|
|
Êrişa Li Ser Bedena Jinê,
Êrişa Li Mejiyê Civakê Ye
Pergala
desthilatdar bi gelek amûran di serî de lênêrin
û qalibên hizirandinê diafirîne. Li gor
berjewendî û pêdiviyên pergala xwe çand û
şêweyên jiyanê heldiberîne.

Têgihiştina
pergala bavselar a ku xwe dispêre desteserkirin,
talan û destavêtinê, bi hezar salane rêbazên cur
be cur bi kar tîne û li gor têgihiştina xwe ya
ku di bingeh û rastiya xwe de îxaneta li dij
cewherê mirovatiyê bi xwe ye, li gor ku dixwaze
berê civakê diyar dike.
Ji ber civaka ku
ji nirxên xwe hatiye dûr xistin û di nava tariyê
de ye, hişmendiya xwe winda kiriye. Nikare
bihizire, bi afirîne, helwest dane. Bê guman, di
vir de armanca me ne gunehbarkirina civakê ye.
Xala ku ez dixwazim bal bikişînim ser, ne tiştek
wisa rojane û hêsane, xwedî dîrokek pênc hezar
sale.
Di rojên
derbazbûyî de jinek ku endama meclisa BDP’ê bû
ji aliyê polêsan ve destdirêjî lê hat kirin. Her
wiha sala derbasbûyî jî, hema hema di heman
wextî de cardin destdirêjî li jineke ku endama
tevgera azadiya jin hat kirin. Dema van
destavêtinên kirêt qasî ku balkêşe, îşaret bi
hinek rastiyên dîrokî dike. Di vir de gotina
birêz Abdulah Ocalan, a ku dibêje; ‘dîrok niha
ye, niha dîrok e’ tê bîra mirov.
Dibe ku hûn
bêjin; çi eleqeya vê bûyera dawiyê bi dîrokê ve
heye. Li gor min eleqeya wê pir e. Di dîroka
pênc hezar sal a desthilatdariya zilam de, kengê
lêpirsîn û hewldana famkirina pergalê hatibe
destpêkirin, rastî cezayên giran hatiye. Li vir
girêdana di navbera kuştina xwedavend Tiamat û
destavêtina mijara gotinê ya ji aliyê polêsê
tirk ve xaleke hêjayî hizirandinê ye. Ya ku
destdirêjî lê hatî kirin ne tenê jineke, yê ku
desavêtin pêk anî jî ne kesek e.
Destavêtin raman,
giyan, kiryar û çanda pergala bavselar a pênc
hezar salane. Li vir ez dixwazim bi nimûneyekê
hinek din vekirî mebesta xwe bînim ziman. Divê
mirov vê rastiyê baş bibîne. Di navbera darê di
destên polês û zordarên dewletê û amûra
zilamtiyê ya ku weke çek di destdirêjkirina li
ser jinê tê pêk anîn de ti ferq tineye. Ji ber
di tevahiya dîrokê de dar amûra zorê, talanê,
dagirkirinê, kuştinê, lêdanê, destavêtin,
bêîradekirin, kolekirinê ye. An ku dar amûra
destavêtinê ye. Ha li Colemêrgê bi dar serê
zarokek kurd tê perçiqandin, ha li jinekê
destdirêjî tê kirin. Di bingeha van her du
bûyerên ku ji hev cuda tên dîtin de, li gor min
ferq tuneye. Ji ber her du kiryar jî xwe
dispêrin hişmendî û çanda destavêtinê ya pergala
bavselariyê.
Çima destavêtin,
çima jin?
Li gor min ger
ev yek weke rewşeke ji biyolojiya jinê bingehê
xwe digre were destgirtin, wê têgihiştineke şaş
û nebes be. Weke min li jor jî diyar kir, ya ku
destdirêjî lê hatiye kirin û tê kirin, di
kesayetiya jin de hemû nirxên civakêne. Exlaqê
civakê ye, heyîna civakê ye, rûmeta civakê ye,
azadiya civakê ye. Ya ku destdirêjî lê hatiye
kirin, jiyana civakê bi xwe ye. Ev yek rastiyeke
ku nikare bê înkarkirine. Jin jêdera civakbûnê,
jiyan bi xwe ye. Lewma di kesayetiya jin de
êrişî van nirxan kirin, rêbazeke kevnar a vê
pergalê ye. Ji ber vê pergalê çawa ku di
kesayetiya jin de li civakê derbe xist û
civakbûn belav kir, baş dizane ku heta jin azad
nebe, negengaze ku civak jî azad bibe. Dirêjiya
temenê xwe li ser koletiya jinê daye rûniştandin
û hevsarê serîgirtina civakê jî koletiya jinê
ye. Ji bo ku ev pergal vî hevsarî ji dest
bernede jî, bi her awayî êrişî jinê dike. Ji ber
ev pergala zilmê, destavêtinê, baş dizane ku
heta jin azad nebe, nebe xwedî vîn û biryar,
hevsarê civakê wê di dest wê de be û civaka ku
di kesayetiya jin de hatiye xistin, bi amûrên
cuda weke keriyên pez çawa bixwaze wê wisa bide
çerandin û bi rêvebirin.
