* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

   

 

 

Hevpeyvînên Ku Bi Gazî Yên Şer Re Hatine Kirin
  DESPÊK

Şerê kû 15 sala ajot weke di şerên cîhanê de  bûye, di vî şerî de jî weke mîras li şûn xwe êş û rondikê çavan hîştiyê. Pêwîste em vê ya jî ji nedîtî ve neyên. Rastiya gelekî ya kû ji aliyê dijmîn ve nedihat pejiranin hebû. Belkû jî salên hebûna xwe yên dawî jiyandikir. Tîşta kû dihat jiyankirin, rastiya mîletekî bû binasnama wî re, ew xistibûn di nav guristanê de. Tevî xwedî çandekî bikok û dewlemend a bisala bûjî, qada kû têde jiyandikir yê kû herî zêde tinê dihat hesîbandin, herî zêde biçûk dihat dîtin, yê kû herî zêde li rastî zilm û qirkirinê hatiye, yê kû herî zêde penabertî jiyankîriye û derbas kîriyê; Weke lêdana ba ji wê derê çûye  derêkidin rastiya geleki wisa bû. Gelekê kû di mala xwe de dîlbû. Koletiyê, biyanîbûnê û zilmê jiyandike. Çima weke mirovê  ker, lal û  kore, çima dengê xwe negîhînê Cîhanê. Yan jî  ji bo kû tînebibê tiştek nemabû. Pêwisbû hinek tîşt bihatana kirin. weke gelê Rojhîlata- Navîn yê herî kevnar û bicihbûyî, weke xwediyê rastiyê axa Mezopotamya gelê Kurd, gelê Kurd bi despêka şoreşa çandînyê re şêwazê jiyana heri hemdem di serdemê despêkê de di nav xwe de jiyankirin û di ve  wateyê de tiştê despêkê afîrandiye û  belavî cîhanê  kirine. Ji bo dîroka mirovahiyê û zanîstê alikariya heri mezin kirine. Di sedsala 21’an de li ser axa xwe bûyîne biyanî. Zext û çewisandina di nav dîlbûnê de jiyankirine. Ne pejirandina zîman û çanda wî, bi hûqûqa dewletên cihanê re   ev rewşa bê wîjdan û mafê mirovan re çîqas dibe yek. Wê  çaxê serber jêra wê çawa bê  sekinandin?

