* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Jİ JİYAN Û XEBATA SEROKATİYÊ DERSÊ BİGRİN

Dİ ŞOREŞA KURDİSTANÊ Û JİYANA ŞOREŞGERÎDE XWE XORT Û AZAD BİKİN

 

 

 JIN
Axaftina Serokatiya Partiyê Bi Komek Hevalê Jinre 

Wiqas Kurd, zêdeyi sîh milyonîne, cefaya dunyê dixwin, ji xelkêre jî karên tewra bi zahmet dikin, lê ji xwe re heta niha tiştek nekirine. Mîrov pir ecêb dimîne.

Ji biçûkayî ve ez dizanim ku pir derewe digotin “çare tuneye.” Jiyaneke ecêbe, heta niha me çawa şer kir, em gihaştine vir... Aqilê mirov naçe ser.

Niha hêdî bi hedî gohdar dikin. Berê Kurda gohdarî jî nedikirin. Xwe nas nedikirin, xwe înkar dikirin. Heta ku me mesele pê da qebûlkirin, wiqas xwîn hate rijandin, di mirin û mayinêde em man.

Niha em bi ser dikevin.

- Înşallah.

---.: Nefes bi nefes ev 20 salin ez li ser vê xetê me. Ez texmîn nakim ku tu insanên din wiha bi serê xwe rojekê meşiyabe, bi nefes nefes. Li ser rêka armanceke milletekîde xwe ba nede, xwe nexe her tiştî bi hêlekê de, bileyze. Me wiha kir. Vaye em gihêştin saleke dinjî.

Milletek lazime xwe nekiribaya vî halî, ev hal qebûl nekiribaya. Çigas xerabên xwe hebin jî bila hebin, dîsa tiştin bikrana. Hinek bi aqil, lazime jê derketibana. Niha yek caran ez li ser xwe dibêjim, cima ev kar ji minre ma? Kesî tenezul nekir ji bo vê. Ne mejiyê wana, ne cesareta wana ne razî bu, ku xwe di tevlî karê Kurda bike. Menfeat qet têde tuneye û mirine. Ji bo vê tenezul nekirin. Jiyana xwe jî ne tu jiyane, lê çiqas jî rêzê bêji dîsa dibêjin ev jiyan hêja ye. Wiqas axe û beg hebûn, wiqas en xwe zane dihesibandin hebûn, neketinê. Tê bîra min, me pir dixwest, digot bila hineke din jî di vê xetê kevin, wiha bizanibin û xwe bi ser din. Heta niha jî yekû wiha di cihde xwe bide ser dozê ez nabînim. Ango însanê me mirinê qebûl dike lê li ser rastiya mezin nikare hereket bike, quweta xwe tuneye. Ku ne wihabaya, yekî wekê min pir bêçare, pir tenê, pir zeyif qey xwe wiha dikir? Na. Kesî tenezul nekir, ev kar ji minre ma. Ev dihat aqil û bîra we? Na. Ez çûme ku li hemû deran hemû însan li ser meseleyê korin, jê dûrin. Hinek jiyana we heye, bes ji bo çiye? Belê, mîrov li mala xwe binêre, li zarokên xwe binere ew jî jiyaneke, lê jiyaneke ji bo hemû millet be xwe nadin ser.

Nefs her tiştî qebûl dike, ango serîdaxistin ji xwe dûrkirin, heta dawiyê millet gebûl kir. Yanê hûn niha difikirin ku ev heval bi çi hawî heta li vir hat. Helbet mîrov li ser bisekine. Di dinyêde ji me xerabtir kes nema. Heqaretên dijmin her roj dike, yekî bêje ez insanim, nefsa wî nikare qebûl bike.

Min got ku derfetin min ji yên we tevan kêmtir bûn, dîsa min xwe da bin bar û min heta vêderê anî. Niha gel zahmetiyê dibîne, dijmin li sere. Ji berê baştîre, çima? Mîrov her xerabiyên dijmin qebûl bike û bi xwe xweş bîne, pir xerabe. Niha tu bi şerê xwe bimre jî îşkenceyê jî bixwe, dîsa nefsa mîrov qebûl dîke. Çima? ji bo şerefekêye.

Însanên Kurd ên ji bo meseleya xwe bi tevahî hereket bikin kêmin. Ewên din ên derketine jî li ser nefsa xwe ne, millet îstismar dikin, ne ji bo ku quwetekê çêbikin.

