|
|
Di civakê de keçên ciwan
Di her civakê de perwerdeya destpêkê di malbatê
de bi destê mamostaya dayîk tê dayîn. Her zarok
di vê perwerdê de derbaz dibe. Ji ber vê yekê
ger jin bê perwerde be, di bingeh de civak jî bê
perwerdeye û xwedî paşeroja civakê tariye.
Dema em li civakê dinêrin, keç tenê jibo karê
malê hatiye li ser rûyê cîhanê tê dîtin. Her dem
aqil kêm, nezan û bê cesaret tê pênase kirin,
heya weke belaya serê malbatê tê binav kirin û
di çi aliyan de bawerî nayê dayîn, ne wek kesek
yê civakê, wek amûrêk yên berdewam kirina jiyanê
tê dîtin. Em dikarîn bêjin, rola keçên ciwan di
nava civakê de di rêjeyek pir kêm deye. Tenê di
nava refên azadiyê de rola keçên ciwan di astek
bilind deye. Mirov dikare bêje, niha tenê li
wargehên azad girîngiya tê xwestin tê dayîna
keçên ciwan.
Weke em dibînîn keç di qadên ramyarî, aborî,
perwerde û raya giştî de bê rol hatiye hiştin,
rola wê di nava civakê de hatiye berevajî kirin,
keça ku pêwîst bû parêzvaniya çanda xwedawendan
bike, jibo berdewam kirina wê xebat bike, bûye
heykelekî xemilandî yê xweşikiyê di destê
sîstemê de. Jiber ku di her qadê de keç nabe
zane, hêz û xwedî hizir, bi xweşikiya fîzîka xwe
rol dileyîze. Êşên îro em bi awayek pir giran
dikişînîn, yek ji van jî “qelenê” keçane, hîna
em keç mîna malekê bazar li ser me tê kirin û em
tên firotin.
Ger tu ji civaka me bi pirsî di axaftinê de bi
her tiştê xwe ve bi dîn ve girêdayine, ku ola
Îslam qelen wek guneh dibîne, lê dema tê
berjewendiyên wan bê deng dimînin, jiber
berjevendiyê xwe naxwazin ev rastiya bibînin.
Jibo vê pêwîste keç di destpêkê de bên perwerde
kirin. Di her saziyên civakê de bi awayek aktîf
rol bileyîze. Pêwîste di her alî de di nava
civakê de bikare xwe îfade bike û daxwazên xwe
bîne ser ziman. Keçên ciwan xwedî du nasnamane
“him jine him jî ciwane” pêwîste em van herdû
nasnaman di astek herî bilind de, bi awayek
serkeftî xwedî lê derbikevîn. 5 hezar salin ku
em kolene, bi mere civak jî hatiye kolekirin,
rastiya dîrokê hatiye berevajî kirin, her tişt
ji rastiya wê hatiye dûrxistin.
Jibo ku em keçên ciwan dinava civakê de rol
bileyîzin û vegerin cewherê xwe yê rast ya
xwedewendiyê, pêwîste em xwe perwerde bikin. Di
çand û huner, ramyarî, aborî, spor, raya giştî û
di her qadên civakê de rola pêşengiyê bigirîn û
rola xwe bileyîzîn, ev êdî ne erkê dayîk û
pîrikên mene, ev erkê meye. Em vê yekê deyndarê
Rêber APO û dîroka jinê ya ne hatiye nivîsandî
ne. Pêwîste em li herkesê bidin îspat kirin ne
mal, amûr, em ferdê pêşeng yên civakê ne. Ger em
azad nebîn civak jî azad nabe. Dema em dibêjîn
pêşengên civakê ev karê hemû ciwana ye.
Di roja meya îro de keçên ciwan çiqasî dibin
destê sîstema desthilatdar debin, xortên ciwan
jî ew qas dibin destê vê sîstemê dene. Jiber vê
yekê pêwîste ciwan bi hev re li hember vê
sîstemê derbikevin û destûr nedin ku sîstem wan
jibo berjewendiyên xwe bi karbîne. Ew bibin
pêşengê civaka nû ya ku ew bi xwe bi afirînin.
Ger ne wisa be em ciwan wê ne karin bibin
bersiva çalekiya Heval Zîlan, Mazlûm, Mahsum,
Bêrîtan û hemû şehîdên azadiyê. Bi Zîlan bûn û
bi Mazlûm bûnan em dikarîn bi serbikevîn. Di vê
demê de em keçên ciwan pêwîste xwedî li nirxên
xwe derbikevîn. Di nava refên azadiyê de keçên
ciwan bi hezaran car ev dane îspatkirin ku
dikarin civakek dinav de wekhevî û xweşî heyî
bidin avakirin. Êdî dem dema me keçên ciwan yên
dinava civakê dene. Civak guhertin, zagonên ji
dervey mirovahiyê guhertin erkê me yê bi hezarî
sala ne ku tiştên jibo keçan hatî diyarkirin
wisan berdewam dikin, ew zagonên ji dervey
mirovahiyê ji kokê ve rakirin erkê me ye.
Pêwîste her keçek ciwan di ferqa erkê xwe yê
dinava civakê de be û xwe ji pêşerojê berpirsyar
bibîne. Jiber kû em ne kesê duwemîn, em jî weke
xortên ciwan de di rêza yekem de cih digirîn. Çi
ferqek dinavbera keçên ciwan û xortên ciwan de
nîne. Lê jibo aramî wekhevî, rastî, yanî jibo
avakirina civakek wek civaka xwezayî ya ku dibin
pêşengtiya dayîkê de dihat rêvebirin de bê
afirandin. Pêwîste em keçên ciwan pêşengiyê
bileyîzîn, ger ne wisa be em nikarîn bêjîn me
erkê xwe bi cih aniye û heman demê de em nikarîn
bêjîn em keçên ciwanin. Jiber ku ciwantiya me wê
tenê di fîzîk de bimîne, ev jî sudê nade me û
civakê.
Filîz Bûdak
|