmaneke xerabe û wêran mabû.... Damezrevan û
serokê PKK'ê Serok Apo vê rewşa berovajî û
negatîv ji binî ve guhêrt. Gelê Kurd ne bi tenê
bê nasname bû, herwiha mêjiyê wî jî, ji bo
dagîrker û karbidestan dixebitiyan û ketibûn di
bin xizmeta hêzên paşverû û emperyalîst de. We
gelê Kurd ji vê xewa mirinê hişyar kir, rakir
ser piyan û ne ji bo biyaniyan, ji bo wan xist
di nav têkoşîn û şerê azadiyê de. Helbestvanê
Kurd ê mezin Ehmedê Xanê
digot ku: "Heger serokekî me yê durist û bi
namûs hebûya, dê em jî nebûyana dîlê Ereb, Ecem
û Tirkan." Serokên Kurdan ên sexte heta niha
berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, eşîrtî
dane pêş, yên gel û di dîroka Kurdistanê de vê
rewşa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha
domandine. Mirov dema li dîroka her neteweyekê
dinêre, bi taybetî li dîroka şoreşa wan dikole,
rastî serokên wan têkoşane ku di riya rizgariyê
de rola xwe ya mezin lîstine dibîne. Dîrok him
ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî him jî, ji
bo yên çînî baş diyar dike ku bê serokatî ew
rizgar nebûne û bi ser neketine. Serokatî, di
warê nûbûn û pêşketinê de, di pileyekê bilind de
nûnertiya tevahiya bizavayê dike. Serokatî ji bo
mirovê nû, dîtina nû, civata nû hemû jiyana xwe
terxan û pêşkêş dike. Jiyana xwe li gor jiyana
gel pêk tine û çarenûsa serkeftina xwe di
çarenûsa serkeftina gel de dibîne. Ew daxwaz û
hêviyên gel di kûrahiya mêjî, dil, ruh û laşê
xwe de bi hîs û cih dike. Ew ji bo rizgariyê
wezîfe û berpirsiyariyan di pileyeke bilind de
digire ser milê xwe û pêk tîne. Ji gelê me re
mafê jiyaneke rastî nemaye, ji her aliyî ve
hatiye qedandin û qelandin. Li cîhanê tu gel
weke gele me ji rastiya xwe nehatiye dûrxistin û
ji xwe re nebûye biyanî. Nirx û hêjahiyên wî yên
netewî, çandî, civakî nehatine mêtin... Li
hember vê rewşa han helbet pêwîst e ku
Serokatiya PKK'ê ji yên din cudatir be. Di vê
rewş û warî de Serokatiya Partiyê ji her aliyê
ve û bi taybet, bêtir nû, jîndar û pêşketî be û
jiyana xwe bi teveyî ji şoreşê re bike cangorî û
bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî, PKK û
Serokatiya wê xwediyê van taybetiyên jorîn in.
Dema mirov li dîroka şoreşên cîhanê dinêre, him
gelên ku şoreşên netewî û him jî yên çînî pêk
anîne, ew xwedî gelek derfetên dîrokî, civakî,
çînî û çandî bûne. Înkarbûna wan a netewî tune
bûye. Pirsgirêkên wan ên takekesî ne wek yên me
mezin, hûr û kûr bûne. Dîroka wan ne wek a me
hatiye têkdan. Jinên wan ewqas jêrdestî,
bindestî û çewisandinî nedîtine û paşketî
nemane. Ol di nav me de ewqas bi xirabî hatiye
bi kar anîn ku, di nav wan de nehatiye bi
karanîn. Ew gelên din li gor rewşa xwe li dij
dijminê xwe reaksîyon nîşandane. Di nav wan de
kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û
pêşengên wan kêm be jî, ji ronakbîr û
xwendekarên xwe sûd, piştgiri û alîkariyê dîtine
û girtine. Di şoreşên Kurdistanê de ev
taybetmêndiyên me destnîşankir bi tevayî
nemabûn. Serokatiya Partiyê ji rastiyeke gelek
jar derketiye rê. Dîtin û nêzîkbûna wê ya li ser
pirsên ol, jin, şexsîyet û malbatê gelek bi
zanistiye û di cihê xwe de ye. Serokê şoreşa Rûs
Lenîn, bi xwe di pirsa jinan de, çareseriyeke
têr û rast neaniye zimên û dernexistiye holê.
Damezrandina artêşa jinan, pêkanîna Kongre û
Konferansên Jinan li cîhanê bi tenê di dîroka
şoreşa me de hene û di pratîkê de pêk hatine.
Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hişmendî,
helwestgirtin, pêşxwedîtin, hêz û hunermendiya
axaftin û şîrovekirinê; duristî, tecrûbe û
zanabûna zanistî ku di şexsê serokê me de hene
mirov nikare bi tu serokekî din re bide hember
hevdu. Seroke
me
li bûyeran dogmatîk nanêre. Serokatiya me
rastiya Kurdistanê, şoreşên cîhanê baş analîz
kiriye ji wan encam û ders derxistiye û derdixe.
Li ser hîmê
vê rastiyê şoreşa Kurdistanê ava kiriye. Ne bi
awayekî teqlîd, kopî û dogmatîk, heta tu dibêjî
bi awayekî afirandêr ji wan ders û tecrûbeyan
girtiye. Sosyalîzmê pir baş analîz kiriye û li
gor merc û hoyên gelê xwe encam jê derxistiye û
niha jî bi awayekî zanistî di jiyana pratîk de
wê bi kar aniye û tîne. Herwiha PKK di şexsîyeta
serokatiyê de xwe îfade kiriye û dike. Ev
pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne,
berhem û encama keda Serok in. Ew bi xwe
serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di
şexsîyeta xwe de, profila mirovekî nû çêkiriye.
Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe
nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û dirûşma
şoreşa Kurdistanê "Em ji bo serkeftin û azadiyê
bikevin nav refên hêzên partiyê, artêşê û eniyê"
ye. Ev dirûşma hemû pirsên talî û biçûk dide
aliyekê din, rastiya rewşa gelê Kurd û ya dijmin
bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingeheke
giştî radixe holê. Ji vir şûn ve; hemû gelê Kurd
û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke germ hembêz
dike, ew dixe di bin xizmeta şoreşa rizgarî ya
netewî û sosyalîzmê de. Ev têkoşîn û şerê
bêhempa yê bi deh salan, Komara Tirkiyê ya
faşîst ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve
xistiye nav krîzeke kûr û mezin. Wisa dewleta
tirk hatiye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.
Berxwedan bingehê karektera PKK ye
Di
vê dema nû ya ku em çirûskên serkeftinê dibînin
de, hêvî û baweriya gel ji me zêde bûye. Divê em
xwe li gor jiyan, bîrûbaweriya Serokatiyê û
têkoşîna wî amade bikin û bersiva demê bidin. Bi
hemû hêz û zanabûna xwe ve berpirsiyariyên xwe
bi cih bînin. Em pir caran rexne li xwe digirin
û dibêjin ku: "Şexsîyeta burjûvaziyê biçûk,
gundîtî, bîr û hestên feodaltî û şexsîyeta
dijmin û bandora şerê taybet li ser me çêbûye an
jî heye." Êdî baş dîyar e ku em bi rexnegirtinên
wiha bi pêşnakevin. Li gor min, rexnegirtina
herî rast û di cih de, pratîka me ye. Dijmin bi
awayekî giştî bi ser me ve tê, êrîşî me dike.
Pêwîst e ku em jî, bi hemû hêza xwe bi ser
dijmin ve herin û em bi dijmin bidin hîskirin ku
em bi biryardarî û bi bîrûbawerî berdêla azadiyê
didin û xwe di vê rê de feda dikin. Dema mirov
li dîroka têkoşînê dinêre, PKK bi qehremanî,
berxwedan, ked û xebat, bîrûbawerî, bûyerên wisa
mezin û girîng derxistiye holê ku ew tiştên dûrê
aqil û hişmendiyê ne. Berxwedan bingehê
karektera PKK ye. Pêwîst e ku em xwedî li vê
mîrasa pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û
pêdiviyên wê di vê demê
de jî bi cih bînin. Niha dem dema çalakiyên
întîharîyê ye. Ev pêwîst e. Ev pêşveçûneke
taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê dijmin
xirab dike û têk dibe, moralê me jî gelek xurt û
bilind dike. Dijminê gêj û xînt, dê bi vê cureyê
çalakiyê gêjtir û xîntir bibe. Çalakiyeke bi vî
rengî, her cihê ku dijmin li wir e, der û dor lê
teng dike û nîştîmanê jê re dike zîndan û
goristan. Ji aliyê me ve jî, moralê gel xweş
dibe, moralê hemû şervanên me xurt û bilind
dibe. Dost û dijminên me carekê din dibînin ku
em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û di riya
vê dozê de, di laşên xwe de bombeyan diteqînin û
bi vê yekê berdêl û nirxê azadiyê didin. Em bi
pêşengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza gelê
xwe ya ji bo azadiyê bi tevahiya cîhanê didin
nîşan kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên wiha,
em şer xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav
dikin.
Serokê Min!
Ez
xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em
li hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û
bêhempa laşê xwe feda bikin jî, ne tiştekî zêde
ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji dervî can û
laşê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida.
We bi jiyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û
jîndar kir. Em afirand û berhemên we ne. Hûn
ewleyî (garantî)
hemû gelê Kurdistanê û cîhanê
ne. Jiyana we ji bo me şeref e. Evîndarî,
cesaret, bawerî, hêz û şeref dide me. Hemû gelê
Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di
bin fermana we de ne. Ev dilniyazbûna we, me jî
digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê.
Di demên herî teng û dijwar de, evînî û
dilovaniya we dikeve dilê me û em hewl didin ku
jê manewiyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde
rûmeta şehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê,
çavên me li pey me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê
çalakiyê ji xwe re wek erk dihesibînim û xwe
berpirsiyar dibînim. Ez kêm kirin û ji navê
rakirina kêmasiyên xwe di şer û geşkirina şer de
dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî erkê
bi cih bîne. Ez dixwazim li xwedî berxwedana
heval Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê,
Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û riya wan
bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibim dengê
daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka
emperyalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û
ruheke mezin bombeyê di laşê xwe de diteqînim û
dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana
berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jiyanê xwediyê
angaştek gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê
jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di
pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya
netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve
û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê
cîhanê de cihê xwe yê giranbiha bigire û
bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehî carekê din
nêzîkayî û disoziya xwe ji Serok Apo, hemû
şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê,
hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû
mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana
rêzgirtinê didim.
Bijî Serok Apo!
Bijî têkoşîna me ya ji bo rizgariya netewî!
Bila bimire dewleta Tirk a faşîst!
|