|
|
Berfîn Dilav
Keça çav zeytûn,
nêrînên mahsûm lerizok di bîra gundê xwe yê di
nava tarîtiyê de winda bibû, bê av û feqîriya
jiyanê de noq bibû, çûbû. Gelo tişta lê digeriya
çibû. Gelo wê taritiyê çi tanî bîra wê, pêşeroja
wê tu dixistî nava kîjan xeyalan.? We jî weke
her embrîyo di zikê dayîka xwe de çêbûyîna xwe
diqedand. Lê bêyî ku agahiya wê ji wehameta
dinyaya derve hebe, bêyî ku hemû seyra wê bi
dawî bibe demek jiya. Dibe ku berê bi rewşa
derve bizanibûya, wê qet nexwesta jidayik biba.
Îro xwe ji xwe û ji derdorê xwe razber kirin,
hindek be jî ew noqbûyîna nava wê çala kûr a reş
kiribû. Ew çareke din bi pirs û lêgerê xwe re rû
bi rû mabû.
Dibe ku weke keç,
jin, keçên ciwan me hemûyan ev kurte çîroka kin
di jiyana xwe de, di qonaxên cuda û teşeyên
cihêreng de jiyabe. Hind cara me hemûyan di
hindek deman de li xwe pirsiye; ka gelo em li
kûn e. Em kîne û li kûderê ne. Ma ev jiyana ku
me nedikarî biwate bikira, ev spîbûyînên jiyanê
me li kû winda kir? Ev windabûyîn jî
windabûyînek ne ji me be, ji dîroka me dizînek
ku di bê watebûyînê de pirseke me ya bê bersiv
be. Gelo di nav vê demê de windabûyîna me ji me
ne tevgera dizê û nijadên dîrokê yên ku ji
zanebûna azadiyê, çand û jiyana azad bê per
dixwazin me bikêşin nav gerava ezîtiya me be.
Gelek caran
mirov di jiyana xwe de bê ku biwestin li pey
hind tiştan direvin, an jî dixişikin. Hin ji wan
bi zanebûn, hin ji wan bê zanebûn, heta di nava
keriyan de bi korayî, bê pêngavên bêbinsal,
kendavên ku hîsa valbûyînê dide bir bi wir ve
diçin… Ma bûyîna perçek ji yê/a keriyê tê çi
wateyê? Weke bê lêpirsîn di ronahiya kesk de
derbasbûn, an jî di ya sor de sikinadin e.
Xulase mirovên wisa hemû demê xwediyê
dilgirtinek nediyar in, koleyên cahîltiyê ne.
Mirovên wisa hemû demê têne kifşkirin. Ma gelo
ji bo ronahî sor an jî kesk be kî yan jî çi kifş
dike.? Kê an jî kî pê li vê digmê dike?
Jiyana me ji
temenê piçûkiya heta dawiyê melabata me kifş
dike, dibe ku em hîn çênebibin jî wan xêzkiribe.
Vê carê weke keçekî em hatibin dinê hemû tişt li
gor wê tê diyarkirin. Ji me hindekan re derfetê
çûyîna dibistanê jî nayê dayîn, ger me xwendibe
jî pîşesaziyên ku em bikin jî divê ji derveyî
exlaqê civakê dernekeve, li gor wê berê ve
digirin bin biryarê. Gelek bûyer û diyarde beyî
ku ji me were pirsîn û mafê vebijêrkan ji me re
bihêlin, weke çarenûsekî ji berê ve hatiye
diyarkirin û nivîsandin. Ango bi kinasî malbatên
me, ev kevneşopiyên ku bingeha xwe ji hezarsalê
digre, di serî de li esmana teşe girtiye, paşê
bi rahîb dewletan ve û êdî li hemû cîhanê bûye
pergalek serdest ji bo mirovên bûne kerî hatiye
sazîkirin. Bi bername û rêzname yên xwe ev
dinyaya sîmûlark û sanal de, mejî weke çîpê usb
bi awayek teqez qeyd dike. Ji pençere derbasî
pençerê dike, ji dem derbasî dem dike, bi
guherîna teşeyî ve xwe daye berdewam kirin.
Malbatên me jî bi cûreyekî ji vê kevneşopiyê bi
awayek nezan, lê bûne rêveberên vê saziya
bingehîn, ji vê rêwşê re hatine mehkûm kirin.
Ji bo em vê
pêvajoya sîmûlakt û sanal fêmbikin, pêwîstî pê
heye ku em hindekî vegerin dîroka xwe. Di
serdemên berê de ciwan û jin di demê zîguratan
de dihatin kategorîkirin. Li gor kategoriyan yên
jor bi xwedeyan re wekhev dihatin hesibandin, ên
qata navîn dida meşandin, an jî yê tebeqa jêr jî
ji bo pirojeya bingehîn ya evdê nûjen dihate
amedekirin. Belê, ji bo civakekê, rêxistinekê an
jî pergalekê avabikî, di nav civakê de hêzê herî
dînamîk pêwîste were xebitandin. Ew erdê ku tu
biçînî ango axa ku bireşînî bi xêr û bereketbe
wê ewqas zindî û tijî jiyan be. Ger ew ax çiqas
rizî be wê ew berhem jî ewqas mirî û bê giyan
be. Ev pergala sîmûlark û sanal êdî di mijiyê,
zîhîn û çavê mirovan de tenê weke şehitîna hîsê
ye. Ya ku tê diyarkirin wate û jiyan e. Bi vê
dixwazin lêgerînîn mirovan, heqîqetê nediyar û
di bîreke kûr û tarî de winda bikin.
Keçika çav
zeytûn, binêrînên xwe yê lerizok û mehsûm, a ku
yek qevd gihiştin û wêrekî qazanç bike, ew
nêrînên ku di bîra tariyê de winda bûne tenê
dikare bi girtina ronahiyê re rêya ku diçe zîhnê
deriyê labîrantê veke, tenê têgihiştina van
gumaniyan e. Vekirina van deriyan bersiva rast a
pirsên ku ji xwe dike re goncav e. Ez kîme, li
kû me, ji kû hatime, li kû hatime û ji bo çi ez
li vir im? Van pirsa ji xwe kirin cewazbûneke.
Bersiva herî bi wate ji dizên nirxên azadiya
xwezayê yê pergala derdest ya kuresel re. Bedan
dayîk, jina weke jiyanê tê binavkirin û
lêgervanên azadiyê ciwan ji bo bikaribin xwe ji
xafleta nezanîbûnê û kerîbûnê biqetînin, divê
xwe çareke din biafirîn e.
|