Tabîî halê we jî di zehmetiyêde ye, hûn jî pir bêçarene, we pir derb xwarine. Hûn nikarin serê xwe rakin. Wexta ez rexneyan dikim, ne ji bo ku ez we di bin tuhmetan kim, zehmete, herkes nikare serê xwe rake, pir zahmete. Ne ku çima we nekir, hûn bê qûwetbûn, bê çarebûn, bê isûl-zane bun. Ê min jî isûla min ecêbe. Hinek firsend, hinek şans, hinek alîkarî û bêhtir jî li ser xwe sekinîm, pir pir min pirs ji xwe pirsiyan, pir pir min xwe da ber çavên xwe, pir pir ez li ser nefsa xwe sekinîm û min xwe wiha kir. Belê, niha çi dibêjin, “Mesele niha bi xwedîye.” Çiqas tengbûn hebin jî mesele niha dimeşe, venamire, nakeve. Helbet bêbextiya alemê jî heye. Lê bê bextî bila dîsa ji wanarebe, emê karê xwe bi serê xwe heta em dikarin emê bikin. Ez bawerim we jî tiştin ji meseleyê fêhm kirin. Ji vê xebate, ji vî şerî we tiştin girtin. Hûn jî niha difikirin, dicivin.

Tabîî rêyeke me jî heye, em di rêyeke rastdene. Ji bo serê salê me hinek dost dîtin. Ez serê salê tem cem dosta, xal, xatir dipirsim. Vê salê jî em hatin. Ji bo ku gel çi dike, çi nake. derfetin mi kêmin, ez nikarim bikarim, dosta tevda bibînim, wiqas îmkan heye. Ê ku gel ji bîr neke, dîsa emin. Ê ji bo gel bi durustî kar bikin dîsa emin. Tabîî ev bîst salin me xwe da ser. Ji gel re baş bû, bi serket.

Ez bawerim hûn jî niha hinekî başin. Hûn dikevin rêya rast. Ji çêka şaş, ji dema cehaletiye hûn derdikevin. Ev dema ronahiyê ye, ji Kurdare jî ronahî çêdibe. Hûn têdene. Ji bo kerameta însên jî ev ji hemû tiştên wekî din baştire.

Helbet ji meseleyên siyasî, me hinek tişt gotine, digihên we. Ez naxwazim tiştên me gotiye, ez divirde dûbare bikim. Ev tiştê dawiyê bûye jî, ew îxaneta di şerê Başûrde cêbû jî bi rastî hûn gelekî hişyar kirin. Xiyaneteke wiha pir eşkere bi dijminre derket, millet dît. Bi dijminrene, berê jî wiha bû, niha eşkere bû. Ew şerê li Başûr bûye, bi rastî dijminên Kurda tev bûne yek. Û xayinên me jî bêhtir bûne yek. We dît, bi rastî xwestin ku ew şerefa, me hinekî bilind kiribû, nefesa me hinekî vekiribû, dîsa bifetisînin û bêhtir jî xayin ji serxwebûn û azadiyê dûrin li dijî wêne. Û yeke din derket ku ne ji wanabaya, dijmin nikarîbû di Kurdistanê’de wiha hereket bikira. Xweş derket ku ne ji vana baya niha me karîbû Kurdistan çêbikira. Ew peyayên wana di Botanê’de, di Bêhdînanê’de ev neh salin xizmeta dijmin nekiribana dewlet çêbûbû. Ango li gorî vê hesaban bikin. Vana Kurd kuştun, bi kirasê Kurdî. Çima rê nadin gel ku bi yekbe û di şerkeve? Fêdeya wana ne li ser vêye. Ji berêde veşartî niha heşkere bi dijminrene.

Wekî din jî xayin hene. Evên bi dijminre hereket dikin, ajanên wekî dinin. Ku ne ew bûna niha Kurdistan wiha nedibû. Ev sed salin wiha kirin, encam ev millet ji ortê rakirin. Di sala ‘92’ande ev tişt xweş derketin. Yek millet ku wiqas xiyaneta xwe bike, ne gengaze ku îflah bibe. Yek millet wiqas xayinên xwe ji xwe bihesibîne, xayinê xwe nas neke û li dijê wana ranebe, mirov nikare bêje wê ew mirov îflah bibe, ew millet îflah bibe. Ev derket. Mirina we li ser çiye? Helbet hûn bê çarene. We berê peyva wana jî dikir. Ne çareye. Însanê Kurd, xisûsiyetin xwe hene, başbûn û xerabûnê nikare ji hev derxe. Ku derxe jî nikare li ser başbûna xwe bîryara xwe bimeşîne. Bêçareye û menfeata xwe jî nizanin. Yekî dost û dijminê xwe ji hev dernexe, bikerî pênc pereya naye. Li hember dijminê xwe reyê xwe negre, bi dostê xwere nebe yek, îflah nabe.

