|
|
Pirr girîng e ku mirov pirsgirêkên jinê yên di
nava civakê de berê pêşî ji aliyê civakî-dîrokî
ve bigire dest û li ser bisekine. Pirsgirêka
jinê pirsgirêkek e ku di çavkaniya tevahiya
pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku mirovatiyê hê
gav neavêtiye civaka dewletdar a çînî li ser
jinê hiyerarşiyeke hişk a mêrê serwer (bavikan)
bi sazî bûye. Ji bo sedemên pêkhatina serweriya
mêr serî li gelek vegotinên dînî û mîtolojîk
dane. Destana Xwedawenda Ûrûkê Înannayê vê
pêvajoyê nîşan dide. Di vê destanê de mirov ji
bo xwezayê, xwedawenda dayik û pîroz a berê
hesreteke mezin dibîne. Di nava pergala dewlet û
hiyerarşiya bavikan de hatiye asêkirin û ji ber
hîlekarî, xasûkî û zordariya mêrê serwer
nalenala wê ye. Di Destana Babîl de ev rastî hê
zêdetir eşkere û bi tesîr tê ziman. Ango pevçûna
Mardûk û Xwe-dawend Tîamatê. Di mîtolojiya
Sumeran de tê gotin jin ji parsûyê mêr hatiye
afirandin. Ev îfadeyeke sembolîk e. Dînên
yekxwedayî jî vê helwestê dewam dikin. Jina weke
xwedawend diket zîggûratên Sumeran weke
orûsipiyekê ji perestgehê derdiket. Kerxaneya
pêşî li bajarên Sumeran tê vekirin. Payeya jinê
ji orûsipîtiya perestgehê ber bi carîyetiya
qesrê ve tê bilindkirin. Li bazarên bazirganiyê
objeyeke kole ye ku dest jê nabe. Di şaristaniya
Greko-Romen de bi tenê koleya karên nava malê
ye. Di nava polîtîkayê de cihê wê nîne. Di
şaristaniya Ewrûpayê de objeyeke cinsî ye ku bi
peymanekê bi mêr ve hatiye girêdan. Di
şaristaniya kapîtalîst de orûsipiyeke giştî ya
gerdûnî ye. Dîrok bi mêrê serwer re bi temamî
bûye xwediyê avahî û maneyeke cinsiyetparêz.
Dîrok êdî weke mêr dimeşe.
Pîrekkirina
jinê (tê maneya kolekirina jinê), piştre di
civaka zordestî û mêtinkar de pîrekkirin li ser
objeyên mêr jî tê meşandin. Klîka jor a siyasî,
eskerî û rahib a civakê dikeve pozîsyona cinsên
serwer û beşên jêr ên têne rêvebirin jî her diçe
dibin pîrek. Di civaka Greko-Romen de mêr ji
ciwaniyê ve bi helwesteke cinsiyetparêz a zêde
tê perwerdekirin. Di tevahiya serdemên
şaristaniyan de hel-westên çeloxwarî yên cinsî
weke encama helwestên cinsiyetparêz ên ji jinê
re, pirr têne dîtin. Êdî jin çiqasî kole be,
mêrê kole jî ewqasî jin an jî pîrek e.
Di civaka Rojhilata Navîn de li van pirsgirêkên
koka xwe dîrokî wexta pirsgirêkên îro yên
çavkaniya xwe amûrên kapîtalîst ên mê-tinkarî û
zordestiyê jî zêde dibin, ya rastî ji bo jinê
jiyaneke ka-bûswarî bivê nevê pêk tê. Dibe ku
maneya jinbûnê, mirova herî zêde di zor û
zehmetiyê de be. Mêtinkarî û zordestiya çor a li
ser civakê, qatbiqat li ser ked û bedena jinê
pêk tê. Hê nû hay jê çêdibe ku jin jî mirov e.
