|
|
Civakek Zayendperest A Mezin Hatiye Avakirin
Beşa-I-
Çorstiya rastîn
di vêderê de ye ku, gava yekalî destavêtina jinê
ya zilam mîna lehengiyekê tê dîtin û zilam ji
vêya heta dawî kêf û şanazî dike, jin bi her
cûre xedariyan; ji kuştinê, dana ber keviran
bigre, heya xistina kerxaneyan û nederketina
nava civakê re rû bi rû ye. Cardin ya herî çors;
gava ku zilam bi lebetê xwe yê zayendî re şanaz
dibe, lebetên zayendî ji bo jinê jêdereke şermê
ye. Cûdatiyên fîzîkî yên herî asayî jî, li dijî
jinê bikaranînê xwe bi paş de nedane. Jin bûyîn
hatiye rewşa mijareke şerm ê. Zilam serkeftina
di têkiliyên zayendî de, weke çareseriya hemû
nakokiyan dinirxîne. Tam berevajî vê, derketina
pirsgirêkên mezin, di vê kesayetê de ye. Û heta
çi ji aliyê pasîf ve, çi ji ber di bin çewsîna
zayendî de bûnê ve, têr nebe; dîn dibe an jî
dikeve dikeve nava kompleksê û her cûre
beredayîtiyê dike. Jêdereke pirsgirêkan a mîna
dêw e. Bê yî ku di şert û mercên rast, xwezayî
de li çareserîyê bigere, dikeve rewşên weke;
zêdetir biyanîkirin, zêdetir çewisandin, jin
girtin û revandin, di bin zorê de têrbûna
zayendî pêkanîn, heya dawî ji rêderketinên her
cûre rêyên der-exlaqî. Eger hêza wî ji bo vê jî
tune be, vê carê ketina nava helwesteke wek
qeşeya jiyîn. Ev jî bi awayek din xurifîbûnê pêş
dixîne.
Gava ku
çalakbûna zayendî ya zilam zêde dibe, xwe pir
bihêz dibîne. Ji xwe re ji vêya para pesnê
derdixe. eger baldarî bêkirin, herî kêm qasî
seriyê din, yanî qasî kesekî pir pasîf rewşa xwe
xistiye nava zahmetiyan. Ev him nepêwîste û him
jî bi zerar e. Civak herî zêde ji vê rewşê
kişandiye. Ji xwe ne tenê ji hêla têrkirina
zayendî de, di asta civakî de encamên xerabtîr
derdikeve holê. Kesekî ku ji hêla zayendî ve pir
çavbirçiye, ne yekê du jin, sê jinan tîne. Bi
ser de jî, wê biçe kerxaneyê, ew jî têrê nake di
bazara aşkere de li jinê digere. Ji yek carê ve
fêmdibe ku ev rewş, ji hêla exlaq ve rê li ber
çiqas hilweşînê vedike. Li pergala civakî ya me
mêzebikin, rewşa kesên ku di mijara jinê de xwe
herî baş, herî binamûstir û herî malbatperest
dibînin, di bîwara nexweşiyeke civakî de ye.
A jin dijî
ferzkirina çavsorî ya zilam e
Xwedêgiravî di
evîna ku hesteke pîroze de jî, ya ku jin dijî
ferzkirineke çavsorî ya zilam e. Pêwîstiya
zayendîtî jî, divê ji nêzîk ve bê çavdêrîkirin.
Ev pêwîstiya ku xwe heya dawî bi daxwaz û bi
xurtî dide hisandin, erkeke mîna domkirina
jiyanê rave dike. Di pêkhatina zayendîtî de
gurahiya enerjiyê, cardin girêya wê ya bi
jiyanîtî ve dide hizirandin. Lê pêwîst dike ku
zayendîtiyê weke bandoreke domkera jiyanê
nehizire. Dibe ku diyardeya domkirina jiyanê ya
herî hoveber, şêwaza zayendî ye. Li ser bingeha
çendayetî, domandina jiyanê ye.