Çima em heta niha wihabûn? Hûn jî ji xwe bipirsin. Helbet vaya meseleyek giringe. Ê min ez dikim, di aliyê dînde, di aliyê felsefeyêde, di hemû aliyande başbûn û xerabiyê em ji hev derdixin. Milletê me berê nikarîbû ji hev derxista.

Ji bo vê bila gel jî niha hinek hesaba bike. Serkeftin ne ji bo PKK’ê teneye. Bila gel jî bizanibe xwe bi serxe. Dema dile, dema serhildanêye. Wê cesaret bike. Jî xwe dersên PKK dide mîrov cesarete, bawerîye, ji tunebûnê çêbûne.

Dema me xwe wiha kir qey em mirin! Na. Ku min jî jiyana xwe bi jiyaneke wiha sivik kiriba, wê meaşeke min hebûya, minê li rehetiya canê xwe tene binêriya, dîsa ez rehet bûm. Lakîn li ser hîmek me rehetî girt. Niha hûn dipirsin bi çi awahî, bi çi cesaretê, bi çi hêviyê xwe li vir meşand? Raste. Aqilê seranser ne gengaze destûre bide mîrov ku mîrov wiha hereket bike. Berê ji minre digotin karê dînaye. Raste, aliyekîve wihaye. Tu jî dîni. Te ji dîna xerabtir kirine. Tiştek maqûl ji tere nehiştine. Rêyeke maqûl li pêşya te nemaye ku tu wiha bi serde bimeşî. Ne dostekî te heye, ne hevalekî te heye ku heta dawiyê tu baweriyê bidî. Ku hebin jî tev bêçarene. Dîsa di virde tûyê bi şeklekî din kar biki. Ev isûla mine, bi şeklekî din. Nayê rêka maqûl. Tim isûlên nayên bîra kesî, nayên bîra dijmin. Ji bo vê tê jiyana xwe daxîne, xizmet bike. Tiştên nayên qebûl kirin, ji bo taktîkan tê qebûl bike. Ku ew bi şêweyek dike, tûyê bi şêweyek din biki. Tê nebêje nefsa min ranake, ez nikarim xwe biêşînim. Ji bo serkeftina te, dosa te çi tê xwestin, tê wiha bike. Helbet wexta doza mîrov baş dibe, piştî ku dike jî, netîce te baş dike. Tiştên bûne, lazime hûn bi salan li ser bisekinin. Ew tiştên me derxistine holê mirovati, beşeriyet ji bo me nû çêdibe. Dijmin nahêle millet xwe bike yêk, lê dîsa jî me firsend çêkiriye. Me bi şer çêkiriye, niha derfet heye mirov bi fikire, bibe yêk baweriyê bide hev. Berê ev tişt tunebûn.

Mirov naxwazê dîroka PKK’ê wiha kur û fireh veke, lê hûn li ser bisekinin. Li ser jiyana min jî bisekinin. Tiştên min kirine ne hindikin. Mirov pir pê xurt bibe. Derfetin we hebin, li ser bisekinin. Mirovek bi durustiya xwe û bi hal û mecala xwe ku xwe bidê ser dikare çi bike û çi neke? Li jiyana min binêrin, dersan jê derxin. Ev tiştên min kirine tev ji bo heyfêye. Helbet ez jî heyfê distînim, heyfa çi hiltînim hûn nizanin. Bi salan ez dibêjim, dibêku hûn nikarin xwe bigihîninê. Çima? Çêbûn ferqiyeke mezin çêkiriye. Ango hûn niha dibêjin helbet divê tu wiha bike ku tu bibî serok. Ez wiha li ser xwe nasekinim. Ev kar, karê mirovin mêrxasin. Yek însanê bêje ez durustim, lazime wiha bike. Ez xwe pir wiha serok merok nahesibînim. Karkerim, karkerekî şoreşgerim. Wiha dihesibînim. Lê min xwe pir dûr xist ji jiyana gel, a hûn têde, bi zanebûn min wiha kir.

