|
|
DI
JIYANA KEÇ Û JINÊN KURD DE TÊGIHA ESTETÎKÊ
Estetîk Weke Têgeh Tê Çi Wateyê?
ESTETÎK: TÊ WATEYA XWEŞİKKİRİNA JİYANÊ
Rêber Apo
ESTETÎK
TEORİYA XWEŞİKBÛNÊ YE. ETÎK TEORİYA EXLAQÊ YE.
Felsefeya Rêber APO ya jiyana azad li ser
bername an jî paradîgmaya demokratîk-ekolojîk û
azadiya zayendan hatiye avakirin. Rêbertî
azadiya zayendan, demokrasî û ekolojiyê bi
azadiya jinan ve bi dest digire û li gor vê
bernameya sedsalan daye pêşxistin. Rêbertî
azadiya hemû beşên civakî bi azadiya jinan ve
dide girêdan. Ji bo vê rastiyê îdeolojiya
rizgariya jin jî daye pêşxistin.
Di encama van aliyên bîrdozî yên bingehîn de tê
armanckirin ku civaka exlaqî û polîtîk bê
avakirin.
Di derbarê vê mijarê de Rêber Apo wiha
dinirxîne “Li ser vê mijarê di beşên cûrbecûr de
hatiye rawestîn. Tişta ez ê li vê derê bikim, wê
bibe berheveke serekîn. Beriya ku civaka exlaqî
û politik biwesfînim, ez mijarekê di berbarê
cewhera wê de çiqas dubare bikim, wê ewqas di cî
de be. Ew jî têkiliya derûnî (cewherî) ya civaka
exlaqî û polîtîk li milekî bi qencî, dilşadî,
rastî û xweşikiyê re û li milê din, têkiliya wê
ya bi azadî, wekhevî û demokratiyê re ye. Qencî
û dilşadî ji xwe cewherên exlaqêne.
Rastî bi heqîqetê re girêdayî ye. Tiştekî xelete
ku mirov heqîqetê li derveyî civaka exlaqî û
polîtîk bihêle. Aliyên ku nikaribin civaka
exlaqî û polîtîk bibînin nikarin rastiyan jî
bibînin. Xweşikî armanca kavrama estetîkê ye.
Xweşikiya li derveyî civaka exlaqî û polîtîk
weke xweşikiyê nayê hesibandin. Ji ber ku
xweşikî exlaqî û polîtîke. Têkiliya azadî,
wekhevî, demokrasî di aliyê civaka exlaqî û
polîtîkayê de divê werin nirxandin. Ti civak, bi
qasî civaka exlaqî û polîtîk, ne di wê hêzê de
ye ku azadiyê, wekheviyê û demokrasiyê hilberîne
û pêk bîne.” Rêber Abdullah Ocalan
Rêbertî di axaftina xwe ya 8 Adara 1998’an a di
paneleke televîzyonê de Bîrdoziya Rizgariya Jinê
îlan kir. Bi vê îlanê re, partîbûna jinê bi
awayekî giştî xist rojevê. Dahûrînên der barê
jinê de da pêşxistin. Dibêje gelo partiyeke jinê
dibe? Partiyeke jinê divê çawa be? Derveyî PKK’ê
partiyeke jinê dikare çawa be? Heke pêk were
divê navê partiya jinê çi be? Bi van pirsan
pêvajoyeke gelek girîng da destpêkirin. 1998 an
de Rêbertî li ser îdeolojiya rizgariya jinan
nirxandinên xwe pêşxistin.
Îdelolojiya rizgariya jin li ser 5 xalên
bingehîn tê bidestgirtin.
