|
|
Reyhan ÎKE
Pergala desthilatdar bi gelek amûran di serî
de lênêrin û qalibên hizirandinê diafirîne. Li
gor berjewendî û pêdiviyên pergala xwe çand û
şêweyên jiyanê heldiberîne.
Têgihiştina pergala bavselar a ku xwe dispêre
desteserkirin, talan û destavêtinê, bi hezar
salane rêbazên cur be cur bi kar tîne û li gor
têgihiştina xwe ya ku di bingeh û rastiya xwe de
îxaneta li dij cewherê mirovatiyê bi xwe ye, li
gor ku dixwaze berê civakê diyar dike.
Ji ber civaka ku ji nirxên xwe hatiye dûr xistin
û di nava tariyê de ye, hişmendiya xwe winda
kiriye. Nikare bihizire, bi afirîne, helwest
dane. Bêguman, di vir de armanca me ne
gunehbarkirina civakê ye. Xala ku ez dixwazim
bal bikişînim ser, ne tiştek wisa rojane û
hêsane, xwedî dîrokek pênc hezar sale.
‘Dîrok Niha Ye, Niha Dîrok e’ Tê Bîra Mirov’
Di rojên derbazbûyî de jinek ku endama meclisa
BDP’ê bû ji aliyê polêsan ve destdirêjî lê hat
kirin. Her wiha sala derbazbûyî jî, hema hema di
heman wextî de cardin destdirêjî li jineke ku
endama tevgera azadiya jin hat kirin. Dema van
destavêtinên kirêt qasî ku balkêşe, îşaret bi
hinek rastiyên dîrokî dike. Di vir de gotina
birêz Abdulah Ocalan, a ku dibêje; ‘dîrok niha
ye, niha dîrok e’ tê bîra mirov.
Dibe ku hûn bêjin; çi eleqeya vê bûyera dawiyê
bi dîrokê ve heye. Li gor min eleqeya wê pir e.
Di dîroka pênc hezar sal a desthilatdariya zilam
de, kengê lêpirsîn û hewldana famkirina pergalê
hatibe destpêkirin, rastî cezayên giran hatiye.
Li vir girêdana di navbera kuştina xwedavend
Tiamat û destavêtina mijara gotinê ya ji aliyê
polêsê tirk ve xaleke hêjayî hizirandinê ye. Ya
ku destdirêjî lê hatî kirin ne tenê jineke, yê
ku desavêtin pêk anî jî ne kesek e.
Destavêtin Pergala Bavselariyê
Destavêtin raman, giyan, kiryar û çanda pergala
bavselar a pênc hezar salane. Li vir ez dixwazim
bi nimûneyekê hinek din vekirî mebesta xwe bînim
ziman. Divê mirov vê rastiyê baş bibîne. Di
navbera darê di destên polês û zordarên dewletê
û amûra zilamtiyê ya ku weke çek di
destdirêjkirina li ser jinê tê pêk anîn de ti
ferq tineye. Ji ber di tevahiya dîrokê de dar
amûra zorê, talanê, dagirkirinê, kuştinê, lêdanê,
destavêtin, bêîradekirin, kolekirinê ye. An ku
dar amûra destavêtinê ye. Ha li Colemêrgê bi dar
serê zarokek kurd tê perçiqandin, ha li jinekê
destdirêjî tê kirin. Di bingeha van her du
bûyerên ku ji hev cuda tên dîtin de, li gor min
ferq tineye. Ji ber her du kiryar jî xwe
dispêrin hişmendî û çanda destavêtinê ya pergala
bavselariyê.
Çima destavêtin, çima jin?
Li gor min ger ev yek weke rewşeke ji biyolojiya
jinê bingehê xwe digre were destgirtin, wê
têgihiştineke şaş û nebes be. Weke min li jor jî
diyar kir, ya ku destdirêjî lê hatiye kirin û tê
kirin, di kesayetiya jin de hemû nirxên
civakêne. Exlaqê civakê ye, heyîna civakê ye,
rûmeta civakê ye, azadiya civakê ye. Ya ku
destdirêjî lê hatiye kirin, jiyana civakê bi xwe
ye. Ev yek rastiyeke ku nikare bê înkarkirine.