Helwesta bêrûmet a cinsiyetparêz a hişk hatiye
wê astê ku şûna xwe ji lêgerîna hewcedariya bi
dostek û hevrêyekê re bihêle. Qet nebe êdî
guftûgoya vê tê kirin. Divê baş bê zanîn ku di
civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê,
jiyaneke manedar jî wê çênebe. Em divê zanibin
ku jiyana herî xweşik û manedar bi jineke azad a
bi temamî bûye xwedî rûmet re pêk tê û bi vê
zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde
bibin.
Li Rojhilata Navîn Jin, Xanedantî, Malbat,
Pirsgirêka Şêniyan û Şoreşa Jinê
Di dema şeveqavêtina dîrokê de bi nasnameya xwe
ya civakî ya bi heybet, jina ku rola
dayik-xwedawendiyê bi xwe ve danî, mixabin di
Rojhilata Navîn a roja me ya îro de daxistin
rewşa metayeke herî bêqîmet û bênirx. Ev dîroka
ku diviyabû bi serê xwe çîrokeke wê ya trajîk
hebûya, em zêde nikarin wê bînin ziman û ji
derfetên vê yekê mehrûm in. Lê em dikarin
encamên wê rexne bikin. Ewrên ji mijê yên bi
destê mirov li dora jinê hatine çêkirin, divê ji
hev bêne belavkirin û bi vî awayî keşifkirina
rastiya wê, yek ji erk û wezîfeya pêşî ya lezgîn
a civakî ye.
Ez divê eşkere diyar bikim ku ez analîzên
cinsparêz ên civakî, pozitîvîst dibînim. Ez
yeqîn nakim ku em karibin bi nêzîkatiyên
objektîv ên seresere û çor jinê analîz û çareser
bikin. Nexasim em bi şîfreyên koletiyê yên
dawerivandine hinavên jinê nizanin. Ez yeqîn
dikim ku pirr zêde bi zêhniyeta fallus-vajînayê
hatiye kirin û ev zêhniyet qabîliyetên din ên
mirovî kotrimî dike. Di vê babetê de nuqteya
balê dikişîne ew e, di cîhana nebat û heywanan
hemûyan de diyardeya têkiliya cinsî ya şêwe, dem
û fonksiyona xwe ya diyar heye, li cem cinsê
mirov ev şêwe, dem û fonksiyon ketiye rewşekê ku
zêde hatiye dejenerekirin. Ji sedî sed diyar e
ku çavkaniya dejenerebûnê civakî ye. Ya rastî,
mirov dikare bibêje; bi derketin û giştîbûna
pirsgirêka civakî (zordestî û mêtinkarî) bi pêş
ketiye. Ji ber ku civaka dayikê ji her alî ve ji
hev hatiye xistin, pirsgirêka jinê pirsgirêka
sereke ya civakê ye. Ji bo terîfeke rast, bi vî
awayî destnîşankirina pirsgirêkê hewce ye.
Di mijara jinê de mirov dikare li egoîstî û
çavkoriya zilam weke diyardeyeke rojane, her
saetê çav bidêre. Di vê babetê de zilamê ji her
tebeqeya civakî, bêyî ku rêzikeke huquqî û
exlaqî nas bike, çavê xwe namiçîne dikuje, qetil
dike. Ma kesê xwedî wijdan dikare vê ras-tiyê
nebîne. Helwestên bi vî rengî jî pirranî li ser
navê eşqê têne nî-şandan. Ji ber ku têkiliya
eşqê bi heqîqetê re kêm zêde hatiye şîro-vekirin,
yekser wê bê fêhmkirin ku vegotineke bi vî rengî
dereweke herî rezîl e. Çi di cîhana heywanan çi
jî di ya nebatan de û heta di cî-hana fizikî ya
em weke ‘bêcan’ bi nav dikin de ti kirdareke
dibe mija-ra eşqê, nakeve nava hewldaneke bi vî
rengî. Herçiqasî hin jirêder-ketinên hê nehatine
analîzkirin bêne dîditin jî eşkere ye ku li cem
cinsê mirov sedem û maneyên kuştin û cinayetiyên
bi vî rengî, gele-kî cuda ne. Berê pêşî divê
mirov têkiliya van kuştin û cinayetan bi serwerî
û mêtinkariyê re weke yek ji xusûsên sereke
destnîşan bike.
