|
|
Beşê II.Besê Şîmal
Qanûnên dewletên
Kurdistan dagir kirine bi xwe cudakariyê li
hemberî jinê rewa dikin.
Bi navê mafê bav,
mafê mêr, şiddeta zilam a li ser jinê destek
dikin. Hiqûqa dewletê saziya hiqûqê ya zilame.
Ev sazî zilamê serdest di civakê de qebûl dike û
li ser jinê ferz dike. Ev rewş bi terora dewletê
ya li ser Kurdistanê re dema dibe yek, tabloyeke
dehşetê derdikeve hol ê. Pirsgirêka kurd a
bêçareserî mayî, dijwariyê kûrtir dike û rewa
dik e. Polîtîkayên înkar û îmhayê li pêşiya
pêşketina çanda demokratîk dibin asteng. Dijwarî
dijwariyê di afirîne. Jin hem rastî dijwarî û
şiddeta dewletê tê, hem ji dewlet li ser jinê
şiddeta bav, bira, mêr û hwd. tahrîk dike. Jin
di bin vê zordarî û şîddetê de can di kêşe.
Terora dewletê di hindirê malbatê de veduguhere
terora zilam. Ya rastî jin di cîhana terora
zilam de dijî. Lewma xwe ayidê vê cîhanê nabîne
û întîhar dik e.
Em dibînin, di
şopînin, guhdar dikin, di axifin; dijwarî,
dijwarî û cardin dijwarî… Navê gerestêrka me
bûye dijwarî, nasname bûye dijwarî, kesayet bûye
dijwarî. Kurdîstan mînaka biçûk ya vê
realîtê-rastîyê- ye. Jin jî mînaka Kurdîstan’ê
ye. Em her roj di medyayê de di şopînin. Di
naverasta kolanan de bav, bira an jî mêr
keç-jinan bi kêran di kujin. Bi gulleyekê jinek
din tê kuştin. X. di reve, di sindoqa bûkaniyê
de xwe vedişêre, lê dîsa bi guleyekê tê kuştin.
Hîn bi hezaran bûyerên wekî van hene. Ji aliyê
dinve bi dehan jin ji aliyê zilam ve tên kuştin
û xemla întîharê lê têkirin. Namûs di kudera
vêde hey e? Ev ne bê namûsiye gelo ma çiy e? Ya
ku jinê ber bi întîhar-xwekuştinê- û fihûşê ve
dibe ma ne ev zihniyet e? Ti jin bê sedem –xwe
nakuj e- întîhar nake, nakeve gemar û fihûş ê.
Fihûş şêweyek întîharê ye. Ji aliyê zilam û
pergalê ve jin ber bi van encaman ve tê dehfdan.
Ji bo xwe bi şewitîne agir dide destê wê, ji bo
xwe bi darveke, ben dide destê wê. Jehr
diniqutîne devê wê. Yên ku van dikin pêwîste
werin lanetkirin. Lanetkirina vê hişmendiya
zilam a herî mezin, li hember pergal û rastiya
zilam bi berxwedaniya mezin jiyîne û
têkoşînkirin e. Yên ku vî agirî didin destê wê,
dixwazin wê bi şewitînin. Berxwedana herî mezin
ewe ku jin bi têkoşînê wan bi şewitîn e.
Di vê cihanê de
bi taybet di Kurdîstanê de jinbûyîn zehmet e.
Êşa wê mezine û bedel gelek giran e. Lê belê ev
cîhan û welat mekanê jiyana jina ye jî.
Paşdegirtina yên ji me hatine dizîn, peydakirina
wendahiyên xwe û afirandin, dê bi hêle cîhan
cardin bibe ya me. Cîhan çiqas bibe ya me-jinê-,
mirovahî dê ewqas zindî bib e. Cîhana
zayendparêz-cînsiyetçi- mirovahî qetil kiriy e.
Civak rizandiye, kesayet di asta atoman de perçe
kiriy e. Ew cihana wenda dibe û diçe, encax ji
aliyê jinê ve were rizgarkirin. Ger mirin ji
jiyanê balkêştir tê, pêwîste li ser were fikirîn.
Ma mirin ji jiyanê hêsantir e? Mirin di cihê
bêwatebûnê de derdikeve hol ê. Dema wate wenda
dibe, hêza xwe namîne, wê gavê jiyan ne maye,
mirin ketiye rojev ê. Di Kurdîstan’ê de jin, di
sînorê hebûn û mirinê de weke çîna duyemîn dijî
û nîv mirov e. Wekî pira di navbera wate û
bêwatebûnê de ye. Ew qutiyek hêvî û bê hêvîtiyê
ye. Di Kurdîstan’ê de jin, hêviya di hindirê
qutiya pandorayê de dîl mayîy e. Jinên hêza
derketina ji vê qutiyê nabînin di gerava (gîrdap)
bêhêvîtiyê de ber bi mirinêve diçin.
