|
|
Têgîna femînîzmê bi Kurdiya xwe tê maneya
‘tevgera jinîtiyê’. Ji lewra bi temamî rengê
pirsgirêka jinê nade û dijberê wê jî weke
mêrîtiyê were tesewirkirin wê hê bêtir meseleyê
sêr û stewr bike. Mîna ku bi tenê maneyeke weke
‘jina bindest a mêrê serwer’ nîşan dide. Lê
rastiya jinê hê berfirehtir e. Ji cinsiyetê
wêdetir şaxên wê yên berfireh ên ekonomîk,
civakî û siyasî hene. Eger em têgîna
mê-tingeriyê ji çarçoveya welat û neteweyan
derxin û daxin asta komên mirovan, mirov bi
hêsanî dikare statuya jinê weke mêtingeha herî
kevin terîf bike. Bi rastî, ti diyarde weke ruh
û beden bi qasî jinê nehatiye mêtin û nebûye
mêtingeh. Divê baş were fêhmkirin ku sînorên
jinê di statuyeke mêtingehê de tê hiştin ku bi
hêsanî mirov nikare diyar bike.
Çawa
ku di tevahiya zanistan de heye, vegotina
mêrtiyê mohra xwe li zanista civakî jî xistiye û
rêzên vê zanistê yên behsa jinan dikin, bi
nêzîkatiyên propagandîf ên hîç behsa rastiyê
nakin, tijî ne. Çawa ku dîrokên şaristaniyê yên
çînî, mêtinkarî, zordestî û êşkenceyê statuya
rastî ya jinê dinixumînin, ev vegotin belkî jî
çil qat ji wan zêdetir dinixumîne. Li şûna
femînîzmê têgîna jineolojiyê (zanista jinê)
belkî çêtir bersiva armancê bide. Diyardeyên
jineolojî wê derxe holê bi herhalî wê der barê
gelek beşên teolojî, eskatalojî, polîtîkolojî,
pedagojî û welhasil heta sosyolojiyê de ji
loji’yên wan kêmtir xwedî pareke rastiyê nebin.
Hem ji aliyê fizîkî ve hem jî ji aliyê maneyê ve
jin beşê herî berfireh ê xwezaya civakî pêk tîne
û ev ne ya guftûgoyê ye. Hingê çima ev parçeyê
herî girîng ê xwezaya civakî nebe mijara zanistê?
Sosyolojî gelek beşên xwe hene û heta pedagojî
jî beşek ji wê ye, û der barê perwerde û
hînkirina zarokan de ye. Zanisteke evqasî hatiye
dabeşkirin çima jineolijiyê pêk nayîne û gelo ev
xusûs ji vegotina wê ya bi serweriya mêr û pêve
bi tiştekî din tê ravekirin.
Heta xwezaya jinê di tariyê de bimîne, wê
tevahiya xwezaya civakê rohnî nebe. Xwezaya
civakî bi awayekî rastî û berfireh were
rohnîkirin, hingê rohnîkirineke rastî û berfireh
a xwezaya jinê mumkîn dibe. Ji dîroka
mêtingehkirina jinê heta bi mêtingehkirina wê ya
ekonomîk, civakî, siyasî û zêhnî statuya wê were
zelalkirin, wê ev yekê bibe alîkariyeke mezin ji
bo zelalkrina tevahî mijarên din ên dîrokê û
civaka îroyîn.
Bêguman zelalkirina statuya jinê şaxekî meseleyê
ye. Şaxê wê yê girîngtir der barê pirsgirêka
rizgariyê de ye. Bi gotineke din çareser-kirina
pirsgirêkê hê zêdetir girîng e. Gelek caran tê
gotin, asta aza-diya giştî bi asta azadiya jinê
re di weznekê de ye. Ev gotin rast e, lê ya
girîng ew e, wê nava wê çawa were tijîkirin.
