|
Rojda
Amanos
Li wargeha penaberan a Mexmûrê, jinen penaber ên
Kurd ji her milî ve jiyanê pir kûr hîs dikin. Ev
jin bi
malbaten xwe ve ew nêzî 20 salin ji welaten xwe
hatine penaberkirin.
Tevgera Azadiyê
li Bakûrê Kurdistanê, bi taybet jî li herêma
Botanê têkoşineke mezin pêş xistiye. Gelê Botanê,
hîn di salên destpêka têkoşînê de ji Tevgera
Azadiye re tevlîbûna xwe çêkiriye û piştgirî
daye. Di salên 1990’an de ku têkoşîna Tevgera
Azadiyê gihîştiye lûtkeyê dewleta Tirk a
dagirker tu zagonên navneteweyî yên şer li ber
çavan negirtiye. Li ser gelê Botanê zilm û
zextek dij-mirovahiyê heta roja îro jî bi her
rêbazî meşandiye. Hêzên dagirker ên dewleta Tirk,
mal û gundên gelê Kurd şewitandine, jin, ciwan,
zilam, zarok, pîr û kal girtine, êşkence kirine;
her wiha ne gotine, ev zarok e, jin e û mirovên
sivîl in kuştin pêk anîne. Ji ber wan zextan
gelê Botanê neçar maye ji du tercîhan yekê pêk
bîne. Ya yekemîn; “teslîmiyet” e, ya duyemîn;
“li nirxên xwe xwedî derketin” e. Gel, tevî zor
û zehmetiyan tercîha duyemîn qebûl dike. Dema
gel ketiye rê; di mejiyê her mirovekî û mirovekê
de tişta ku heye tenê xwe teslîmnekirina
dagirkeran e. Ango kuştin, birçibûn; her wiha
hemû zor û zehmetî dane ber çavên xwe. Di vê
koçberiyê de herî zêde jinan êş kişandine. Ji
ber ku jin in, dilê wan tenik e; di heman demê
de ji ber ku dayik in pêwîst e, li zarok û mala
xwe xwedî derkevin.
Ji bo azadiyê
ber bi rêya zehmet û bêdawî
Gelê Botanê,
wexta ketine rê, ji wan hinek hîn sofreya wan li
erdê, xwarina wan di lalîkan de hema rabûne
zarokên xwe hembêz kirine û ketine rê. Yek ji
wan kesan jî ji gundê Şirnexê Germikê dayika
Asya Beyar e. Asya Beyar, di sala 1990’î de
Tevgera Azadiyê nas dike. Ji wê rojê heta niha
xwedî li Tevgera Azadiyê derdikeve.
Asya Beyar wan
salan wiha îfade dike: “Di wan salan de leşkerên
dewleta Tirk gundê me dorpêç dikirin. Di destên
wan de çek zarokên min digirtin û digotin: ‘Hûn
terorîst in!’ Bav û dayika we terorîst in!” Ji
ber her ku diçû êdî jiyan ji bo me bêwate dibû,
em neçar man ku cihe xwe biterikînin. Dîsa
şevekê ez neçar mam her çar zarokên xwe bişînim
cem mam û bavê wan. Wê şevê ew birin ‘Geliyê
Hevlerê’. Ez, bav û jinbava xwe jî em rabûn
ketin rê. Min keça xwe ya biçûk dani ser kerê,
min kurê xwe jî danî ser milê xwe û zaroka xwe
ya dîtir jî min li pişta xwe kir; bi vî halê
xirab em ketin rê. Em ji tirsa leşkeran
nikarîbûn li ser cedeyê bimeşin. Em ketin nav
kaş û dolan. Em ji Silopî derketin hatin Cûdî.
