|
SERDAR EROGLU
Di nava civaka
Cihûyan de mirov pir kêmê cara li rastî xaxemên
jin tê. Lê belê ji beriya 300 salan jinekê
xaxemtî kirî heye. Vêca ev jineke kurd e û ji
Barzanê ye: Asenath Barzanî.
Dema sala 1935
li paytexta Elmanya Berlînê, Regîna Jones bi
awayek fermî weke xaxam hatî îlankirin, hat
îdîakirin ku ew xaxema yekem ya jin e. Lê belê
dîrokzanan di demek kurt de vê agahiyê seresart
kirin. Di sedsala 17’ê de li Başûrê Kurdistanê
Asenath Barzanî yekem jina ku di nava cıvata
Cihû de wekî xaxem hatî îlankirin bû.
Asenath Barzanî
sala 1590’ê ji dayîk bûye. Keça serokê xaxemên
Cihûyên Başûrê Kurdistanê Xaxem Samuel Barzanî
bû. Samuel Barzanî xaxemên ciwan perwerde dikir,
lê di perwerdeyê de cihek taybet da keça xwe. Li
gorî çîrokan Samuel Barzanî sirên mîstîk yên
Cihûtiyê nîşanî keça xwe da û nedihêla derbikeve
ji derve jî.
Li gorî
dîrokzanên Cihû, Asenath Barzanî di teksta ku li
ser jiyana xwe nivîsandî de wiha dibêje; “Min di
jiyana xwe de pêngava xwe neavêtiye ji derveyê
malê. Ez keça qiralê Îsraîlê bûm. Ez ji aliyê
xaxeman ve hatim perwedekirin. Bavê pir bi ser
min de dihat. Ji bilî mijarên asîmanî, ne
hunerek ne jî pîşeyek nîşanî min neda.”
YEKEM JINA CIHÛ
YA KU BÛYİ BERPIRSA YEŞİVAYÊ
Asenath ji aliyê
bavê xwe ve bi Xaxem Jacop ben Îbrahîm Mîzrahî
Amêdî re hat zewicandin. Piştî ku Samuel Barzanî
keça xwe zewicand, tenê şertek yê wî hebû.
Asenath karên malê nake û wê perwerdeya Kabalah
bidomîne. Xaxem Îbrahîm Mîzrahî li ber vê
daxwazê hat.
Piştî ku herdu
bi hev re zewicîn Îrbarhîm Mîzrahî bû berpirsê
Yeşîvana Cihûyan (Dibistana olî) ya li Musilê.
Li vê derê keçek û kurek yên Asenath Barzanî û
Îbrahîm Mîzrahî çêbûn. Lê Îbrahîm Mîzrahî di
temenê ciwan de mir. Piştî mirina wî Asenath bû
berpirsyara Yeşîvana li Musilê. Ev di dîroka
Cihûyan de destpêkek bû.
Asenath Barzanî
piştî mirina bavê xwe gelek wezîfeyên bavê xwe
yên li Kurdistanê girt. Pir caran digeriya û
cihûyan li hev civand.
MUCİZEYA LI
AMÊDIYÊ
Efsaneya Asenath
Barzanî jî ji vê derê dest pê kir. Nav û dengê
wê ne tenê di nava cıvata Cihûyan de, di nava
piraniya kurdên li herêmê de jî belav bû.
Nexweşan dibirin cem wê, wê ji derdê xelkê re
derman peyda dikir. Cihê ku herî zêde efsaneya
wê lê belav bûyî jî Amêdî bû.
Asenath şevekê
bavê xwe di xewna xwe de dibîne. Samuel Barzanî
ji wê dixwaze biçe Amêdiyê û cejna Rosh Hodes bi
civata cihûyan ya li wê derê re pîroz bike. Di
wê demê de jiyana cihûyên li Amêdiyê di xeteriyê
de bûn. Lê dîsa jî Asenath guhdarî gotinên bavê
xwe dike û diçe Amêdiyê.
Asenath Barzanî
civata Cihûyan ya li vê derê dicivîne û ji wana
dixwaze cejna Rosh Hodesê ji derveyê sînagogê
pîroz bikin. Jiber ku rewşa cihûyên li navçeyê
ne baş bû û gelek dijmin li derdorê wana hebûn.