1- HEZKIRINA WELAT ;
Kesayetên Kurd ku bê welat, bê gel, bê nasname
hatine hiştin, hesteweriya afirêner a hezkirinê
hatiye qetilkirin; YAJK bûn, tê wateya heta
dawiyê bi rêgezên wê ve girêdanê. Pêdiviya vê
rêgezê ev e: her kes dikare dev ji welatparêziyê
berde, her kes dikare dev ji rêgeza welat berde,
lê JİN dev jê bernade. Lewma ger mînaka zewacê
ya fêrbûyî jî were destnîşankirin, beriya her
tiştî welatparêzî, bi welatê xwe re zewacê îfade
dike. Axa xwe, welatê xwe di ser her tiştî re
digire. Di nava vê rastiyê de kesayetê nêzî
hezkirinê yan dibin koleyên pergalên heyî yan jî
dişewitin dibin xwelî. Di bin navê hezkirinê de
ew komên weke xirbeyên xerabe ji Kurdan re
hatiye layiqdîtin çiqas xweşikbûn û pêşketin
hene di bin navê hezkirinê de weke “kuna reş”
dadiqurtîne. Di destanên Kurdan ên klasîk de jî
ev rewş bi hemû şewatiya xwe derketiye holê.
Mînak di destana Ehmedê Xanê ya “Mem û Zîn”ê de
ev rastî bi awayekî balkêş li ber çavan hatiye
raxistin. Di vê wateyê de hezkirina xwedî
feraseta rast a ku were jiyankirin dê bi kesên
bi welatê xwe re girêdayî, bi civaka xwe re
girêdayî were pêşxistin û were jiyankirin. Ev
eşkere ye. Ji ber ku tu kes bê civak û bê welat
nikare jiyan bike. YAJK amûra feraseta hezkirinê
ya bi welat û gel re girêdayî jiyankirinê ye.
Rêbertiya me di vê derbarê de dibêje: “YAJK di
mirov de hesteweriyên pêşketî û afirîner bi
civakîbûnê re girêdayî derdixe holê. Êdî ev jî
di nava me de dibe rêgeza hezkirinê ya
xwegihandina hedefê”.
2- XWE ZANEKIRIN; Rexmê hemû
polîtîkayên desteserkirin, dagirî û helandinê,
jinên Kurd xwedî helwesta parastina çanda xwe
bûne. Di vê wateyê de jinên Kurd hesteweriya
welatparêziyê ya kûr radigirin. Ew jina Kurd a
ku hatiye xwestin ji welat û çanda xwe were
qutkirin, bi têkoşîna xwe ya azadiyê li hember
hemû polîtîkayên dijmin şerekî xedar daye
destpêkirin. Gihîştina encamên serkeftî yên vî
şerî bi rêxistina xweser îfadeya xwe dibîne.
Rêberê me bi van nirxandinên xwe girîngiya
rêgezî ya YAJK ê dide îfadekirin: “YAJK, hêza
amûra welatparêzî, azadî, ji axê nequtbûn, ji
gel nequtbûnê ye”. YAJK zanista rastiya şer a
ku dev jê nayê berdan e. Di vê derê de şerekî
Rizgariya Neteweyî heye. Ger bala xwe bidinê di
PKK’ê de gotina yekem a jinê ku tê gotin “ez
dixwazin di nava şer de bim” e. Lewma her çiqas
di asta hestewerî de be jî di rastiya xwe de
YAJK rastiyeke şer e. Ji ber dizane derveyî vî
şerî zêde wate îfade nake. Di asta hestewerî de
be, di asta leşkerî de be şer, ji yek rêgezên
herî bingehîn ê YAJK’ê ye. Ev ne tenê di asta
leşkerî de, bi taybet di nava rêxistinê de,
xwedî li şerê rêxistinî û hemû pêdiviyên jiyana
azad derdikeve. Ew hemû di nava feraseta yan
jî malbata şer de ne. Yanî YAJK pîlaneke wisa
ya şer û têkoşînê ye.
3-XWE RÊXISTINKIRIN; YAJK
hêza partiyê ye. Divê weke hêza herî
birêxistinkirî were nirxandin. Ev hêzeke ku divê
ji her kesî zêdetir bi van rêgezan ve girêdayî
be. Ji ber jin encax bi rêxistinê heye. Jın bı
xwe bırêxıstınkırınê hebûna xwe dıyar dıke.
