|
|
Heyvek maye ji bo heftemîn
salvegera 15 Sibatê u keftina 8’mîn sala
dîlgirtina Rêber Apo, ji niha ve dile min wek
volkanekî dikele, ji bo tekandinekî li
fersendekî digere. Ez bawerim di nav xweza de
jî\ volkan û bûyerên cur bi cur her tim
pêwistiya wan bi dem heye, ji bo tekandinê. Mîna
dareki fêkiyê, dema çênebûna fekiyên wî neyên,
fêki xwe ji çikla darê qut nake u bi dem re di
nav pêşbirkekî de ye u ewqas bi dar ve dimîne ku
dema wê were. Ger newisabe fêkî nabe fekî,
zindîbûn û hebûna xwe ya nazik û zirav nikare
ispat bike. Volkan jî wisa ye, çawa ku dara fekî
ciwanî, rengînbûn û xweşikbûna xwe di nav sêvekî
de, hinarekî û wek gelek fekiyan berhema xwe
dide xwediyê xwe yêku pêre gelek ked daye. Her
wiha volkan jî dema tekandina wê were dizane çi
rengi, li kuderê bi teke, hersa xwe bide
xwuyarin, cezayen mirovên rureş (ehrîman) u
bêwefa bide.
Hevalno, dostno u jinen
eşkişandî!
Ez dixwazim çend tişt ji were
diyar bikim lê aciz nebin, govend bigirin, hûn
jî dizanin kêfa min pir ji govendgirtine re tê.
Dema ez govend digirim wisa his dikim ku wek bi
bask dibim u difirim.
Ez wek zarokek xweza u perçeyek
biçûk ji gerdune dibêjim ku divê qanun u pîvanên
jiyanekî pîroz pêkbînim, wate bidim jiyana xwe.
Ez di wê baweriyê deme ku weke dareki fekîyê dem
hatiye ku berhemekî bidim gelê xwe yê êşkişandî,
bibim hêviyek ji zarokên destlihewa u xiyalên
fetisandi. Kêmbe ji ez dixwazim bibim atomek yê
pêşxistina mulokulen azadiya jinên êşkişandî.
Girintirîn bibim mumek, di nav mumên derdora
Girava Îmraliyê. Êdî dema wê hatiye ku, bibim
bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên
zordar u direwîn. Ji bo vê jî şeva 15 Sibatê
dixim şeva cezakirina wan u mîna volkanekî
nefreta hûndire dilê xwe ditekenim.
Şeva 15 Sibate, dilê Mazlûm
Doğan, Zekiye Alkan, Berivan, Ronahî, Rewşen,
Sema u heta digehe Fikrî BAygeldi, xelekên
dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari, di nav dilê min
de lêdide, bi diruşmeyên “an jiyanekî azad an
jî mirineki birumet”. “Bijî Reber Apo”
di guhê min de diqêrin. Di nav mejiyê min de
tenê zinge zingek heye, li ser hev lêdide ew jî
bi armance ve kîlilbûna min a serkeftinê u
garantiya encam girtina çalakiyê ye. Pêtên agirê
Sema u Serdar, di bedenê min de geş dibe, rê
nadim tu dem agirgeha wargeha Rêber Apo sar
bibe. Di nivê zivistaneki zor û zehmet de bi
agirê bendena xwe peyamekî bidim, di vê peyamê
de israr bikim. Ev peyame jî peyama azadiyê
ye. Bangama min, parastina Rêber Apo u
bilindkirina çalaki u tekoşîna gihîştina
serkeftinê ye.
Silav u Rêz
15. 01. 2006
Roja dayîna cezayê hucreye
Rêber Apo
Hevalên birûmet!
Di PKK’e de mezintirîn çalaki
soz bixwe ye. Dema gotin u soz wateya xwe winda
bike, bizanibin ku xeflet, bêwijdani,
ruxandinekî exlaqi a mezine. Encama rewşekî wisa
jî bêguman xiyanet e. Gelê Kurd, jin, PKK û
Rêber Apo her tim di piştê de kêr li wan hatiye
xwistin. Tevayî bîr, helbest, stran û gotûbêj li
ser bingehê xem u keser e. Her tim bi vîna
berxwedan, têkoşîn û xiyanet bi bihev re dimeşe,
mîna şerê di navbera Ehrîman u Ahuramazda de, ev
herdu tim di nav pevçûnekî de ne. Zerdeşt
dibêje; “di encama vî şeri de çiqas zehmet be
jî, ronahiya Ahuramazda serdikeve”, bi wi
şertê ku tevahiya mirov baş bihizirin, xweşik
biaxifin û karên baş bikin. Bi vî awayi îro dema
wê hatiye ku baş bihizirîn, xweşik bipeyvîn u
karên baş bikin, heta ku ramana Ahuramazda ya
hemdem a serkeftinê bidest bixwin.
Di nivîsandinên min yên berê de,
encam u lêgerineki dem dirêj de ez bibiryarbum
ku di şeva 15 Sibatê de çalakiyê pêkbînim. Ji bo
ku mîna jinek, an jî Kurdekî naxwazim derbasî
salvegara dîlgirtina Rêber Apo bibim û carek din
mîna jinekê naxwazim çarmîxa xwe bibînim. Ez
wisa fêm dikin ku di zivistanê de PKK niheki
zehmete xwe bigihîjine hedef u mevziyên
Ehrîman, Ehrîman jî her ku diçe li pêşçavê me
dil, mejî u bedenê gelê min dixwe u divê em ji
vê bitirsin. Ev jî ji bo min pêkanîndina
çalakiyekî ferz dike. Min xwest ku bêku canê
xwe bidim çalakiyeki pêkbînim, lê di wê bawariye
de me mirov qasî pêwist bike bijî. Her wiha
berdewam rastiya (dema gotin wateya xwe winda
dike, dora çalakî tê, her çalaki jî avakirina
jinûve watedayina gotin, soz u bihêzkirina
hêviya azadiyê ye) di mejiyê min de weke zinge
zingekî her tim dengvedide. Di aliyekî din de
rewşa çareseriya pêvajoya ku em têde ne, bi qasî
nêzîkbûna ji çareseriya pirsgirêka Kurd u
azadiya wi, tehlikeyên li ser Rêber Apo, gelê
kurd, aliyeki din de ruxme ewqas derfet u imkan
ji bo gihîştina armancê, ev bêhêviti, reşdîtin
ku digehîje asta xiyanet her ku diçe min bihêz
dike u biryara vê çalakiyê di min de pêşdixwe.
Hevalên hêja!
Ev biryara min ne nuye. Di
rapora ku min di heyva Tirmehe de ji bo PKK u
YJA-STAR nivisandibu de dabu xuyarin. Ev ne
biryareki nuye, dem dirêje u di sala 1999’an de
ez gihîjtibûm biryarekî wiha. Di aliyekî din de
pêvajoya aloz a pişti sala 1999’an ku tevger di
nav de mabu, pêwist bi tevlibûneki di asta
rêveberiya jin u tevgerê de bû. Di aliyekî din
de derfetên siyasi u teknîkî rê nedida
çalakiyeki wisa pêkbinim. Lê bi destpêkirina
hemleya 1’ê Xezirane, derfetek wiha destê min
ket. Di wê baweriye de me Tevgera Jin, têkoşerên
wek sala 1996-98 pêwist dike li dijî komploya
hûndir û derve çembereki nu ji agir çêbikin ku
dil, mejî u wijdanên qeşagirtî biheline.
Yanî li hemberî dostaniya sixte
u hevaltiya kêm, bersivek mîna Zîlan, Sema u
Serdar di jiyan û çalakiyê de pêwist e.
Dibe ku bêjîn çima çalakiyeki
wisa pêkani u min jî rexne bikin. Anjî Rêber Apo
çalakiyek bi vi rengi qabul neke, lê qasî ku ez
tedigehîjim di pêşketina têkoşîna azadiya
Kurdistanê de, riya çareseri u pêşketina wi
bêbedel nabe. Evaye di nav Tevegera Apoyî u
Azadiya Jine de rêbazekî ku nabe mirov dest jê
berde. Wek têkoşerekî jin vê rêbazê didomînim.