Azadî û wekheviya civakî bi tenê wekhevî û
azadiya jinê diyar nakin. Ji bo vê hewcedarî bi
teorî, bername, rêxistin û mekanîzmayên çalakiyê
heye. Ji vê jî girîngtir, xuya dike ku siyaseta
demokratîk a bê jin nikare bibe, heta
polîtîkvaniya çînî jî wê kêm bimîne, aştî û
hawîrdor jî wê neyên parastin. Divê mirov jinê
ji statuya ‘dayika pîroz, namûsa esasî, ya dest
jê nabe, hevaleke bêyî wê nabe’ derxe û weke
tevahiya obje-sûbje bixe ber lêkolînê. Bêguman
beriya her tiştî divê mirov van lêkolînan ji
qeşmertiyên bi navê eşqê biparêze. Heta şaxê
herî girîng ê lêkolînê divê rezîliyên mezin ên
di bin navê eşqê de (di serî de destavêtin,
kuştin, lêdan, dijûnên yek ji ya din sosrettir)
hatine veşartin, pêşkêş bike. Gotineke Heredot
heye dibêje “Tevahiya şerên Rojhilat-Rojava seba
jinê
derketine.” Ev gotin bi tenê dikare rastiyekê
rave bike. Ew jî ev e, weke mêtingeh bi nirx
bûye, ji lewra jî dibe sedema şerên girîng.
Jixwe dîroka şaristaniyê welê bû, lê modernîteya
kapîtalîst hezar qatî ji wê girantir û bi
awayekî pirralîbûyî mêtingehkirineke jinê temsîl
dike. Li nasnameya wê kolaye. Dayika tevahiya
kedan, xwediya keda bêheqdest, karkera xwedî
heqdesta herî kêm, ya herî zêde bêkar, çavkaniya
bê sînor a arezû û zordestiya mêr, makîneya
zarokanînê ya nîzamê, pîrika mezinkirina zarokan,
amûra reklamê, amûra seks û pornoyê, bi vî awayî
mêtingehkirin dûvdirêj diçe. Kapîtalîzmê bi qasî
ku di ti mêtinkariyê de mekanîzme pêşde nebiriye
di mêtinkariya jinê de mekanîzma bi pêşxistiye.
Herçiqasî bi dilê me nebe jî her û her em li
statuya jinê vedigerin û ev êşê dide me. Lê ji
bo yên mêtinkarî li ser wan dimeşe zimanê
rastiyan bi awayekî din nabe.
Tevgera femînîst li ber rohniya van rastiyan
bêguman divê tevgera herî radîkal a dijberê
sîstemê be. Tevgera jinê bi rewşa wê ya modern
em dikarin reh û kokên wê bibin bisipêrin Şoreşa
Franseyê û piştî çend qonaxan karîbûye heta roja
me ya îro bê. Di qonaxa pêşî de li pey wekheviya
huqûqî beziyaye. Ev wekheviya zêde maneyê îfade
nake di roja me ya îro de bi awayekî berfireh
pêk hatiye. Lê divê mirov baş zanibe ku naveroka
wê vala û pûç e. Mîna mafê mirovan, ekonomîk,
civakî û mafên siyasî di mafên din de jî
pêşketineke şeklî heye. Bi awayê xuya dike jin
jî bi qasî mêran xwedî azadî û wekheviyê ye. Lê
ya rastî, xapandina herî girîng jî di vî şêwazê
azadî û wekheviyê de veşartiye. Ne bi tenê di
dema modernîteyê de, di tevahiya demên
hiyerarşîk û şaristaniyan de jin di hemû çaviyên
civakî de ji aliyê zêhnî û bedenî ve dîl hat
girtin û bi koletiyeke pirr kûr hat xebitandin.
Ji bo azadî, wekhevî û de-mokrasiya vê jinê
hewcedarî bi xebatên teorîk ên berfireh,
têkoşîna îdeolojîk, xebatên programatîk û
rêxistinî, ji van jî girîngtir pêdivî bi
çalakiyên bi hêz heye. Bêyî van, xebatên jinê û
femînîzmê wê ji xebatên jinê yên lîberal ên ber
dilê sîstemê xweş dikin wêdetir, ti maneyê îfade
nekin.
Eger zanista jinê pêş bikeve, mirov
çareserkirina pirsgirêkan bi mînakekê rave bike
wê têra xwe me hîn bike: Divê mirov zanibe ku
xerîzeya hundir a cinsîtiyê yek ji şêweyên herî
kevin a hînbûnê ye. Bersivê dide pêdiviya cinsê
mirov ji bo zurriyeta xwe dewam bike. Ji ber ku
derfet û îmkanên ferd ê jiyana bêserûbinî nîne,
xwe neçar dibîne weke potansiyela zêdebûnê xwe
dubare di yekî din de pêk bîne. Ya jêre xerîzeya
cinsî tê gotin, ev e. Kengî ev potansiyel şert û
mercên di cih de dibîne xwe zêde dike û jiyanê
dewam dike. Bi awayekî li beramberî tehlûkeya
qirbûn û mirinê dibe çare. Mîna dabeşbûna pêşî
ya şaneyê ye. Şaneya yek e, xwe pirr dike û bi
vî awayî xwe bê mirin dike. Eger em hê bi
awayekî giştî bibêjin bûyer ev e, gerdûn li dijî
valatî û tinebûna dixwaze wê daqurtîne, xwe timî
bi cûrbicûrkirinê zêde dike û bi vî awayî meyla
xwe ya bêserû-binîbûnê di jiyana zindî de dewam
dike.