Bawerıya jınan bı xwe bırêxıstınkırınê derdıkeve
holê. Jın jıber ku derveyî hılberîn û
berhemdarıya jıyanê hatıne hıştın bı xwe
bêbawerın. Dıvê bı hêza xwe ya rêxıstınbûyînê vî
alıyê xwe yê bêbawer jî derbas bıkın. Bêyî
rêxistina PKK’ê, eşkere ye ku jinek jî azad
nabe. Her wiha sedema yekemîn a kesayeta YAJK’ê
ev e ku divê li rêgezê rêxistinê xwedî
derbikevin û ev, sedema vê girêdanê ye. Lewma
kesayeta YAJK’ê divê şev û roj bibêje; “Divê ez
berî her kesî û her tiştî partiyê bingeh
bigirim. Ji ber ku hebûna min bi vê partîbûnê
gengaz e”.
4- TEKOŞÎNA BÊDAWÎ; YAJK amûra
têkbirina dagirkeriya li Kurdistanê û pêkanîna
wê ya kolekirinê derbaskirin, kesayet derbasî
asta mirovbûnê kirinê ye. Li hember dextên
tunebûnê amûra tolhildanê ye. Di Kurdistanê de
xwe ji honandina koletî ya li ser zayendan
hatiye avakirinê rizgarkirin û bi taybet
tolhildana di nava malbatê de ji “dewleta nava
malbatê” tolrakirinê ye. Rêxistina xweser a
tolhildana ji pergalên nêr, serdest ê
zayendparêziya civakî li ser hîmên hiyerarşiya
desthilatdariya zilam dane avakirin û jinê bi
hezar salan mehkûmî vê jiyana dojehî kirin e.
Rêberê me vê rastiyê wiha formule dike: “YAJK li
hember hemû paşverûtiyan, li hember hemû
ketîbûnan û di serî de li hember hemû taybetiyên
zilam ên bi xetere amûra tolhildanê ye. Bi
bihêzbûna rêxistinkirina YAJK’ê û bilindkirina
têkoşîna wê ve girêdayî desthilatiya zilam a ku
li ser jinê û civakê daye avakirin bi taybet di
xala paşverûtî û nêzikatiyên feodal ku dide
dextkirinê de, dê bibe xala çareseriyê û ber bi
tîpên nû yên avakirina zilam ve biçe. Beramberî
vê têkoşînê ji pergala desthilatdariya zilam ya
xwedî dîroka bi hezar salan dê tol were rakirin.
Rêxistinbûna YAJK’ê li hember pergala desthilatî
bi xwe arastekirinê ve nabe navê wendakirinê,
dibe navê qezenckirinê.
5- XWEŞIKBÛNA JIN (ESTETÎK)
DERXISTINA HOLÊ; Li hember nexweşikbûna ku
pergalên desthilat li ser kesayeta Kurd di asta
neteweyî, çînî û zayendî de daye avakirinê amûra
xweşikbûnê ye. Dibe amûra li hemberî wan
şikandinên yekemîn û duyemîn li dijî jinê
jiholêrakirin û xweşikiyên jiyana pîroz a civaka
xwezayî cardin derxistina rûyê rojê ye. Amûra
redkirina nexweşikiya pergala desthilatdariya
zilam ku daye avakirin di xwe de dîtin û ew
derbaskirinê ye. Rêbertiya me der barê mijarê
de; “YAJK amûra li hember hemû ketinên jinê, bi
taybet li hember hemû taybetiyên jinê yên ku
hatine xistin cardin bi rastiya xweşikbûnê re
kirina yek, bi watekirin û ew rakirinê ye. YAJK
dibe çeka li hember xistin, ketîbûn û
paşverûtiya li ser jinê. Ev çek bi amûrên
mezinkirin û bilindkirinê li hember hemû
paşverûtiyê li ser jinê hatine bikaranîn,
avakirina têkoşîna jina azad a nû dan pêşxistin
û di hemû kadroyên wê de ev xweşikbûn derxistina
holê ye. Ev, kirina malê gel e. Ji bo vê YAJK
dibe çeka bingehîn a têkoşîna Azadiya Jina Kurd”
bi vê şêweyê rastiya YAJK’ê destnîşan dike. Bi
van nirxandinan cardin dide destnîşankirin ku
divê jin bi rêxistinbûna xwe, xwe bigihîne
cewherê jiyana xwe ya xweşik û xwezayî û
binesaziyên civakê li ser van bingehan bide
avakirinê.