Bi hatina min ya HPG’e û YJA-STAR, bi evîn u
moralekî mezin planeki wisa çêkir. Min dixwet ku
du cihên cuda çalaki lidar bixinim. A yekemîn li
Kurdistane navenda jine kole û fahîşe dike de
bêku zarereki bidim xwe çalakiya xwe lidar
bixim, a duyemîn jî di navenda rêveberiya
dewlata şer u çetaya Tirk, mîna Zîlan û Sema bi
çalakiya xwe hejandinekî çêbikim. Lê ji ber
şert u mercên zivistanê u di aliyekî din de
qanih nekirina hevalên derdora xwe, her wiha
gelek nîqaş li ser vê mijare bi hevalan re çêbu,
piştî vegerandina min ji konferansa YJA-STAR,
min biryareki wisa girt ku ger li çiya be jî
çalakiyeki bi vî şêweyî pêkbinîm. 15 Sibata
îsal, ne bi bêcareti u bêhêvîti, belku bi evîn,
coş u bawariyekî mezin pêşwazi bikim. Bes li vir
dixwazim di sê xalan de hesreta xwe bînim ser
ziman u bi were parve bikim, ew jî evin:
Yekemîn; ew plana ku di vî wari de min ji xwere
danîbu, hedefên ku min ji xwere esas girtibu, ez
negihîjtimê, tola ku min dixwest rakim nekari
bidest bixim. Duyemîn; min gelê bakurê
kurdistanê nêzikve nedit û xweşikbûna xwezaya
bakure Kurdistanê min nas nekir, ev hêvî di dilê
min de ma. Sêyemîn; tenê ji bo seateke bibuya jî
min serê xwe danibûna ser milê Rêber Apo u min
nefeseki kûr kişandibûya. Her çend ev wek
hesretêkî di dilê min de mabe ji, bi ruxme viya
jî ez kêyfxweşim u bi bawerim ku rêhevalên min
li cihê min û heta ji min zêdetir jî îro pêde
vane pêkbînin.
Bêguman weki rêvebirekê,
fikirandin, xwe amadekirin, ji bo plankirin u
pêkanîndina çalakiyek bi vi rengî zehmete, jiber
ku rojane tevlibûneki bihêz dixwaze. Ez di vî
alî de têdikoşiyam taku roja dawiyê xwe ji kar
u xebatê dur nekevim u tevlîbûna xwe ya kar
bidim çêkirin. Lê belê bimisogerî ez ve dizanim
ku qasî pêwist dikir heya dawiyê nebûm alikare
hevala, di vi alî de ez lêborîna xwe ji hevalan
dixwazim.
Silav u Rêz
23.01.2006
Ji bo tevahî şervan u
rêveberiya Haftanîn re!
Ev demek dirêj nîne ez hatime
herêma Haftaninê. Min ji jê vê herêmê gelek hes
kir, weki ku tu bêjî xweza her tim mirov re
dipeyve, ji min re pir xweşik u balkêş dihat. Ji
van hemûyan girintirin rihê fedari, duristiya
hevalan, dilşadiyek mezin dida min. Ji tevayi
hevalên xurt û keçên li vir geleki hes kir, weki
mirovên ku her tim henekên xwe bi mirinê dikine.
Ruxme vê jî gelek tişt hene min nefret, rexne
dikir u ji vir pêve jî rexne dikim, bi taybet ji
aliye hinek kesayetiyan de dudilî, bêbawari,
şikayetkirin û qirêjkirina evîn u heskirine,
yanê bi gişti helwesta kesayetiya paşverutiya
jin, feodalti u jixwe razibûna zilam carek din
di dilêmin de birînek vekir. Wisa his dikim ku
carna xwe vegotinkirin u uslubê min we aciz
kiribe, ji bo ve ez lêborina xwe ji we dixwazim,
lê belê cardin jî li pişt ew rexneyên min
pêşxistibun disekinim. Rexneyên derbarê
nêzikbûnên me yên li hember rexne u rexnedayinê,
çanda dedukodî, şêweyê tekoşîna veşarti, ji bo
rêxistinê weki dînamiteke ye. Ez di wê baweriyê
de me her yek ji we, her kadroyeke PKK’ê li
lihember bêbawerbun, bêbiryarbûn û xiyanetê,
pêşxistina jiyana rêxistine, parastina wê,
pêşxistin u parastina mirov xwe berpirsyar
bibînin, di dem û cihê xwe de tekoşînekî raman u
jiyani bidin. Ger di dem û cihê xwe de
têkoşîneki raman u jiyani bidin tu tiştê em
sernexinin u encam negirin nîne. Jiber ku di
bingehê dubarebun û çaresernekirina pirsgirêkên
jiyanê yên rêxistinê, bi giştî sernexistina
çalakiyên siyasî u taktîkî yên ku ji bo azadiya
Rêber Apo u di çareserkirina pirsgisrêka Kurd
helwestên ku em diyar dikin, xwe berpirsiyar
nedîtin u ji ji PKKnebuna tê. Ew mantike me yê
hiyarerşîk ku pêşxistin u parastina rêxsitin
tenê erkê rêveberiyê dibînin. Dema ez viya
dibêjim wisa neyê famkirin tenê aliyê kadro
tawanbar dibînim, ew qas jî ji yê kadro zetedir,
kêmûkurtî u zeyîftiyên rêvebiriyê hene u tê
ditin.
Jixwe ligel min berdewam formulê
(pêşketina kesayet yeksane ligel pêşketina
rêxistin u berivajî vê jî rastiyeke) nêrindineki
bingehîne, bi dest girtinda pirsgireka (rasti u
buyer) u buyerên derketine holê. Li ser vi
esasî dibêjim sirê partîbûn, serkeftina kadro
tenê tişteki ferz dike derveyî hebûna zayifati u
kêmukurtiyên rêxistin, xwedi li rêxistinê
derketin xwe parçeyeki esas ya wê dîtine. Di
heman demê de rexnekirin u jidil ve hewldayîna
têkoşina ji bo pêşxistina wê ye. Ji ber vê yekê
her çiqas zehmeti bikîşinin u werin şikandin jî,
dîsa ev jiyan, rêxistin ji çaven xwe baştir
biparêzin. Ji ber ku ev rêxistin, rêxistineki
dewlet u serdestan nîne, ji ber ku hêza xwe ya
madî u manevi li ciheki din negirtiye. Ev
rexistin bi xêhdana gelê êşkişandi, xwina zelal
u şirîn ya bi hezaran keç u xurtên dilgerm u
bievindar ve hatiye afirandin. Ji bo vê ji
xwedi rêxistinê derketin tê wateya xwedî
derketina gel u şehîdane, yên xwediyê ve
nêzîkbûne, ew kesayetin ku xwedî exlaq u
rubetin. Berûvajî vê ruxandina exlaq u
bêwijdaniyeke.
Hevalên hêja!