Jin jêdera civakbûnê, jiyan bi xwe ye. Lewma di
kesayetiya jin de êrişî van nirxan kirin,
rêbazeke kevnar a vê pergalê ye. Ji ber vê
pergalê çawa ku di kesayetiya jin de li civakê
derbe xist û civakbûn belav kir, baş dizane ku
heta jin azad nebe, negengaze ku civak jî azad
bibe. Dirêjiya temenê xwe li ser koletiya jinê
daye rûniştandin û hevsarê serîgirtina civakê jî
koletiya jinê ye. Ji bo ku ev pergal vî hevsarî
ji dest bernede jî, bi her awayî êrişî jinê
dike. Ji ber ev pergala zilmê, destavêtinê, baş
dizane ku heta jin azad nebe, nebe xwedî vîn û
biryar, hevsarê civakê wê di dest wê de be û
civaka ku di kesayetiya jin de hatiye xistin, bi
amûrên cuda weke keriyên pez çawa bixwaze wê
wisa bide çerandin û bi rêvebirin.
“Em Tekoşîna Xwe ya Azadiyê Bilind Bikin,
Çanda Destavêtinê Têk Bibin!.”
Lewma bûyera destavêtinê ya mijara gotinê divê
wiha ji rêzê neyê dest girtin. Kesa ku
destdirêjî lê hatiye kirin, kesek ne ji rêzê ye.
Yê ku destdirêjî kiriye parêzvaneke pergalê ye.
Dema bûyerê jî demeke balkêş û girîng e. Di meha
Adarê de Tevgera Azadiya Jina Kurd Kampanyayek
da destpêkirin. Kampanyaya “Em Tekoşîna Xwe ya
Azadiyê Bilind Bikin, Çanda Destavêtinê Têk
Bibin!.” Ev yek lêpirsîna pergala bavselar û
şiyarbûn û zanebûna civakê armanc dike. Pergal
ji vê ditirse û di dema destpêkirina vê
kampanyayê de êriş dike. Ya ku destdirêjî lê
hatiye kirin, jineke pêşeng e, xebatkareke
azadiya jinê ye. Yê ku destdirêjiyê dike jî
polêsek dewletê ye. Li vir peyama ku tê dayîn
eve: ger tu min lêpirsîn bikî, hewl bidî ku
pergala min bixî ber lêpirsînê ezê bi hemû
derfetên pergalê ve êrîşî te bikim. An ku bi hêz
û çeka dewletê ya ku dest lê nayê dayîn êrîşî te
bikim.
Sermaye Dixwaze Mejiyê Civakê Bişo
Ev peyameke wisa ne ji rêzê ye. Ji ber bi
sedsalane ev pergal bi hemû hêza xwe ve bi riya
amûrên cuda cuda vê peyamê di hiş û mejiyê
civakê de hewl dide bide rûniştandin. An ku bi
pergala xwe ya perwerdê, bi artêşê, bi sermaye û
medyaya xwe ve dixwaze di aliyekê de mejiyê
civakê bişo, di aliyekê bi artêş û hêza leşkerî
çavên civakê bi tirsîne, ji aliyekê ve civakê bi
birçîbûnê terbiye bike û hertiştî bixe mijara
mêtîngeriyê. Ji liyê din ve jî bi zagon û
medyaya xwe ve kiryarên xwe li civakê weke ku
rewa ne bide qebûlkirin û civakê bê ziman, bêhiş,
bê îrade, hêz û pergal bihêle. Di pêkanîna van
hemûyan de jî amûra ku herî zêde bi kar tîne jin
e. An ku bi riya jinê êrîşî civakê dike. Lewma
êrişa li ser bedena jinê, êrişa li ser mejî,
raman, hest û çanda civakê bixwe ye.
‘Jin Tekoşere’
Ger wiha li vê mijarê were temaşe kirin, wê bê
dîtin ku, bi rastî jî ev ne tenê pirsgirêka jinê
ye. Ev pirsgirêka mirovbûnê ye. Pirsgirêkek
azadiyê ye, rûmetê ye. Pirsgirêka civaka exlaqî
û polîtîk a ji aliyê pergala desthilatdar û
bavselar ve hewl tê dayîn were tinekirine. Lewma
divê ne tenê jin, hemû beşên civakê yên ku bi
rastî azadiyê dixwazin, nirx didin mirovbûnê,
xwedî exlaq û wijdana azad, vê pirsgirêkê weke
pirsgirêka xwe bibînin û li dij van kiryaran
helwesta xwe daynin holê. Mil bi milê wan jinên
ku rexmî hemû êrişên pergala desthilatdar li
qadan tekoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo
têkbirina vê pergala ku îxanetê li nirx û rûmeta
mirovatiyê dike û êdî ti pîvanên mirovî nas nake
dengê xwe bilind bike. Ji ber her kiryar û
hewldana kolekirinê, di bingeh de xwe dispêre vê
zîhniyeta destavêtinê û bermayê vê çanda
mêtîngerî û koledariyê ye.
|