Ji bo em bikaribin xweşikbûna mejî û hizir bi
xweşikbûna beden û jiyanê re bidin girêdan
pêwîstî hatiye dîtin ku li ser vê mijarê bê
sekinandin. Weke gelê kurd, keçên kurd, jinên
kurd encama ku emê ji rastiya estetîkê ya ku
Rêber ê me behs dike encameke çawa bigirin em
nîqaş dikin.
Aqilê civakî yê hevpar xwediyê ahenga xweşikbûnê
ye. Hevpariya jiyanê an jî kollektîfbûyîna
jiyanê bi vî aqilî pêşdikeve, dewlemend dibe û
xwe dide der. Ev aheng di kesayet de nûneriya
xwe baştir dibîne. Ji dema avabûna civakê û heya
niha ev aheng heye. Hemû zanistên ku bi
heqîqeta civakê re girêdayî tevgeriyan bi vê
mijarê re eleqedar bûn. Zanistên weke
civaknasî, psîkolojî, antropolojî (mirovnasî),
felsefe, çand û exlaqê civakî bi vê mijarê re bi
zêdetirîn eleqedar bûye.
ÇEND LÊKOLÎNÊN GIŞTÎ
Di sala 1960 de psîkologê bi navê Danîel Berlyne
ji bo pirsgirêkên estetîk bide naskirin û
nêzîkatiyeke çareseriyê bide pêşxistin bi navê
ceribandina estetîkê tez û têgiheke avêt holê.
Zanista xwe ya teorîk li ser bingeha biyolojiyê
dayîbû rûnişkadin. Ji bo cûrekirin û komkirina
amêrên ku kes jê hes dike û eleqedar dibe ev
lêkolîn û ceribandin hat pêşxistin.
Psîkologekî Elman Gusîav Thcodor Fechner di sala
1876 an de xwestiye pirsgirêkên estetîkê re
eleqedar bibe. Ji bo vê pirtûkeke bi navê
derbasbûyîn estetîkê weşandiye. Bi ceribandinan
xwestiye ku eleqedariya mirovan çiqas bi hevdûre
heye û hevdû çiqas bandor dikin fam bike. Mînak
kes ji çi hez dike, ji kîjan heyînan re
eleqedarî nîşan dide û hwd ceriband. Bi vê
hewildanê hêvî dikir ku pirsgirêkên kesayet û
civakê yên xwe nenaskirinê derbas bike.
Lê belê ev hewildan hemû li ser bingehê
pêşxistina zanîna ezeziye. Kesê ku ji sîstemê bi
tevahî xwe qutnekiribe nikare di nava
lêhûrbûyîneke wiha re derbas bibe.
Di lêkolînên derve de wiha hatiye pênasekirin.
“beşa felsefê ya hunera xweşik û xwezaya
xweşikbûnê lêkolîn dike re estetîk tê gotin. Bi
raberkirina helwestên xweşik- nexweşik, baş
nebaş ve girêdayî derdikeve holê”.
