|
|
Întîhar, Kêlîya Wate
Wendakirinê Ye
Besê Şîmal
Jin çima întîhar dikin? Ev îsyan ji ber çiy e?
Ev hêrs ji bo çiy e? Hema hema her roj em
agahiya întîhara jinekê an jî lêgera întîhara
jina dibhîzin. Lê mixabin li hember vê
trajediyê civak bê deng û bê bersiv e. Weke bê
hestiyarî temaşe dik e. Pêwîste ev trajedî
çawa were nas kirin û dana naskirin? Ji xwe
mirov nikare ne pirse û bê bersiv bimîn e. Di
civakê de gelo (psîkoloji) derûnîya gelek întîharê
hakim e? Bêdengiya civakê gelo bi vê em şîrove
bikin? Gelo civak maf dide van intihar a? An ji
difikirin ku jin van intihara heq dikin? Eve
rastiyeke ku her roj bi dehan jin li paş xwe
nanêrin, ji nav me qut dibin û diçin. Bi rêbazen
tirsehêz(korkunc) dawî li jiyana xwe tînin.
Xwe zindî zindî şewitandin tê çi wat ê? Xwe
jehrkirin, xwe dardakirin? Kîjan sûcdarî vê bi
wê dide kirin? Kîjan hêz bi wê dide kirin? Ji
agir şewattir ev kîn û nefret çavkaniyê xwe ji
ku digrin? Êşa dikşîne ger ji agir ne bi
şewattir be ma xwe di şewitîn e?
Întîharên jinan travmaya civakî dide diyarkirin.
Vê rastiyê derdixe ber roj ê. Ger tê xwestin
civak were xwendin, li rûyê jinê întîhar dikin
bi nêrin! Ev rû eyna civakê ye. Ev rû trajediya
civakê xêz dik e. Êş heye di vî rûyî de, hêrs,
îsyan hey e. Westandin, neçarî heye di vî rûyî
de, bê hêvîtî, bê hêzî hey e. Di rastî de hêz
heye, serhildana bi nefret hey e. Redkirina wê
cihana ku ne ya wê ye hey e. Di vî rûyî de îlana
ev cihana ku ne ya wê ye hey e.
Ji dema teraza cîhanê hat wendakirin, li
dijberî wê hat xebitandin û heta niha jinê xwe
perçekî vê cihanê ne dîtiye. Ev hest jiyan ne
kirin. Bi sedsalan wek biyaniyekê jiya. Xwe wek
xizmetkarekî vê cihanê dît. Bêsînor xizmet kir.
Ti caran bersiv ne girt û xebitî. Bû koleyê
cihanê yê bêmişe (ucret). Ew wisa hat fêrkirin.
Wê wisa fêm kir. Hebûna xwe bê hesab, bê
berjewendî, bi keddayinê fêm kir. Bawer kir ku
xweda ‘zayendê zilam serdest’ afirandiye, bi vê
yekê hat bawerkirin. Bi vê derewa mesmezin. Xwe
zayenda jêrdetir dît. Wa fikirî ku di navbera
zayenda de newekhevî qanûna jiyanê ye.
Zayendiya civakî bi jinê re hat daqûrtandin.
Zilam cîhana xwe wisa afirand. Jiyan bi
derewê li ser jinê honand. Bi dagiriya jinê
cîhana xwe ava kir. Ev cîhan bi dagiriya keda
jinê hat afirandin bêyî ku jin têde heb e.
Întîhar bi vê rastiyê ve ji nêz ve girêdayî ye.
Jin êdî vê newekhevî, bê edaletî, înkara keda
wê ya ku di vê cihanê de tê kirin na pejirîne,
tehamûl nak e. Bê tehamûliya xwe derbasî
têkoşeriyê nake, heyfa canê xwe tîn e. Mirinê,
li hember wê jiyana bi lanet tercîh dik e.