Di serî de
tevgera me ya Azadiya Jinên Kurdîstanê, hemû
tevgerên bi navê azadiya jinê tevger dikin bi
awayek cîdî, bi bandor pêwîste têkoşîna azadiya
jinê bilind bikin. Di van aliyan de lewaziyên
gelek mezin hen e. Eger jin qadên parkirina
jiyanê bibînin, naçin întîhar nakin. Her ku cihê
perwerdê, berhemgeriyê, xwesipartinê bibînin dê
hîn zêde bi hêviyên mezin nêzî jiyanê bibin.
Pêşxistina projeyên pêwîst ji bo jinan,
avakirina rêxirawên wan, himbêzkirina jinan,
avakirina hêza yekbûna wan, pêşxistina têkoşîna
azadiya wan, li gor vê veguhertina dinamikên
pergala heyî mijarên jiyanîn e. Di van xalan de
kêmasiyên mezin hene. Derbarê Kurdîstan’ê de her
çiqas têkoşîn, hêz û yekîtiya jinan hatibe
pêşxistin û ji bo yekbûna wan xebat hatibe kirin
jî, lê di warê sazîbûn û belavkirin û
bicîhkirina têkoşînê li her deverê de kêmasiyên
mezin hene. Her wiha divê li bajarên Kurdistanê
wargehên xwespartinê bên avakirin. Jin li
hemberî şiddetê encax bi xwerêxistinkirinê
dikare xwe bi parêze. Lê di rewşa niha de
avakirina war û malên xwespartinê, parkên jiyanê
yên jinan ji pêwîste wekî tedbîrên aktûel bêne
dîtin û xebat li ser wan bê meşandin. Parkên
çandê yên jinên azad li hember malên koletiyê dê
bibin malên azadiy. Di vê watê de dê malên azad
ji bo jîna jinê, dê bibin cihê xwe perwerdekirin,
rêxistinkirin, bi berhemkirin û bi hêzkirinê. Li
van deveran jin dê bi keda xwe jiyana xwe ya
azad ava bike.
Cardin xebata
perwerdê dibe xebata herî bingehîn. Ji bo vê di
her çar parçeyên Kurdîstanê de em hedef dikin ji
qadên cûda jinan bi perwerdeyê pêş bixin û zane
bikin. Perwerde dê hêz û nehêzbûna wê, bi wê
bide nasandin. Perwerde dê pergala bavkaniyê û
civaka zayendparêz bi jinê bide nasandin. Jina
zanebûna xwe bilind dike baştir xwe birêxistin
dik e. Wê demê jin xwe bi cewher dik e û bi
bandor têkoşîn dik e. Di keve ferqa hebûna xwe,
nirxê xwe fêm dik e. Dema zilam qîmet didiyê,
xwe bi qiymet, dema nadiyê xwe bê qîmet nabîn e.
Nakeve bendewariya heskirin û rêzdariyê ji zilam.
Ew fêm dike ku tê heskirin, rêzdare, bi nirxe,
dema ji aliyê zilamve nayê heskirin ne bêrêze,
ne bênirx e. Parsekiya rêz, nirx, heskirinê nak
e. Van bi zanebûna xwe ya xweser û bi vîna xwe
di afirîn e. Eger jin hêza xwe ya zanebûn,
çalekî û vînê ava bike wê bikare nirxên ku jê
hatine dizîn paşde bigr e. Dikare şert û mercên
jiyana azad ava bik e. Ev bêgûman bi xebata
perwerdeyî ya bi hêz, bi ronakbîrî, bi
rêxistinbûyînê, bi xebat û çalakiyan dibe. Di
van mijaran de amadekariyên me hene. Em di
pêvajoya amadekariyande ne.
Pêwîste hemû jin
ji bo binxistina mirinê seferber bibin. Dibe ku
bi hezaran jin întîhar bikin, lê belê bi
întîharan-xwekuştinan- ev pergal-sîstem- nayê
derbaskirin, nayê guhertin. Jin ji agir bi
şewattir bibe, dikare bi vî rihê îsyanê, bi
zanebûna xwe, bi çalekî û rêxistina xwe vê
pergala xirabe ji nav bibe û li gor cewherê xwe
jinûve jiyanê ava bik e. Şert û mercên jiyana
azad çêbike. Pêwîste jin întîhar nekin, werin
van çiyayan û li hember mirinê bi xurrin. Bi
herikin qadên têkoşîn ê. Bêwatebûnê veguherînin
wateyê, pêwiste bi hêvî bin. Her wiha pêwîste
jin ji bo hêviyên xwe bijîn… Ne xwe bikujin,
pêwîste bibin nav û naveroka jiyana rast bi xwe..
|