Di van lêkolînan de jî weke tê dîtin pîvaneke
xweşikbûnê ya sîsteman di bîçîm de ye. Pîvanên
vê xweşikbûnê ne diyare. Dîmenên ji derve tên
dîtin dibin pîvanên xweşikbûnê. Pêşxistina
cewherê mirovan, nêrînan azad yê mirovan,
tercîha erêkirin û redkirina ya mirovan bingeh
nayê girtin. Bi maqyaj, oje, cil-berg û hemû
şêweyên ku dîtina çavan têr dikin dibin amûrê
xweşikbûnê. Em vana hemûyan red dikin. Mirov
destpêkê bi hebûna xwe xweşikbûna xwe diyar
dike. Hebûna kes, xweş axaftin, nêrîn dayîn,
nîqaş kirin, têgihiştina zanîna kûr, civaka xwe,
dîroka xwe, nijada xwe, zimanê xwe naskirine.
Pîvanên sîstemê ji bo estetîkê aliyê wê yê ku
were pejirandin û nepejirandin ne diyare.
Erêkirineke bêdawî bi xwe re tîne. Li gor
kesayeta sîstema kapîtalîst e. Sînorê ezezîbûnê
bêdawî vedike. Kes ji rastiya xwe, xwezaya xwe û
xweşikbûna xwe ya hizir dûr dikeve. Tenê
xweşikbûna kû tê dîtin re eleqedar dibe. Ev ji
encax bi dev-lêv-birû-nenûk hwd.. ye. Wate û
ahenga di navbera hizirandina kes û xweşikbûna
beden de namîne.
Dibistan Cihê Xweşikkirina Aqile. Dema Ku
Xwnedevanek Tenê Bedena Xwe, Rûyê Xwe, Pirça
Xwe, Çavên xwe Xweşik Kir Ew Bi Aqil Nabe.
GIRÊDANA DI NAVBERA JIN, POLÎTÎKA, EXLAQ Û
ESTETÎKÊ DE
“Jin, bi ser de, weke hêmana serekîn a civaka
exlaqî û polîtîke. Di ronahiya azadî, wekhevî û
demokratîkbûnê de, di hêla etîk û estetîka
jiyanê de, wê di hemû mijarên etîk û estetîk de,
weke hêza hem raman û hem pêkanînê, vebûn û
pêşketinên mezin bidest bixe.
Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam,
pir berfirehtir e. Gihaştiye asta zekaya wê ya
bihest, bi vê yekê re pêwendîdar e. Lewre,
ESTETÎK, KU TÊ WATEYA XWEŞİKKİRİNA JİYANÊ, di
hêla jinê de, mijareke hebûnêye.
Her wisa, berpirsyariya jinê di hêla etîk
(teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî,
bêhtir berfireh e. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê
ye ku di hêla civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir
rasteqînî û berpirsyar tevbigere di warên
nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên
baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya
jiyan û aştî, her wisa pîvanên mafdarî û
dadwerî.” RÊBER APO
GIRÊDANA HUNER U ESTETİKÊ
“Bi alîkariya hunerê mirovan ji bo xwe gerdûnên
taybet dane avakirin. Civak bi afirandinên
berhemên xwe deng, muzîk, wêne, mîmarî re jiyana
xwe dayîne berdewamkirin. Bêyî mîmarî, wêje,
wêne û muzîkê civak nayê hizirandin. Ev
afirandinên metafîzîkin. Ev berhemên civakî ku
bêyî wan nabene. Huner tam weke avakirineke
metafîzîke, pêwîstiyeke bingehîn dibersivîne”.