Dibe ev çalakiya min bandora xwe
li ser we çêbike, lê belê ez dixwazim bi awayekî
hestiyar bandora xwe li ser we çeneke, ji bo
hemleya 2006 tevlîbunekî bihez dixwaze, ez jî
weke kadroyekî u wekî tekoşerekê jin bi vi
awayi tevlibuna xwe nîşan bidim u peyama xwe
didim komplogerên derve, yên di hundirê
rexistine de u banga xwe tevlî banga gel u
çalakiya wan dikim. Dibêjin zeman weku şureki
ger tu wi jênekî ew wê te jebike, ji bo perwerde
u amadekariye derfeta me hetani bihare heye. Ji
bo xatra min tu roji program u karên xwe
nerawestinin. Ji ber ku her yek ji we di alî
fedayîtiyê de ji bo bihare xwe amade dike. ez
jî di niha de (ger ku bikaribim serbixim) erkên
tekoşeriya xwe pêktînim. Çalakiya vê demê
piraliye. Fedayîti ne tenê bi rêbaza Zîlan û
Sema di jiyane de bibiryarbun, pêşengti kirin,
taktîken şer xistina kiryariyê, fêmkirina
bîrdozî u felsefe, rêhevaltiya dirust, bêdudilî
çuyîna li ser kar, afirêneri u kilîlbuyîna
serkeftinê ye. Di wê baweriyê de me çawa ku di
demê derbasbuyî de xwedi li ve rastiyê hat
derketin, ji vir pive jî hevalên min yên
birumet ruxmê hemu kêmasiyên xwe wê dîsa li ve
rastiyê xwedi derdikevin. Lê bele ev ji
rastiyeke ku me di demê derbasbuyi de erken xwe
nîve nîv pêk neanî, seknandina xwe ya navîn
derbas nekir. Di vi alî de biryara min ji bo
pekanîndina vê çalakiyê wate dayîn u xwedî li
gotine derketin, derbaskirina kêmasiyen ku her
dem dubare dibin, ez nabêjim bila kêmasî
dernekevin, lê belê dubarebûna vê tehlikeye u
çavkaniya xwe ji bêbawerî û xwedi li gotinên
xwe derneketinê digire. Çalakiya min bêri her
tişti rexnedaneke ji bo hevaltiya min a kêm bi
Rêber Apo re. Kêmbe jî dixwazim peşxistina
şoreşa zîhnî, wijdani u exlaqî di nav Tevgara
Apoyî u bi taybetî jî Tevgara Jin de rolê xwe ve
rabim. Bingeha hêza ve çalakiyê di pareznameya
Rêber Apo u giyana jinûve avakirina PKK’e de
digirim. Di heman demê de çalakiya min dijî
erîşa topyekun komplaya ser Rêber Apo, Gel u
Tevgerê ye. Reflekseki ku ne kabulkirina
siyaseta marjînalkirina PKK u nêzikatiya
çareserkirina pirsgireka Kurd a bê Rêber Apo
ye, vejînkirina berdewamiya berxwedaniya
kadroyên tevger u milîtaniya jina kurd e.
Ez naxwazim zêde dirêj bikim ji
ber ku her hevalek van rastiyan baş dizane. Lê
kêmbun, di aliyê bêfikir tevgerîn u bi zanisti
xwe nexistina pratikê, zeyîfbûna watedayina
pratîk û gotine de ye. Ruxmê te zanîn pêwistiya
we cardin naye pêkanîndin.
Di dawiyê de ez dixwazim
rexnedayina xwe bidim u lêboriya xwe ji tevayî
hevalan dixwazim. Ji ber ku di van demên dawiye
de qasi ku dihat xwestin telîbuna min ya ji kar
u xebatê re çênebu. Lê belê we hemûyan ji dilve
silav dikim u tevayî hevalan hemêz dikim. Bêku
ji bîr bikim bi taybeti jî ew hevalen ku em bi
tevde di komisyona perwerdeyê de ne lêborîna xwe
ji wan dixwazim, lê ez bi bawarim ew heval bi
awayekî baş di kar u xebatên xwe de rolê xwe ve
rabin.
Silav u Rêz
26.01.2006
Di kesayeta hêza YJA-STAR a
li Haftanîne de ji bo tevahi hêza YJA-STAR re!
Gele kurd bigişti jina Kurd bi
taybet di riya avakirina irade u azadiya
nasnameya xwe gelek bedelên mezin daye. Niha
şunde jî bedelên wisa wê bide her roj di ciheki
meju rengin dike. endambuyin di nav tevgera mina
YJA-STAR rasti, gurur u rumeteki mezin e. Ji bo
ku her roj riha pîroz a mirov di nav de xwe feda
dikin. Ew hevalên ku jiyan dikin her roj
lihmeberi koleti xwe bihez dikin. Rêxistina
tevgera YJA-STAR’e bi xwîna hezaran keçên xweşik
hatiye avdayin, rêxistina cewheri a jine, ji bo
wiya di roja iro de hêviya jinên êşkişandi,
pêşengtiya cesareta jine. Ez dikarim bêjim ku
tevgara YJA-STAR xwedewenda cesaret u riyeke ji
bo cezadana zilamê zordar u derewîne. YJA-STAR
warhêgê van jinane ku li azadi u serbuxwebûnê
xwe digerin. Jibo wi her kadroyeki jin çi di nav
YJA-STAR de, çi di nav rêxistinê din de be jî,
dive jidil xwe tevgerin bike u li ser vî esase
ji xwe re bike rumetek u seranser nêzikati raber
neke. Ew hevalên ku ji erkekê birevin, an wate
nadin jiyana xwe, an jî azadiyê direve u wate
nade tevgerê. Ji bo ku me mîna jineke Kurd di
nav refên gerîla de baweri, îrade u heza
cewheriya xwe me derxist holê. İro tevayi
rêxistan jinê di hemêza dayika mirovayeti İştar
hat dine u mezin bû. Her yek ji me ger li
azadiya rastiya xwe digere divê guhdari
perspektifên Rêber Apo bikin ku dibêje; “ger her
kes ji çiya bireve, jin divê berxwedani bikin û
li azadiya xwe bigerin). Ev ji ji bo me mijareke
sereke yên xwe rexistinkirinê ye demê nêzîk du
dur de, beku pişta xwe bispêrin terze jiyan,
bikegirtin u taktikên tevgere yên bingehin. Bêku
benda çareserkirina pirsgirêka rêbaza navnetewî
biminin (em ji hemu dakevin nava sistemê) mijara
parasitna cewheriya jin de li bajara de be jî
pêşxistina hêz u parastina jinan bidin avakirin.
Lê bele çiyan ji xwe re bikin warekê bingehin u
di her ali de divê em xwe amade bikin. Çawa
çiya ji bo gelê Kurd buye senger u sitargeha
xweparastinê, di heman demê de wek jinên kurd em
jî dive çiya bixin kelha parastina jinê u warê
ronesan u ronahiya pêşxistina kadro ku bikaribe
di pêşengti, xeta azadi u serxwebune bike u
derbasi jina ku di nav civakê de ye bike.
YJA-STAR u ew jinên ku dem dirêj jidilve
rastiya azadiya xwe digerin divê bibin temînata
parastina xeta birdoziya azadiya jin u nekevin
mezhebê sistema zilamê desthilatdar. Ger ne
wisabe bimisogeri em nikarin xwe ji hemu
sistemên desthildariya zilam xilas bikin, jiber
ku di sistemek wiha de tu berjewediya jinê nine.
Di vê wateye de çiya ji bo jinê ne tenê cihê
xweparastineki çekdariye kabeye! Armanca vê jî
ne tenê çareserkirina pirsgireka netewiye. Di
heman demê de cihê kadro bigihîje, nasname,
vînbuyîna jine u ronîkirina zihîniyetê ye. Her
yek ji me wate u misyoneke nede van çiya,
jiyana xwe nexe wake coş, arîşe û bibiryareki
zanisti kesayetiya xwe li gora we amade nekin,
emê nikaribin lihembari paşverutî û koletiya
xwe, lêvbaziya zilam têkoşin bidin û bi vî awayî
jî pirsgirêka netewi nagihijê çareseriyê.
Binêrin 2003-04 derfeteke girîng bidest me ket
ku di rewşa siyasiya herême de em destkêfdekî
bidest bixin û gaveki berbi çareseriyê biavêjin,
lê belê koma çete u xiyaneta hûndurîn ji wê re
bun asteng u Tevger berbi heldêreki (uçurum) ve
birin.
Di nav koma xiyanetkar de gelek
jin hebun ger wane li pey azadiya rastiya xwe
buna u hinek biwijdan, biaxlaq tevbigeriyana
dikaribûn li ser wane bandora xwe ferz kiribûna
u re li xiyaneteki wisa dihat girtin, lê
berevajî vê ji xiyaneta hûndur re bûn hêzekî
mezin û xiyanet hin pirtir gurkirin. Gelek
mînakên xiyanet anjî berxwedana jine di nav
tevgera me de derketin. Mînaka dawiyê ji reva
Rezan û Nujîn bû.