Fer an jî ferda ev bûyera gerdûnî ya bi cinsê
mirov dewam dike, zêdetir jin e. Zêdebûn û
pirrbûn di bedena jinê de pêk tê. Rola mêr di vê
bûyerê de têra xwe talî ye. Ji lewra di
dewamkirina zurriyetê de bi tevahî berpirsiyarî
ya jinê ye û ev ji aliyê zanistî ve jî xusûsek
e, tê fêhmkirin. Jixwe jin bi tenê cenînê di
zikê xwe de hilnagire, mezin nake û nazê. Hema
hema heta bi mirina xwe jî li zarokên xwe miqate
dibe û bi awayekî xwezayî bi vê berpirsiyariya
xwe radibe. Hingê encama pêşî ya divê em ji vê
bûyerê derxin ew e, divê di tevahiya mijarên
têkiliyên cinsî de ji sedî sed jin xwediyê
gotinê be. Ji ber ku her têkiliya cinsî ji bo
jinê bi awayekî potansiyel rê li ber pirsgirêkên
giran ên nikaribe ji binî rabe vedike. Divê
mirov baş fêhm bike ku jineke deh zarokan bîne
ji aliyê fizîkî ve heta ji aliyê rûhî ve dikeve
rewşeke heft xwezî bi mirinê.
Nêrtina zilam li seksualîteyê hê zêdetir
berevajî û bêberpirsiyarî ye. Di vê de korkirina
desthilatdariyê û cehalet di dereceya yekê de
diyarker in. Herweha bi hiyerarşî û dewleta
xanedaniyê re bûyîna xwediyê pirr zarokan ji bo
mêr tê maneya bi hêzbûneke dest jê nabe.
Pirrzarok ne bi tenê dewamkirina zurriyetê, her
weha weke desthilatdarî û dewletmayînê jî
misoger dike. Bi awayekî, ji bo ku dewleta tê
maneya yekdestdariya milk ji dest neçe, divê
xanedanî mezin be. Bi vî awayî, hem ji bo hebûna
biyolojîk, hem jî ji bo hebûna desthilatdarî û
dewletê, jinê dikin amûrê anîna pirr zarokan. Ji
bo jinê bingehê xeternak ê mêtingehkirinê bi
yekemîn û duyemîn xwezayê ve girêdayî bi vî
awayî tê amadekirin. Mirov hilweşîna jinê bi van
herdu xwezayan ve girêdayî analîz bike gelekî
girîng e. Hewce nake ku mirov zêde rave bike, di
bin statuya vê xwezaya duber de mumkîn nîne ku
jin ji aliyê rûhî û bedenî ve demeke dirêj zindî
û nehilhilî li ser piyan bimîne. Hilweşîna rûhî
û bedenî di zikhev de pêk tên û ev jî dihêle ku
jin ji bo jiyana yên din dewam û têkûz bike, di
berdêlê de jiyanê bi qehr, kin û bi cefa bi dawî
dike. Gelekî girîng e ku mirov dîroka şaristanî
û modernîteyê li ser bingehê vê rastiyê analîz
bike û bixwîne.
