|
|
Em di destpêka çaxekî
nûjen da jîyan dikin di wê çaxê de lêgerîna jinê
li azadîyê û nasnama xwe dinav rûpelên hezar
salî de li bedena xwe, xweşikbûna xwe, di nawa
idolojîya rizgarîyê de jinê digere. Vinda kirina
xweşikbûn rih û nasname di dema koletîyê da heta
roja îro ne xweşik bûn û ne tama jîyanê hatîye
dîtin. bi vindakirina nasnameya jin, xweşikbûn û
rihê wê tê wateya, vindakirina ciwak, çand, û
nirxên ciwakî û vîna azad. Di wê demê de însan
bedena wî bê rih bû, bê hest bû, ji kedê hat qot
kirin hemû her tiştê girêdaî aîdî jinê , li ser
wan nirxên bê hempa sîstema desthilatdarîya
zilam hat awakirin.ji wê demê şûnwa mirov
dikare bibêje kû jin ji dîrokê dûr hate hîştin,
û ji dîrokê dûr ket . lê îro roja wêye kû jin
lêgerîna xwe rastîya dîrokêde bibîne .
Û dîroka kû sirrê
xweşikbûna wê veşartîye û cewherê wê dîl girtîye
, ji neynokê wê heya her tayê porê wê parçe
parçe kirîye û bedena wê kirîye sûka bazarê, ji
bo wê em dibêjin ew pergala desthilatî ya zalim
di kesayetîya jinê da jîyan û mirovatî ber bi
üçurumeke (kendal) mezin wa birîye , levra rihê
wî çaxî û ciwak ferz dike kû jin bibe pêşengê
wê serdema nû, ji ber kû lêgerîn li azadîyê û
lêgerîn li azadîya ciwak,ew bixwe huner û
çalîkîya jinê ye û avakirina xweşikbûnê ye.
Bê goman xweşikbûn
ne tenê di kesekê da belkû di kesayeteke
dîyarker da heye, piywîste kû em lêgerînên xwe
di nawa hemû beşên ciwakê da lê bigerin . û
piywîste kû em di lêgerînê da xeyanetê li
xweşikbûnê nekin ,û em tocarî dest jê bernedin û
ji boy kes tecavizê vê xweşikbûnê neke em li
hember her cûre êrîşeke desthilatî wa bi tekoşîn
bin û em nekene xizmeta beşek yen jî kesekê ,
xweşikbûn yê tevahî û milkê hemûyene. Ji bo wê
jî ji me tê xwastin em ji wê xweşikbûnê hesbikin
û herkes jê re xizmet bike .li ber wê çendê jî
em dibêjin ku em tenê rojekê ji bo jinê
napejirînin emê hemû rojan bikin roja xweşikbûna
jinê. Ji ber ku jin di wî çaxî (serdem) da bi
zana bûne ji boy nasnama xwe bi awayekî zana
tekoşîn dike û bi pîlan xwe bi rêxistin dike û
li hember zîhnîyeta desthilatdar ya zilam bi
îradeya xwe ya serbixwe û bi taybetmendîyên xwe
yên ji jîyanê re , ji ber kû ew yek ji rêgezên
wê yê xweşikbûnê ye ev bi xwere pêşxistina erkên
xwe yên pir mezin lêgerandina xweşikbûna welat,
xweşikbûna ciwak ,xweşikbûna ziman û xweşikbûna
kedê û xweşikbûna jina azad tîne.
Ne gengaze kû mirov
xweşikbûn û jîyanê ji hev cuda bike. Di heman
demê de ne gengaze ti navbera jin û jîyanê ji
hev bikî û ne gengaze mirov ji xûzaya wê bê
derxistin, niha kapîtalîzim ev tişt kirîye
têgîna xweşikbûn, jin jîyan û xûzayê ji hev cuda
kirîye ji bo wê jî em nikarin xweşikbûnê fêm
bikin ne jî bikarin wateyê bidin jîyanê ji ber
wê ye kû her tişt ji ber çawê mirov vala tê ji
ber kû jin ji xweşikbûn û xûzaya wê dûr hatîye
xistin rengeke din daye jinê, li gorî feraseta
xwe û pîwanên desthilatîya xwe û feraseta çirkin
xirab ya li gel zilam wê dide jinê û jinê wisan
awadike, li ser wê em dibêjin ji qirkirina jinê
re na ji jîyanek xweşik re erê. Li ser wê dest
bi xebatên li dijî zîhnîyeta dagirker û ya xwe
di hemû beşên jîyanê de bi bandor dike avakirina
hêza xwe bixwe bi giranbûna çalakîyên di fikir û
rihê xwe bixwe rêxistin bike ji boy kû cevherê
xwe fêm bike pêkanîna wê di jîyanê de hîs bike û
pêk bîne. Ji boy kû ew sirrên di dîrokê de
hetîye veşartin ciwak di kesayeta jinê da cahêl
maye di warê zagonan de mafê xwe bi dest bixîne
pêwîste carekedin bawerî bi hêza xwe bîne,
dîroka xwe nasbike û li gorî wê avakirina
dinamîk û nirxên di dîrokê de hatine bin çaw
kirin, ji boy kû karibe pêşerojê wê bike armanc
û tekoşîna xwe bilind bike.jiber kû hêza wê heye
dikare jiyanê bi rengê xwe û pergala xwe
bixemlîne û pîwanên xweşikbûnê bi vînek azad
bigihîne kes û ciwakek azad. Ji ber kû eşqa
azadîyê tê wateya rizgarkirin ji koletîyê
gihîştina eşqeke mezin û jîyan kirin bi ciwakek
vek hevre. Lewra em dibêjin sedsala 21, emîn wê
bibe sedsala biharbûna jinê ya neqşandî.
ARŞEM KURDMAN
|