|
Bihara Zagrosê
Bi hezar salan
çiyayên Zagrosê ji xwedavend dayîkan re wargehtî
kir. Bû warê klan, qebîle û komên civakî. Heya
ku zilamê desthilatdar her tiştê jinê dizî û li
cihê dayîka mirovatîyê rûnişt. Ji wê rojê pir
dem borî, pir êş hatin kişandin. Zordestî,
xiyanet, kuştin, talan, qirkirin, derew û
bêbextî wek ewreke reş xwe li ser jiyana civakan
serwer kir. Lê Zagros û niştecihên wê her li
hemberî zordest û zaliman wek kela biheybet
rawestiya. Keçên Zagrosê jî Xwedawend-dayîka xwe
ji bîr nekirin. Ji ber ku hêz û cewherê dayîka
wan hezar sal borî be jî di rehên wan de
diherikî û dikeliya.
Her serî
rakirina ji bo azadiyê rastî êrîşên tund hat. Lê
her ceribandin yeke din za û ticar serî tewandin
nehat pejirandin. Ev mîrate jî heya roja me ya
îro dom kir.
Têkoşîna Bizava
PKK’ê ne tenê ji bo azadiya netewî, di heman
demê de li hemberî pergala 5.000 salî ya
zilamsalar hate destpêkirin. Keçên xwedavend
Îştarê kevneşopiya dayika xwe bernedan û ew
berxwedani pêl bi pêl belav kirin li her devera
xaka Mezopotamyayê. Li Kurdîstanê roj pîroz e.
Wan jî di şopa rojê de meşa xwe bileztir kirin.
Bi bizava PKK’ê re li Kurdîstanê qonaxeke cuda
destpêkir. Ji bo jinê ew jiyana bi hezar sal
hesreta wê dikêşan nûjen bû. Ref bi ref ber bi
çiya ve herikîn. Herikîn ew cih û warên ku
neyaran li wan qedexe kiribûn. Çiyayên ku
derguşa mirovahiyê ne. Ma kîjan hêz dikare vê
herikandinê bide sekinandin. Hevala Barîn jî
weke bûka baranê ku piştî barîna baranê û
şikestina tîna axa pîroz, hil tê wisa tevlî
ronahiya rojê bû.Barîn keça bihara diltenik… Ew
dema dikeniya bîbîken çavên wê dibiriqîn. Di
çavên xwe de reng û delaliya biharê vedişart.
Hevala Barîn jî
ew jiyana hatibû tarîkirin qebûl nekiribû. Ji bo
vê wek Rêbertî jî dibêje “jiyan an wê azad be,
an jî wê nebe” bi vê helwestê berê xwe da qada
azadiyê. Dixwest tenê dilopek be jî bibe
perçeyeke vê jiyanê. Çiyayên Zagros ku tovên
mirovatîyê ji destpekê ve li ser hatibû çandin,
ji bo nifşen sedsala 21’an jî stargehtî dikir.
Ji zarokên agir û rojê re bibû mesken. Hevala
Barîn jî berê xwe da zagrosan, cih û warê
xwedavendan. Keça Kobaniyê ya nazenîn wek
evîndarekê her dem hestên xwe bi stranan re danî
ser ziman ji ber ku tu peyv nedikarî evîn û
hezkirina wê ya hember zagrosan vebêje. Tenê
melodiyan dikarî dilê wê hênik bikira.
Piştî li gelîyê
Zapê demekê xebat meşand derbasî Cîlo bû. Her
dem Cîlo ji bo wê cuda bû. Ji ber ku Cîlo di
dilê xwe de bi dehan Şiyar, Canşêr û Gurbet bi
cih kiribû. Ew hembêz kiribû, di nav xwe de
pêçabû. Rojbîn oxir kiribû ber bi azadiyê ve,
Reşet li wir PKK nas kiribû û li Cîlo rastîya
gelê xwe dîtibû.
Cîlo bi gotina
gelê wir ‘Reşko’ ango çiyayê reş, her dem serê
wê wek bûkeke xemilî spî û bedew e. Zehmetiya
xweza, şert û mercên tund jî tucar nekarî
tiştekê ji kêfxweşî û şadiya hevala Barîn kêm
bike. Her dem rûken û dilê wê tijî hêvî bû. Coş
û hezkirina wê ya jiyanê liv û tevgerê wê de
dixuya. Narînî, nazenînî, rûkenî çiqas li ser
bedewiya wê zêde dikir. Hîna pir tişt hebûn
dixwest bike. Lê di temeneke pir ciwan de hevala
Barîn ji me xwatir xwest û tevlî refa kervanên
azadiyê bû.
Hevala Barîn her
dem li ser hevalên şehîd stran dinivîsand.
Bîranîna wan herdem zindî digirt. Girêdana wê ya
ji şehîdan re pir cuda bû. Bi dengê xwe yê zelal
dest bi strandinê dikir. Wê kêliyê wek ba û
bahoz, çûk û teyr, kanî û rûbar bi yekcar bêdeng
dibûn û li wê guhdarî dikirin. Di dawiyê de ew
bixwe jî bû kulîlka vê gulistana bedew.
Piştî şehîdan
vegotina wan pir giran e û ti nivîs, helbest û
gotin jî têrî nake. Encax em dikarin li jêr
şewqa wan ku rêya me ronî dike soza domkirina
xeta wan bidin. Bîranîna wan wê her dem di dilê
me de zîndî bimîne.
|