Em wehameta pirsgirêkê ji aliyê jinê ve li
aliyekî bihêlin. Şaxekî din ê pirsgirêkê heye ew
jî pirsgirêka demografiyê ye ango zêdebû-na
şêniyan e. Bandora xwe bi awayekî giran li ser
tevahiya xwezaya civakî û hawîrora ekolojîk dide
hiskirin. Çi ji aliyê zanista jinê ve, çi jî ji
aliyê tevahiya zanistên civakî ve yek ji dersên
herî bingehîn ên divê were girtin ew e, divê
şênî bi rêbaza ‘hînbûna xerîzeyên hundir’ dewam
neke, neyê mezinkirin û ji bilî hin rewşên
îstîsnayî neyê piçûkkirin. Bi rêbazên zanistî
yên ku tevahiya dîroka şaristaniyê hatine
pêşdebirin, destekkirina bi rêbazeke herî
paşvemayî ya mîna xerîzeyên hundir dewamkirina
zurriyetê, sedema sereke ya zêdebû-na bêhed a
şêniyan e. Cinsê mirov weke xwezaya civakî, bi
tenê bi rêyên xerîzeyên hundir, nexasim jî bi
ajoyên cinsî hebûna xwe dewam bike, rewşeke
gelekî paşvemayî îfade dike. Asta mejî û çandê
ji bo ku hebûnên civakî bi naverokên pêşketîtir
bên dewamkirin potansiyelên hînbûnê pêşkêş dike.
Ferd û kom bi mejî û çandên xwe, bi saziyên xwe
yên felsefî û polîtîk xwedî wan îmkanan in ku
xwe demeke dirêj dewam bikin. Ango bi rêya
xerîzeya hundir dewamki-rina zurriyetê û
pirrbûna mirov bi vî awayî maneya xwe namîne.
Mejî û çanda mirov ji mêj ve ji vê rêbazê
bihuriye. Ji lewra ji vê paşvemayînê bi awayekî
bingehîn şaristanî û prensîba karê ya
modernîteyê berpirsiyar e. Hîç şik û guman têde
nîne ku pirrbûna zêde ya şêniyan DESTHILATDARÎ Û
YEKDESTDARIYA ZÊDE ye; ew jî tê maneya KAR’a
herî zêde û mezin. Tevahiya dîrokê cinsê mirov
bi pirr zêdebûna xwe ne bi tenê civak, hawîrdor
û xwezaya xwe jî aniye ber îmhayê û ji sedî sed
ev encama DANEHEVA DESTHILAT-DARÎ Û SERMAYEYA
KUMULATÎF e, û ev jî tê wê maneyê encama QANÛNA
KARA ZÊDE ye. Sedem û tesîrên din hemû di
dereceya talî û duyemîn de rol digirin.
Wê wextê ji bo çareserkrina pirsgirêka jinê ya
ji niha ve bi qasî çiyayan mezin bûye û
pêşîgirtina li hilweşîna ekolojiyê, berê pêşî
divê pirsgirêka demografiyê were çareserkirin, û
di vê de berpir-siyariya bingehîn divê ya jinê
be. Ji bo vê jî şertê pêşî divê jin tam azad û
wekhev be; mafê wê yê tam ê siyasetkirina
demokratîk hebe; di tevahiya têkiliyên bi
cinsiyetê re pêwendîdar de gotin û îradeyeke tam
heqê wê ye. Li derveyî van rastiyan, bi temamî
wekhevî, azadî û rizgariya jinê, civakê û
hawîrdorê pêkan nîne. Bi heman awayî bigewdebûna
siyaseta konfederatîf û siyaseta demokratîk jî
mumkîn nîne.
Jin herweha weke hêmana bingehîn a civaka exlaqî
û polîtîk, li ber rohniya azadî, wekhevî û
demokratîkbûyînê ji aliyê etîk û este-tîka
jiyanê ve bi roleke heyatî radibe. Zanista etîk
û estetîkê par-çeyekî zanista jinê ye ku jê nabe.
Ji ber berpirsiyariyên wê yên giran ên di jiyanê
de jin ê di tevahiya mijarên etîk û estetîkê de
hem weke hêza fikir û hem jî weke hêza
bicihanînê rê li pêşketin û gavavêtinan veke û
guman ji vê nayê kirin. Têkiliya jinê bi jiyanê
re li gorî mêr hê bêtir berfireh e. Asta
pêşketina mejiyê hisî têkiliya xwe bi vê re heye.
Ji lewra estetîk weke bedewkirina jiyanê ji
aliyê jinê ve mija-reke hebûnî ye. Ji aliyê
etîkî ve jî (Teoriya exlaq, teoriya estetîk =
be-dewî) berpirsiyariya jinê berfirehtir e.
