|
Çîroka dayikeke
kurd a serhildêr: Dayika Hemşê
Hemşê Aydemîr,
bêyî kes ji rewşa wê agahdar bibe bi kul û
derdên xwe ji nav me bar kir. Dayîka ku li
hemberî pêkanînên zalim ên dewletê yên wekî;
şewitandina gundan û parçekirina cenazeyên
gerîla tu caran bêdeng nema, wekî daxwaza dawî
dîtina Ocalan ji xwe re kiribû armanc. Lê ev
daxwaza dayika Hamşê ya dawî pêk nehat û wê ji
vê cîhanê bar kir.
Dayika Hemşê
sedsalek li pey xwe hişt, beriya dîroka komarê
şahidî ji dîroka kurdan re kir û 3 serhildan
dîtin. Dema gundê wê hate şewitandin wê bi tenê
bi leşkeran re şer kir. Dema li hemberî
cenazeyên mirovên hatin kuştin pêkanînên
dermirovîn pêk hatin, dîsa wê bi tenê li hemberî
vê yekê nerazîbûn nîşan da û bi gotina, ''Bêdeng
nemînin sibê cenazeyê wê jî bê dê kes lê xwedî
dernekeve" rondik barandine. Piştî ku dayika
Hemşê piştî kete100 saliya xwe her tişt ji bîr
kir. Lê bi tenê navêk mabû di bîra wê de. Wê
navê "Ocalan" ji bîr nekiribû. Dema navê Ocalan
dihat bîra wê digot: "Bila ez wî bibînim û
bimirim". Lê temenê wê têra vê yekê nekir û bi
emrê xwe yê ku bi dîroka gelê xwe re kire yek û
çû. Dayika Hamşê serpêhatiya jineke serhildêr û
birûmet li pey xwe hişt û bar kir.
Tenê navê 'Ocalan'
li bîra wê bû
Dîroknas, dîroka
kurdan wekî ''Dîroka serhildan, berxwedan û êşan''
bi nav dikin. Bi mîlyonan serpêhatiyên kesane
yên vê pênaseyê piştrast dikin hene. Ji şahidên
van serpêhatiyan Hemşê Aydemîr a 102 saliya xwe
de bi awayekî bêdeng xatir ji me xwest û çû.
DÎHA'yê bi vê dayika kurd a wekî çinareke dîrokî
ku 3 serhildan, 7 zarok û 100 nevî li pey xwe
hiştin re beriya wefata wê axivîbû. Dema
hevdîtinê gelek tişt ji bîr kiribûn, lê tenê
navek mabû di bîra wê de ew jî Rêberê PKK'ê
Abdullah Ocalan bû. Dayika Hemşê ku bi zorê li
ser piyan dima û bi kesî re nediaxivî lê dema
navê Ocalan derbas dibû, bi awayekî ku mirov
matmayî bihêle radibû ser piyan û digot: "Beriya
bimirim carekê wî bibînim". Xizmên vê dayika ku
bi daxwaza xwe ya dawî çû gorê, serpêhatiya wê
ji DÎHA'yê re vegot.
Şahidiya
serhidan û kuştina yekê…
Serpêhatiya
dayika Hemşê li Gundê Xursa Navê ya niha
bajarokê girêdayî Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye
di sala 1911'yan de dest pê dike. Piştî ji dayîk
dibe salekê şûn de bavê wê Mahmut Aslan û gelek
xizmên wê beşdarî Serhildana Xelîlê Bedîrxanî û
Alî Remo ya ku li herêmê dest pê dike, dibin.
Piştî serhildan tê çewisandin jî gelek xizmên wê
tên kuştin, lê bavê wê bi zorê ji kuştinê xilas
dibe û rastî cezayê girtîgehê tê. Piştî 4 salan
jî bi efûya waliyê wê demê tê berdan. Piştre jî
dewleta Osmaniyan hildiweşe û êdî Komara
Tirkiyeyê tê avakirin. Serhildana Şêx Seîd ku di
dîroka gelê kurd de wekî serhildaneke nû dest pê
dike û dîsa gelek xizmên Dayika Hemşê tevli
berxwedanê dibin û derdikevin çiyan. Dayika
Hemşê jî wê demê di 14 saliya xwe de tê
zewicandin. Piştî Serhildana Şêx Seîd tê
çewisandin jî, dîsa şahidiyê ji darvekirinan û
kuştina mirovan re dike û êdî dayika 7 zakokan
e. Dayika Hemşe wê demê jî bi gotina; "Me gelek
xwîn û rondikên çavan dîtin, çima çarenûsa vî
gelî wiha nebaş hatiye nivîsandin. Lazim e ev
çarenûs bê xirakirin" bertek nîşanî qedera ji bo
kurdan hatiye diyarkirin dida.
Raperîna duyemîn
û kuştina bavê wê
Di navbera salên
1912 û 1925'an de gelek xizmên Dayika Hemşê ku
li ber çavên wê hatin kuştin bavê wê Mahmut
Aslan jî di sala 1946'an de li hemberî dewletê
derdikeve û ji bo serhildaneke nû berê xwe dide
çiyan. Lê ji ber serhildan zû tê ferqkirin hîna
di destpêkê de tê çewisandin û bavê wê Mahmut
Aslan tê gulebarankirin. Cenazeyê bavê xwe yê bi
xwîn bi birayê xwe re dibin û defin dikin û bi
gotina wê li ber gora bavê xwe sonda; "Xwîna tê
dê li erdê nemîne" dixwe. Dayika Hemşe ku bi
tiştên dibîne xwedî qabîliyeta famkirineke kûr
bû, zarokên xwe bi serpêhatiyên serhildanên
kurdan mezin kirin.
