|
|
Ez rastiya vê
gotinê hertim difikirim; “asta jiyana jinên
civakekê, asta pîvana wê ya civakê dide
diyarkirin”. Ji bo diya xwe min gotina bermahiya
ji çanda Xwedawenda dayik a neolîtîkê bikaranîbû.
Weke wan qelew bû.
Avahiyên modernîte ên çêkirî (yapay) dîtina wê
ya pîroz asteng kiribû ku, ez wê bibînim. Rixmê
ku di jiyana xwe de min gelek êş kişandibû jî,
lê ez tu bûyerê tu carî cidî ne giriyabûm. Lê
belê piştî ku min qalibên modernîte şikandin
şûnde, di serî de diyamin û di şexsê wê de hemû
jinên Rojhilata Navîn her tim bi dilşikestinekê
û bi çavên şil ez bibîrtînim. Li wan dinêrim.
Wan demên ku diya min bizorê ji bîrê av dikişand
û di nîvê rê de ji wê satila min av vedixwar,
wek biranînên xwe yên herî dilşewat û bijartî
bibîrtînim. Ez hevîdarim ku herkes piştî qalibên
heşmendiya modernîte şikandin şûnde, li wan
biranînan cardin mêze bikin. Dixwazim heman
nêrînê li ser wan têkiliyên ku ji neolîtîkê mane
“têkiliyên gund” jî pêşbixin. Bêgûman serkeftina
modernîteyê ya herî mezin têkbirina wê nêrîna me
ya 15 hezar sala ku hatibû avakirinê bû û
tinekirina wê bû. Ev jî rastiyeke ku ji civak û
kesayetekî nêrîn û hêviyên wê hatiye tunekirin û
wendakirin, tu azweriya jiyanê û berxwedanî nayê
hêvî kirin.
Ez tu carî bi
diyariyên erzan nêzikî pêwendiyên xwe ên dostanî
nebûm. Hê jî ez wisa me. Min berê jî ji were
dabû diyarkirin ku, ez çiqas bi hevaltiya we re
girêdayî me. Di temenê biçûk de lêgervanê
hevalbendiyeke çiqas mezinbûm, ji bo ku ez bi
keçan re bilîzim min çiqas candiavêt, heta ji bo
ku hevaltiyeke wisa avabikim, min hêzeke mezin
xerc dikir û dida nîşandan. Wê demê min didît ev
hevaltî bi diyariyên hêsan nabin û heta min
hinek diyariyên erzan jî ceribandin. Lê ev zêde
baldar nedibûn, ji bo hevaltiyeke bihêz çêbibe,
firsenda avakirina têkiliyên bihêz nedida.
Ez têkiliyên
lewaz bi mixab (esef) pêşwazî dikim
Hûn di têkiliyên
xwe de bi hêsanî têrî (tatmîn) hevûdu dibin an
jî çend têkiliyên erzan besî we dikin.
Bêtêkilîbûn ji bo we gelek asayî ye. Ji bo min
bêtêkilîbûn êşkence ye. Ez têkiliyên lewaz bi
mixab (esef) pêşwazî dikim. Di kesayeta min de
lêgera têkiliyên hîn bingehîn, hîn radîqal, hîn
sexlem, kûr û di sedsalan de cihbigrin heye. Ev
têkiliyê jî min berbi lêgera birdozî, felsefe,
polîtîka û her ku dere têkiliyên artêşê ve dibe.
Ger têkiliyên artêşê hate astekî ewle, di warê
têkiliyên agir de tu bilindî lûtkeyan dibî.
Jiber însan di oxira wê de jiyana xwe feda dike.
Kesayeta ku jiyana xwe dayne holê ne kesayeteke
hêsane. Têkiliyên wê hêsan nabe. Çavkaniya wê
lêgerê jî ji hêrsa min ya têkiliyên erzan û bê
ewle tê. Ger hûn di kesayeta xwe de belavbûna
neteweyî û têkçûna civakî baş fêhm bikin, encamê
ku hûnê derxin; giraniya hûn bidin ser têkiliyên
rêxistinê ye. Nirxandina we ne zor be. Ger asta
we ya rêxistinî û têkiliyan ne radîqal be ez ê
bibêjim, ev kêmzaniyek bixwe ye. Jiber ku bi
çend têkiliyên erzan xwe têr kiriye.
Di asta neteweyî
de jî li têkiliyekê nagere. Ji bo min diyare ku
ev dibe kesayetekî sivik.
Di vir de hindek
kûrbûna min, ravekirina min bi çive girêdayî ye?