Millet ji berê bêhtir difikire, ez texmin dikim. Nizanim bê mejiyê we bi çi awahî dişixule. Halê we çiye, helbet ez nizanim. Ji dozê nerevin, ev karê me tevane. Min got ku derfetin min jî pir sînore. Ji xizmete narevim, lê tiştê ji destê min bê ez dikim. dibeku millet wekîdin li me dinere, lê bi rastî tişt nîne ku ez bêjim.

Ev bîst salin ez di vê xetêde meşiyame, deqqe bi deqqe ez li ser bûm. Heta niha jî me zêde kir. Ev derfet min bi xwe afirand. Texmîn dikim divirde kesi heta niha wiha nekir. Pir caran dema min firsend didît, bêhtir dilezîyam. Ez însanekî wiha pir ne bi cesaret jî bûm, lê ku ez qasi serê derziyê firsendê dibînim, li ser rastiyê jê fêdeyê dibînim bi derfetan dikim, însan nasdikim, dibinim, ferq dikim, qencî û xerabiyê ji hev derdixim. dibêku kêmasiyê min hebin, lê ez li ser xetê şaş nebûm. Belkî di virde hinek tiştên şeklên şaş çêbûbûn jî, lê ya esas ez li ser xetê meşiyam. Helbet hemûkes nikare li ser tarîqetê bimeşe. Tarîqetê tewra mezin ji bo Kurda niha çêbû. Hûn xwe musluman dihesibînin, lê cîhada muslumantiyê eve. Ez li gelek cihî dibêjim, em li ser cewherê îslamiyetêne. Yek caran ez karê îslamiyetê û karê xwe didim ber hev, pir nêzîkê me. Tabîî ferq çiye? Şertên îslamiyetêne, bes li gorî şertên îslamiyetê jî mirov nikare vê jiyanê qebûl bike. Niha ez ayet û sûre û hedîsan pir nizanim, lê bingeh, cewher taqîp dikim. A giring  jî ne şekile. Ne cumleyên ayetane, na. Ev ne giringin. Xwezî misilamanên rast hebûna, li ser şerefa însên, li ser adaleta însên, li ser keremeta însên. Bi navê îslamiyetiyê jî me zerara mezin da xwe. Ên îslamiyetî li ser me dan meşandin kî bûn? Niha hinek çêbûne, dibêji hizbûllah, yanî partiya Xwedê. Çar sed însane welatparez, durust kuştin. Têkiliyên wan û Xwedê bi hevre tune. Munafiqin. Ewna xwe misilman dihesibînin. Heta bi navê misilmantiyê ew dostên me dikujin. Di bingehîde Tirkin, polîsên Tirkane. Divirde tiştek îspat dibe, ev îslamiyeta Osmanlî meşandiye, ya Tirka li serê me meşandiye ne misilmantiye. Bi kirasê misilmantiye koka me kolan. Belê, niha di nava wede jî hinek li ser dîn disekinin, dîn û netewiyet, mesela dîn û qewmiyetiyê muqayese bikin. Mesele Îranî li ser Şîa qewmiyeta xwe xurt kirin, mesela Ereban li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin. Tirka li ser îslamiyetê qewmiyeta xwe xurt kirin, xwe kirin millet. Ê Kurda bi îslamiyetê çi kirin? Îslamiyeta hakîm, îslamiyeta saltanata em ji ortê rakirin. Mîrov vê ferqiyê bibîne. Yanî îslamiyeta li ser me jî ne rast bû, têde tahrîfat kiribûn. Çawa niha dibêjin komunîstên sexte, sosyalîstên sexte, ev jî misilamanên sextene, meseleya me batil kirin. Çima? Dînê îslamê ji tevan re wekheviye dixwaze dibêje ferqiya Ereb û Acem tuneye. Ê çima em ji ortê rabûn? Çima me bi navê misilmantiyê ev hesap nexwest? Kemasiya meye. Yanî em ne li ser dînin, ku em li ser dîn bûnaya, meyê ev hesap bixwasta. Çima qewmiyetên wana tev li pêşin, a me ji ortê rabûye? Qey Xwedê wiha dibêje, Quran wiha dibêje, Hz. Pêximber wiha dibêje? Na. Li ser menfeata xwe, a siltanan, a melikan, a axeyan, a began, a şêxan, li ser menfeata wana em wiha bûne, ne li ser dînê îslamê. Piştre komunîstî hat. Komunistiyê alîkariya dewletan teva kir, lê em Kurd batil kirin. Ew jî komunistiya sexte bû. Li ser menfeata dewletan bû.

