|
DAYÎK Û ZİMAN
Rûken ÎLHAN
Dema kû em ziman pênase
û şîrove bikin, ji beriya her tiştî divê mirov
ziman çiye? Û ji bo çi tê bikdaranîn ?
Ziman pergala axavtin û naskirina mirovane. Her
kesek bi zimanê xwe tê naskirin, kesê zimanê xwe
nezane û nasneke ew mirovekî kor û lale. Ji ber
ku mirov bi ziman û çanda xwe tê hebûn. Ziman
ewe ku mirovan ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve
dibêye. Her gel û netewek bi zimanê xwe cûdatiya
xwe didin xwuyakirin. Ziman nasname û navê her
mirovî ye. Ger zimanê me nebe em nikarin xwe
bidin naskirin û em nikarin biaxivin.
Dema em dayîk û ziman
binin gel hev, ji ber dayîk bingeha ziman di
afîrîne, giringiya dayîkê zêde dibe. Rista
zimanê zikmaki dikeve ser milê dayîkê, perwerda
despêkê dayîk didin zarokan rista wan ji a
herkesê pêtire. Dayîk yekem dibistana zarok ya
perwerdeya zimanê zikmakiye. Ev rist dikeve li
ser milê her dayîkekê. Ji bo vê jî dibe dayîk
xwe kanibin perwerde bikin. Dayîkik xwe perwerde
ne kiribe, nikane zarokê xwe jî perwerde bike.
Dema em li welatên
faşîst û xwînmêj dinêrin em dibinin bi salane bi
hemû hêz û keda xweya ku hene li ser zimanê
kûrdî da diçin û dixwezin zimanê kurdan tûne
bikin. Çanda wan tûne bikin bila baş bê zanin kû
ew nikarin hêza gelê kurd bişkinin. Çend caran
li ser zimanê gelê kurd roj tv de çend kes ji
ber peyveka kurdî îşkence li wan kirin. Lê disan
jî ew bi ser neketin gelo ev ji çi tê? Bê goman
ev ji heza gelê kurd tê eger em li xwe û zimanê
xwe dernekevin tû kes l ime xwedi dernakevê, ev
hez û yekitiya gelê kurd tû caran wê neyê
şikandin.
Em berê xwe didinê di
van salên dawida jî hîn zêdetir xebatên xwe yên
ji bo kû zimanê kurdi bihelinin têdikuşin,
zarokên yên du sê sali digrin xwesteka wan çîye?
Wekû di wî temenê ewqas hesas yê zarokan da
sîstema xwe ya qirêj gemarî mejîyê wan da bidine
çandin. Lê li hemberî vê wê çibikin wê nikarin
zimanê wan tûne bikin.
Dema mirov li hinek
cihan temaşe bikê gelek bajran dayîk, bav, bapîr,
pîrikên zarokên kurdan ji wan tutiştî fêmnakin
ji ber kû zimanê tirki nizanin û zarokên wan ji
bi tirki daxivin wê demê mirov dikare bihizirre
çima mirov dikare çima ev kurdi şuna Tirki
fêrnabin di vê derê da meraqa zimanê biyanî ji
ya kurdî. Pêwiste her keseki kurd zimanê xwe ji
yê her kesi bêhtir ji xwe ra bike meraq , dema
mirov zimanê xwe firot bi hinek zimanê din wê
demê wê deme em xwe difroşin û wê ew zimanê me
bê windakirin. Wê demê emê bê nasname bibinin.
Ji ber vê çendê ez hêvî
dikim her dayîkek di hindirê mala xwe da û
civaka xwe bike dibistneki ya ziman û perwerdeya
kurdî. Zimanê me hebûna me ye.
|