Wê demê komek xwendevanê lî bajarê Tirkiyê dixwendin, wê jî vê serberjêrê re bigotana bese. Bi avabûna PKK’’ê re vîna gelê Kurd derket holê, Kurd îdî ji ketina goristanê natirsan û rizgar bûn. Pêngava 15 tebaxê  bû dîroka berovajî kirina serberjêrî . Weke gelê Rojhîlata-Navin ê herî kevnar, hêdî hêdî zindî dibû û ji xewa mirinê radibû. Di encama ajotina şerekî pir bi hirsê 15 sala vejînbûyîn bi serket. Di vî şerî de êşin mezin û windahiyên mezin hatin jiyankirin. Herdû alî ji êşên  vî şerî kişandin. Di dîrokê de, Tirkê kû bêyî Kurdan nedîkarin gavekê bavêjîn dî vi şeri de îxaneta heri mezîn bê rehm ya xwe û bêçaretiya xwe bi înadeke mezîn dan nîşandan. Başe tevî  kû ewqase ne mafdarbûn, çima bidijmînatî êrîşî ser me kirin? Yê xwe li şer dîpêçê, yê şer dixwaze, yê dixwaze bimre, bidê kuştin û bê goman ne Kurdin. Kurdan di dîrokê de jî tîmî xelata herî mezin dane Tirkan. Hatina selçûqiyan bo Kurdistanê û bigotina wana hatina anatolê bi cîhbûna wan û têkbirina Bizansa îtîfaqa bi Kurdan re çêkirin û rê li ber vana vekir. Dîsa di dema Yavûz Sultan Selîm de di encama îtîfaqa bi Kurdan re hate çêkirin re bi serkeftina şerê Çaldiran û Misrê re li ber İmparatoriya Osmaniya vekir. Di dema şerê Cîhanê’ê yê yekemin de ew şerê binav û deng’ê Çanakkale, eger alîkariya Kurdan nebûya gengazbû kû bi serbiketana? Dîsa di dema şerê rizgariyê de yê salên 1920 û 1922 de, di encama îtîfaqa bi Kurdan re serkeftin û bidest xistin. Di sala 1920 de perlemana kû hate avakirin parlamenterê yekemîn ma ne Kurdbûn? Kongre ya Erziromê û ya Koçgirî ma despêkê ne li Kurdistanê hatin çêkirin? Ma Atatürk alîkariya despêkê ne ji Kurdan girtibû? Evana çima têne ji bîrkirin. Lê em li roja meya îro binerin, PKK rexistinekî  ji bo Komara Tirkiyê wergerîne Komarek Demokratîk derketiye. Eger bêjin PKK tenê ji bo nasnama Kurdan û mafê wa yê çandî derketiyê ev tê wê wateyê teng nêzî P.K.K dibin û dixwazin tengav bikin. PKK tevgereka ji bo demokratîk kirina Tirkiyê û hem jî di Rojhilata-Navîn de ji bo derbaskirina şêweyê rêveberiya otokratîk, teokratîk û olîgarşîk. Ji bo pêşxistina hemleya demokratîkbûne  û armanckirina bi dengê bandor yê hemû gelên Cîhanê; jin û zarok tevgerekî gelê. Hereketa Rojhilata- Navîne, tevgereka cîhanêyê, tevgereka mirovahiyeyê, hereketekî cîhan bi xwezaya vê re hembêzkirin û hereketekî heskirinêyê. Weke Rêber APO dibêjê; PKK netenê tevgerek ya netewiye. Netenê tevgereka demokrasiyeyê jî. Yan jî mirov bêjê tenê tevgerek sosyalîst jî ne raste. PKK tevgerek ji bingeh ve kişandina mirov ya jiyanêye. Di vê wateyê de bi despêka sala 2000’an re çima rayedarên dewleta Tirk, alîkariya PKK2ê ya ji bo Tirkiye bikeve Yekîtiya Ewrupa (YE) û dest bi mizakera bike nabîne? Weke kû Rêbertiya me bi bêbextiyekî navnetewî dîl girtin. Ji bi daxwaza Rêbertiya me şer hate rawestandin. Li ser bingeha şansekî nû dayîna dewleta Tirk vekîşandina hêzin çekdarî derveyî sînor ji agirbesta 1999’ê û vir ve weke kû bidehan caran jî aliyê Rêbertiya me û rêxistina me ev niyetên baş hatin raberkirin, ji dewleta Tirk bersiveke erenî neda bangawaziyên hatine kirin. Israra dewleta Tirk ya di înkar û imhayê de ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve, vê ji bo gelê Tirk çewa were îzahkirin? Bersiva ewqas nêzîkatî û niyetê pak pêwiste ne nêzîkatiyek nankorbe. Ew kesê kû tim wêjeya biratiyê dikin û dibêjîn em birayê hevdûne, çima ewqas bi îmha û inkarê biserbirayê xwe diçin? Çima ewqas operasyonan dikin û xwisarê didin gelê me û xwezayame? Çima bi hezaran mirovên  me di gîrtîgehan de digrin? Çima heta niha ji me re dibêjin kesên din? Çima bidijminatî nêzî me dibin. Di dîrokê de li kû derê hatiyê dîtin kû rêxistinekê agirbest îlankiriyê? Li Îspanya, Fransa, Îngilîstan, Sirîlanka, Kolombiya, Meksîka, Filistin û Rojhilata Tîmûr hêzên gerilla yê kû ji bo azadiyê şer dikirin yek rêxistinê ji vana agirbest îlan nekirine. Yê kû despêkê îlankirin dewletên kû di nav vî şerî de bûn. Ji aliyê me ve weke kû berovajî vêya pêkhat jî  dewleta Tirk li himber wan niyetên me yên baş hertim nêzîkatiyek nijatperest da diyarkirin. Navê vêya ne biratiye, dijminatiye. Kiryarî vê yekê diyardike. Li pişt vî mantiqê paşverû   kû hêz û kurtêlxurê şer hene, ji aliyê herkesî ve tê zanîn, derdor dibêjin em nîjatperestin, yê dibêjin em welatperwerin çima pêşiya vê polîtîkayê nagirin, dibin alîkarê wê? Mirov pêwîste  evqasî ez ezî û zalim nebe. Hemû hêzên di Cîhane de şerdikirin, di nav xwe de aşîtî pêkanîn. ÎRA bi îngiltere re, ETA bi Îspanya re, Pilingên Tamilî bi Sirîlanka re, Tîmura Rojhilat bi Guzman re, Korsîka bi Fransa re, Kapeta bi Meksîka re, Elfetîh bi Îsraîl re FARC bi Kolombiya re û di gelek Welatên din de hêzên em navê wan nizanin di nav xwe de aşitî pêkanîn. Başe di dîrokê de weke hercarê çima Tirkiye di her tiştî de dereng dimîne? Di sala 1299’an de dema dewleta Osmanî hat avakirin û derbasî serdema feodalîzmê bû di wê demê de di Cîhanê de burjuvaziya xwe ya merkantalist afirand û gav avêt serdema kapitalîst. Gelo Tirkiye carek bêjî bêy kû dereng bimîne wê tiştek rast bike, em gelek mereq dikin. Dereng mayîn, ji şun ve Cîhan şopandin, evê sekinandina xwe di guherîn û veguherînê de gelo wê kengê dev jê berdê? Gotinekî Serokê şoreşa Rusya hebû. Digot:”Duh zubû sibê dibe kû pir dereng be, wî çaxî hema niha ango dibê ku sibê” di bi kû ji bo Tirkiyê pir derengbe. Bi derbasbûna salên şer li Kurdîstanê bi hezaran mirovên kû zoriya  vî şerî kişandine hinek jî wana gazîne, tiştê kû wana jiyan kirine kurte heypeyvînê eme ji were pêşkêşbikin. Şerê 15 sala yê kû ajot û heta niha jî devamdike, dê demekî li nav hêzê leşkerî jiyandike û heta dawiya jiyana xwe hilgirtin weke xwediyê vê şeref û meznahiyê li himber windakirina organê xwe hest û hizrê kû jiyan dikin peyamê wan ji bo we, zedetir mirovahiye kû ji gazîtî dûrin bang li wan kirin û dengê gaziyan giyandina we, rûyê şerê bi êş carek din bi bîra we xistin, ji bo kû mirov ne mirin seqet ne mînin himberî şer, himberî zilmê, himber faşîzmê û himber hemû şêweyên rêvebiriyê ji demokrasiyê dûr sekinandin weke deynekê mirovahiyê ji bo kû hûn ji bîrnekin em tînin bîra we, kesên kû şerkirine jî ji vî şerî zerar dîtine bûne gazî em hevpeyvînên kû me çekirine  ji we re pêşkêşdikin.