Pirsa bingehîn a divê bê kirin ev e, zilam çima
di mijara jinê de evqasî hesûd, çavnebar,
tehekumkar û kujer e, çima tevahiya bîstû-çar
saetên rojê ji rewşa xwe ya destavêtinê nagere.
Bêguman desta-vêtin û tehekum têgînên îstîsmarê
yên civakî ne. Rengê civakî ya diqewime îfade
dike, hiyerarşî zêdetir bavikparêziyê û
desthilatda-riyê bi bîr dixin. Maneyeke wê ya
din a kûrtir, xiyaneta li hemberî ji-yanê îfade
dike. Girêdana pirralî ya jinê bi jiyanê re
dikare helwesta cinsiyetparêziya civakî ya zilam
zelal bike. Cinsiyetparêziya civakî, bwqasî
handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:ke. Lê min
şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu
berbang avûtinêi bandora cinsiyetparêziya
diqedîne û kor dike jidestdana dewlemendiya
jiyanê, helwesta bi hêrs, tecawizkar û hakim a
ev yek dibe wqasî
handina ‘agahî-zanîna muqe, din e:ke. Lê min
şeveq avêtin nebihîstiye, gelo mumkin e tu
berbang avûtinêsedema wê, îfade dike.
Têkiliya xerîze û ajoya cinsî bi dom-dariya
jiyanê re eşkere ye. Lê mirov nikare bibîne ku
ti zindî û ruh-ber bîstûçar saetan ji aliyê
cinsî ve dewamî birçîye û xwediyê vê zêhniyetê
ye. Eşkere ye ku jiyan bi tenê ji têkiliya cinsî
pêk nayê. Be-revajî, mirov dikare bibêje
têkiliya cinsî bi awayekî kêliya mirinê ye, ya
rastî li dijî mirinê pêngaveke kujer a jiyanê
ye.
Ango mane ev e; çalakiya cinsî çiqasî zêde be,
ewqasî jiyan ji dest tê dayîn.
Ez nabêjim çalakiya cinsî bi tevahî kujer e.
Îdeala bêserûbinî ya jiyanê jî di nava xwe de
hildigire. Lê ev îdeal, jiyan bi xwe nîne.
Berevajî, li dijî tirsa mirinê tevdîrek e ku
mirov dikare bibêje zêde qîmeta xwe ya heqîqetê
nîne. Mirov dikare vegotinê welê zelal bike:
Gelo dubareyên xelekên jiyanê girîng in, yan jî
weke tekxelek ew bi xwe girîng e? Piştî ku
heqîqeta ya tektam hat îfadekirin, dubarebûna
bêserûbinî ya xelekê zêde maneyê di nava xwe de
nahewîne. Eger bihewîne jî ev ji hewcedariya xwe
gihandina ‘agahî-zanîna mutleq’ e. Di vê rewşê
de xelek çiqasî xwe baş nas bikin, pêdiviya bi
agahiya mutleq jî wê ewqasî hatibe tedarikkirin,
hingê jî xelek ango zêdebûna cinsî zêde qîmet û
maneya xwe namîne.