Hêrsa min li hember bêtêkiliya herî mezin,
têkçûna civakê, wendabûna asta netewîbûna
civakê, cardin qutbûna mezin ji malbatê bi çi ve
girêdayî ye? Ji malbatê qutbûm. Lê riya malbata
mezin ya Kurdîstanê hat girtin. Bêhêziya malbata
xwe min dît. Di temenekî gelek zû de ez ji
têkiliyê malbata xwe û yê gundê xwe qutbûm. Min
ji bo xizaniya vê, êşa vê çawa derbas bikim?
dixebitîm. Ez dixebitîm ku malbata mezin ya
Kurdîstanê, bînim warê malbata mirovahiyê. Ev
min berbi rêxistineke mezin, girêdana mezin,
artêş, eniyê ve dibe; ev hemû jî min berbi keda
herî mezin û lêgerînên bêhempa ve dibe. Kûrbûnên
mezin dide avakirin. Bi vî awayî ji wê malbata
ku dihele, lewaz û wenda dibe berbi malbata
Kurdîstanê ya mezin ve qevzeke mezin tê avêtin.
Di têkiliyên we yên erzan û sivik de girêdanên
we bi heval, dost, mirov û derdora we li ser
bingehên hezkirin, azwerî dihêle ku li ser
girêdana we ya rêhevaltî, girêdana we bi artêşê
re, lewaziyan derxe holê. Gelek teng bimîne. Ev
lewazî jî dihêle ku têkiliyek rast ya navnetewî,
rêxistinî pêşbikeve. Jiber hûn ê kevin dijîn. Hê
di dilê xwe de hûn diya xwe ya berê, bavê xwe,
malbata xwe, xwuşk û birayên xwe,
dost-heval-hogirê xwe, kevneşopiyên xwe dijîn.
Bi kinayî we hîn bandora wan saziyên kevin ji
serxwe neavêtine. Jiber vê hûn di nava pevkirinê
de ne, reformîstîn. Jiber we di kesayeta xwe de
veguhartineke çênakin, şoreşa kesayeta xwe ava
nakin, ji zaroktiya xwe û şûn de we ev pêk
neaniye.
Ên rastiya
xwe lênehûre û neke malê netewa xwe, xerabiya
herî mezin dike
Di PKKê de em
kesayet ji nû ve lêdihûrin. Ji bo me ne riya
navîn ne jî tiştekî din lazim e. Sedemên vê çine,
hûn çiqas bi van bandor bûne? Hema hema tu kes
nemaye ku bandor nebûye. Di encama vê de zilam
nabe xwedî rizgarvaniya artêşê ya mezin, hestên
rêxistinî ya mezin û encamên mezin nayên girtin.
Hejmarên kesên weke we pirin lê kûrbûn kême. Ev
çawa derbasbibin? Bi van dahûrînên zarok û dayik
hindek werin derbaskirin. Hûnê bibêjin; “tu xwe
lêdihûrî û dikî malê hemû netewê”. Jixwe divê
herkes vê bike. Ên rastiya xwe lênehûre, neke
malê netewî xerabiya herî mezin dike. Kesê
rastiya xwe, malbata xwe nasneke nikare başiyan
bike. Ez nabêjim înkar bikin an qet encam
dernexin. Dibêjim eksê vê bikin. Di vê mijarê de
ji dil û bi pîvan bin. Wê demê hûnê bigehêjin ya
rast û bihêz. Destgirtina min ya diya min bi vî
awayî û ev nakokî derxistina holê nayê wata ku
min ew înkar kir. Bi qasî ku ez xwe bigîhînim
dayika Kurdîstanê min girîngî dayê. Bawerim ku
min ew jî anî warê nav û dengekî. Rixmê hemû
nakokî û pevçûnan bûyîna ewladekî bixêr wisa
dibe. Lewra me gavek avêt. Ji têkiliyeke dê-kur
ku wendabûye, xelasbûye xwe gîhandina têkiliyeke
welat, welatparêzî û xak dayik hîn bilintir dibe.
Ji bo dayikê jî ya rastî mafdayîn wisa dibe. Ji
jinekêre pêwendiyeke çawa dikare were
pêşkêşkirin? Di lêhûrînên me ên azadiya jinê de
jî weke hatiye eşkere kirin ji bo dayikê jî
bersiveke bi wate dikare were dayîn. Ne hewceye
ku diyarên erzan werin kirîn. Bi yamin be
lêhûrîneke azadiya jin ji bo dayikan jî dibe
bersiv û rêzdariya herî mezin e. Ger bandora
diyamin nebûna ma ez dikaribûn wisa nêzî jina
bibûma? Bandora wan têkiliyan bi awayeke
neyekser li ser min hişt ez hîn bi hişyarî nêzî
jina bibim û rê ji vêre da vekirin. Hêza dê,
şerkeriya dê ku li ser min bandor kir hişt ku ez
li ser mijara jinê hîn şiyartir bisekinim, înkar
nekim, herî kêm jî nebim weke bavê xwe an jî
weke zilamê ciranê xwe. Difikirim divê encamê de
jî pareke diya min ya mezin heye. Bandora
jineke wisa her wiha jineke bi hêsanî nakeve bin
bandora zilam an jî mêr jixwe berbiçave. Me ev
bandor piştre çawa veguhart teoriyê? Waye
lêhûrînên jinê. Me ev hemû çawa veguhartin
têkoşîna azadiyê? Nabêjim diya min teqlîd bikin.