Lewma bûyera
destavêtinê ya mijara gotinê divê wiha ji rêzê
neyê dest girtin. Kesa ku destdirêjî lê hatiye
kirin, kesek ne ji rêzê ye. Yê ku destdirêjî
kiriye parêzvaneke pergalê ye. Dema bûyerê jî
demeke balkêş û girîng e. Di meha Adarê de
Tevgera Azadiya Jina Kurd Kampanyayek da
destpêkirin. Kampanyaya “Em Têkoşîna Xwe ya
Azadiyê Bilind Bikin, Çanda Destavêtinê Têk
Bibin!.” Ev yek lêpirsîna pergala bavselar û
şiyarbûn û zanebûna civakê armanc dike. Pergal
ji vê ditirse û di dema destpêkirina vê
kampanyayê de êriş dike. Ya ku destdirêjî lê
hatiye kirin, jineke pêşeng e, xebatkareke
azadiya jinê ye. Yê ku destdirêjiyê dike jî
polêsek dewletê ye. Li vir peyama ku tê dayîn
eve: Ger tu min lêpirsîn bikî, hewl bidî ku
pergala min bixî ber lêpirsînê ezê bi hemû
derfetên pergalê ve êrişî te bikim. An ku bi hêz
û çeka dewletê ya ku dest lê nayê dayîn êrîşî te
bikim.
Ev peyameke wisa
ne ji rêzê ye. Ji ber bi sedsalane ev pergal bi
hemû hêza xwe ve bi riya amûrên cuda cuda vê
peyamê di hiş û mejiyê civakê de hewl dide bide
rûniştandin. An ku bi pergala xwe ya perwerdê,
bi artêşê, bi sermaye û medyaya xwe ve dixwaze
di aliyekê de mejiyê civakê bişo, di aliyekê bi
artêş û hêza leşkerî çavên civakê bi tirsîne, ji
aliyekê ve civakê bi birçîbûnê terbiye bike û
hertiştî bixe mijara mêtîngeriyê. Ji liyê din ve
jî bi zagon û medyaya xwe ve kiryarên xwe li
civakê weke ku rewa ne bide qebûlkirin û civakê
bê ziman, bêhiş, bê îrade, hêz û pergal bihêle.
Di pêkanîna van hemûyan de jî amûra ku herî zêde
bi kar tîne jin e. An ku bi riya jinê êrişî
civakê dike. Lewma êrişa li ser bedena jinê,
êrişa li ser mejî, raman, hest û çanda civakê
bixwe ye.
Ger wiha li vê
mijarê were temaşe kirin, wê bê dîtin ku, bi
rastî jî ev ne tenê pirsgirêka jinê ye. Ev
pirsgirêka mirovbûnê ye. Pirsgirêkek azadiyê ye,
rûmetê ye. Pirsgirêka civaka exlaqî û polîtîk a
ji aliyê pergala desthilatdar û bavselar ve hewl
tê dayîn were tinekirine. Lewma divê ne tenê jin,
hemû beşên civakê yên ku bi rastî azadiyê
dixwazin, nirx didin mirovbûnê, xwedî exlaq û
wijdana azad, vê pirsgirêkê weke pirsgirêka xwe
bibînin û li dij van kiryaran helwesta xwe
daynin holê. Mil bi milê wan jinên ku rexmî hemû
êrişên pergala desthilatdar li qadan tekoşîna
azadiyê dimeşînin, ji bo têkbirina vê pergala ku
îxanetê li nirx û rûmeta mirovatiyê dike û êdî
ti pîvanên mirovî nas nake dengê xwe bilind
bike. Ji ber her kiryar û hewldana kolekirinê,
di bingeh de xwe dispêre vê zîhniyeta
destavêtinê û bermayê vê çanda mêtîngerî û
koledariyê ye.
Reyhan ÎKE
|