GIRÊDANA AZADÎ Û ESTETÎKÊ
“Tespîteke raste ku tê gotin; asta azadiya
civakan, asta azadiya jinê diyar dike. Wexta em
ji aliyê estetîkê ve jî li mijarê binerin, em
dikarin bibêjin kesê azad nebe wê estetîka wan
jî nebe. Ji lewra jiyaneke estetîk nebe, wê tenê
di nav sînorên prîmatan de pêk were. Eger mirov
wek mijareke hunerî li dabaşa jinê binere wê
rastir be û girîng e. Divê mirov wê ne wek mal û
mulk, ne jî wek karker-gundiyan bibîne. Pêwîste
mirov jinê wek parçeyekî xwezayê herî hişyar û
hestyar bibîne; lê hayil bibe hin pîroziyên wê
hene, bi zimanê mêrê serwer pê re nepeyive, hewl
bide bi zimanê jinê yê bi gelek siran barkirî wê
fêm bike. Ev ji bo jiyaneke estetîk pir girîng
e. Di jiyanê de pratîka herî xirab, serweriya
mêr a li ser jinê hatiye ferzkirin û
xweperestiya wî ye. Ti helwest mîna ya mêr a li
ser jina neçar hatiye hîştin, bêhurmet û
çarenûswarî nîne. Li gorî min civak û mêrekî
xurt, têgihîştî, hestyar, wekhevîxwaz û li
azadiyê serwext, dikare bi pîvanên me
destnîşankirîn û erkên wan, rabin û bizanibin.
Civaka di koletiyê de pir çûye xwarê ew civak e,
ku jina xwe piçûk xistiye. Civaka ji jiyanê jî
fêm nake ew civak e, ku rasterast bi jinê re
jiyan qebûl kiriye. Dîsa jiyana herî bê heyecan,
xirab, tevizî û ji maneyê dûr, jiyana bi jina
kole re ye.
Em wexta bi rohniya van tarîfan li civaka
Rojhilata Navîn binerin, emê hînê baştir fêm
bikin ka çima jiyaneke bê mane, zalim, krêt û
bêhurmet dewam dike. Civakeke mêran a pir bi
sivikî nêzî jinan dibe, wan ji estetîkê bêpar
bihêle, mîna mal û tiştekî bêqîmet a divê xwe jê
xilas bike bibîne, eşkere ye, ev civakê ji
aştiyê bêpar û krêt bijî. Civakeke mêran a bi vî
rengî nikare jiyaneke pîroz a civakî, meznahiya
welat, fazîleta rastîn û têgihîştina xwezaya
zindî biafirînin. Wexta nikarin biafirînin jî
wek bahane tim û tim “jinê şeytan” nîşan didin.
Jina jê re tê gotin kêm e, û şeytan e, ya rastîn
dereweke herî rezîl a civaka mêrên têkçûyî ye.
Eger li dijî îdeolojiya serwer a mêran, exlaq,
hêza civakî û ferdan şerekî mezin neyê meşandin
jiyana azad nayê bi destxistin; civakeke
demokratîk a rastîn nayê afirandin. Ji lewra wek
yeksaniyê sosyalîzm pêk nayê. Alternatîfa
polîtîk a gelan ne tenê demokratîk e, her weha
civaka demokratîk û azadiya cinsiyetê ye.”
ESTETİKA BI DESTÊ MÊR TÊ AVAKIRIN
Têkoşîna azadiyê ya jinê divê bi awayekî berçav
ji avakirina partiya xwe heta tevgera jinê ya
girseyî, hemû rêxistinên xwe yên civakî di nav
hemû avahiyên siyasî û demokratîk de xebatên xwe
bimeşîne. Jin çendîn xwe ji destê serweriya mêr
û civaka wî xilas bike û bi însiyatîfa xwe ya
serbixwe tevbigere, ew çend wê bibe kesayeteke
azad û bibe xwediyê nasnameyê. Sergirtineke pir
zû koletiyeke herî zalimane ye. Hîç sernegirtin
– aqilê xwe – helwesteke bi şeref e. Em ji
çarşefê bigirin heta dolbendê û pornoyê kiryarên
bi destê mêr li ser jinê têne ferzkirin,
xirabiyek ew çend rezîl e, li ti netew û çînê
nehatine kirin. Ji lewra destekdayîna ji bo
hêrsa jinê, têgihîştina azadiya wê û tevgera wê,
nirxeke mezin a hevaltî û mirovatiyê ye.
