|
|
Jin
û sînema… Dema ku em vê mijarê binîrxînin û
bidin gotin, ji aliyê tevgera azadiya gelê Kurd
ve gelek nirxên ku mirov behsa bikin, gelek
hêjayî gotin û anîna rojava çapemeniya gelê Kurd
heye. Ji ber ku di nava
her gelekî, netewekî de, her heyînekî, ji bo
jiyana pîroz dixwaze, ji bo mirovahiyê xebatek
baş bike, divê mirov dem û wêneya sînema, ji bo
çi û çima pêwist dike, pêwîstiyek bi zanînekî bi
zanîstiyek mezin pêwîst heye. ji ber ku xebat
û zanîstiya sinema, gelek cûreyan di nava xwe de
digire di roja me ya îro de. Ji ber ku ,kî li
gorî bi navê çand û mezin kirin û ji bo aborî,
siyasî bi hev re dikin parçeyek û bi rengekî
didin pêşkêşkirin.
Em
werin rastiya demê berê, tiştên ku di tên
berhevkirin û çêkirin, dayîna fêmkirin û
zanistiya mirovan ya wê demê, ku mirov dikare
her tiştê, ji bo xizmeta mirovan bike, ji bo
fêmkirina bûyeran, dem û rewşên xweş û nexweş ê,
ku her demê û mirovahî li her derê jiyan dike,
gengaze ku gelek cudatiyên ber bi çav heye. Ji
bo wê di wê demê de, tê zanin ku pêwisti, bi
tevgerek bi lez û guhertinê fêmkirinê hat
hunandin li payhev.Yanî ji gotina stranekî, ji
wêneke çêkirin xwe îfade kirin, ji xwe parastin
û jiyankirina jiyana xwe, destan û çirokên reng
dide jiyanê, roj bi roj hat hunandin. Lê tişta
ez dixwazim ji bo we bêjim, rastiya jin ya di wê
demê de jiyan dikir, , ji ber ku di wê demê de
her tişt û heqîqeta jiyan mirovahi di wir de baş
dihat parastin û jiyan kirin. Yani tiştê wê demê
rastiya jinê baş dihat zanin. Ji ber ku di
rastiya jiyanê deng û rewş û rengê jiyan dayina
fêmkirinê ji gelek ked daye, ji bo her kesekî di
gel de jiyan dikir û wiha li gel de belav dibe.
Ango rasti û xemla wê demê bi ked û rengê jinê
dihat jiyan kirin û meşandin, ji her awayî de
jiyana rastiyê hebû.
Em
werin di roja me ya îro naskirna jin û sînema.
Ragihandin û ji bo tv nûçe, bernameyê taybet
dema tê amade kirin, li gorî du fikirina tê
amadekirin. Tabî pêwîst em van her du mijaran ji
hev du cuda bigirin dest. Ji ber ku di pergala
kapitalist de, weke ku di roja me ya îro de tê
ber çavan, me hemûyan çawan bi çanda netewekî,
gelekî û heya hebûna mirovek çawan di bin
perdeyek reş û veşarti tê xemilandin, tê
amedekirin. Bi taybetî eviya ji bo jinê mijara
gotinê ye di roja me ya îro de. Ji ber ku
pergala kapitalist di nava pergalê de rastî û
bûyina xwedî hebûna xwe tiştek ji jinê re ne
hêla ye. Ji bo wê pêwîste, eviya, baş were zanin,
ku rastiya kapitalist di cihanê de hati jiyan
kirin dûr ji rastiyê ku mirovahi hembêz bike. Ji
ber ku rastiya ragihandin û tv dema hat ava
kirin, ji bo mirovên ku ji hev dûr û nikarin
xeberek ji dûr bigirin û nûçe û pêşketinê
gerdunî çawan dibe û disa bi hezaran salan du
curên ku mirov xwe îfade dike dihat zanîn hebû,
ew ji dengê û hestê ku ji dev derdiket, yê û bi
stranan û bi çêrokan, destan û rojên xwe yên
xweş û şîn digotin û wiha deret û quralên xwe
yên ku bi xwezayi dide meşandin zanîn
hebûn,
ser rupelê û ji rupelê berhevkirina dem û gavên
nû ku di dinyayê de çêdibe were sere rastkirin
pêwistî bi tv û xebatên wiha hat çêkirin. Dive
di nava her dem û çaxên ku mirovahiyê ser
erdnigariya ku bi hezaran salan jiyana xwe bi
her şert û awayî jiyanê meşandine were zanin.