Em çûn gel hevalan. Di heman şevê de Xwedê kurek
da min. Wê şevê em ligel hevalan man û roja din
em dîsa bi meş ketin rê, em wek kesên ku dizî
kiribin dibeziyan. Em gelek seat û rojan meşiyan
em gihîştin Sinehtê, ango hidûdê Başûrê
Kurdistan û Tirkiyê. Em 25 malbat di rewşek
xirab de di gulana1994’an de ji ber zextên
dijmin ketibûn rêyan û hatibûn ber hidûd.
Gule
barandina ser mirovên sivîl
Dayika Asya
Bayer dibîne ku meşa bi zehmet veguheriye şer û
pevçûnê. Dayika Asya Bayer, gulebarana leşkeran
a li ser hidûd wiha tîne ziman: “Dema em
gihîştin ber hidûd me carêkê dît ku leşkeran bi
projektoran ronî avêtin ser çavên me û gotin:
“Bila malbat ji hev qut nebin!” Paşê şer dest pê
kir û em jî wek malbat ji hev qut bûn. Hinek ji
me li ‘Geliye Sinehtê’ hinek jî li milê din man.
Helîkopter ketin dewrê şer mezin bû. Dema ku
balafirên şer jî dest bi bombebaranê kirin, em
neçar man me xwe xist bin daran; di heman demê
de ji milekî ve jî topên hewanê diavêtin. Dema
ku mirov ji dûr ve li Geliyê Sinehtê binêriya
nizanibû şev e yan jî roj e. Di nav wê pevçûnê
de hinek zarokên me ji me qut bûn. Ne me
dizanîbû ew dijîn an na, ne jî wan dizanîbû.
Dîsa em ketin rê. Germ bû û tavê li me dida. Em
ji tîna nikarîbûn bimeşin, firek av jî tune bû
ku em vexwin. Ji ber tîbûnê rêwazên ku hîn nû nû
çêdibûn, me ji erdê radikirin û me pelên wan
dicûtin; heta em hatin ketin berojkê.
Min dît ku
kurê min ji tîna di destê min de ma
Dayika Asya
Bayer, dema ku wan rojan bi bîr tîne gelekî
xemgîn dibe. Dayika Asya Bayer, ji bo ku
pêwîstiyên zarokên xwe bi cih bîne dikeve nav
lêgerinan û axavtina xwe wiha didomîne: “Piştî
ewqas pevçûn, şer û meş dema min dît ku zarokên
min ji tîna ziwa bûne, dibejin, av û kurê min
Şexmûs wê ji birçînan bimire. Ez bê çare mabûm.
Di wê çolê de ne av hebû û ne jî tiştekî din.
Min jêre got: “Dayê were şirê min vexwe.” Got:
“Dayê ez venaxwim ew şîrê pitikê ye.” Min şirê
xwe da zaroka xwe ya du salî. Min dît ku rewşa
me bi vî awayî nabe. Min ji tiyê xwe re got:
“Biçe dibe ku di tava hîvê de tu rêyekê bibînî û
em karibin biçin ser avekê.” Em ji birçîbûna
ketibûn; jixwe me xwarin ji bîr kiribû. Em piştî
wî şerî şev û rojekê meşiyan. Zaroken biçûk
tehemûl nedikirin, pir zêde nikarîbûn li ber
xwe bidin. Hêzên dagirker, bi helîkopter,
balafir û topan li me dabûn û şerekî dijwar rû
dabû. Paşê em careke din ketin rê. Şopên mirov û
sîxuran hebûn, em di wan şopan de diçûn. Ji ber
ku hemû rê mayîn kirîbû. Hevalê min got: “Bila
her kes di şopa hev de bimeşe.” Em bi vî awayî
gihîştin ser avakê. Zarokên me hatin ser avê.