Divê JİN di rojhilata navîn de sêyemîn şikestina
mezin a cinsî bike û li gorî jinê meşekê bide
destpêkirin ku hêjayî dîroka wê be. Ketina mezin
bi rabûna mezin dibe. Eger em li ser vî hîmî wek
bawermendên dînê xwedawendeke nû rabin, emê
karibin xwe bigihînin dayiktiya pîroz û jintiya
evînê.
Di civaka alternatîf a Rojhilata Navîn de wê
aborî, çîn û sosyalîteyê çawa bibe, ez bi xwe
van pirsan pir watedar nabînim. Mijarên hewce ew
in ku me analîzên wan kirin. Ne ku naskirina
bêkarî-bikarî û gundîtiyê şoreşgertî ye,
berovajî nasnekirin şoreşgertî ye. Eger mirov
van çînan wek ebdên axa û patronan bifikire, wê
me hînê nêzî rastiyê bike. Azadî, çendîn karker
û gundî di warê aborî de nebe jî di warê zêhnî û
polîtîka demokratîk de pêş de bibe, wê pêk were.
Mirov ji neçarî dibin karker û gundî. Eger azadî
li dawî hîştina îcbariyetê ye, wê wextê tê
karkertî û gundîtiyê li dawiyê bihêlî. Eger
têkoşîna rastîn a çînî bi vê zêhniyet û şêwazê
demokratîk were meşandin, wê wextê wek yeksaniyê
sosyalîzmê pêk were û maneya xwe bibîne. Bêkartî
berhemekî bêdemokratîkbûyînê ye. Civakek
bizanibe demokratîk be, rê nade civakeke bêkar.
Eger li cihekî bêkartî zêde be, wê wextê li wir
ew çend bêdemokratîkbûyîn heye. Hebûna bêkartiyê
bi giştî illet û nexweşiyeke şaristaniya çînî
ye. Kom û mirovên bizanibin li dijî wê
derbikevin ti car bê kar namînin. Eger ti kar jî
neyê dîtin, weke karekî mezin, karê demokrasiyê
heye, wê wextê karê herî mezin ji her kesî-ê re
heye. Bibe demokratekî-e baş, bibe şervanekî-e
azadiyê; tê bibînî, tê di temenê xwe de saetekê
jî aware nebî, tê bê kar nemînî. Kom û gelên
şerê demokrasiyê nedin, wê her tim aware,
rêncber û bê kar bimînin. Eger rastî ev be, wê
wextê em çendîn civakê û ferd perwerde bikin, bi
rêxistin bikin û bixin nav têkoşîna demokrasiyê,
emê ew çend di têkoşîna li dijî bêkartî, awaretî,
serxweştî û tembeltiyê de bi ser bikevin.
Di tevahiya dîroka şaristaniyê de wek yekemîn
çîn, cins û netewa kole em bi rastiya jinê re
rûbirû ne. Xistina jinê ya mala taybet û mala
giştî (kerxane) ji şêwazên vê koletiyê ne.
Çavkaniya zordestiyê biyolojîk nîne, sosyolojîk
e. Saziya zilamtî-pîrektiyê bi şêwazên xwe yên
di şaristaniyan de bi taybet li dijî jinê û bi
giştî jî li dijî hemû civakê hatiye xebitandin.
Li hundurê malê împaratorê siyasî fîgurê zilam
e. Zilam li hemberî jınê timî rola despot dilîze.
Ev yek ti têkiliya wê bi niyeta ferdî re nîne.
Divê wek rewşek şaristaniyê were fêmkirin.
Dibe ku ya rast ew be, mirov azadiya jinê bi
çanda malbat-dayikê (dayika xwedawend) ya piştî
şoreşa cotkariyê gihîşt qonaxeke mezin, bide
destpêkirin. Em heta îmaja sivik a pîrek-qîzê
hilneweşînin, em nikarin xwe bigihînin meznahî,
hurmet û bedewiya jinê. Pîvanên şaristaniyê
çavkaniya wan zilam e û jin ji hemû pîvanên wê
yên melek, bedewî û pîrozbûna xwedawendîtiyê
xistine.
