* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

MAL

 

 

www.ygk-info.com

 

 

                                                                   8’ê Adarê
 

 Dema 8’ê Adar’ê tê gotin çi tê bîra mirovan?Bê guman di roja 8’ê Adar’ê de ev tê bîra me roja ku jin daxaza maf,azadî û aramiya xwe dike ye.Dîsa roja ku jin dibêje ez jî li ser rûyê vê cîhanê heme û tû kes û hêz nikarin min tine bihesibîne.Mîna tê zanîn di dîroka mirovahî de û pêşketina wê da rastiya jin gelekî girînge.Ji ber ku tê zanîn civaka xwezayî bi destê de hatiye avakirin.Dema ku civak tê gotin,çand,ziman,wêje,perwerde bi kurtî tevahî tiştên ji bo civakê

Pêwîst û civakê dikin civak di pêşengtiya jinê de hatine pêşvebirin.Lê tevî ez tê zanîn jî pergala desthilata baviksalarî vê tine dihesîbîne.Boneya 8’ê Adarê û mînakek vî rastiyê radixe li ber çavan eve.Di sala 1857’da li bajarê Emerîka Newyork’ê Jinên karker di bin şert û mercên giran de dixebitin.Lê li gor keda ku didin,mafê an jî heqdesta xwe nagirin.Jinên karker vî bêmafiyê napejirînin û dest bi grevan dikin.Lê pergala desthilat xwe li vî ranagire.Ji bo evZ helwesta jinan bendewarî ji jin û karkerên din jî neke di kargehê de 129 jinên karker têne şewitandin.Lê vî hovîtî û çavsoriyê nekarî pêşî li tekoşîna jinan bigire.Armanca desthilatan ew bû ku çavên jinan bitirsînin û bibêjin hûnê li gor daxaza me desthilatan bijîn.Lê berovajî vê buyera şewitandina jinan hîn zêde asta tekoşîna bilintir kir û hîn zêde daxaza xwe û mafê xwe xwedî derketinê derxistin holê.Mirov dikare bêje herîkîna demê ra jinan di nava şoreş û pêşengtiya civakan de cîh girt.Her çendîn ne li gor dihate xwestin ne bi rengê xwe be jî di astekî de beşdarbûn.Di nav vê beşdarbûnê de jin sedema zîhniyeta mêr û bi taybet kes û rêberên ji şoreşan re pêşentî dikin jin gelekî zehmetî dikşîne û gelek bedelan dide.Em dikarin bêjin ku çi dibe bila bibe mirovahî bi taybet jin dev ji azadî û mafên xwe bernedane.Weke berdewamkirina vê çanda daxaza maf û azadiya xwe kirine.Di pêşengtiya Rêber APO’de li beramberî tevahî bêmafiyan tevgera PKK serî rakir.Di nava tevgera azadiya gelê  Kurd

PKK’ê de jinên Kurd jî di her qadê de cihên xwe digirin.Her çendî ew zanebûna azadiya zayendeya ku dihate xwestin tine bû beşdarbûn li ser bingeha zanistiya netewî bû.Lê cêwaziya Rêber APO jî ji rêberên din û girîngiya azadiya jinê û dîsa bi daxaz û hewildana jinê jî ew zanebûna netewî bi demê re zivîrî zanebûna zayendî.Berê dihat gotin ku jin nikare tiştekî bike ji derveyî xizmetkirina zilam û anîna zarokan.Lê şoreşa PKK’ê ev têgîn berovajî kir.Da diyarkirin ku heger rê li pêşiya jinê were vekirin jin dikare ji zilam baştir û rastir xwe di nava tevahî qadên jiyanê de bilîze.Ji xwe dema mirov merîyetî ji temaşe dike bi awayekî şenner vê rastiyê dibîne.Em dibînin ku her çendîn bi henek zehmetî û astengî hebin jî di qada leşkerî de jin buye hêz û arteşa xwe avakiriye.Her wuha di qada bîrdozî de jî de kûrbûye û pêşenge.Dîsa di qada civakî û ramyarî de jî xwedî rastiyekî giring û serkêşe.

 

 

 

 

 

                                                      ÇINAR