Ji van nirxandinên kurt encama mirov dikare
derxe ew e ku ji dema dayikî û vir ve, jin bi
awayekî sîstemîk û sazî bi mêtinkarî û
zordestiyeke civakî re rûbirû bûye. Koletiya
jinê bi qasî ku bi ti şêweyê koletiyê re mirov
nikaribe bide berhev, tevlîhev û heyatî ye. Di
nava dîroka şaristaniyê de bazarên koleyan ên
jinê, cariyetî û saziyên hareman belkî hinekî
diyardeyê nîşan bidin. Lê kirinên mo-dernîteya
kapîtalîst li ser jinê ewqasî zêdebûne, hed û
hesabê xwe nînin. Ti şaristaniyê bi qasî
kapîtalîzmê bi jinê nelîstiye û îstîsmara xwe li
ser bi sazî nekiriye. Diyarde ewçend hatiye
îstîsmarkirin, pir-raniya jinan kirinên ew
xistine rewşên herî rezîlane, weke xisletên
bingehîn ên nasnameya jinê nîşan didin. Ne tenê
ev, dekûdolab li ser serê wê tê gerandin û ew
xwe weke parçeyekî destê vê dekûdolabê digerîne,
qebûl dike û ew wer ketiye dest, ji gerandina vê
dekûdo-labê ti fikarê nake. Em bi tenê behsa
mêtinkarî û zordestiyeke diyar-deyî nakin.
Koletiyeke dawerivandine her şaneyên jiyanê,
weke şê-weyên deng, reng, beden û zêhniyetê
bêxem û fikar bi dilê xwe pêş-kêş dike. Hay ji
xwe nîne têkiliya xwe ya bi heqîqeta civakî re
ji dest daye û kirine ku bi tenê jiyaneke li ser
dikê tê lîstin be. Ya rastî, vê îmkanê jî
nabîne. Ji bo bidestxistina heqîqet û rûmeta
jiyanê, ji hev belavkirina mija li dora jinê, bi
tevahî girîngiya xwe diparêze.
Tevî ku rastiyek e ku bêyî jinê jiyan nabe, lê
eşkere ye ku bi jineke evçend hatiye xistin jî
jiyaneke manedar û rûmetdar nayê parvekirin.
Jiyana bi jina heyî re her kes û giştî heta bi
qirika xwe ketine nava koletiya herî rezîlane;
bi vê zanîn û têgihiştinê divê mirov çareserker
û çalak be, wê ev bibe rêya rast a rizgariya
jiyanê. Divê mirov ti carî ji bîr neke ku bi
jinê re jiyaneke bi mane û bi anor bi zanyartî û
hozantiyeke mezin dibe. Yên îdeaya xwe ya eşqê
hene, divê kêliyekê jî ji bîr nekin ku
bicihanîna vê eşqê, bi çûyîna di rêya vê
zanyartî û mezinahiyê de ye. Naxwe bi awayekî
din meş û çûyîn bi eşqê re xiyanet e, û ji
koletiyê re xizmet e. Mirov heta xwe negihî-ne
heqîqeta civakî, nikare bigihîne eşqê.
Di çanda civakî ya Rojhilata Navîn de bi belge û
delîlên xurt pişt-rast bûye ku nîzama dayikê pêk
hatiye. Piştî vê nîzama bavikanî (ji salên 5000
B.Z. ve her bi pêş ketiye) ceribandina sîstema
îstîsmar û zordestiya pêşî îfade dike. Şoreşeke
bi kok a li dijî jinê ye. Mal û zarok dikevin
bin serweriya mêr ango saziya bavtiyê. Ji ber ku
rê li nîzama muhafezekarî, zordestî û
îstîsmarkariyê vedike zêdetir dij-şoreş e. Wer
xuya ye ku bûyîna xwediyê gelek zarokan nîzama
pêşî ya mal e. Çiqasî zarok zêde bibin hêz, mal
û milkiyet jî ewqasî zêde dibin. Têkiliya
bavikantî û xanedantiyê bi milkiyetê re eşkere
ye. Xanedantî saziya malbatê ya herî berfireh e;
ji klanê mezintir e, hay ji xwe çêbûye û milk
nas kiriye. Şêweyê pêşî yê baviktiyê ye. Bi
paş-veketina xwedantiya jinê li ser mal û
zarokan re parelel dimeşe. Çanda
dayik-xwedawendê şûna xwe ji çanda qral-xwedayên
zilam re dihêle. Di çanda Sumeran de mirov van
bûyeran bi awayekî bal-kêş dikare bibîne.