Demeki rola jine gelek
bibandore, bila ji vê mijarane ders bêgirtin û
tu demi neye jibirkirin ji bo ku bîrkirin
xiyaneteke mezin e. Ez naxwazin nivisen xwe zêde
direj bikim. Di heyva Sibatê de li her hereme
konferansa kadro lidar tê xisitn u li ser van
mijarane bikurahî wê bê nîqaşkirin, bigehijîn
gelek biryarên giring u gelek projeyên nû
bixuliqinin. Lê wesiyeta min ji bo van
konferansa ew ku em xwe nexapînin û li pey
derxistina biryarên nû nebin u tenê biryarek ji
bo me giringe ew jî ewe ku em jixwe pirs bikin
ku em li gorî rastiya azadiya jin, jiyan dikin
an na? An jî mîna Rêber Apo dibêje; “jina azad
kiye u çawa diji?” bersiva van pirsên Rêberê xwe
bidin u jidil ve tevlîbûnek xwe çêbikin, pişti
dayina biryareki durist, li gori vê tevgerin him
di şer him jî di jiyana xwe de serkeftinê bides
dixin u rêxistina xwe sazdikin.
Bi vî awayi ez hêvî dikim ku
rêveberî u şervan çi kevin çi ji nû ew
konferansa ku çêbibe jixwe bikin wesileya
paqijkirina dil u mejî, dayîna biryareki ku em
çawa herin li ser kar. Deveyi vê em tişeki din
nehizirin u gilî nekin, bicesaret biryara
serkeftinê bigirin.
Hevalên kevin u xwedi hewl u
ezmûn bila xwe ji nihîlîzmê xwes bikin û nerxa
xwe bizanibin u hevpeymaniya xwe bi tevger u
zadiyê re nu bikin. Hevalên nû jî bila xwe
bêçare nebînin ji bo ku derfetên azadiye gele
zêdene tenê em xemsar nebin, lêkolîn u lêgerîn
bikin taku bibin kadroyê pêşêrojê ji Rêber Apo u
jinên ku di xeta Rêber Apo de dimeşin re bibin
mînak, bila jin zu radest nebin u paşve nekişin.
Her jinek ji me ji civake
hatiye û çiya ji xwe re kiriye rêya xwelasiyê û
li azadiya xwe digerin. Di nav civakê de
fahîşetî, zewac, xwekujî, xwendin u gelek
derfetên cuda hebun lê belê me bizanebun an jî
bêzanebun ew rêbaz me ji xwe re esas negirt u
beşdari vê jiyanê bûn. Ji vir peve jî
nakokiyeki pir giring heye ku divê çareser
bibe, bingehe vê nakokiye de rastiya rev u
xiyanet, an jî di jiyanê de bi nave evîn û
heskirine xwe bikin aydiyê zilameke û zilamekî
jî bikin aydiyê xwe heye. Dibe ku hinek heval di
vê lêgerine de bin heskirin çiya u çawa ye?
Hinek dibejin ev tiştekî qedexe ye u bastire ez
xwe bi çewisînim (bastîrma), ji bo rexistinê kar
bikim, ev kesayet berdewam ji vê nakokiyê
direve. Nihek jî dibejin, astek min heye dikarim
him bi zilamekî re di xeyal u mejiyê xwe de
bijîm û him ji kar u xebat jibo Reber Apo u
rêxistinê bikim. Bi her cureyî her yek ji wane
bi şêwazeke nakokiyek wiha jiyan dike. Ruxmê ku
di vê mijare de nêzikatiya Rêber Apo diyare ji
her yek ligorî xwe rêbazekî esas digire. Ez vê
weke pirsgirekêke bingehîn û giring dibînim,
weke ku hinek heval dibêjin “ev pirsgirêk, piştî
reforma civakî derket hole” ez wisa nagirim
dest. Jiber ku ev pirsgirêkêkî civaki u
mirovahiyê ye, di encama vê de ji nav me de
pirsgirêkeki birdoziye, ger demê derbasbuyî
kesayet bihatibuya çareserkirin, reforma civaki
bandorek xwe nedikir.
Ji ber ku pirsgirêken wiha hebûn
ew komên taswiyeci u xiyanetkar ev mijar ji
xwere kirin çavkaniya bihêzbune u xebitandin.
Jiber vê yeke beri her tişti bîrdozî u felsefeya
Rêber Apo baş fêm bikin ku ev felsefeya evîn u
heskirin bixwe ye. Di vê felsefeyê de ayîbuyîn,
kirina malê u tapokirin nîne. Ji bo ve divê van
mijaran baş nîqaş bikin u jidil biryar bidin,
tercih bikin di van mijaran de tevlî Rêber Apo
bibin u birdoziya wi bipejirinin. Jixwe di
tevayî mijarên dî de jî misoger tevli ve dibin u
tu tişt li pêşiya me nabe asteng. Ji ber ku
Rêber Apo bixwe jî dibêje “şerê me yê cewheri
şerê evin u heskirinê ye”. Ger îro weke
kadroyeke keç u xurt kar u xebatên me nive niv
encam digire an jî qet encam nagire çavaniya xwe
ji wan mijaran digire. Ji bo we ye ku em bi evîn
u heskirin naxebitin u hêza xwe naxin bin
xizmeta armancê. Jiber ku hîn di dilê me de
evîn u heskirin weki taboyeki ye û em jêre
biyanine, an jî weke qedexebuyin me fêm kiriye,
an ji weki mijare ku pişti şoreşe were jiyan
kirin. Her yek ji van rebazane şaş u nîvçene, bi
nêrîna min jî evin u heskirin di jiyanê de
veşartiye u bi ked u tekoşîne tê afirandin. Ji
bo ku em bi evîn u heskirinê bijin şert nîne ku
zilamekî an jî jineki ji xwe re bibînin u ji xwe
re taybet bikin. Ji ber ku tu dikarê weke
miroveki jê hes bikî. Ji ber ku em beri bibin
zilam u jin, mirovin an jî zarokin, bila evin u
heskirina me weke mirov u zarokan paqijbe. Bila
kes ji me evîn, heskirin u hesten xwe bi
kesayete ve sinordar neke. Jixwe ji bo min di
demeki wiha de lêgerina jinek an jî zilameke ku
pêre bijîm, jêre qala heskirinê bikim xeflet e.
Ji ber ku hîn şoreşa zihniyet, bi taybeti jî
şoreşa heskirina mirov serneketiye. Ji ber vê ye
ku her têkiliyên teng yê di navbera du kes de,
di encam de têkçuyîna herdu kes u kolebuna evine
ye. Di vir de ez nabêjin evîn u heskirin nîne,
heye lê belê pêwiste bibe heskirina tevayi
mirovahiyê. Ew pîvanên ku ez dipejirînim
dibînim, nikarim ji hemu zilaman hes nekim, lê
belê ev rasti ji heye ku ew pîvanên min ji bo
heskirina zilameki diyarkiriye, negengaze ku di
tevayî kesayetan de hebe, ji ber ku her
kesayetek ji bo teslimbun u xiyanete ji rastiyê
re bike ew zemin têde heye. Ji ber vê yekê
dibêjim lêgerîn li keseke çawa be jî xeflet e,
xwe mijulkirin u derbaskirina dem pêve tu tişt
dî nîne. Lewre ez dibêjim berê ku evindarê
kesayeteki bibi divê di despêkê evîndarê
mirovahi, xweza u jiyanê bibî. Ger wisa be êdî
dem hatiye ku biryarekî bidin ku bi hemu heza
xwe tevli bîrdoziya Rêber Apo bibin. Dilê ku
têde tenê cihe zilamekî an jî jineke hebe ew ne
dile u negengaze rê bide jiyankirina gel u
Rêbereke, ger rê jî bide ew pir bihêz nine u wê
rojê bê ew tevayî tune bibe. Rastiye ku mirov
xwedî siruşteke bikaribe hemberî xwe bixe bin
bandorê u bikeve bin bandorê em nikarin ve înkar
bikin, ya herî girîng ewe ku hunera şerkirina li
hemberi kesayeta xwe fêm bikin, ji siruşta xwe
ne revîn u nebin girtiyê wê, ger wisabe em dibin
miroveki xwedî biryar u bi istîkrar ku her roj
berbi nûbune ve gav diavêje. Di vi alî de ji min
şaş fêm nekin u nebêjin heval Viyan pirsgirêka
kesayeta xwe çareser kiribu u ew bibu jinekê
azad. Rastiya mirov wisa ye ta roja mirinê bi
kesayetiya xwe re şer bike u xwe biçuk nexîne, u
berbi koletiyê ve neçin. Ez jî mîna jineki
aliyên kevneşopî di bin de heye, tişta ku min ji
xwere esas girt, ji siruşta xwe revîm, lê
girtiyê we jî nebun u bin neketim. Ger rojeki
min zanîba hevaleki xurt xistiye bin bandora
xwe, ew ji di têkoşîna xwe de kêm meya, ji xwe
geleki hêrs dibum u dihundire xwe de di ketim
lêgerineke ku her tim lêpirsîn ji xwe re bingeh
digirt. Ez weke jinekê Kurd pêwîste ku şoreşê
pêşbixînim u tu mafê min nîne mirove ji
xizmetkirina şoreşê dur bixînim.
