* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

 


Her 8’ê Adarê dibe vesîleya çembera azadiya jinê

Zelal Edesa
 

 

             

Jin her sal 8’ê Adarê bi dilşahiya biharê û bi coşa azadiyê di qadan de pîroz dikin. Çalakiyên ku tên lidarxistin di warê dewlemêndiya giyan û raman de, nîşan didin ku çawa cîhanek cuda biderfet e. Herwekî rengên cuda yên ku bi dengên azadiyê pêk ve pêşdikeve yê cîhana jinên azad e. Sedem berîkirin û azweriya ji azadiyê re ye ku jin ewqas xwedî li vê rojê derdikevin.  Jin ji ber ku di her alî ve lewaz hatiye hiştin, di warê giyan, raman û beden de zextên kûr ên koletiyê li ser hatiye domdarkirin. Em her roj dibin şahid ka gelo di şexsê jinê de jiyan çawa tê xilaskirin. Em dibînin ku dubendiya reş-spî li ser jinê tê ferzkirin kirin. Hin kes guh lê didin lê hin kes jî ne di xema wê de ne. Lê belê di cewherê xwe de cîhana jinê gelek bi reng û bi jiyanî ye. Di zimanê Kurdî de “jîn” – jin (jin û jiyan) vê rastiyê tîne bîra me û jiyanî dike. Weke ku tê zanîn ev rastî îro hatiyê berovajîkirin.  Kirdeya bingeha jiyanê jin, hatiye bireserkirin û azadiya civakê hatiyê şikandin. Derûnê cîvakê hatiye serûbin kirin. Kuştinên ku di bin navê hezkirin û evînê de tên kirin laşê mirovan dihilperîne, diyardeya mirovbûnê bi mirov re dike di nava jêpirsînê de. Ev hezkirinek çawa ye ku bi şiklekî hovane mirovan dikuje? Bav, bira, yar, mêr, xizm û hwd. li ser navê namûsê kujartiyê dike. Di raya giştî de mînakên vî pir in û her roj di rojevê de ye. Çerxa zilamên serdest wisa ye ku yan bi xwe dikuje yan jî ber bi mirinê ve rê dike.

Çima rastiyekî wisa? Mirov vê ji xwe ne pirse, nabe. Bingeha hemû pirsgirêk û di encamên van pirsgirêkan de zihniyeta zilamên dagirker heye. Ji dîrokê heta roja îro realîteyeke wisa heye. Ev zihniyeta tinekirinê, ne tenê bi jiyana civakê re bisînordar e. Rê li ber tinekirina hemû zindiyan û xwezayê vedike.  Serdema modern (modernîta kapîtalîst) bêtarên ku di warê xwezayî û çêkirî de tên jiyankirin dide diyarkirin ku nikare çareseriyê hilberîne. Çavkaniya xwe jî ji sîstema şer diafrîne û pêşnuma nukler pêşdixine digire.  Bi taybetî jî li hemberî civakê bi aktîvîteyên çanda pîspayiyê pêşdixin, pirsgirêk weke xirbe dikin ku mirov nekaribe di bin de derbikeve. Ji bo jinê jî ev hîn trajêdî ye. Di warê xirabiyê de her gavavêtineke jinê weke meta tê bikaranîn. Rêberê me li hemberî vê sîstemê sîstema alternatîf (Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk ya Azadixwaziya Cinsiyeta Civakê) pêşxist û bingeha çavkaniya ku pirsgirêkan pêktîne zihniyeta bi hezar salan ya zilamên dagirker dewletparêz dahûrand. Ev zihniyet wisa ye ku ji bo xwe bide jiyankirin divê kuştinan pêkbîne. Divê kole hebin ku dagirker bijîn. Xizan hebin ku dewlemênd heyîna xwe bidin jiyîn.

Di warê zilam de nêzikatiyên klasîk yên li hemberî pirsgirêka jinê nehatiye derbaskirin. Bi taybetî jî yên ku ji xwe re dibêjin em demokrat in; dibêjin ku “jixwe rojek hatiye dayîn, hin derfet jî hatine dayîn ka xwe azad bikin”, divê tavilê dev ji van nêzikatiyan were berdan. Li hemberê jinê, civak û xweza tehrîbatên ku ji alî sîstema dagirker ya zilam hatine pêşxistin dîrokî ne. Çembera koletiyê ya ku bi hezaran sale li ser jinê çawa pêşxistine nizanin û naxazin bizanibin jî.  Ji ber ku pirsgirêka wan ya azadiyî nîne. Azadî ji aliyê Xwedê de hatiye dayîn, hatiye bexşkirin, ji bo wan mafekî pîroz e. Ji xwe hemû pirtûkên pîroz de hatiyê pejirandin. Zihniyeta zilam ji bo ku vê biparêze her teoriyan jî pêşdixe.  Heke em mînak bidin; cilên dekolte yên ku jin li xwe dikin weke bangnama tacîza zilam kirin tê destgirtin û hwd. Di vir de jî jin tê tawanbarkirin.  Yanê, li gorî teoriya zilam heke zilam ketibe nava gunehan de jî, bingeha xwe ji tawanbariya jinê digire. Şewazê teoriyên wisa pêşdixin. Ferqa vî mantiqê ji ya mantiqa dîrokê tine. Zilam çi jî bike ew mafdar e. Ji xwe heya niha jin çi kiriye bi vê mantiqê tê darizandin.  Sînorên jiyana jinê hene. Heta ev zihniyet neyê derbaskirin em nikarin weke ku dixwazin wateyên azad li jiyanê barkin.

Em bi giranî di vî warî de hemfikin ku divê ev roj di warê sembolîk de nemîne. Ev nêzikatî jî rast e. Wateya ku di vir de derdikeve ji bo meşa azadiya jinê destpêkek sembolîk e. Her 8’ê Adarê dibe vesîleya ferehkirina çembera azadiya jinê. Eger azadî û jiyanek azad wê çêbibe ne di tenê rojek re bi sînor be, em hemû rojan belav bikin wê watedar bibe. Ji bo vê jî divê hemû kes ji bo azadiyê hewlbidin. Têkoşîn û hewldanek bê hempa ji bo jin û zilam ferz dike.  Bi vê vesîlê em 8’ê Adara hemû jinan pîroz dikin.