Lê
mixabin di cihanê de bi taybet di rojhilata
navîn de rastiya jin ya xwezayî mayîna wiya
mijara gotinê ye. Jin niha bûye meta di her
qadan de. Ji rêzfilm bigire, ji klip û
dîtmendiyek ku em bi rojane dibînin ku jin çawan
ji xwazaya xwe ya paqij û bedew hatiye
dûrxistin. Minak: di rihê jinê de desthildari û
zordarîkirina mirov nine, lê di pergalê de bi
riya sînema de gelek rolê xirab li ser rastiya
jinê tên kirin û heya eviya bi rengek wiha dide
meşandin ku rastiya jin wiha ye. Lê eviya elbete
ne ji rêzê ye ku rastiye ku wiha tê meşandin. Ji
ber ku Rêber APO dibêje rastiya jin di rewşa
niha ku kapitalizmê jiyan dike rol û hestê jinê
xwediyê vê taybetmendî û zanîstiye ne hêla ye.
Ji ber ku jin wiha hatiye ku, jin xwe bi xwe nas
nake û bi rastiya pergala ku hati meşandin re bû
yek. Û rasti wê çiye û pêwîst jin çawan jiyan
bike eviya zaten bi rê û rêgezên pergal rêvedibe
nahêle ku bihizre ku rastiya jin ne waha ye, ji
bo wê ji dem û gave ku tên jiyan kirin nahêle
ku rastiya xwe bi parêze û xwedî derbikeve. Yanî
di sînemayek de di rêzfilm û dîtmendîyên de,
wiha dide nîşandan ku ev koletî û êşê, jin bi
xwe dide kirin. Ji bo wê jî pergala desthildar û
mêrê ji rastiya jinê nedîtî ve tê. Jin bi
fizîkî, bi fikirî û hemû rihê jinê û
dewlemendiya jinê dike meta xwe û pişt re bi
rengek din dizivirîne û dibêje eviya rastiya te
ye.
Tabî jina ku viya bi zanistî tevneger û xwedî
zayendiya xwe dernekeve, di dawî de dibe endamek
ji wan xirabtir. Yanî di roja me ya îro de gelek
berçavê me hemûyan de çawa bi fizîkî û fikirê
jinê dide naskirin di medya yê de.
Ji
hemû rengê jin di nava xwe de dewlemendiyek
taybet û xweser heye, lê mixabin ji hemû beşên
jin ên laşê jinê weke metayek ku dikirin û
difiroşîn û pişt re ji weke seneryo, tîyatro,
dike pêkenokê û bixwaze bi kijan rengî lêde,
bifiroşe, bikire û kêrke bike, eviya heq jibo
xwe dibîne. Lê dema ku em behsa jin bikin ku
dikare çi bike eviya mijara gotinê ye. Ji ber ku
pergala kapitalist mafê jinê ê bi xwe rêvebirin
û rêxistkirin tiştek wiha xwe parastin nemaye.
Ji bo jinek ti car maf nîne ku rojek bê ji, bi
tine xwe biçe cihekî, an ji bi dilê xwe cilê xwe
li ber xwe bike. Lê di rêzefilm û dîtmendî de,
jin li gorî daxwaziya serdestan cil, berg û
xemla xwe dike. Yanî wiha kirine ji rewşa jinê
ker û lal kirine, ji bo ku her kes bikarî li
gorî xwe bide bikaranîn.