Tera xwe av vexwarin û di cih de razan. Me jî
dest û rûyê xwe şûşt, ava xwe vexwar û me xwe li
erdê direj kir heta ku bû sibe. Sibê zû em dîsa
ketin rê û em hatin ketin Geliyê Sinehtê. Li wir
dar hebûn, bi daran ve hinek tû hebûn me ew tû
xwarin. Dema ku tiyê min radyo vekir, di kanala
hevalan de heval diaxivîn û digotin: “22 malbat
hatine Sinehtê şer çebûye, ji malbatekê heşt kes
şehîd bûne”. Dema ku me ev bihîst em gelekî li
ber ketin. Dîsa di kanala hevalan de Hevalê
Cemal (Murat Karayılan) bangawazî dikir û digot:
“Ewqas mirovên sivîl li cihê şer winda ne,” her
wiha digot: “Bila milîs li wan mirovên sivîl ên
welatparêz bigerin.”
Dema dibû roj
me xwe vedişart; bi şev me hereket dikir
Dayika Asya
Beyar axavtina xwe wiha berdewam dike: “Ji bo ku
em xwe bigihînin warekî bi ewle em hîn di nav
hewldanan de bûn. Bi roj me xwe ji leşkeran
vedişart, bi şev me hereket dikir. Bi vî awayî
em gihîştin Qesrokê û em ketin Başûrê Kurdistanê.
Dema ku em dimeşiyan derûdor ji aliyê leşkeran
ve hatibû dorpêçkirin. Ji bo ku em bikaribin
derbas bibin me xwe ditewand û di erdê re kaş
dikir. Cilên me hemû parçe parçe dibûn. Ji ber
ku şev bû û dinya pir tarîbû dema em derbas
dibûn, her carê em li berekî û darekê diqelibîn.
Se-çar rojan me ne xwarin xwaribû, ne jî av
vexwaribû. Mirovên bi temen mezin dîsa dikarîbûn
li ber xwe bidana; lê zarokên biçûk jî bi me re
bû, ditirsiyan û birçî bûn. Dema bû sibe li cihê
ku em gihîştibûnê de dengên ajal, sewal û
mirovan dihat. Hevalên me rabûn çûn gel wan
mirovan. Ew mirov hatin em birin malên xwe.
Xwarin û av dan me. Bavê zarokên min got: “Heta
ez şopa zarokên xwe nebînim ez xwarinê naxwim.”
Zarokên şopa
wan nediyar
Di wê meşa
koçberiyê de rojên pir zehmet û bi êş her ku
diçe zêde dibin. Kesen ku ji bo welat, ziman û
çanda xwe dixwazin bijîn, wan rojên, zor û
zehmet; her wiha rojên kuştin têde û ji aliyê
dagirkeran ve wek mirovan nayên dîtin; di heman
demê de ku her cureyên şer li ser van tê kirin,
her tiştekî didin ber çavên xwe.
Dayika bi navê
Asya Bayer di wê rêye dê êşên zarokên xwe û
xemgîniya dûrketina ji axa xwe dijî. Lê, tevî
wan hemû tiştên ku jiyaye jî dîsa dest ji
têkoşînê bernade. Dayika Asya Bayer di axavtina
xwe de dibeje: “Me hîn jî nizanîbû kî sax e, kî
miriye. Bavê zarokên min rabû ket pey şopa
zarokên me. Di encam de me şopa zarokên xwe li
Şeranîşê dît. Dîsa me zarokên tiyê min û yên
dişa min jî dîtin.,
Dema em
gihîştin zarokên xwe, te digot qey…
Dayika Asya
Bayer, dema ku digihîje zarokên xwe hestên xwe
wiha tîne ziman: “Dema ku em gihîştin hev te
digot qey em ji nû ve hatine dinyayê. Me hestên
ewqasî mezin dijiyan. Wê kêliyê me hemû êşên xwe
ji bîr kirin. Paşê em dîsa ketin rê. Em çûn
‘Beherê’ paşê jî em çûn ‘Perexê’ hin malbat jî
beriya me koçber bibûn hatibûn wir.
Niştecihbûn
Êdî malbata
Beyar jî karîbûn li wir hêdî hêdî bi cih bibin.