Her çend kevin û bi cihbûyî be jî têgihîştineke
dijwar a namûsê di navbera we hemûyan de (çi mêr
çi jin ferq nake) heye, lê têgihîştina min a
estetîk a şoreşgerî bi çandek welê ya zilamtî û
pîrektiyê nakeve.
Li gor van mijarên hatiye diyarkirin pîvanên
erêkirin û redkirinê yên keç û xortan divê hebe.
Pîvana erêkirina hevaltiya xortekî divê çawa be?
Xortekî ku ne welatparêz be, ne zanebe, ne
rêxistinkirî be, ne rêzdar be nikare nêzî keçan
bibe. Ev pîvana sereke ya erêkirin û redkirinê
ye.
Her kesek ji bo xwe pîvanên welatparêzî,
xweşikiya Hizir, hizmeta civakî, girêdana bi
rêgezên civakî, zanîna heskirin û hevalbendiyê
ve girêdayî wê hevaltiya xwe dayîne û pêş bixe.
Çiqas ev pîvan net û zelal bibin wê hevaltiyên
ewqasî rast werin avakirin.
Ji bo keçekî pîvana erêkirina zilamekî divê
çibe?
Ne tenê di aliyê pirç, dev û çav de bi ecibîne
weke pîvanên kesayet divê ji kêre bibêje erê û
ji kêre bibêje na! Carna hinek hevaltî tên dîtin
ew keç û xort bi kîjan armancê hevaltiya hevdû
pejirandine ne diyare. Heger xortek di nava
civakê de rêzdar be, zanebe, bi pîvan û nirxên
civaka xwe re girêdayî be dikare bibe hevalê
keçekî. Lê xortekî heya dawî bê pîvan, bê rêgez
nav û dengê wan kesan di hemû bûyeran re derbas
dibe, bi keça herî baş ya wargehê re heval e.
Divê ev hevaltî di ber çavan re were derbas
kirin. Bi kesên jîr, bi aqil, xwedî bername,
xwedî kesayet re hevaltî tê kirin.
Her keçek dema ji bo xwe, jiyana xwe û hevalên
xwe xwe xweşik bike diyare. Por, cil û berg,
tevger û hemû rêk û pêkiya xwe li gor vê pîvana
xwe sazûman dike. Lê keça ku ji bo xortekî xwe
xweşik dike diyare hertim bi derdora xwe re
mijûle, hizirandinê wê ne li ser dersan û
xwendinê ye. Bi qasî bi cil û bergên xwe re
eleqedar dibe nikare bi şîrove û nirxandineke
jiyanê re eleqedar bibe. Tevgerên jiyanê tevahî
ne jidile. Ji ber ew kesayet ne ji bo xwe jiyan
dike. Ji bo hinekî din xwe çê dike, di xemilîne,
dimeşe, di axife. Em van tevgeran na pejirînin.
Divê her keç di destpêkê de bi xwendina xwe,
zanebûna xwe, rêxistina xwe, hevalbendên xwe re
girêdayî be. Hevaltiyeke hêsan, tenê ji bo
xortekî, an jî ji bo hestên xwe yên heskirinê
yên bêpîvan divê ji xwe re layiq nebîne.
Xweşikbûna keçan di tevger û dayîn sitandina wan
de bi zimanê xweşik, têkiliyên bi wate,
hevaltiyeke jidil û rast ve dikare derbikeve
holê. Jin navenda jiyanê ye. Her keçek cihê ku
lê jiyan dike dikare xwe weke navenda wê deverê
birêxistin bike û derdora xwe birêk û pêk bike.
Di kolanan de, di refê de, di bazarê de, di kar
de, di civînan de, di perwerdê de, di têkiliyên
xwe de dikare vê navendbûna xwe bi zanebûna xwe
ya xweşik pêşkêş bike.
|