|
|
Hatu Şahnaz: Ji Beriya
Sed Hezar Salan Hatiye Û Bawerzînek Baharê Ye
Dibe ku rojekî,
ên ku dîroka azadiya jinê binivîsînin, dibe ku
vê jinê jî binivîsînin, kê dizane ku wê şervanên
jin ên Kurd li pişt wê re, bêhna vê jinê ya
beriya niha sed salan, bi evîna bawerzinek (esinti)
baharê re bikişînin hindirê xwe?
ZİN EVİNAWELAT
Mirov bêdeng
mabûn, dîsa çek axivîbûn. Erdalaniyên Sineyî, bi
Îraniyan re ketêbûn nava şer. Dîroka biqehr, wê
dîsa xwînê nivîsandiba. Yan jî tiştên dihatin
jiyan kirin wê vegeriyaba dîroka ne nivîsandî…
Hatu Şahnaz
xweşîka xweşîkan keça Mewlana Yaqubê Erdalanî,
bi xwasteka xwe û bi erêkirina malbata xwe bi
Helo Xanê giregirê wê herêmêyere zewicîbû.
Agahiya şer, ne surprîz bû. Di Mezopotamya de ev
rewş ew qas asayîbû ku ‘fêr bûn’ hevokek ji bo
şer pirr zêde gûncav nebe jî, rastî ev bû.
Bûyîna niştecihê gelê axa bi bereket, di heman
demê de dihate wateya li rastê her cûre
îstîlayan mayîn û ketina nava berxwedanê.
Şahnaz, ji odeyê
kete hindir. Hevserê xweyê dibêje ‘divê ez xwe
amade bikim’ temaşe dike. Helo Xan di serî de
cilê xwe li xwe kir, zirxê xwe bi xwe ve kir.
bîdonê avê û tirûkê xwe yê hindek pêxwarin tê de
heye kire destê xwe. Hema spart cem şûrê xwe.
Şer Şere Çi
Jine Çi Mêre
Dinava her du
hevseran de tenê bêdengî zal bu. Bêdengî carna
tiştên wisan vedigot ku, bi qasî gotinan bê wate
bike bi wate dibû. Şahnaz, çarika xwe ya sor ji
serê xwe derxist. Ev çarika ji şîfona tenik
hatiye çêkirin dirêjî Helo Xan kir. Tam jî li
nava çavê wî temaşe dikir. Dîsa ne diaxivî. Lê,
wateya vê çarikê diyar bû. Digot; ‘bigre li gel
xwe û paşê ji min re bîne’. Ango digot, ‘vegere,
were, di qada şer de nemîne’. Helo Xan çarikê,
tûrik û şûra xwe rakir. Derî vekir û derkete
derve. Şahnaz hema li pişt wî re berbi deriyê
nîv vekirî ve meşiya. Derkete derve. Berbi
mîrzayê xwe yê hespê wî hatiye amadekirin ve
meşiya. Li hember wî sekinî. Got; “ xwedî li axa
me, ciwanên me derkeve. Ez naxwazim ku xwîna
bavên me, xuşk-birayên me û hevserên me birije
li ser vê axa me ya pîroz. Lê, di dewsa axa me
bibe êsîrê destên biyanî, mirin carna a herî
xweş e”. Helo Xan, li hember van peyvên delal
wek bêje “va hevsera min”, bi nêrîneke pê
serbilind bûye re dibin simbêlan re besimîneke
narîn hate ser rûyê wî. Serê xwe berbi jêr û jor
ve hejand, axaftinên vê jina bedew erê kir.
Eniya wê maçî kir. Siwarê hespê xwe bû. Û çû…
Êdî wê di
derbarê rewşa şer de, pey hev agahî werin.
Şahnaz, her qasideke di hat pirr baş pêşwazî
dike, cilên wî dide şûştin, xwarinên herî xweş
dide amade kirin, dihişt ku baş bêhna xwe vede.
Hema di destpêkê de weke giştî rêjeya wendahiyan
dipirse û qasid hema dixwazin di serî de agahiya
Helo Xan bide, li ser agahiyê Şahnaz rasterast
ew qasidan bêdeng dike, digot ‘ her mêreke li
qada şer, ji bo rûmeta xwe têdikoşe, Mîrzayê
min, yek ji wane. Ne ji wana hêjatir e. Biqasî
wana tev hêja ye’. Ev peyv, jinên Erdalaniyan
gelek bandor dikir, dihişt ku hemû jin ji vê
Xatuna xwere rêz bidin.
Rewşa
Erdalaniyan Ne Xetere
Helo Xan, di
herêma Bacirhan a du roj dûrî Sine de di navenda
şer de bû. Di demên destpêkê yên şer de ew
serkeftinên ku Erdalaniyan bidest xistibû, hem
şervanan û hem jî gelê Erdalanî yên van agahiyan
dibihîstîn xistibûn nava kelecanê û dinava
kêfxweşiyê de fetisandibû. Îraniyên ku fêm kirin
wê bi Erdalaniyan nikaribin, agahî rêkir herêmên
cihê û alîkarî dixwast. Ji bo banga wan a
alîkariyê bersiv zû hat. A xirap ew bû ku yên
hatin alîkariyê ji derveyî Loristaniyên ku
hemnîjadên wan bûn, ne tu kesî dî bû. Reyîsê Lor
Omer Gul, serfermandarê Artêşa Sofî Kelp Alî Han
ku xwe avêtin ber bextê wan, ji wana re alîkarî
şandibû. Li gel ev hêza hate rêkirin ji bo
alîkariyê hevsenga hêzên têkçûyî, bi serketine
tê guhertin, Îraniyan, Erdalaniyan heta geliyê
Arez a nêzî Sineyê paşve vegerandibû. Şer
derbasê vê qadê bûbû û axa Erdalan hêdî hêdî
dikete bin xeteriyê.