Lê jiber israra Asenath Barzanî Cejna Rosh Hodes
li derveyê sînagog pîroz dikin.
Di dema
pîrozbahiyê de di carekê de qêrînek tê û pêta
agir ji sînagogê bilind dibe. Kesek li hundir
nîne, lê belê gelek nivîskên pîroz û mistîk yên
Cihûyan li hindir hene. Asenath di vê demê de
gotinên ku tu kesî nebihîstî dibêje û li asîmana
horî dixuyên. Horî agir divemirînin û dîsa li
asîmanan winda dibin. Dema cihû têne hindirê
sînagogê, bi çavên serê xwe dibînin ku tiştek pê
nehatiye.
Bermayên
sînagoga bi navê Asenath Barzanî hatî binavkirin
hîn li Ameêdiyê dimînin.
BI HELBESTAN Jİ
TÊ NASİN
Asenath Barzanî
qasî ku bi mucîzeyên xwe tê nasîn, bi helbestên
xwe jî tê nasîn. Helbestên ku Asenath Barzanî bi
zimanê Îbranî nivîsandî, di vana wêjeya Îbranî
de xwedî ciheke taybet e û kêm jinên ku weke wê
nivîsandî hene.
Asenath sala
1670 li Amêdiyê mir û li vê derê hat veşartin.
Hîn jî Îsraîlî diçin serdana goristana ku
Asenath lê hatî veşartin.
KURDÊN CIHÛ
ORTODOKS IN
Dîrokzanên Cihû
diyar dikin kurdên cihû xwedî taybetmediyên
kefneşopiya Ortodoksanin. Kevneşopiyên di
sedsala 17. de ji aliyê Asenath ve hatîn şkandin,
di sedsala 20. De dîsa li Başûrê Kurdistanê dest
pê kirin. Ji beriya koçberiya ji Başûrê
Kurdistanê jinan nedikarîn di sînagogan de
biaxivin û nedikarin li cem zilaman rûnin, jiber
ku qedexe bû. Jixwe bûyîna xaxem ya jinan qet
nedihat pejirandin. Kurdên Cihû ku hertim hewl
dida xwe li hemberî gefên li dijî xwe, xwe
biparêzin, bi taybetmendiyên xwe weke Cihûyên
Ortodoks têne nasîn.
TÊKILIYA
BARZANIYÊN YAHÛDİ BI MALBATA BARZANIYAN RE
Di roja me de
mijara herî tê mereqkirin û gelek rewşênbîran jî
liser nîqaş kirî, peywendiya malbata Barzanî ya
ku di dîroka Cihûyan de cihê xwe girtî bi
malbata Barzaniyên îro re ye. Gelo peywendiyek
bi vî awayî heye? Dîrokzanên Cihû vê îhtimalê
ber aqil nabînin. Dîrokzanên Cihû didin
diyarkirin ku, navê Barzanî, wê demê ji
paşnavekê zêdetir, herêmek ya ku hinek mirov
têde ji dayîk bûne îfade dike. Her wiha
dîrokzanên Cihû dibêjin, Cihûyên Başûrê
Kurdistanê xwe pir baş parastine û nehatine
guhertin.
Lê gelek çavkanî
dibêjin, eger girêdanên xwînê nebin jî, ev her
du malbat di nava têkiliyê de bûn.
Hemû Cihûyên ku
paşnavên wan Barzanî di navbera salên 1920-40`an
ji Başûrê Kurdistanê koç kirine û li Israîlê
bicih bûne û di nava tevgera Siyonîst de cih
girtine. Cihûyên paşnavê wan Barzanî, devokek yê
weke Îbraniya Barzanî yê cuda heye. Kesê herî
dawî yêku bi Îbraniya Barzanî di axivî li sala
1998`ê mir. Di roja me de ji kesên ku Îbraniya
Barzanî diaxivin lê nikarin binivîsin tenê 20
kes mane û ev hemû li Israîlê dijîn.
Di roja îro de,
li Başûrê Kurdistanê tenê 30 Cihû hene. Li sala
1948`an dema ku Israîl hatî damezrandin, hejmara
Cihûyên li Başûrê Kurdistanê ji 100 hezarî
zêdetir bû.
|