Dayika Asya Bayer, niştecihbûna xwe wiha îfade
dike: “Em rabûn me ji xwe re holik çêkirin,
betaniyên me tune bûn; lê me ji bo zarokên xwe
hinek tişt peyde kirin. Em sê mehan li Perexê
man.
Li Başûrê
Kurdistanê jî êrîş berdewam kirin
Li Başûrê
Kurdistanê jî mirovên ku koçber bibûn dîsa rastî
êrîşan dihatin. Dayika Asya Bayer wan rojan jî
wiha tîne ziman: “Li cihê ku em hatin û lê bi
cih bûn jî me rehetî nedît; ji ber her roj topên
hewanan diavêtin cihên me. Dema ku hewan
diavêtin, me xwe dixist stargehan. Dîsa ji
agahiyên ku me digirtin, digotin: “Dibe ku
dewleta Tirk êrîşî me bike”. Her roj balafirên
şer ên dewleta Tirk li ser me re diçûn û dihatin.
Em dîsa neçar man ketin rêyan. Em hatin Bersivê.
Em li wir jî du-sê mehan man. Ne betaniyên me
hebûn ne jî agir. Me payizek di bin naylonan de
derbas kir. Her roj baranê li me dikir. Her wiha
av jî tune bû. Ji bo satilek av em heft seatan
disekinîn. Me dit ku li wir jî ji bo me jiyan
tune ye. Em careke din ketin rêyan çûn Geliyê
Qiyametê. Êdî berf û baran dihat.
Ji ber
tunebûnê zarokê min mir
Dayika Asya
Bayer mirina zarokê xwe wiha tîne ziman: “Zaroke
min ê bi navê Cuma ku di rêya koçberiyê de
hatibû dinyayê, ji ber şert û mercên xirab
jiyana xwe ji dest da. Zarokê min ji bê doktorî,
ji bê xwarin û ji serma mir. Ji ber ku dema
nexweşiyeke min çêdibû dermanên ku didan min û
didan zarokê min mîna hev bûn.
Doza me rêya
me ye
Zarok, di vê
rêya koçberiyê de neheqiyên ku li Kurdan
dihatin kirin ji nêzîk ve didîtin pir kûr hîs
dikirin û bandor dibûn. Silêmanê 13 salî jî ji
wan pêkanîn û kiryarên dagirkeran tesîr bibû û
ji bo azadiyê biryarên girîng girt. Dayika Asya
Bayer tevlîbûna kurê xwe Silêman a nav refên
gerîlla wiha tîne ziman: “Kurê min
Silêman hîn 13 salî bû ku biryara xwe da ji min
re got, ez ê tevlî gerîlla bibim, û tevlî nav
Tevgera Azadiyê bû. Ji ber ew biryar wî bi xwe
dabû me jî got: “Doza me rêya me ye.”
Koçberiya
dayika Asya Bayer ev 17 sal in hîn ji didome
Ji ber ku hîn
pirsgirêka gelê Kurd çareser nebûye û hîn jî
şerê li Kurdistanê didome kesen koçber bûne
jiyana xwe li Başûrê Kurdistanê didomînin.
Dayika Asya Bayer jî gelek cih guhert. Li Geliyê
Qiyametê û li çend cihên din jî geriyaye û li
wan deran jî ku bi gelek tunebûn û êrîşan re rû
bi rû dimîne weke; Etrûş, Nînova, Nehdarê û herî
dawî jî li Wargeha Mexmûr, ji sala 1998’an ve
hatiye lê bi cih bûye û heta roja me ya îro jî
jiyana xwe li vir didomîne. Tevî ku ewqas êş û
zehmetî kişandiye jî dayika Asya Bayer hîn jî
dest ji têkoşîna xwe bernedaye û hêviyen wê yên
rojên azad her diçe mezin û geş dibe.
|