Aliyên çê û xirab ên perwer-deya mirov,
girîngiya jînê û aştiyê, xeternakî û xirabiya
şer, nirxan-dina pîvanên mafdarî û dadê,
diyarkirin û gihiştina biryarê, ji aliyê civaka
exlaqî û polîtîk ve jin ê bi awayekî hê rasttir
û bêhtir bi ber-pirsiyarî tevbigere. Ji ber ku
ev li gorî xwezaya wê ye. Bêguman ez behsa jina
lîstok û siya mêr nakim. Li vir a ez behsa wê
dikim ew jin e ku azadî, wekhevî û
demokratîkbûyîn dawerivandiye hinavê xwe û qebûl
kiriye.
Zanista ekonomiyê weke parçeyekî zanista jinê
were pêşdebirin wê hê zêdetir rast be. Ekonomî
hê ji destpêkê ve şêweyekî xebata civakî ye ku
jinê bi awayekî bingehîn têde rol girtiye. Ji
ber ku xwedîkirina zarokan li ser pişta jinê ye,
ekonomî ji bo jinê maneyeke heyatî îfade dike.
Jixwe maneya peyva ekonomiyê “qanûnên malê,
pîvanên debara malê” ye. Ev jî eşkere ye ku karê
bingehîn ê jinê ye. Ekonomî ji destê jinê hatiye
stendin û ketiye destê tefekar, bazirgan, pere,
sermayedar, desthilatdar-dewlet û rayedarên mîna
axayan tevdigerin. Ev bûye derbeke mezin li
jiyana ekonomiyê ketiye. Ekonomiya ket destê
hêzên dijberê ekonomiyê, bi lez bû hedefa
bingehîn a desthilatdarî û mîlîtarîzmê û
tevahiya dîroka şaristanî û modernîteyê bû
sedema sereke ya şer, pevçûn, pêxîrtengî û
bihevketinên bê sînor. Di roja me ya îro de
ekonomî, ji aliyê kesên têkiliya xwe bi
ekonomiyê re nînin, bi lîstikên kaxizan, ji
rêbazên qumarê xirabtir kirine qadeke lîstikê,
bi awayekî bê sînor nirxên civakî desteser dikin.
Pîşeyê pîroz ê jinê ku ew bi xwe bi temamî li
derveyî vê qadê hiştine, veguherandine pîşeyê
makîneyên şer, amûrên trafîkê yên ku kirine
jiyan li hawîrdorê nebe, îmalatxaneyên berhemên
bêkêr ên ji bo karê û ti têkiliya xwe bi
pêdiviyên bingehîn ên mirovan re nînin, lîstikên
borsa, buha û faîzê.
Tevgera azadî, wekhevî û demokratîk a jinê ya
xwe disipêre za-nista jinê û femînîzmê jî digire
nava xwe, eşkere ye ku wê di çare-serkirina
pirsgirêkên civakî de bi rola sereke rabe. Divê
mirov qîma xwe bi rexnekirina tevgerên jinan ên
rabihuriya nêz neyîne, bêtir bi ser dîroka
şaristanî û modernîteyê de biçe, lewra wan jin
kir rewşeke weke nebe. Eger di zanistên civakî
de mijara jinê, pirsgirê-ka wê û tevgerên wê
hema hema tine bin, berpirsê vê yê bingehîn
avahiyên çandî yên maddî û zêhnî yên hegemonîk
ên modernîte û şaristaniyê ne. Bi nêzîkatiyên
teng ên wekheviyê yên huqûqî û siyasî belkî
alîkariya lîberalîzmê were kirin; lê bi
nêzîkatiyên bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkê
bidin aliyekî, weke diyarde jî çareseriya wê
nabe. Mirov îddîa bike ku tevgerên femînîst ên
heyî ji lîberalîzmê qut in, û bûne hêzên dijberê
sîstemê, ev ê bibe xwexapandin. Yek ji
pirsgirêkên bingehîn ên femînîzmê ew e, eger
weke tê gotin radîkal e, wê wextê divê beriya
her tiştî xwe ji binî ve ji hînbûnên lîberal, ji
jiyan û şêwazên fikir û hisên wê qut bike,
şaristanî û modernîteya dijminê jinê ya li pişt
wan analîz bike û li ser vî bingehî giraniya xwe
bide rêyên çareseriyê yên manedar.
Modernîteya demokratîk divê xwezaya jinê û
tevgera wê ya aza-diyê weke yek ji hêzên xwe yên
bingehîn zanibe û di vê çarçoveyê de hem
pêşdebirina wê û hem jî weke hevgirtiyê xwe di
serê erkên xwe de bihesibîne û di xebatên
jinûveavakirinê de wê binirxîne.
|