Cûr be cûrbûn û
peresen rê li ber şêwazên dewlemendtir ên jiyanê
vedike. Li derveyî vê yekbûna zayendî, ne tenê
azwerîû ajoya jiyanê, tirsa mirinê, rastir
mirinê bi xwe dihilgire. Her yekbûna zayendî
piçkî mirine. Hinek lawir piştî yekbûna zayendî
tavilê dimirin. Wê demê zêde girêdanbûna
zayendîtiyê, rewşa herî hoveber a jiyanê û
pêkhatina mirinê jî bi bîr dixe. Zayendîtî çi
qasî veguhere hestên din ên hezkirin û
xweşiktiyê û çi qasî bê jiyîn, ew qasî nêzî
nemirtiyê dibe. Nemirtiya di berhemên hunerî de,
encama vê têgihîştinê ye. Em dikarin, hilberîna
zayendî weke şêwazek parastinê jî, şîrove bikin.
Tu çi qasî pirbibe, tê ew qasî xwe mîna ku heye,
bidome û biparêze, pê bihese.
Heza di kiryara
zayendî de, ku ewletiya domandina di wesifa
dûbarekirina jiyanê dide, weke “evîn” nirxandin
şaşitiya mezin e. Berevajî vê heza girêdayî
kiryara zayendî, tune hesibandina evînê ye.
Nûjentiya sermiyandar, zayendperestiyê mîna
penceşêrê pir dike û di bin navê evînê de civakê
dikuje. Evîna rast, kelecana mezin a ku ji
zimanê pêkhatina gerdûnê tê bihîstin e. Gotina
Mewlana; “Di Cîhanê de çi hebe evîne, jê şûnde
qil û qal e.” Dikare bibe şîroveyeke evînê a
rastî. Derbaskirina heza zayendî, rastir
girêdayî pêşketina asta azadiya beramberê hev a
di exlaqa mirovan de ye. Xwesteka şehweta
zayendî, bi wendakirina azadiyê û bi
bêtevgerbûna daringî ve jî têkildar e. Ne tenê
di navbera jin û zilam de, evîna di navbera hemû
hêmanên gerdûnê de, bi ahenga pêkhatinê ve
girêdan a herî rast e.
Rista enerjî
Weke tê zanîn;
mirov barxaneyeke mezin ya enerjiyê ye, gava ku
ew enerjî veşartî bimîne, tenê wê di axê de
birize û têkelî xwezayê bibe, wê li gorî zagonên
xwezayê erk bibîne. Weke me gotiye, mirov
jêhatîniyeke di hêza atomê de ye, pirsgirêk
teqandina wê ye. Hûn ê bibêjin; têkiliya wê bi
vê pirsgirêkê re çi ye? Heke tu ji zayendîtiyeke
çors rizgar nebûbe, tu nikare li ser bingehên
rast bi teqe. Di eslê xwe de ew jî teqineke, lê
wê mîna Çernobîlê qeda bike, wê bibe penceşêrê
ku tenê mirovan dikuje û falinc dike. Mirov û
jina ku hatine dîlkirin hene, di nava hemû
jêhatîbûnên xwe de fetisiye, bêyî ku bijî kî
miriye; pêwîst dike ev were parçekirin.
Kesayetên ku pir ji rê hatine derxistin, çima
hewl dide ku potansiyelên wan çalak bike. Bi
tevahî li gorî berjewendiyên kerixtî yên
mêtînger a çîna serdest mîhengkirineke jinê ye,
mîhengkirina têkilî ye. Heya ku ev xerab nebe,
ji bo jiyanê rêzdarî pêş nakeve.
Piştî ku hemû
derfetên hêza daringî û arişî di destê zilam de
kom bû, êdî jin tê rewşa heyîneke ku li destê
zilam mêze dike, carina li ber digere, carina
hemû rûmeta xwe binpê dike û li çarenûsa xwe
qayîl dibe, pirî caran ji jiyanê dixeyîdê û
dikeve bêdengiyeke kûr. Di wateyekê de, gengaze
bê gotin miriyê dijî jî. Bi çend
dirûvandinan(benzetme) em dikarin diyardeyê
berçavtir jî bikin. Dirûvandina yekemîn, di
qefesê de çûk e. Çûk carina mîna zerîleyê bixeml
tê kirin. Carina mîna bilbilê bideng xweş tê
kirin. Her kes li gorî xwe dirûveyî çûkekê dike.
Pir caran tê gotin çivîk. Dirûvandina din, mîna
pisînga ku berdidin bîreke bêbinî hertim didin
miyawkirin. Bi bermahiyên xwarinê tê xwedîkirin
û ji bo xwediyê xwe dikare baş were kedîkirin.
Dibe ku hinekî çors bê dîtin, lê ji bo gihîştina
kûrahiya koletiyê, pêdiviya hewldanên pir alî
yên zanistî û wêjeyî aşkere ye.
|