Hatu Şahnaz
Bi Keçên Ciwan Diçe Şer
Nedibû ku Hatu
Şahnaz, li hember ev tiştên di qewimin bê tevger
bimîne. Wê jinên Kurd cara yekem çek ne girtiba
destê xwe. Beriya vê hebû. Jixwe gelek jinên
Kurd dizanin siwarê hespê bibin û şûr bikar
bînin. Şer, bi kirêtiya xwe her derê di pêçaye,
bêhna wê ya genî baş nêzîk bû. Û tirs û kelecan
û komkujî û rondik, nêzî devê derî bûbû. Di
pêvajoyeke wisa nazik de Hatu Şahnaz,
bangawaziyeke xîtabê jinên ciwan ên Erdalanî
dike. Bi awayeke herî baş were fêm kirin, van
hevokên kurt û cewherî saz kir, “ên ji bav û
birayên xwe hez dikin, bila cilê mêran li xwe
bikin û werin qada şer. Ên ku dixwazin dîl
bikevin destê Îraniyan bila bimînin.” Bi vî
rengî wê dijminê wan nezanîba ew jinin. Ji vê
bangawaziya Hatu Şahnaz re 500 jinên ciwan
bersiv dan. Vê artêşa mezin, cilê mêran li wan
hate kirin, şûr ji wan re hate dayîn, li hespê
xwe siwarbûn, di bin fermandariya Hatu Şahnaz
de, ketin rê.
500 Jinên
Wêrek…
500 jinên wêrek,
bi baweriya ku didan xwe û fermandara xwe, ketin
qada şer. Heybeta wan hebû nayê zanîn lê, bi
sedema bahoz û barana rabû hişt ku çav çavan
nebîne. Li rixmî vêya jî 3 rojan sax şereke
jidil hate jiyan kirin. Jinên Kurd, bi mêran re
mil dan milê hev û têkoşiyan. Lê, rewşa hewayê
roja 4. hîn girantir bûbû. Ewrên reş, mîna
wêneyekî her deverekî reş pêçabû. Îranî jî,
Erdalanî jî xwe vekişandibûn cihê xwe, dinava
çadiran de li bendê bûn ku, ev rewşa hewayê
hindek baş bibe.
Jinên Wêrek
Êrişî Ser Îraniyan Dikin
Yek kesekî hebû
ne dixwest li benda ev rewşa hewayê bimîne. Ew’
jî, fermandara jin Hatu Şahnaza ku li ser artêşa
Amazonan bû. Hema zû plansaziya xwe çêkir û
bêhna xwe li gel şervanên xwe girt. Di serî de
plana xwe vegot. Wê dabeşê çar grûban bibin, ji
çar baskan de êrişê ser Îraniyên ji ber bahozê
ketine çadiran kiriban. Plansazî kete pratîkê.
Di serî de ev artêşa jin dabeşê 4 grûban bûn, li
piştre jî li ser ew xetên ku hatine diyarkirin
êriş birin ser Artêşa Sofî. Hemû çadir bi erdêve
bûn yek. Serfermandarê Artêşa Sofî Kelp Alî Han
jî hema li wir hate kuştin. Li piştî fermandarê
wan hate kuştin, Îranî belav bûn û ber bi paşve
bazdan. Artêşa Erdalaniyan a ji jin û mêran pêk
tê jî, qelebalixiyeke têkçûyî, heta herêma
Bacırhanan wêdetir jî qewitandin.
Serkeftina
Erdelaniyan
Hatu Şahnaz, bi
artêşa xweve vegeriya. Xanê Erdalaniyan, ji vê
jina ku hem hevsera wî ye hem jî rêhevala wî ye
re, ew çarika sor ya di tevahiya dema şer de qet
ji stûyê xwe dernexist, dirêjî hevala xwe kir.
Ev roja xweş, piştî hevhembêz kirineke mezin,
veguherî pîroz kirina serkeftina hevbeş a gel.
Ax, bi dilê ew
jina ku bi wê re bûye yek re, ji êsîrî destên
biyanî rizgar bûye, Hatu Şahnaz jî, di nifşên
paşerojê de weke fermandereke jin a Kurd ya
qehreman ku divê neyê ji bîr kirin, di stranan
de, di çîrokan de yan jî, di lorikan de cihê xwe
girtibû.
Dibe ku rojekî,
ên ku dîroka azadiya jinê binivîsînin, dibe ku
vê jinê jî binivîsînin, kê dizane ku wê şervanên
jin ên Kurd li pişt wê re, bêhna vê jinê ya
beriya niha sed salan, bi evîna bawerzinek (esinti)
baharê re bikişînin hindirê xwe?
|