Bi vi awayi ez mîna jinekê
lihember Rêber Apo, Gel u tevayi jinên azadixwaz
hevalên heja yên li Haftanîne u tevayi hêzên
YJA-STAR u tevayî hevalên tevgerê rexnedana xwe
didim, ger kêmasiyên min buye sedema bezariya we
leborina xwe dixwazim. Li ve dere ev beşa nameya
xwe bidawi tînîm, ez hêvî dikim konferansa kadro
u tekoşîn bigehîje serkeftinê, we tevahiya jidil
ve bi hestên jinekê ve silav dikim u we yeka
yek maç dikim.
27.01.2006
Ji ronahiya şevên tarî Rêber
Apo re
Rojekî ku min te bîhîst u
naskir, jiyan di min de avabu dizanim ez kîme u
çawa bijîm, yanê ramana te min bi min da nasîn u
min zanî ku wate bidim jiyane u alfebaye azadiyê
ji te fêr bum. Di dibistana te de çi qas min
zehmeti kişandibe tu rojeki dudilî jiyan nekir û
poşman nebum. Ji bo ku di dibistana te de hêza
wate dayîn raman u hêza mirov min nas kir. Kêmbe
ji min fêm kir tu tiştek zehmet nîne u mirov
bixwaze digehîje her aramancek bi şertê cidî u
bibawerbe. Mîna jinek u mîna Kurdekê azadî ji
min re bu armanc u jidil ve pê bawerbum. Bi
hesreteka mezin min dixwest lê nêz ve te bibînim
u te hemêz bikim, hestên ku di dilê min de ye
derbarê azadiya jin u gelê xwe bi te re parve
bikim. Di sala 1998’an de komploya navnetewî di
navbera min u te de cudabunek çekir u hêviya min
u hezaran hevalên mîna min winda bu. Piştî
dîlgirtîna te di dilê min de hêza biryardayîn u
azadiyê gurtir bu u min hewl dida ku ji nez ve
bi hestên xwe bi te ra bim ji bo viya gelek
caran di hundire xwe de bi te re diketim
diyaloge, min hîs dikir mîna dengek u hêzek di
hundire min de yî u ji te hêz digirt. Bi caran
min te xewn u xiyalên xwe de dît pir pê kêyfxweş
bum. Lê rastîbe jî ez nikarim hemu hest u
ramanên derbarê te de bînim ziman. Piştî sala
1999’an şunda rastiyekî di mejiyê min de deng
vedide ew jî eve dîlgirtina mirovekî mezin mîna
te bê edaletiyekî mezin e u min nedikiriya
bipejirînim. Bêguman berpirsiyariya dîlgirtin,
tecrida rêbere gelekî u sazumankarekî mirovahî
tenê ne dewletên sextekar ên di hundire komploye
de bun, qasî wiya jî lewazî u hevaletiya me ya
kêm di vê komployê de cih girt. Ji bo wiya her
tim hemberî te gel u tevahiya jinên ku hêviya
azadiya te bun, xwe şermezar dibînim.
Di 15 Sibata 2006’an de derbasi
heştemîn sala dîlgirtina Rêber Apo dibin, bi we
re jî komplaya navnetewi derbasi pêvajoyekî nu u
bi tîrs dibe, dixwaze bandora xwe li ser
Îmraliyê u Kurdistanê çêbike dixwazin hemu
têkoşîna aştî u azadiya Rêber Apo asteng u tune
bikin, bi eşkire banî teslimbûn u hewldidin ku
dest ji Reber Apo bê berdan. Jiyanê bê Rêber
Apo, bê bîrdozi u bêvîn li ser me ferz bikin. Ji
bo ve îro gelê Kurd li her çaraliye cîhanê de
lihemberî siyaseta înkar u tunekirine li ser
Rêber Apo, daketiye meydanan. Ez jî mîna
şagirtekî te lihemberî vê komployê di 15 Sibatê
de mîna jinêkî Kurd girêdana xwe bi te re bidim
sepan u gur bidim berxwedan u çalakiya gelê xwe.
Bi agirê bedena xwe peyameki bidim mejî u dilên
qeşagirtîyên şeristaniya rojava, mîna gelek
mirovan di dadgeha dîrokê de bibim şahîdek ku
direwinbuna dadgeha mafê mirovan a rojava
derxinim holê.
Rêberê min! Çalakiya ku ez lidar
dixim tevî ku nerazîbun u serhildereke lihember
komploya li ser te u gelê Kurd, aliyekê din de
rexnedaneke ji bo hevaletiya kêm, lewaz u xwe ji
şermezartiye xwelaskirine. Ez bi bawar u bi
îdîame taku yek jî ji me be, felsefe u xeta
bîrdoziya te digehîje serkeftinê. Gelek kes
dibejin u dihizirin ku xeta bîrdozi di keseyata
te de tune bikin, lê ez henekên xwe wane dikim u
îdîaye wan vala ye, ji bo ku êdî tu di nav dil u
mejiye bi mîlyonan kesan bi taybetî jî jinan de
jiyan dikî. Tu buyî malê dîrok u civake. Tu her
tim bi wefabun, rastîbuna jin bi me dide nasîn.
Ez îro ruxmu hemu kêmasî û zayifiyên xwe
lêborîna dixwazim u biryarbuyina xwe di xeta
sosyalîzma zanisti u demokratîk u pradigmaya nu
dixwazim nîşan bidim, kêmbe jî paşverutiya
hundirîn u hêzen derve. Min jî gelek caran weke
hevalên şehîd digot xezi tiştekî bi nirxtir ji
canên min hebuya ku min di riya azadiya Rêber
Apo, gelê xwe u jinên eşkişandi de feda
bikiribuya.
Piştî dîlgirtina we ya di sala
1999’an de berdewam min biryara encama
çalakiyeki wisa girtibu, lê belê şert u merc
guncaw nebu ji bo tişteki wiha bi taybetî jî ji
bo ku hun aciznebin min hema têdikoşî jiyane de
dirustbun u girêdana xwe bi we re bidim
nîşandayîn. Îro jî dizanim wisa tê xuyarin ku ev
çalakiya min we re rexnekirin u neyê pejirandin,
lê belê ez çi bikim Rêberê min? Hinek hene ku
evîdardibin u destê hev digirin u direvin,
evîndarbuyîna min jî wisa ye, dilê min bê we, bê
kênê li ser lêvên zarokên welatê xwe aram nabim.
Min nikarîbu biryara xwe ji dem u pêvajoyekî
wisa dereng bixim ji bo heştemîn sala dîlgirtina
we. Ji bo vê jî ez lêborîna xwe ji we dixwazim
Rêberê min. Ez dixwazim vê jî bêjim pir bi hêvî
u bawarim. Bi taybet jî dema ji bo hilbijartina
Komîteya Jinuve Avakirina PKK’e te navê min
anîbu ser ziman u pirsa min kir, min xwe wisa
hîs kir ku te mezintirîn diyariya cîhanê da min
u rumetekî pir mezinbu. Berdewam perspektîfên te
yên ji bo şoreşa başur ku weke şoreşa jin tê
binav kirin, di min de bawariya têkoşîne
diafirand. Niha jî li nava bêdengiya mirinê ya
li başur heye dixwazim weke jinekî başur kêmbe
jî bersivekî bidim ked u nirxên ku we afirandî.
Ez gelek kêyfxweşim ku encameki bi serkefti bi
dest bixim.