Lê diya min di wan şert û mercên gund de, bi wê
kêmzaniya xwe têdikoşiya. Bila keçikên me yên
ciwan jî têbikoşin. Ger hûn bala xwe bidinê di
serî de bi diya xwe re pevdiçim. Piştre
digihêjim encama ku dikarim êdî bi hemû jinan re
têbikoşim. Ev jî di asta herî jor de kişandina
jina nav refên azadiyê, di bûyera girêdanê de
bibandor dibe. Ger diya we, gelek îsyankar
be, gelek kêmzanebe, heta gelek neçarbe şerte ku
hûn girîngiyê bidin rêxistina azadiya jinê ye.
Ger hûn dixwazin bi diya xwe re girêdayî bin,
şûna hûnê diya xwe bes bibînin wê neçariyê
bigîhînin asta jina bihêz. Hûnê wê demê
ispat bikin ku hûn ewladekî bixêrin. Teorî
ewqas sivike. Dikarin lewaziyên wê derbasî hêzê
bikin. Îsyankariya wê ligor artêş û rêxistina
jin ya pêlansazî bidin veguhartin. Divê herkes
vê bike…Dayikek di heman demê de xaka dayike.
Welatparêzî ye. Azadî ye. Veguhartina rewşa jin
ya azadiyê ye. Ez layiqbûna dayikan wisa
diceribînin. Ya herî rast jî ev e.
Xêr û
bergerên dayika, bi şerê we ve girêdayî ye
Em dizanin ku
dayik bêyî rondikên çawa birjînin ewladên xwe bi
heskirin rêdikin nava şer. Şehadetên wan jî bi
tilîliyan pêşwazî dikin. Jinên berê ku li ser
jana biçûk ya zaroka xwe diricifîn îro hemû
zarokên xwe dikarin rêkin nava şer. Ev dayik
dibin mirovên herî wêrek. Ev jî dide nîşandan ku
em nêzî rastiya dayikê dibin. Ev dibe şahidiya
newêrekiya dayikê veguhartina wêrekiya herî
mezin, rêzdariya herî mezin. Êş û lewaziyên wan
vediguherin hêza mezin. Ya rastî ev me berbi
pirsa ji hiqûqê jinê re çawa nêzîkatiyê jî.
Gelek teorîkjî bimîne, gelek di asta ramyarî jî
de be, ji bo vê pirsê bersiva herî bi wate
hatiye dayîn û tê dayîn. Dema diya min nefesa
xwe ya dawî jî dide dibêje: “binavê min gelek
xêra bikin, dia bikin”. Xêr û diaya me têkoşîne.
Bi taybet niha ji bo bûna ewladekî bixêr ji bo
dayika weke ew jî dixwazin divê şervantiyeke
mezin derkeve holê. Xêr û diaya dayika bi şerê
we ve girêdayî ye. Ne çend diyariyên ku ji we
dixwazin. Jixwe niha wê jî napejirînin. Dayikên
we her roj ji min çi dixwazin? Dayikên we ji min
re dibêjin: “ van zarokan hîn baştir bide
şerkirin, em ne li dijî şehadeta wanin, lê di
demekî ewqas kinde em şehadetên wan nikarin
rakin”. Dibêjin: “me ew bizor mezinkirin, bila
bihêz şerbikin”. Ev xwestekên bişewat û rastin.
Ev jî erka we ye. Madem kî xwestekên dayikên we
evin, şervantiyeke demdirêj bikin. Bibin
mîlîtanên yeman. Ger bi were binavê girêdanê
tiştek hebe, wê demê pêwîstiyên vê bi cih bînin.
Tê gotin ku mafê
dayikê bi hêsanî nayê dayîn. Di nav me de mafê
dayikê encax bi şervantiyeke yeman were dayîn.
Ew pir baş dizanin ku dayik çiqas hatine
heqaretkirin, neçar hatine hiştin. Îro herin ji
dayikan dext û biçûk dîtinê fêrbibin. Ji wan
guhdar bikin. Ger ew îro ji me mîlîtaniyek
baştir dixwazin, ger birastî jî rêzdariyeke me
ji bo wan hebe, wê demê nîşaneya girêdana rast
ev pêwîstî bicih anîne. Cardin difikirim ya ku
ket ser milê min, min pêkanî.
Em îro ji
lewazî, êş û xemgîniyê dayikan re hindek bersiv
didin ev ji feraseta me ya egîdiyê tê. Derveyê
vê min jî dikaribû wek we nêzî hiqûqa dayikê
bibûma. Dibe ku hindek li kêfa min jî çûbana. Ez
tengav jî nekirama. Lê ne mimkune ku ev
nêzîkatiyek bi rêgez û bi şeref bi hata
hesibandin. Zore ku mafê heman rastiya were
dayîn. Tê gotin ku mafê dayîkê nayê dayîn. Lê
ger wisabe hindek mafê wê dikare were dayîn.
Divê were dayîn jî. Mafê dayikan encax bi
têkoşîneke yeman were dayîn.
|