Desthilatdariya zilam ku li gor berjewendiyê xwe
daye avakirin ew civaka zaneyndparêz bi her
awahî terorê li ser jinê dide meşandin ev yek
dibe sedema întîhara jinan. Malbat dibin mekanê
ev rastî têde têjiyankirin, mekanê herî tûj.
Malbat li ser jinê zextê qatbiqat dide meşandin.
Malbata berbi hilweşandinê ve diçe bi van zext
û şîdeta li ser jinê di nav xapandina ku xwe li
ser piya bigre deye. Zilam biçûkbûna xwe ya di
nav civakê de bi serê jinê de di teqîne, bi vê
rêyê di xwaze derbas bik e. Texrîbatek gelek
mezin di vê derbarê de li ser derûniya jinê
derdikeve. Di kesayeta jinê de bê nirxbûn, xwe
lewaz dîtin, bê hêz dîtin, bê wate dîtin, pîvana
hebûna xwe li gor pîvanê ku civak û zilam jêre
daye eşkerekirin dibîne û li gor vê rastiyê
jiyana xwe didomîn e. Ev derûni û halê rihî
nahêle jin rastiya xwe bibîn e. Zanebûna jinê
gelek girîng e. Jina zane dibe ya paşeroja xwe
nas dike û jiyana îro bi wate dik e. Bi sedsalan
ew dagirkeriya ku li ser hatiye meşandin nas
dike, hafiza xwe, kesayeta xwe ya wendakiriye
fêm dik e. Jina zanebûna wê bilind dibe hêncetê
xwe yê jiyanê bi xwe di afirîn e. Jiyana jê
hatiye dizîn û cîhanê ji nûve ava dike û ji bo
vê vîna têkoşînê di afirîn e. Dibe hêza ne li
hember mirinê bi bin dikeve, li hemberî mirinê
dibe hêza serxistina jiyanê. Jina fikrê wê pêş
dikeve, pergala desthilatdariya zilam, rastiya
malbat û civakê, rastiya têde dıjî bi hêz
lêkolîn dike, bi tevgerkirinê rêyê derketinê
derdixe hol ê. Navgînê têkoşînê pêş dix e.
Qada herî zêde întîharên jinan lê çêdibin
Başûrê Kurdîstan’ê ye. Ji xwe taybetmendiyên vê
qadê li gor xwe hene, lê belê polîtîkayên
dewletê yên xweser hiştiye civak di nava
pirsgirêkan de bi fetise, nikaribe nefesê bigr
e. Di Kurdîstanê de daraziyên (yargi) feodal pir
bi hêzin. Jin bûye namûsa malbat û eşîr ê. Li
hember wan nêzîkatiyên tinehesabkirin,
biçûkdîtin, kedxwarin, bêmafhiştin, azadiya ku
hatiye qetil kirin de ji bo jinê sekn û
helwesta demokratîk û azad nayê hêvîkirin. Ev
bendewarî ne di cih dey e. Di Kurdîstanê de jin
cihê ku namûs tê de hatiye wendakirin bûye
namûs. Ji zilamê bê kesayet, ji aliyê pergalê ve
hatiye perçekirin, azadiya wî nemaye ma jin
dikare bibe namûs? Cudatiya zayendî di heman
demê de nelirêbûna exlaqî jî dide diyarkirin.
Kêmmirovdîtina jinê, wek objeyek zayend dîtin,
ew bi vî awahî bi karanîn, tehakûm pêşxistin,
cihêkariya li hember jinê çawa dibe exlaq? Di
hindirê malbatê de bi awayekî nîzamî li jinê
lêdan tê kirin. Zilam mafê lêdana jinê ji bo
xwe dibîn e. Qanûn van nêzikatiyên
dijmirovahî, biçûk kirina mirova rewa dik e. Bi
navê mafê bav, mafê mêr bikaranîna dijwariya
zilam destek dike. Hiqûqa dewletî saziya hiqûqa
cudatiya zayendî pêşxistin, zilamê serdest
avakirin e.
|