Di dawiyê de silav, heskirin u
hesreta dîtina xwe diyarî we yê bê emsal dikim.
Rêberê min vê jî ji bîr neke ku ez pir bêriya we
dikim, pir bêriya we dikim….
Ligel Silav Rez u Hesrata xwe
21. 01.2006
Ji Gelê Kurdê Welatparêz u
Berxwedavan re!
Dîrok îspat kiriye ku gelê Kurd,
gelekî qehreman u cangoriye. Berevajî hemu
siyaseta înkar, bi Erebkirin, Tirkkirin u
Fariskirin bi hemu kêmasiyên xwe hemu na
parastiye u mora xwe li dîrokê daye. Dewletên
dagirker dibêjin; “ger hûn nebin Tirk, Fars u
Ereb tu mafên we yê jiyan u hemwelatiyê nîne?”.
Dewleten emperyalîzm dihizirin ku çawa u li
kuderê Kurdan bikin pergalekî berjewendiya
siyaseta u bi Kurdan di leyîzin. Çîna serdesta
Kurd ku weke daredestekê dijmin mane ji bo
berjewendiya hizbî u malbate xwe u takekes, her
wiha hewl didin ku gelê Kurd bikin mijara
bazarê. Gelê kurd di rewşeki wisa de ye ku di
tu çihê din yê cîhanê u tu dîroka de mînakên
weki wî nehatiye dîtin. Gelek di bin tecrîd u bi
tenê ye u weke komekê tewanbar xerabker tê
dîtin. Ev rewş jî bi qasî 5 hezar sale ku tê
jiyandin, li dijî vê rewşê gelê Kurd heta cihê
ku dikaribun bi hezara şer, şur, kuştin u birîn,
koçberbun, bi êşekê mezin ve tenê xwe parastine
u hatine ta sedsala 21’min.
Rêber Apo, tevgera azadiya gelê
Kurd bi qasî 30 sale ku mudexeleya ve rewşê dike
u iro jî gelê kurd aniye astekê têkoşine êdî
tenê xweparastin, kuştin u birîn weke çarenusekê
napejirine. Niha jî li hemu cîhane bang dike
dixwaze dawî li tirajediya xwe bîne. Dixwaze
destê çareserî aştî u demokrasiyê jê re bê dirêj
kirin. Le bele ne dewletên bi nave parêzeriya
mafên mirovên cîhanê, dewletên dagerkerên
kurdistan u ne tenê bersiva destên aşitiyê
nadin, heta dawî bi hovtiyekî (vahşet) mezin, bi
şer u zextê diçin li ser gelê Kurd u ji wan
teslîmiyeti kolebuyînê dixwazin. Ev jî girêdayî
komploya navnetewiye, di çarçoveya konseptekî
nu de tê meşandin. Navê ve konsepte jî bêrumet
kirin u şikandina vîna gelê Kurdê serbuxwe ye.
Dibêjin ku “em gelê kurd înkar nakin”, lê belê
çareserkirina bê Rêber Apo, bê PKK esas
digirinn. Ev ne tiştekî asayiyê ku di aliyeki
de êriş dibin ser gerîla, gelê çalakvan u Rêber
Apo, di aliyeki din de jî kurdên hatine asîmîle
kirin, kirine navenda projeya Rojhilata Navîn
garantiya avakirina dewlet u sitatuyekê giredayi
xwe didin wan.
Wisa xuyaye sala 2006 pir bi
germî derbas bibe, dijmin şere topyekun beyan
kiriye u di niha de xistiye kiryariyê. Li ser vê
bingehê em jî weke gelê kurd divê her di her alî
de çalakiyên xwe bihêz bikin u sala 2006 ne tenê
sala xweparastinê bibe sala diyarkirina
çereseriya pirsgirêka kurdan. Di vî alî de
teminata serkeftinê di destê me ye bi wî şertê
ku her kes here ser karê xwe di nav şerê
parastina rumet u vîna gel de cihe bigire. Ji bo
we jî her kesekî kurd, her rêxistinek, tevayî
bajar, gund, rewşenbîr u hemu çînên civakê
pêwiste di ve salê de xwediyê çalakî bi plan
be. Di hedefê wê çalakiyê de bingeh girtina
azadî u serkerftinêbe, di wateyek din de dibe
sedsala 21’mîn de bi çalakiyên cewherî çarenûsa
xwe diyar bikin. Di demê nêz u dur de divê sê
xalên serekê yên çalakiyên gel diyar bibe. Di vi
ali de xebatê gur bikin;
A ayekmîn; weke gele kurd u jina
kurd ji bo azadiya Rêber Apo her tim birbi pêş
ve gav biavêje u diruşmeya “bê Rêber Apo jiyan
nebe” wateyekî cewherî u rast bidin. Ji bo wê jî
divê her rojêkî me mîna 15 Sibatê 1999 bi
cesaret u germ derbas bibe, le bi awayekî
zanistiyane u rêkxistin kir be. Gelê kurd di 15
Sibata 1999’an de îspat kir ku Rêber Apo ji wan
re rastiyekî mezine ku encamê şer u aşitiyê
diyar dike.
Ez jî di wê baweriyê de me
giyana wê salê dijî komplaya li ser Rêber Apo
careke din di dilê me de xwe nu dike u
guhertnekî bingehîn di rewşê Rêber Apo de çêdike
u di demêkî kurt de zemînê azadiya wî garantî
dikin. Ji bo ku rihe berxwedana 15 Sibata 1999
cîhan hejand. Ji bo wê jî ez bani tevayî gelê
kurd yê li her çar aliyê cîhanê dikim, 15 Sibata
îsal jî bixin destpêkirineki nu di têkoşîna
azadiyê de.
A duyemîn; di xeta parastina
rewa de bêku xwînrijandina mirov u xirakirina
yekitiya gelan bê hedef kirin divê bi çalakiyên
demokratik re u berxwedana gel re xwe bike yek
tevayî ciwan çi keç çi jî xurt her yek mîna
gerîlayekî berê xwe bidin çiya u di heman demê
de mafê bergirêdanê di nav bajar de tenê ji
HPGê nexwazin. Çavkaniya madî u maneviya hêzen
şerxwazên dijmin bikin hedef ku rolê serke di
tunekirina kurdan de digirin. Ciwan u jinên kurd
derfetên wan hene ku çalakiyên pasif derbas
bikin u her yek mîna gerîlayekî di nav bajar de
çalakiyên mezin lidar bixin. Ji bo ku îro roja
têkoşînêye u sekinandina me bê wate ye, demê
pêşde ji me bedeleki mezintir dixwaze. Derfeta
me heye ku em parastina cewheri gelek pêş bixin
ku dewlet necar bibe ku Îmraliyê weke berêdarê
(muhatap) aşitiyê bibîne. Ger wisa bibe wê demê
hêvî u xwesteka me bi wate dibe, ji bo ku aşiti
u çareşerî bedelên mezin dixwaze.
A sêyemîn; pêşxitin u rêxistina
sistema Konfederalîzma Kurdistane. Di wi alî de
ji bo pêşneketina wê her tim Rêber Apo me rexne
dike. ji bo ku di vî alî de em gelek giran
tevdigerin. Xalek sereke girêdana me ya bi
şêhîdan Rêber u gel avakirina sistema
konfederalîzmê ye. Ji bo ku konfederalîzme
demokratîk xeta çareseriya demokratîk u sistema
rêveberdiya cewheri ya gelê kurd e. Ger ku em ve
sistemê baş fêm bikin u rêxistinên wê jêr ve
berbi jor bê avakirin tu cara pêwîstiyê bi
dewletbuyîne nabin, ji bo bi dest xistina mafê
ziman, çand u nasname ne ji dewletê ji xwe hêvî
bikin. Dî vê çarçovê de beşdarbûnekî mezin ya
eskerî, siyasî u rêxistinî Pêwîst dike. Ez
bawerim ku dî demekî nêz de roja Azadiya Kurdan
were. Çava ku pêvajoya şoreşa vejînê ya netewî
serkeftinê dest xist, îro jî bi îrade u
hewildayîna me pêvajoya çareseri ya demokratîk
serkeftinê destê xwe dixe u trajediya netewî bi
dawî dibe. Ez jî wek zarokekî gel ji bo
tevlîbuna çalakiya we u deynê ku li ser min e,
li ser serê çiyayên Kurdistanê de cudatiya
navbera gel u gerilla bi dawî bikim u sar u
sermayê Kurdistanê bin bixim u bi çalakiyên
agirîn dixwazim girêdan u rastiya gerilla bi we
nîşan bidim. Û mizginiya wiya bidim ku dervayî
hemu kêmasiyen me heta miskalek fikir u rihê PKK
di me de hebe wek Sema u Serdar Ari bi îrade u
bawerî ji bo xwe fîdakirinê her tim amadene.