Lê
tişta ez dixwazim bêjim, sînema ji bo mirovê ku
riya wan di riya azadiyê de, bi salan dimeşin
heye. Ji ber ku sînema û xwezaya jin nêzîkî hev
du ne. Ji ber ku jin xwediyê rihekî paqîj û
dilrehmiya jiyana mirovane, bi her kesê re û
xwediyê dewlemendiyê jiyana pîroz e. Jin, li
sînema û sînema li jin tê xemilandin. Sînema
wate wê ku rastiya gelek û tekoşîne bi hemû
rengê mezin û pîroz dayîna nîşandan. Mina jin ku
di çiya de ji bo azadiya xwe çawa tekoşîn dike û
xwedî kîjan nirx û bedewiyê xwe, di çiyayê azad
e, eviya bi pêşengitiya bi hezaran rêhevalên
şehîd ên keça ciwan li hemberî rupelê tarî ya
pergala kapitalizmê serî hilda û hat nîşandan ku
ew rastiya ku hûn li ser jin didin kirin, didin
nîvîsandin û didin xemilandin ne wiha ye û ne
rastiya jinê ye. Û eviya di ware azadî de ji
aliyê bi hezaran rêhevalên şehîd û keda hevalan
hat dest nîşan kin kû rastiya jina kurd û jinê
rastiye waha ye ku her kes nikare bide jiyan
kirin û dîtin. Eviya tenê ji aliyê tevgera
azadiya Kurdistanê ve dikare hemû rastiya jinê
bi kîjan lehengî û bi kîjan serbilindiya li
hemberi hemû paşverûtiyê tekoşîn dike, ji ber ku
gêrila jin hem di jiyana xwe de, hem ji di
dîtmendî
û
sinema de rastiya jin hunertiya jin bi zimanekî
vekirin û ev rasti ji hemû rengên jiyanê rastiya
xwe ya bê dawî heye. Yanî jin ji her rengê
jiyanê xwedî hemû mafê jiyanê ye. Di nava
tevgera jina azad de bûyîna xwedî hemû nirxên
pîroz, li hemberi hemû xirabî, nexweşî, nezanîn,
tûnekirina, jin tekoşîn dikin. Jin bi hêza
parastina rewa, asta îdeolojik, zanistiya siyasî
têdikoşe. Dide nişandan ku rastiya keça ku li
çiyan jiyan dikin, hemû xwedî hunertiya mezin û
her gerilayek filmek ji roje azad û piroz e.
Rojhilata navin de û li tirkiye yê ku çanda
sînema û dîtmendiya ji mirovan re kiriye nav
nîşan.
Yek
ji derhêrnerê nemir Yilmaz Guney bû. Yilmaz
Guney gelek tiştên xwedî kesayeti û çandekî bi
wate di parça bakurê Kurdistanê de ava kirin.
Tenê li bakur li tevahiya rojhilata navin xwedî
cihekî rûmet girt. An niha ji ger sînama dewleta
Tirk bi baldari û serxwe maye û tê temaşekirin,
eviya ji ked û fikirê Yilmaz Guney digire. Lê
gelek kesan xwestin xwe bigihîne asta Yilmaz
Guney, lê eviya tu dema nabe. Ji ber ku zimanê
sînema dayîna hunandin her kes nikare bike.
Belê sînema dema ku em behs bikin hemû, di filma
şehîd Beritan de tê xuya kirin rastiya tevgera
jin û rastiya jin a ji bo jin çiqas bi aheng e,
eviya radixe ber çavan. Ji ber ku derhênêrê herî
nêzîkî jinê Rêber APO ye. Lê ev derhênertiya ku
bi salan dihat meşandin ji aliyê Rêber Apo,
eviya bi awayek lez û bez dinya tevgera Kurd de
bû xwediyê ku hebûna jinê û hebûna hemû jiyanê
ye. Eviya bi salan ji aliyê derhênerê jiyana
gerilla ve hemu reng û jiyana gêrilla di sala
2005 de ji aliyê derhêner hevalê Xelil Dağ û
xebatkarê sînema ve hat zanin ku rastiya gerila
û jina Kurd, di çiya de bi kijan hest û jiyana
azad tekoşîn dike. Eviya bi hemû hunertiya
gerila da nîşandan, di her dîmenekî çand û
rastiya jin ji bo xilasiya jin a ji bindestiyê
ye.
Belê şehid Beritan û bi hezaran rêhevalên şehîd,
her yek ji wan aheng û nasnameyek a ji bo
jiyanê, ji bo sînemayek amade ye. Ji bo wê jî ev
xebat wê berdewam be di her qadan de.
Ji
ber her jinek, jiyana wan sinema ye.
|