Qewmiyet ji Rojave hat. Ji milletan tevanre qewmiyet pêşde çû, pêşde birin, Kurd batil kirin. Îngîlîz, Fransız qewmiyet bû, van dewletên vê helê li ser fikara qewmiyetê rabûn, hatin ser me, me nêrî ku ji Kurdayetiyêre tiştek tune.

Ango tu li îslamiyetê jî binêre, tu li komunistiyê jî binêre, tu li qewmiyetê jî binêre, ji bo Kurda tev înkare. Dîsa sebep (sedem) em bi xwene. Wexta me komunîstî qebûl kir, çima me li ser rastiya xwe negirt. Em ketin bin tesîra qewmiyetê din, em çima li ser qewmiyeta xwe nesekinîn. Wiqas sal misimanin, çima me ji xwere îslamiyet ranekir? Ez texmîn dikim hûn tev elhamdûlîlah xwe misilman dihesibînin,

- Belê, belê.

- Belê.

---.: Ez dikarim meseleyê kûr û fireh jî vekim. Ku derfetin min hebûya, min karîbû li hember vana xebat jî bikraya. Tu car, islamiyet vî halê me qebûl nake. Hûn bi navê Xwedê her roj zikir dikin, lê pir kême. Jiyana we tev di kufrêdeye. Hûn di destê sextekarande qir bûne. Di kufrêde mayînê ez derketim. Ne niha hûn xwe bi dîn digrin, ji bo ku tu nefsa xwe pak bike. Hemû îdeolojî, fikar ji bo vêye. Me bi durustayî bi yekê jî negirt. Ku te xwe ji fikarê berada,ji yê alem pê çêbûye, te xwe jê dûrxist, heşa tê bikeve, tê nêzîkî heywananbe. Çima niha kes me qebûl nake? Tiştê ji bo mirovahî ye hatiye, hazir bûye, me xwe je dûr xistiye, li ser vê me nikarîbû em bimeşin, mezinên me tunebûn. Ji bo milletên wihare çi dibêjin, dibêjin milletekî bi lanet. Kurd niha wiha bûne. Xwe ji rastiya mezin dûr xistine, jî bo vêye.

Helbet dîsa mirov nagirî, pêwiste mîrov xwe bide li ser rêka rast. Ku derfetê we hebe careke din fikar û zikrê xwe çêbikin. Ne eybe. Ez bixwe her roj xwe nû dikim. Ez xwe baş jî nabînim. Niha ez xwe wekê yekî di cengêde dihesibînim. Di her şerîde, di her melanetîde ez jiyana xwe didomînim. Ez rehet bûme, ez bi ser ketime, ez bûme serokek... na, qasî wana dîsa ez xwe rehet nahesibînim, bi nefs nahesibînim. Xweristî ku ez xwe wiha bihasibînim, ez nikarim bi meseleyên millet ve baş bigrim.

Li ser hevalên partiyê ez pir sekinîm, xweristî ez nikarim li ser we yek bi yek bisekinim, tiştên di nava gelde çiye, rewşa gel çiye, ên xerab çine, hal, kufir çiye, reşahî çiye, ez nikarim pir xurt li ser bisekinim. Li ser hevalan pir disekinim. Ez dixwazim hinekî wana pak bikim, pêşya we ya bi rêbertî vekim. Lê tiştê ez dibînim, pê ecêb dimînim. mirovên me pir ketiye, nikare rabe serxwe. Xwe pir bê çare kiriye, pir pê hatiye lîskandin. Ji pîrekan bêhtir pê hatiye lîskandin. Hin caran ez pir dibehicim, dibêjim vana çine? Dimrin, ez dîsa pê ne razîme, ez dibêjim wiha mirin nabe. Ez wekê dîna bûme, çima? Ev însanên me çima wiha xwe gêr kirine. Pê aciz dibim. Millet wiqas bi minve girêdayiye, derfetin min mezinin, lê niha ez ji berê behtir acizim. Hin berê digot ku ez şer wiha xurt bikim, partiyê wîha xurt bikim, hinek cihên rehet bigrim dibêku mîrov hinek li rehetiya xwe binêre, lê paşê ez wiha dinêrim ku ne gengaze. Roja tevra bele, roja tevra rehete. Sibe ji îroj bi zahmettire. Ez vê baş dizanim.