Tevahiya dîroka şaristaniyê zewac û saziya
mal-batê di bin bandora modela xanedantiyê de bi
pêş dikeve. Ji ber ku xanedantî weke
yekdestdariya desthilatdariyê û îdeolojiya mêrê
serwer hat qebûlkirin an jî dan qebûlkirin,
zewacên serdest neçar man otorîteya bav nas
bikin. Bi kurtî yên hatine avakirin ne xwezayî
ne, belê nîzamên mîkro yên otorîter û
îstîsmarkar in.
Modernîteya kapîtalîst ev nîzam hê zêdetir pêşde
biriye. Di qada huqûqî de nîzamname û
sererastkirinên qanûnî yên ji bo başiya jinê
hatin kirin ji bicihanîna wekheviyê dûr in.
Serwertiya zilam di bin mohra şaristaniyê de
zewac pêşde bir, ji lewra mirov dikare wê weke
saziyeke civaka cinsiyetparêz rewa dike, terîf
bike. Hiyerarşî, desthilatdarî û yekdestdariya
dewletê xwe di komika xwedî rengê şaneya civakî
û herî zêde de nîşan dane. Di navbera wê bi xwe,
bi awayê xuya dike û rewakirina wê de nakokiyeke
sergirtî heye. Di şexsê jinê de saziya herî baş
koletiya giştî ya civakê kamûfle û şapinêz dike,
saziya zewacê ye. Pêvajoya pîrekkirina jinê
(piçûkxis-tin, rezîlkirin, dûvikê zilam) dikin
bingeh û civakê jî gav bi gav dikin pîrek.
Koletiya zilam piştî pîrekkirina jinê û bi wê re
di zikhev de hatiye meşandin. Koletî û pîrektiya
li ser jinê hatî ceribandin û encamgirtî, paşê
bi zilam û çînên bindest dan qebûlkirin. Ev
pêvajo-ya bi şaristaniyê re bi pêş ket bi
modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor û
bilind. Faşîzm di pêvajoya pîrekkirina civakê de
xwedî maneyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî
îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî
îfade dike; ango her kes hatiye xesandin,
qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest
dane, her kes êdî zilam û pîreka hev in.
Komkirina sermayeyê ya dewamî bûyî, êdî wê bi
awayekî din bi qasî keys û firsendê nede civakê,
êrîşkar û hov bibe. Ew qad e ku destavêtin û
koletî bi navê namûsê hem tê rewakirin hem jî
hûrûkûr tê bicihanîn.
Ya maskeya rûyê modernîteyê tîne xwarê, dîsa
rewşa îflasê ya malbatê ye. Di şaristaniya
Rojava de îflasa malbatê bi tenê qelsbûna
têkiliyên civakî nîşan nade; nakokiya bi civakê
re, rewşa kaotîk û krîzê jî bi kûrahî nîşan
dide. Çawa ku koletiya jinê asta koletiya civakî
diyar dike, rewşa kaotîk a di têkiliyên mêr-jinê
de jî rewşa kaotîk û nakokiya modernîteya
kapîtalîst a roja me ya îro nîşan dide.