Dibêjim serkeftin di aşitî u azadiyê de ne gelek
dur e. Eger dur be jî tu cara zeman nikare
bawerî u îradeya tekoşîna me bin bixe. Û dawi de
ez pê xweşhalim ku zarokek gelekî mina we me.
Jİ BO GELÊ KURD YA BAKURÊ
KURDİSTANE
Pir bi hesretbum ku rojek werim
çiyayên bakurê Kurdistan u ber bi germahiye
serhildanên we bi rê bikevim. Hemu hêvî u
armancên min ewe ku hun, wek her mirovek li
rewşekî aştiyane u bi ziman u çand u nasnameya
netewa xwe bijîn. Wisa te xweyakirin ku ez tenê
kesekim ku viya nebînim. Lê belê ji niha pê ve
ev rastî hîs dikim u pê bawerim. Ji xwe dîtina
me pir girîng nîne. Bes şertê ku ew zarokên ku
bî destê xwe ye buçuk kevîra davêjîn kabusên ku
xewn u xeyalen bireng ya wana xera dîke u roje
wana tarî dîke, bibînin.
Rêber APO nêzî we ye. Ji ber vê
yekê hun gelek bişans în. Le bele barê ku li ser
mile weye jî pir giran e. Ez viya dizanim. Ji
ber ku ew tene Rêberê gelek î nîne. Belku
emaneta mirovahi u diroke ye. Ji ber vê ye ku
Azadkirin u parastîna wê ji zehmet e. Ne
westandina we u tekoşine we ye bê sekînandîn,
bingehê xwe ji vir digre. Ev ji pir piroz e. Ez
bi rexnedayine xwe re ev ji ji we re piroz
dikim. Hevî dikim ji vir pê ve bi çalakiya
komkîrîna imza jî bo referanduma demokratik ya
gele Kurd u hemû çalakiyen dî yen demokratik,
pêvajoya çareseriya demokratik ava bikin. Dî
dawiyê de ez bang lî tevahiyê gelê xwe dikim ku
derdorê Rêber APO u rêxistinên wî kom bibin. u
tu kes u kom u tu deshilateki bi hêwi u zeif
pêşiya xwe nekin asteng. U tenê u tenê çavê me
li serkeftinê be.
Silav u rêz
Jİ BO GELÊ KURD YE BAŞURÊ
KURDİSTANÊ
Destpêkê li çiyayên bîlîndên
Kurdistane ve wek keçeki gerilla ez silav u rêz
u dilsoziya xwe pêşkeşi we dikim. Bî vi re ji ez
kêyfxweş im u ev serkeftin u destkeftinên diroki
yên îro dî başurê Kurdistane de ez li we piroz
dikim ku berhema xwina bi hezara şehit u ked u
tekoşina bi sedan sale gelê me ye. Ev pêşketinên
ku iro di Kurdistane de ten jiyankirin u we yê
welatparêz ji pê keyfxweş dibin,bi gelek bedel u
kurban dayinê mezin u piroz wek helepçe u enfal
u koçberi u kuştîn u talan bî dest ketiye. Ji bo
vi ye ku parastîna her Kurd u bi vînbûna di
pêvajoya demokratikkirina Îraqê avakirina
sistema nu ya Dewletê erkeki her kurdekî bişeref
u nanuse, dijmintiya vê jî bi wateya fikirandina
qireje. Di vir de xala heri giring ewe ku gelê
me bi hişyariyek mezin li van destkêftên xwe
biparêzin u wane peş bixwe. Ji ber ku dive baş
bizane ku hin di kurdistanê u di hêrêmên dî de
ji zengila gefa şer, şur u planan qirên yên
dijmin li ser gelê kurd bi dawi nebuye, pêwistî
helwestdayineki bi giştî heye.
Di dîrokê de giştî Dewletên
rojava u bi taybet Emerîka bixwe bune sedema
derketina pirsgirêka kurd, ruxmê wê îro jî li
ser keda gel u xwina şehidan zilamtiyî dikin.
Xwe bi xwediye destkeften diroko ku îro di
kurdistane de hatiye afirandin dizanin u
dixwazin Başurê kurdistan bikin kelhayeki ji bo
parasitina berjewendiyên siyaseta xwe ya di
Rojhilata Navin de. Di aliyeki de jî planen xwe
yên qirêj çawa u li kuderê, kengê kurdên başur
li dijî dewletên weke Tirkiye, Suriye, Îraq
bixebitînin u di aliyeki din de jî ji bo ku kurd
sînorê vê derbas nekin her tim di bin venêrana
wan de bin Başurê kurdistanê dike daveki jibo
kurdên parçên din yên kurdistan, bi vê ve
dixwaze kurdan li dijî hev bibe hewl dide. Dema
di aliyeki de PKK dixwe nava listeya terorê u
Reber Apo ji dide girtin, aliyet din ve ji ji bo
serokên partiyên başur federasyona kurda
avadike, ev tişteki asayî nine u divê baş bê
dîtin, hun ji weke gelê başur nabe ku vê
bipejirinin. Dewleta Suriye, İran u Tirkiye jî
berdewan di nav hewldayina tunekirina destkêftên
başurê kurdistanêne, dawi li siyasteta xwe
dijberî naynin. Her çi qas hêzên desthilatdarên
kurdan jî bi taybetî jî çînên serdest u
berjewendîperez, hîzîb u malbet jî bi navê
siyaset u kurdiniyê de maskeyeki li ruyê dane,
li ser xwina şehid u gel kirîn u firotinê dikin.
Di pêvajoyeki wiha çarenus diyar dibe u giringe,
li her çar perçeyên kurdistanê bi taybet di
bakurê kurdistinê de niqaş li ser ve tê kirin,
diyaloga çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin,
gotina birêz Mam Celal ku ji Tirkiye u Emerika
re dibêje “bila Apo bêdeng bikin” şermeki gelek
mezine u pêwistê neyê pejirandin. Êdî ji bo
kurdan şerme ku diji hevdu plan, dav danin u
şerbikin, ji ber ku kêmukurtiya kurdên her parçe
dibe kêmukurtiya kurdistanê giştî. Çarenusa her
çar parçeyen kurdistian weki goş u neynokê
girêdayê hevin, bi taybeti jî heya pirsgirêka
kurd bakurê kurdistanê ku parçeya heri mezin a
kurdistane ye neyê çareserin negengaze parçeyên
kurdistanê yen din bişerf u azad bijîn. Li ser
vî bingehê bang li tevayî gele kurd yÊ başurê
kurdistanê dikin ku bi bêdengî u bêberpirsiyarî
derheqa şoreşa bakurê kurdistan ne pejirînin. Ji
ber ku bêdengî dibe sedema mirinê u ji mirine
dayikbûna vîn destkêfetekî mezine ji bo başurê
kurdistane u zêde dirêj nakişine. Lewre hemu
bihervre jin, zarok, ciwan u rihspî dengê xwe ji
bo raferanduma demokratîk a parastina Rêber Apo,
pejirandina vi weke vina siyasiya kurd bidin.
Bila hemu hÊz u derfetên xwe piştgiriye bi
çalakiyên parçeyen din kurdistanê bidin
nîşandan. Di vê mijarê de bîr u bawariya min bi
giyana berxwedana gelê xwe heye. Ji bo ku gelê
başur gelekî xwe fedayî u gelê Halepçe,
serhildan u azadiyêne.