xweristî yekî ku ne durustbe, li ser derfetan bileyize, bêje “ez bûm serok, mezin bûm, ji vê şunve ji bo şexsê xwe bikim”, wiha nabe. Hûn tev qebûl dikin, ez bi xwe qebûl nakim. Wekî din jî her roj li ser min însan xurt dibin, ji bo xwe nikarim qebûl bikim. Ez însanekî wiha ecêbim. Tiştekî ku pê ne razîbim, dinya jî bidin min ez berde qebûl bikim, pê dêhn dibim. Jiyaneke ecêbe. Jiyana ku hûn têdane ku ez rojekê têdebim ezê biteqime, xwe mahf bikim. Li nevalên xwe dinerim, mirin tê, buhustekê nêzîkê dibe hay ji xwe nîne.  Ne dilê mîrov qebûl dike, ne mejiyê mîrov. Yaw mirin hatiye ber çavên te, lêdixe, dikuje, diçe, tew nizane. Ji hezar kîlometreyi dûrve ez şaşitiyên dikin dibinim, ew nabînin. Tê ji bo vî însanî çi bibêje? Bi qiymeta jiyana xwe jî nizanin. Li xwe jî binêrin, hûn tev bê çarene. Ji destên we çi têder? Ka mezinê we, ka xwedîquwetê we? Hûn li ser qedera xwe dikarin çi çi bêjin. Ne eybe, ez yek caran di axavtinen xwede dibêjim, em gelekî wekê pîreka bûne. Rewşa min ev tişt ranekir. Ji bo vê min wiqas xwe da ser xwe. Ez ne însane kî wiha pir bi derfet û pir egîd bûm. Na. Tiştê ku hemû ya qebûl dikir, min nekir. Durustiya min a tewra mezin, tiştên ji bo mirovahiyê, min got bila ji bo mebin jî. Min got derveyî vê jiyan ji mere herame. We kesî wiha nekir. We li xwe danenî. Çima? Û ez ji we qut bûm. Duhpêr telewizyona Tirka got, wê ev we daliqenê. Hinek talîmatên me bi destê wana ketine, wiha dibêjin.

Heval bi qahremanî li ber xwe didin, dîsa ji naye qebûlkirin. Ev kar ji mirovin  mezin dixwaze. Mezin bifikir, mezin tedbîran bigir, tişta mezin çêbike. Ew jî wekê wene. Tu dide ser, pat dikeve. Tu wiha dike, ew wiha dikeve. Dibêje, “erê Serokê min, erê Serokê min”, dîsa dikeve, hezar caran sozê didin, nikarin bi soza xwere bimeşin. Feqîrin, yanî durustin jî, le quwet têde tuneye. Ne peyayên talîmatane, emiran bimeşînin. Nikarin û dimirin, zû şehîd dibin. Zû şehîdbûn, nexweşiyeke.

Ez roj û şev li ser vême, dîsa dibêjim emê van însanan bi çi awahî xurt bikin. Sebir û tehamula min eve ez dibêjim em hinekî vana çêbikin. Peyatiyê çi dihesibînin? Peyatî ne meseleke hêsane. Dîsa însanê herî bi çare ezim, lê dîsa jî ez nikarim xwe wekê we peya bihesibînim. Meseleya mezin, haqaretên mezin li ser min bin û ez xwe wiha wekê we mezin bibînim. Ne gengaze. Ez nabêjim bigîrin,xwe biavêjin erdê, lê mîrov derde xwe bizanibe. Hûn bêjin derdê me tunê, meseleyên me nînin, ez nikarim pênc pere qiymetê bidim we. Çima? Hûn Melle Abdullah dizanin, we dît, di sala ‘88’an di vê mehêde şehîd ket, em bîranîna wî rakin. Ew misilmanekî durust bû, misilmanê heqîqî ew bû. Di bin emrê medebû, wekê leşkerekî bû. Li ser talîmatên min dimeşiya. Ma we leşkerê 99 salî dîtiye? Wiha bû, çima? Misilmanekî rast bû ji bo wêye. Li xwe binêrin, Kurdekî durust, misilmanekî durust, bi talîmatanre bû, tiştê min digot, gotin bi gotin li ser dimeşiya. Wiqas alimekî mezin bû jî. Xweristî vana mirovin mezinin, mîrov bîranîna wana baş rake. Bîranîna wana jî giredayîye bi rêka wana, armanca li ser meşiyane, jiyana têdebûn. Pirsen wî hene, mîrov ji bîr neke. Dibe ku kesî xwe tunebû, belkî quweta xwe tunebû, lê jiyana wî rastbû, jiyaneke bi şeref bû. Ne li ser menfeata şexsî bû.

