|
Ji bo
Dayika Uweyş baxçeyek hate diyarîkirin
Li Wargeha
Penaberan a Mexmûrê ji bo 18'emîn salvegera
wefata dayika Uweyş merasîmek hat lidarxistin.
Ji
aliyê dayikan û Meclîsa Îştar ve li ser navê
Rêberê gelê kurd, baxçeyek bi navê baxçê dayika
Uweyş hate diyarîkirin.
Li Wargeha
Penaberan a Mexmûrê ji bo 18'emîn salvegera
wefata dayika Uweyş merasîmek hate lidarxistin.
Ji aliyê dayikan û Meclîsa Îştar ve li ser navê
Rêberê gelê kurd, baxçeyek bi navê 'baxçê dayika
Uweyş' hate diyarîkirin. Qurdela baxçeya dayika
Uweyş ji aliyê sê dayikên şehîdan ve bi tîlîlî û
diruşmeyên "Bijî serok Apo" "Jin jiyan azadî'
hate birîn. Jin bi tîlîliyan derbasî baxçe bûn.
Dayik li ber
wêneyên dayika Uweyş wêne kişandin û hestên xwe
bi van gotinan anîn ziman; Em roja wefata te de,
bi serbilindî te bi bîrtînin. Te wata dayikbûnê
bi me da nasîn. Ewladek çawa tê mezinkirin, te
nîşan me da. Em hezar caran te silav dikin û bi
bîrtînin."
Pîştî vekirina
baxçê, jin li navenda meclîsa Îştar kombûn û ji
bo dayika Uweyş ji alî koordînasyona jinên
Mexmûrê Sosîn Elî axaftinek kir. Elî balkişand
li ser kesayeta dayika Uweyş a ku li ser Rêberê
Gelê Kurd bandorkiriye û wiha axifî: " em
destpêkê 18'emîn salvera wefata dayika Uweyş de
wê bi bîrtinin. Dayika Uweyş xelata herî mezin
diyarî me gelê kurd bi taybet jî li jinan kir.
Bi kesayeta xwe Rêberê me hîn di biçûkaniya xwe
de bandor kir. Dayikek Îsyankar û kerhatî bû. Ev
taybetmendiyên wê li ser Rêberê me bandor kir."
Elî wata
dayikbûnê jî wiha bi lêv kir: " hûn hemû dayikin,
dayika Uweyş jî dayika me hemûyan e. Ji ber ku
temsîla hemû dayikan dike. Dayika Uweyş, zarokek
çawa tê xwedikirin, zarokek çawa tê
perwerdekirin, zarokek bi kîjan şêwazan tê
xwedikirin nîşanî me da. Dayika Uweyş di eynî
demê de temsila keda dayikan e."
Sosîn Elî di
dawiya axaftina xwe de bersiva dayikê çawa tê
dayîn, Rêberê me nîşan me hemûyan da û got; " me
li ser navê Rêberê xwe baxçekî diyarî dayika
Uweyş kir. Ev ji bo me gelek bi wateye di rojek
wiha de roja wefata dayika Uweyş de diyarîkî
wiha. Lê em dizanin ku diyariya herî mezin ango
bersiva herî mezin Rêberê me da dayika Uweyş.
Hereketa jina azad pêşxist û vê malê hemû jinan
kir. Vê baştir û watedartir diyarî jî nîn e. Ji
bo vê em dibêjin, jin jiyan azadî"
Jinan jî bi
diruşma "bijî serok Apo" "jin jiyan azadî" bi
çepik û tîlîliyan merasima xwe bidawî kirin.
(Ekîp/mae)
|