|
Hest û helbest
Ji Akademiya Jina Azad
Helbest şerê bê
navber e. Ev şer di navbera helbestvan û hestan
de tê dayîn. Di encamê de hestên bi serketî
derdikevin holê. Ger hest û helbest bi hevdû re
li ser hîmê rast werin bikaranîn...
Bêjeya helbest
bi erebî tê wateya zanebûn, pêhesîn, gîhana
zanebûna wê, hîskirin, fêmkirin, ketina ferqa wê.
Bi taybet di wateya xwe ya helbestî de, divê
were pêvekirin ku tê wateya fêrbûn û zanebûnê.
Ji ber derveyî peyva xwe dema were bikaranîn, tê
wateya zanistî jî. Her wiha divê helbestvan
xwedî hîs, zanist û zanebûneke giştî be.
Li gorî hin
lêkolînan peyva helbest di zimanê cihûyan de tê
wateya xwendina bi aheng an jî ew aheng zikir
kirinê.
Heta niha gelek
ceribandinê nivîsandina wêje û helbestan
pêşketin. Lê belê ew birînên giran û parçebûnên
mezin ku nifûsî hemû hucreyên gelê me kiriye
zêde derfeta nivîsandin û pêşketina wêje û
nivîsandinê ne hiştiye. Ya rastî li pêşiya
nasnamebûna gelê xwedî helbest astengên jiyanî
ên mezin hebûn û heta niha ji ev astengî didomin.
Çanda xwe ya dîrokî zêdetir bi riya şanogerî û
lîstokên gelerî yê bi devkî me dan berdewamkirin.
Ev çand bi vî awayî heta roja îro hat
berdewamkirin. Di asta wêjeyî de me gelek kêm
xwe derbasî qada navneteweyî kir, bi cîhanê re
da naskirin. Ev di van salên dawiyê de dibe ku
pir zêde li ser hat sekinandin. Li gorî van
pêdiviyan sazî û dezgeh hatin damezirandin. Lê
cardin di pir aliyan de kêm dimîne. Ji ber îro
medyaya cîhanê herî zêde di vê der barê de li
ser civakê çanda ku dide pejirandin hiştiye ku
civak ji civakbûna xwe û ji cewherê xwe dûr
bikeve. Lê belê rastiyeke gelê kurd rêxistina
azadiya ya gelê kurd heye ku wêjeya xwe dîrokî,
dê-bavanî heta niha weke ronahiya çavê xwe
parastiye. Bê ku di nava ava gemarî de winda
bibe bi hemû zelaliya xwe weke çemekî zelal bi
hemû hunermend û nivîskarê xwe diherike. Di nava
vê herikînê de di hin beşê xwe yê din de li ser
tê sekinandin. Lê belê di asta helbest de bi
rastî jî hêj pir pir kêmbûn hene.
Têkoşîneke pir
mezin hatiye jiyîn. Li ser her rojeke vê
têkoşînê helbesta ku were nivîsandin bi xwe re
weke çiyayên Zagrosan wateyên bilind jî dide
avakirin. Ji ber her gotineke van helbestan
xwedî wateyên têkoşînî di wê bilindahiyê de ne.
Divê ev dîrok xwe bigihîne asta pêşdetir. Ji
ber li ser van rastiya neslê nû tên amadekirin.
Ya herî girîng jî her helbestek xîtabî pir pir
hestên mezin dikin. Di van salên dawiyê de rojên
bê wate tên bîranîn an jî pîrozkirin. Roja
Hezkiriyan! Di van rojan de ciwanên ku di pey
hindek hest û bendewariya de ne dikarin bi hest
û ramanên kurdînî lê bi zimanê helbestî zêdetir
werin amadekirin li hember wan sazumaniyan
civaka di bin bandora pergalê de. Bi rastî jî
divê li hemberî van rojan, rojên alternatîf
werin amadekirin. Lê belê bi helbestên zimanê
zikmakî û bi hestên kurdînî. Her wiha bi
helbestên kurdînî. Ma wan ciwanan ev heq
nekiriye? Belê! Wê demê divê em cardin vegerin
ser çand û hunera xwe, lêhûrîneke kûr bikin û bi
helbestên herî xweş roja xwe ya her pîrozbahiyê
bi kurdînî pîroz bikin.