Ji bo vê mîrov bîranîna şehîdan baş rake. Mirovin wiha mezinin.

Ez ji bo vê dibêjim, ez jê razîbûm, min jê hez dikir. Carekê êvarî raneza bû, got,”Wigas millet hatiye qampê, mûmkune dijmin lêxe, ji bo vê em êvarî civîna xwe bikin.” Me di sermayêde êvarî kir. Û wexta di welat de jî tim em ditirsiyan, “Gelo jiyana Serok bi çi awahiye, xeterî li ser çiqas heye?” helbet mirovekî berpirsyar wiha difikire.

A giring mirov ji mezinê xwe jî tişta hîn bibe. Eger li ser jiyana vî mirovî jî hûn xwe çêkin, dîsa mirov dikare xwe bi îslamiyetê bigihîne, bi şerefê, bi serxwebûn û azadiyê bigihîne. Tev wekê hevin. Tev dibin yek. Di nava xwede binêrin, mirovên wiha pir kêmin. Dîsa ez nabêjim çima hûn wihane, ez naxwazim we biêşînim jî, lê mirov xwe jî bizanibe. Derfetin we hebe hinek duayen rast bikin, ji vê şûnde bila pirsin rast ji devê we derkevin. Çima li ser şaşitiyê jiyana xwe mahf bikin? Na.

Yanî ez pir bi ser hevalande diçim, pir bi ser wede nayêm. Hevalên me leşkerî, siyasî her roj di kufrêdene. Nikarin li ser talîmatê hereket bikin. Kurdê vala Kurdayetiyê şekliye. Dil dixwaze lê nikare. Haziriyên xwe tunene. Ne ruhê xwe hazire, ne mejiyê xwe hazire. Fikara wî, jiyana wî, wekî din çêbûye. Jiyana leşkerî, jiyana siyasi jî, ê ne Barzanî û Talabaniye yê, vana jî wekîdin çêbûye. Bila wekê min çêbikrana, dinya alem bihata pê nikarîbûn. Min ji hevalan xwest, min got, çendekî xurt ku tiştên ez dibêjim bikaribin bikin. Yanî tiştên maqûl, ne yên bê derfet jî, derfetên min dayê bi serde bimeşin. Dimirin, nikarin bikin. Mirinê qebûl dikin, kirinê nikarin.

Û hûn jî, niha dikarin çi sozê bidin? Hûn nikarin tu sozên xurt bidin, quweta we tuneye ku hûn sozê bidin. Ez li ber we tevan dikevim, barê min ji we tevda girantire, barê dinyê li ser mine, dîsa ez li ber xwe nakevim, li ber we dikevim. Çima? Hûn bêçarene, ji min bêhtir. Min hinekî şerefa xwe girtiye. Ez dikarim ku ez herim ku li ser şerefa însênim, xeta vî mîlletî min parast. Ez herim ku, dibêjin Apo kiye? Kurdekî wihaye, wihaye. Kî destê xwe biavêje min, xizmeta Kurdayetiyê dike. Yekî were dora min, ne gengaze xizmeta Kurdayetiyê neke. Vaya başe, quweta min heye. Ez herim ku wihaye, jiyana min herdem wihaye, herdem roj bi roj jî mezin dibe. helbet ev karê mine, ez nefsa xwe terbiye dikim, deynê xwe didim.

Ez nabêjim, hûn jî wekê min bikin, lê hûn jî hedî bi hêdî hinek sozan bidin. Carekê nedin, temenê we dibeku wekê yê mine, bi piranî jî ji min ne mezintirin, hêdî bi hedî sozan bidin, deh salên din şûnde bînin cih. Ew pirseke Kurda heye, dibêje heyfa xwe hilîne, ji çel salî şûnde. Hûn jî hinek sozan bidin, çel salî şûnde bînin cih. Dîsa jî giredana millet başe, ez gilî nakim. Herdem tiştên rast dibêjim. Mesele ne ku ez bi serketim, millet nayê bîra min, na. Mesele ne eve. Em hebin jî, tunebin jî, meseleya esasi, meseleya bêdawî, meseleya milletekî tevahiye. Hesabê ez didim û hesabê dixwazim, çima hûn di vî halîdene? Ne yên niha tenê, yên ketine tirbêjî. Ji hezar salîve heta niha û ji vê şunde heta hezar salî, çima wiha dibin? Rev ne çareye. Korbûn ne çareye. Peyatî ne çareye. Şeref, egîdî ji mirov tê xwestin. Mirin jî ne çareye, jiyan tê xwestin. Bêjin, ev tiştên ez dibêjim, hûn li kune, çiqasî têdene, pêrene?