Kurê xwe li ser
sînor winda kir, cenaze piştî 10 salan girt
Dayika Hemşê vê
carê jî piştî bavê xwe bi kuştina kurê xwe re
êşeke mezin hîs dike. Kurê wê yê mezin ku debara
malbata xwe bi kaçaxvaniya li ser sînor dikir,
di sala 1962'yan de dema derbasî sînorê Sûriyeyê
dibe ji aliyê leşkeran vê tê kuştin. Dayika
Hemşê ku kurê wê di nava zeviya mayînan de tê
kuştin, nagihije cenazeyê wî û encax piştî 10
salan cenaze werdigire. Piştî salên 1980'an êdî
ji bo Dayika Hemşe pêvajoyeke nû ya serhildanê
dest pê dike. Ciwanên PKK'î yên wekî Apociyan
tên nasîn bi gotina wê heta demekê bi
heskirineke mezin wan dişopîne û piştî salên
1990'î jî êdî bi awayekî çalak beşdarî nava
çalakiyan dibe.
Xwe di salên
1990'an de di nava serhildanan de dibîne
Piştî
polîtîkayên salên 1990'an ên valakirina gundan
vê carê jî mala Dayika Hemşê tê şewitandin û
cara yekemîn ew li hemberî leşkeran dertê.
Dayika Hemşê ku bi tena serê xwe li ber xwe dide,
ji çem avê dikişîne û hewl dide mal û derdorên
dişewitîn vemirîne. Dayika Hemşê ku di
xwepêşandana di sala 1992'yan de bi wêrekiya xwe
dikeve ser zimanê hemû kesên li Geliyê Xursê
dijîn. Di dema pêkanînên dermirovîn ên li
hemberî cenazeyên kesên hatine kuştin de li
hemberî vê yekê derdikeve û bi gotina ''Bêdeng
nemînin, sibê li cenazeyên we jî dê kes xwedî
dernekeve" û li hemberî vê rewşê îsyan dike. Di
heman salê de ji bo gora PKK'iyên jiyana xwe ji
dest dane ziyaret bike ber bi gundê Xursê ve
meşê dide destpêkirin û pêşengtiya vê meşê jî
Dayika Hemşê bi xwe dike. Bi astengkirina
leşkeran hemû kes paş de vedigerin, lê tenê ew
goran ziyaret dike tevî duayên kulîlkan datîne
ser gorên gerîla.
'Li sirguniyê
neviyê wê di girtîgehê de xwe şewitand'
Dayika Hemşê, ji
ber pêkutiyan êdî nekarî li Mêrdînê jiyana xwe
bidomîne, bi malbata xwe re neçar ma ku koçberî
Stenbolê bike. Lê têkoşîna malbatê ji cihê mayî
domiya. Neviyê wê Vedat Aydemîr bi îdiaya "Endamê
PKK'ê ye" dikeve Girtîgeha Bayrampaşayê. Dayaka
Hemşê her hefte neviyê xwe ziyaret dike. Her ku
axaftina bi kurdî li girtîgehê qedexe ye jî ew
bi israr bi kurdî bi neviyê xwe re diaxive û
gelek caran ew bi lêdan ji girtîgehê tê avêtin.
Dayika Hemşê tu caran paş de gav navêje û her
hefte diçe serdana neviyê xwe. Herî dawiyê
berxwedana wê encam dide û ew mafê axaftina bi
kurdî ya li girtîgehê bi dest dixe. Drama dayika
Hemşê roj bi roj zêdetir dibe, neviyê wê Aydemîr
di 28'ê îlona 1996'an de, bi armanca
şermezarkirina qetilkirina 10 girtiyên li
Girtîgeha Amedê de xwe dişewitîne û jiyana xwe
ji dest dide.
Hemû tiştî ji
bîr dike, lê navê 'Ocalan' her li bîra wê bû
Êşa bav, kur û
nevî ku ket dilê Dayika Hemşê, di serde êşa herî
mezin di 15'ê Sibata 1999'an ew dijî. Piştî
Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan anîne Tirkiyeyê, ew
wiha dibêje: "Min gelek êş dîtin, lê ev êşek pir
girane". Dayika Hemşê gotina Ocalan "Hêviya me
ya dawiye" her dem bi kar aniye, daxwaza wê ya
mezin dîtina Ocalan û azadiyaOcalan û gelê kurd
bûye. Li ku derê çalakî li heye dayika Hemşê li
wir cih digire, lê êdî laşê wê yê extiyar nikare
ragire. Piştî çalakiya herî dawî, pirozbahiyên
Newroz ê ew felçê derbas dike, bi demê re Dayika
Hemşê êdî zarok û neviyên xwe jî nasnake.. Ew
her tiştî ji bîr dike, lê tenê navek di bêriya
wê de dimîne ew jî navê Ocalan. Navê Ocalan di
navbera wê û jiyanê de dibe pirek e. Daxwaza
Dayika Hemşê ya herî dawî bi gotina wê; "Bila
Ocalan azad bibe û tenê carekê wî bibînim û
bimrim" e. Lê mixabin temenê terî vê yekê nekir
û di 24'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.
Serpêhatiya jinek serhildêr xwedî berxwedan û bi
rûmet a di nava dilê dîroka gelê xwe de cih
girt.
|