Bi taybet li
gorî rastiya hestên jinê her helbesta ku tê
nivîsandin bêyî ku nivîskarê helbestê were
zanîn tê fêmkirin ku ev ji aliyê jinekê ve
hatiye nivîsandin. Ji ber vê cardin her
şoreşgerek her hevalek bi nivîsandina helbestên
xwe ya rastî nivîsandina dilê xwe jî pêşkêşî her
kesî dike. An jî hestên xwe yê herî xweşik
diyarî her kesî dike. Di vê pêvajoya niha de em
dikarin wisa jî bifikirin ku hewceyî ya pir
însanan ji van hestan re heye. Ji bo gelek
însanan û civakan helbest cihekî girîng girtiye.
Mînak di nava civaka Eskîmo de helbest çawa tên
bidestgirtin em bibînin.
Eskîmo ji
helbestan re dibêjin ANERKA. Anerka di zimanê
Eskîmoyan de tê wateya henase girtin an jî bêhn
girtinê. Henase girtina dil û mêjî bi hevûdu re
ye. Her wiha fealiyeteke jiyanî ye. Di nava wan
de bi qasî henase girtinê pêdiviyeke jiyanî ye.
Ji ber vê yekê divê bi gengazî parçeyek ji însan
be û bibe henasa dilê însan. Ya rastî helbest ne
tenê kûrbûneke hesteweriyê ye. Ev danasîn
helbesta bi sînor dike. Carinan helbest dibe
çirûskek ji ronahiya ku di dil û mêjiya de
hatiye windakirinê. Carinan bi tirs e, carinan
xemgîn e, carinan hestewer e, carinan qehreman
e, carinan hemû rengên hestan e, carinan lêgera
jiyana bê dawî û bê hempa ye. An jî bersiva
însana ji nemiriniyê re ye.
Însan di hebûna
xwe ya navîna civakan de dixwaze ku bi bandor û
çalakiya xwe teyisandina xwe ya ser civakê jî
bibîne. Di îslamê de bi wahdetî-vucûd ev tê
bizimankirin. Her wiha tê wateya afırandına
xweda. An jî bi gotineke din derxistina hêza
hundirê xwe. Ev hesteweriyeke însanî ye. Lê li
xwedayan anîne. Ji bo însan helbest tam di vê
demê de derdikeve holê û girêdana lêgera xwe ya
jiyana bi wate îfade dike. Ev kêlî dibe lêgera
însan xwe di çavkaniya xweza û însan da bi wate
kirine. Helbestvanek çiqas teraza di navbera
civak, xweza û mirov de bikaribe bixebîtine û
fêm bike dikare bi helbestvaniya xwe jî
pêşbikeve. Ji xwe rastiyeke helbestvaniyê heye
ku di asta şexsî de tê nivîsandin. Her wiha
hestewariyên ferd kesayet bi xwe ye. Di dil û
hestên ferdî de çiqas êş, xemgînî, coşî, azwerî
hebin di zimanê van helbestan de rûdidin. Tam û
bêhneke her helbestê heye. Di helbestên Nazim
Hîkmet de hêviyê pêşerojê heye. Di helbestên
Ahmet Telî de êşa birînên ne hatine girtin heye.
Di helbestên B. Brecht de bêhna xwedana bi xwê
ya kedkaran heye. Di helbestên Ahmed Arif de ger
navê wan nehatibin dayîn jî bêhna Kurdistanê
heye. Lê di nava vê rastiyê de çiqas zimanekî
hevpar û gerdûnî were bikaranîn cîhana hestewer
a ferd jî mezin û dewlemend dibe.
Di helbestên
gerîla de bêhn û tama van hemûyan heye. Lê bi
ferqeke mezin! Bi hestên jinitî ev helbest hêj
xweştir û xweşiktir tên nivîsandin. Bi kurtasî
bi hestên xwe yên jinitî em bikaribin di
helbestên xwe de Rêberê xwe, ronahiyên pêşerojê
xwe, mekanê xwe yê azadiyê, şerê serfiraziyê,
dilê jinê bidin nasîn.
Helbest ji bo
însanan gotinên bêdevkî, îfadeya hestên hundirîn
bi çend hevoka ye. Amûra vegotina hestan bi
zimanê ahengî dana xuyakirinê ye. Ji ber tê
zanîn însanên kevnar cara yekem bi zimanê
helbestê fêrî axaftin û dayîn-standinê dibin.
Heta ji vê şêweya vegotinê haz hatiye girtin,
zewq hatiye jiyîn.Helbest şerê bê navber e. Ev
şer di navbera helbestvan û hestan de tê dayîn.
Di encamê de hestên bi serketî derdikevin
holê.Ger hest û helbest bi hevdû re li ser hîmê
rast werin bikaranîn dibe weke ava diherike, xwe
berdide nava dilê hemû xwendevanên xwe. |