Ez jî weke keçeki we nêzi deh
salane bi çanda berxwedaniya ku min ji we
girtiye, ev zanebun, vîna ku Reber Apo u PKK,
tevgera azadiya jina kurd daye min, li çiyayên
kurdistanê di nava hewldayin u têkoşîn ji bo
azadiya gele kurd u jina kurdim, hemu hêvî u
armancên min azadiya gelê kurd yê li her paçrê,
demokratizebun u azadiya zihniyeta başure
kurdistan dawî anîna xwekujî, bêcaretî u
koletiya jin u reva ciwan welatê u hemu
pirgirekên civakê yên dine. Li ser vi bingehê
îro bi çalakiya xwe cangoritiye dixwazim
helwesta xwe ji bo girêdana bi armance ve bidim
nîşandan u peyameki ji bidim we. Ev çalakiya min
wek xwekujiya wan jinan nîne ku ji bêçareyi u
bêzariyê çavkaniya xwe digire, lê çalakiyeke ku
di rêya evîn, jiyan u pêşxistina zîhniyet u
azadiyê ye u berdewamiya xeta berxwedeniya jinên
weke Leyla Kasim, Zîlan u Sema Yüca ye. Ez pir
kêyfxwe dibin ku ev peyam u çalakiya min
bigehîje guhê tevayi gelê min u tevayi jinên
kurd. Kêmbe jî hêzeki bide têkoşîn u tevgera nu
ya di nav gelê başure kurdistanê de. Di dawiyê
de ji weke kadroyeki jina başurê kurdistan
rexnedayîna xwe didim. Min pêwistiya
pêşengtiyekî bihÊz bicih ne aniye u RÊber Apo,
bîrdoziya azadiya jin ku bîrdoziya şoreşa civakî
ya başure min bi we qasî pêwist dikir neda
nasîn.
-BİJÎ RÊBER APO!
-BÎJÎ PKK u PAJK!
-BİJÎ KJB u KKK!
-BÎJÎ HEMÛ ŞEHİDÊN RİYA
AZADİYE!
-BİMRE XİYANET U KOMPLOYA
NAVNETEWÎ!
-BİMRE HEMÛ CURE PAŞVERUTİ
DESTHİLATDARİ!
Silav u Rêz
01 Sibata 2006
Jİ MALBATA MİN YA KU HES
DİKİM RE!
Di seri de silav u rêzên xwe ji
dayîk, bab, xwişk, bira u hemu xizmên xwe re
dişînim. Çavê wan yeka yek maç dikim u hêviya
tenduristiya wan dixwazim. Berêzan qasî deh sal
dibe ji ber şert u mercen têkoşîne u nihek
turebuna min li we ji we re name neşand. Di
destpekê de tevlîbûna min şoreşa rizgariya gelê
kurd u tevgera azadiya jin, bi rêbertiya Rêber
Apo u PKK me ji hevdu fêm nedir ev bu sedemê
acizbûna me. Lê belê ez hêvi dikin ku piştî deh
salan ku fêm bikin u wate bidin vê rêya ku ez u
bi hazaran keç u xurtên ciwan yen her çar
parçeyên kurdistanê têdikoşin. Hûn bixwazin an
jî nexwazin malbateki vê şoreşêne u nikarin
deriyê xwe, dilê xwe li ruyê haval u ramanên
keça we u bi mîlyonan mirov evîndare wê ne
bigirin. Hun kesin ku di civakê de xwediyê rêz,
rumetin, ew kurdin ku di dîroka xwe de Helepçe,
Enfal şahidê welatparêziya we ne. Hun ji wi
geline ku di li ser bingehê rastiya (şer şêre çi
jin çi jî mêr be) hatiye avakirin. Ji bo wiya
tevlibuna jinê di çareseriya pirsgirêka netewi
weke şermek u mijarake namûsê negirin dest. Êdî
li pey rê u wêneyên kevneşopiya civaka berê
nebin û jin jî mîna hebûneki (beşereki)
bipejirînin. Ji ber ku pejirandina jin mîna
mirov u vînekê pejirandina vîna gel û civakê ye.
Ger ne wisa be jiyan kêm dimîne, êdî dema wê
hatiye ku hun ji biryar bidin xwedi li dîrok,
qehremanî u berxwedaniy gelê derkevin u mîna
kurdeki şeref qasi ku dikarin xizmetê bikin.
Dema ku ez ji we cuda bûm 15 saliya min bu niha
ez bume 24 Salî, hinek li ser rastiyan bihizirin
u jixwe pirs bikin ku ev keça me çi dike u ji bo
çi têdikoşe, “ma ev jî nedikarî, mîna Awaz u
Xalît u hin kesên din dest ji şoreşê berde u
jixwe re jiyan bike”.
Pişti viya bila heval werin mala
we u hûn jî serdana wan bikin, nameyên min
bixwînin u pirsa jiyana hevalan bikin, her tim
Roj TV temaşe bikin u Dengê Mezopotamya guhdar
bikin u pirtukên Reber Apo bixwînin. Wê demê
hune bizanibin keça we ji bo çi seri li vê riyê
xist u êdî wate bidin vê rêyê. Ez nabêjim u çi
bikin u çi nekin kêmek bi wijdanbin, bixwe
biryara xwe bidin.
Di vî ali de ez dixwazim derbarê
xwe de tişteki bêjim; “bi dirêjî neh salan rojek
fikr xiyanet u poşmanbuyinê jiyan nekir” gelek
tişt di PKK de ez fêrbum u pir pê serbilindim.
Yek ji wan rastiyen girîng ku fêrbum rastiya
heskirina dayîk, bab, xwişk, bira u mirovayî bi
giştiye. Demê dirêje ji we durketibun u min
digot çi ma ew rastiya PKK fêm nakin u xwe ji
derveyi PKK dibînin. Lê belê pişte demê kî
gehîştim wê baweriyê ku encama helwesta we
bingehê xwe ji pirsgirêkên ramyarî, raman u
kevneşopiya sedsalan a kurdan digire, kêmasiya
min jî heye ku derfetek ne afirand bi were
nîqaşekî bikim u di vi alî de lêborîna xwe ji we
dixwazim. Dibejim hûn jî mîna malbatekî kurd an
jî wekî mirovekî kurd di dil u mejiyê min de ne.
Ji bo avakirina jiyaneke azad, ez canê xwe feda
dikim bersiv dayîna min ji bo xizmeta ku we ji
bo min kiriye ne ku xiyanet kirin li şehidaye
xwedî derkenin li xwîna wane u xwe fedakirine.
Ev çalakiya min protestokirina
siyaseta tunekirina gelê kurd u tecrida li ser
Reber Apo ye di rêya azadiya gel u jina kurd u
xwelasiya wan ji zilm u zordariyê ger ku canên
min bi nirxtir tiştek hebuya min bida. Lê di we
demê gelê kurd berbi serkeftinê ve diçe li her
cihê li ser piyane ji bo keça mîna min xwe
fedakirin ne zore. Ez jî mîna gelek heval xwe
deyndarê gel u jinê dibînim.
Min dixwest gelek tişt ji bo her
yek ji binivîsîm le çend seatek ji bo lidar
xistina çalakiyê maye, bi qasî we zêdetir
xwişk u birayên min hene sonda xwe bidim wan. Di
dawiyê de ezê tiştekî ji bo we bejim ew jî ewe
ku ger hun xwedî rastiya heskirinin tenê rê u
armanca min baş fêm bikin ji bo ku ez canê xwe
ji bo rê didim. Ez wesyet dikim Awaz carek din
tevlî refên gerîla bibe u çeka min rake u xwe
bixwe hemêza çiyayen azad ê kurdistanê, ji bo ez
gelekî je hesdikim u dixwazim di nav hevalan de
be.
Rê bin keç u xurtên dî çarenûsa
xwe diyar bikin bibin xwediyê vîn.
Di dawiyê de jî silav, rêz u
heskirinên xwe ji we re diyar dikim, dilşadî u
serbilindiya we hêvî dikim.
SİLAV Û RÊZ
KEÇA WE YA GERİLA LEYLA WALİ
HÛSEYÎN Bİ NAVÊ VİYAN SORAN
01 SİBAT 2006
ŞEVA LİDAR XİSTİNA ÇALAKİYÊ
|