Cinsiyetparêziya civakî têgîneke bi
desthilatdariya di têkiliyên mêr-jinan de bi
sînor nîne. Desthilatdariyeke di her astê de li
civakê belavbûyî, îfade dike. Desthilatdariya
dewletê ya bi modernîteyê herî mezinbûyî nîşan
dide. Ti obje bi qasî jinê tehrîk nade kirin û
ji bo desthilatdariyê nabe mijar. Jin weke
hebûneke kirine obje, xwedî wan xisletan e ku
desthilatdariyê herî zêde bike. Timî di rewşa
tehrîkkirin û pirrkirina desthilatdariyê de tê
hiştin. Mirov di vê çarçoveyê de têkiliya jinê
bi desthilatdariyê re analîz bike, ji bo
eşkerekirina heqîqeta wê girîng e. Her zilam bi
zêdeyî xwedî wê zêhniyetê ye ku hêrsa xwe ya
desthilatdariyê li ser jinê pêk bîne. Heman
zêhniyet weke hêrsa desthilatdariyê ya cinsê
jinê ya li ser hev û zarokan pirrtir dibe û tê
bicihanîn. Vê carê jin dibe gurê jinê. Bûyera
jêre reaksiyona zincîrwarî tê gotin, ev e. Rola
jinê di sîstema kapîtalîst a mêtinkariyê de
gelekî bêhtir dest dide û eşkere ye. Ji bo
sîstemê, bi tenê zarokan bêheq nayîne û mezin
nake, bi heqdesteke herî kêm baz dide her kar û
suxreyî. Li ser artêşa bêkaran di pozîsyona
zextê û timî kêmkirina sîstema heqdestan de tê
girtin. Cihê xemê ye, tevî ku xwediya keda bi
cewr û cefayê ye, Marksîst jî di navê de, ti
doktrînê hewce nedîtiye behsa ked û mafê jinan
bike. Ji bo vê, analîzên hewce û helwesta
polîtîk pêşde nabe. Nîşaneyeke din a berfirehiya
cinsiyetparêziya civakî ya serweriya zilam
piştrast dike, der barê keda jinê de ye.
Demografya, pirsgirêka şêniyan, ji pirsgirêka
çînî qat bi qat zêdetir ji bo dinya û civakê
tehlûke ne. Pirrbûna şêniyan ji nêz ve bi civaka
cinsiyetparêz û modernîteya kapîtalîst re
têkildar e. Bîstûçar saetên rojê xwesteka cinsî
ya natemire, çanda xanedanî û malbatê, polîtîka
kapîtalîzm û dewleta netewe ya ji bo kara herî
zêde û hêzê bi xwe re bend û sukurên li pêşiya
pirrbûna şêniyan diteqîne, radike. Wexta ku
alîkariya teknîk û tibbê li vê bê zêdekirin,
rastiya derdikeve holê, ji aliyê dewamkirina
civak û hawîrdorê ve rewşa herî bi tehlûke îfade
dike. Kaosa demografîk bi vê rastiyê ve girêdayî
ye. Dinya me û hawîrdor ji mêj ve hecmê wê yê
heyî (eger zêdebûna şêniyên 6,5 mîlyar bi vî
awayî dewam bike) gihiştiye wî sînorî ku nikare
barê wê rake. Ji vî alî ve jî nirxandina îflasa
sîstemê girîng e.
Divê mirov baş zanibe ku jin weke amûreke
zarokanînê xistine bin barekî xeternak û xwe lê
ragirtina wê gelekî zehmet e. Ji bûyîna xwediyê
zarokan wêdetir, çavkaniya pirsgirêkê sîstemeke
nanozikê û suxrekar a girankirî ye. Herweha divê
mirov baş zanibe ku zaro-kanîn ne biyolojîk e,
diyardeyeke sîstemwarî û çandî ye. Her zarok ji
aliyê çanda heyî ve ne carekê, gelek caran tê
maneya mirina jinê. Çandeke zarokanînê hewce ye
ku qîma xwe bi hindikî bîne, bi tevahî tevdîrên
tenduristiyê bigire û beriya her tiştî divê ji
aliyê zêhnî ve ji bo zarokanînê hatibe
amadekirin. Fikra hêzê û bêserûbinîbûnê ne bi
rêya zarok, divê mirov bisipêre agahî-zanîna
mutleq û bedewiyê, gihiştina civaka exlaqî û
polîtîk, eger mirov bi van xusûsên pêşî tên,
gihandina zarokan bi awayekî yekpare analîz
bike, wê hê manedar-tir û baştir bibe. Xulase,
divê mirov mezinkirin û gihandina zarokan li
gorî pêdiviyên civaka ekonomîk û ekolojîk û li
ser bingehê fel-sefeya azadiyê analîz û çareser
bike.
Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi
reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye
‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên
civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê
koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe
şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê
divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên
bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî
îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber
hewce dike. Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî
zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li
ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer
were xurtki-rin. Ji bo şoreşa jinê, divê
diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û
desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin.
Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi
temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di
îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê.
Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya
heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê
rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov
hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina
zarokanîn û amûra têrkirina xwes-tekên cinsî de,
weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û
civakbû-nê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û
esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û
wekhev bibîne.
Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û
wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta
civakî ya mutleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî
bi tenê di tewazuna hêzê ya heqîqeta civakî de
bi beram-ber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi
koletî, destavêtin û desthilat-dariyê bûne, eşq
ti carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên
serne-ketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê
piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî
mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê
dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev
di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û
bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz
dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were
girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê
şoreşê ferz dike.
Civaka Rojhilata Navîn bi qasî ku hewcedariya
xwe bi duyemîn şoreşeke gund-cotkariyê heye,
ewqasî hewcedariya xwe bi duyemîn şoreşeke jinê
heye. Şoreşa jinê, dayiktiya neolîtîkê ye. Ya
rastî, şo-reşa neolîtîk a muhteşem şoreşeke jinê
bû. Şoreşa neolîtîkê şoreşek e ku hê jî mirovatî
bi mîrateya wê debara xwe dike. Ev dij-şoreşa
mezin a ku li ser bingeha dij-şoreşa baviktî,
şaristanî û modernîteyê civaka xwezayî bi paş ve
xist, bû encama koletiya herî kûr a jinê û ev li
tevahiya civakê belavkirî, di roja me ya îro de
li qadên civakî hemûyan di nava rewşa xwe ya
kaotîk û krîza sîstematîk de ye ji hev de dikeve.
Mirov fêhm dike ku ya li ser jinê tê ferzkirin
xiyaneta bi jiyanê re ye. Eger jiyan tê xwestin,
divê berê pêşî di tewazuna hêzê ya zanyartiya
beramberî de ji nû ve bi jinê re di çêkirina
hisên bedewî û mezinahiyê û parvekirina wan de
bi ser bikeve. Divê mirov vê rastiyê ava bike û
xwe bigihîne heqîqeta wê. Di vê mijarê de divê
tek û gerdûnî, ango jin û mêrê berbiçav, mêr û
jintiya mucered a îdeal di zikhev de pêk bên. Ji
bo pêkhatina vê jî divê îrade û tê-gihiştina wê
bê pêkanîn. Weke milk û weke xwedî divê mirov
hevdu ji binî ve biterikînin. Li şûna namûsa
rêûresm û kevneşopiyê divê mirov balkêşbûna
kesayeta esîl û bedew pêk bîne.
Eger şoreşeke jinê ya bi kok, ango di jiyan û
zêhniyeta mêr de guhertin çênebin, rizgariya
jinê mumkîn nîne. Ji ber ku heta jina bi xwe
sereka jiyanê ye rizgar nebe, jiyan timî wê weke
leylan û serabekê pêk bê. Heta mêr bi jiyanê re
jiyan jî bi jinê re li hev neyên anîn, şadûmanî
û bextewarî jî wê tim xeyaleke tewş bin. Ji bo
jinê û jiyana azad rastiyên civakî bê sînor in.
Civaka Rojhilata Navîn û jina wê, bi şaristaniya
bihurandî û bi modernîteya li fetha wê rast hat,
çiqasî karibe bê xistin ewqasî hat xistin, ew bi
xwe êdî ew nîne, ew xistin rewşa objeyekê. Mirov
pirsgirêka civakî bi diyardeya jinê analîz bike
û bi heman diyardeyê li çareseriyê bigere,
rêbazeke rast e. Eger mirov şoreşa jinê ku
çareseriya dayikan e, li ser dayika pirs-girêkan
ferz bike, hingê dikare gav bi gav bigihîje
heqîqetê.
Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka
jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye.
Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi
proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî,
şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi
parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk
tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka ekonomîk
hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve
avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya
kominî heye. Ekonomî pîşeyê civakî yê jinê bi
xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi
tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê.
Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka
demok-ratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe
bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku
modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û
şaristaniya wê ye.
|