Wiqas milyon însan çima nikare bi yekbe? Çima ji xelkêre wiqas karkere, amîle (ajane), leşkere, çima ji xwere xençer, ji xwere istirî, ji xwe re kifre? Çi te wiha mecbûr dike? Quweta min tuneye, weya ez nikarim pir di nava gelde bigerim. Ku ez bigeriyama, derfet tuneye ez wiha tehammûl bikim, qebûl bikim. Mîrov bi yekbe, bi hevrebe. Me talimat dane hevalan, nikarîbûn bimeşandana. Ku wekê min bimeşandana, millet tev niha bi yek bû û bi serde çû.

Ez bi sebir heta vir hatim, min tehamulkir. Yekî li şûnê min bûya -min got ku-wê rojê hezar caran biteqiya. Kesî derdê Kurda qebûl bike tuneye. Jiyana di nava Kurda de dimeşe, mirov dêhn dike. Ku tu înkar bike, ji xwe mirov wê wekê we bûya. Ku tu qebûl bike ka sebra te, ka mejiyê te yê fireh? Bi siyaseta serxwebûn û azadiyê tê xwe jê dûr nexe, an tê di deqqêde, hevalên me wiha kirin, pir hevalên me ideolojiya PKK’ê digrin, roja dudûyan dikevin şehadetê. Ji mere sebir tê xwestin. Nikarin sebrê bikin. Ev bîst salin em sebir dikin, me bi zorê we wiha kirine vir. Niha em heta sibehê we li vir bigrin, hûnê biteqin. Ev bîst salin ez bi nefes nefes wiha me, hûn nikarin çend saetan tahamul bikin. Helbet mirov hesabê vê dide. We xwe çênekiriye, artêşa Kurda tuneye. Xwe ji nîzamê derxistine, her yekî li qunçika xwe, li mala xwe heta qirikê xwe fetisandiye. Ji bo vê hûn bê çarene.

Ango ez nabêjim min pir mezin leyzt, lê min xwe di cihde, li ser sazûmanekî rast çêkir. Min sebir jî kir. Di dinyêde însanê bê sebir ezbûm, lê min sebir kir, ji bo milletekî, heta vir hatim û pir tişt hene ku mirov dersên mezin jê bigre.

Di dawiya ve sala ‘92’an yekî ku bi aqilbe ji me dersan bigre, dikare li hember dinya bisekine. Dikare li pêşiya mirovatiyê tevan bikeve. Ev derfet me danîne pêşiye we tevan. Bi girêdanek mezin pêwiste hûn li ser bisekinin.  Ji bo milletê Kurd ji vê bêhtir xizmeta mezin nabe. Ji bo mirovatiyê jî.

Dîsa jî heta ji min were ezê bi serde bimeşim, ji vê şûnde mezintir kar bikim. Şerê mezin ji vê şûnde bimeşînim. Bêhtir însanên xurt ji vê şûnde çêbikim. Mezin bileyizim. Heta niha hazirî bû, ji vê şûnde bêhtir kirine. Bêhtir be tirs, bêhtir bi sazûmankarî. Yekî wiqas sebir bike, ne ji bo tiştên biçûke, yekî wiqas xwîne birijîne, ne ji bo tiştên biçûke. Lê ez dîsa jî dibêjim ev karê mine. Dîsa herkes li ser karê xwebe.

Hûnê jî baş bimeşin. Ez bawer dikim gel hemû di van salên pêşya mede ji hemû salan bêhtir wê şerê xwe bike, wê bi ser keve jî. Lê dîsa herdem dijmin li ber çavên mirov  be û halê mirov jî li ber çavên mirov be û siyaseta rast jî li ber çavên mirov be. Mirov li gorî vê xwe çêbike, hazir bike û bi serkeve.

 

Serokatiya Partiyê

08.01.1993