|
Piştî
guhertina salên 77’an vir ve bi guhertina rejîma
Şahenşahî (Pehlewî) û bi derketina rejîma olî ya
Îslamî rewşa ku gel tê de dijî zêde guhertineke
cîddî û berbiçav çênebû. Zext û zoriya Şahenşahî
bi hevkariya hêzên Emperyalist, di warê şerê
taybet, êşkence, darvekirin, kuştin, kuştinên
kiryar nediyar, komkujî û hemû cûre siyasetên
qirêj, îmha û qirkirin li ser gelê Îranê bi
taybetî jî li ser gelê Kurd ê li Rojhêlatê
Kurdistanê tê mêşandin. Bi awayekî berbiçav bi
destê Sawakê di hemû qadên aborî, çandî bi
armanca tunêkirinê li ser gel ferz dikin û
dixwazin gelê me bê îrade bikin. Armanca wan a
sereke ew e ku berjewendiyên xwe yên kesî gelekî
tune dihesibînin. Tevî zilm û zordariya
Şahenşahîyî û piştgiriya hêzên Emperyalîst
nekarîn li ber xwe bidin û di dawî de xwe ji
hilweşînê nekarin xelas bikin.
Piştî hilweşîna rejîma Şahenşahî, rejîma olî ya
di bin pêşengiya Xumeynî li ser navê sîyaseta
biratî, û wekhewiyê hat ser hukmê. Felsefeya
Xumeynî ya di bin navê Îslamê ku digot; Fars,
Kurd û Ecem em bira ne û em wek hev in, piştî
hatina ser hukmê ji felsefeya rejîma Şahenşahî
vêdetir ti tiştekî nekir. Her çiqas rejîma şah
ew amûrên şerê taybet ên îmha û qirkirinê
dimeşînin. Rejîma Xumeynî di bin navê Îslamê
siyaseta qirêj li pişt perdeyê û veşartî bi
awayekî sînsî heta roja me ya îro dimeşîne.
Polîtîkayên qirêj ên bi armanca tunekirinê û
bişavtinê ne tenê rejîma Îslamî ya Îranê bi
heman şêweyê neke dibe ku rengê xwe biguherîne
jî lê di rastiyê de hemû statukoparêz ên
olîgarşîk, monarşîk û otokratîk ên li Rojhilata
Navîn him li ser gelê xwe û him jî li ser gelê
Kurd sîyaseta bi armanca tunekirinê bi salan e
dimeşîne. Li hemberî van êrîşên topyekun ên pir
alî derketina Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurd
PKK’ê bi Rêbertiya Rêber APO berxwedanî û
têkoşîneke bêhempa polîtîkayên îmha û înkarê yên
li ser gelê Kurd vala derketiye.
1-Amûra darvekirinê li
Îranê:
Darvekirin li Îranê di demên dawi de û di dema
rejîma Şahenşahî de di roja me ya îro de bi
derketina rejîma olî ya melayan ya di bin navê
komara Îslamî de li qada cîhanê bi awayekî
nemirovane berdewam dike. Ev darvekirin bi
taybetî li dijî dijrejîman û girtiyên sîyasî kul
i ber xwe didin pêk hatiye û hîn jî berdewam
dike. Di dema Şahenşahî de bi dehan kesên ku li
hemberî rejîma Îranê têdikoşiyan di navê de
Kurd, Ecem, Fars jî hatin darvekirin. Rejîma
Îranê piştî avakirina Komara Mahabadê û
darvekirina Qazi Mihemed û gelek hevalên wî
gihişt asta herî jor a qirkirinê. Van
darvekirinan di dema Xumeynî de bi
terorîzekirina Dr. Qasımlo û hevalên wî û
darvekirina gelek endamên sîyasî yên Kurd,
êşkence û qirkirin û bi tasfiyekirina Hizba
Demokrat û Komelê rê li ber gelek encamên cûr be
cûr vekirin. Ev darvekirin di roja me ya îro de
bi darvekirineke veşartî gerîllayên PJAK’ê
didome. Ji bo çav tirsandina gelê Kurd her cûre
qirêtî tê meşandin.
2-Li Îranê recm:
Di ti erdê dinyayê de nehatiye dîtin ku mirov bi
awayekî hovane heta qirikê bixin bin axê û serê
wî/ê bide ber keviran. Melayên Îranê di bin navê
zagonên cezakirina exlaqî de bi awayekî hovane
bi salan e bi dehan jin û xortan recm (dan ber
keviran) dike. Dewleta Îranê di bin navê zagonên
olî dixwazi temena xwe dirêj bike û li ser gel
hîn zêdetir bi bandor bibe. Ji ber van kuştinên
hovane yên Îranê bi dehan jin li Îranê xwe
întîxar dikin an jî rastî êrîşên bêexlaq ên
sîstema Îranê tên û bi van kirinên nemirovane
yên li hemberî jinê dixwazin civakê ji bo xwe
dîl bigrin.
3- Kiryarên xirab li ser girtiyên li girtigeha
Îranê:
Rejîma komara Îslamî ya Îranê ji bo ku îradeya
girtiyan bişkîne û bixe bin emrê xwe serî li
eroin, tiryak û maddeyên ku mirov pê esîr digre
bi destê îtlaatê di nava girtiyan de belav bibe
û dema derkevin jî bi xwe re mijûl bibin pir
hewl didin. Armanca sereke ew e ku êdî li
hemberî rejîmê serî neyê rakirin. Ev weke şerê
taybet tê meşandin. Ji bilî sîyasetê her tişt
rewa ye û her tiştî dikare bike. Yanê ji bilî
daxwaziyên azadiyê her daxwaz rewa ye û dikare
pêk bîne. Mirov dikare bibêje ku girtîgehên
Îranê navenda herî mezin a bazirganiya tiryakê
ye. Lê li hemberî van girtiyên sîyasî ti caran
serê xwe natewînin.Bi vê serlêdana herî xirab ya
dewleta Îranê civakê dixe nava hejariyê ku heta
mirov hebe ew bi xwe re mijûl bibin. Bi vî awayî
dixwazin hişê civakê dîl bigrin. Ji bo armanca
xwe ya bîrdozî rastî hemû cure êşkence tên û
herî dawî jî tên darvekirin. Pêşengên Kurd bi
destê itlaatê rastî kiryarên xirab tên.
4- Polîtîkayên helandin û bişaftinê yên devleta
Îranê li ser gelê Îranê bi taybetî jî li ser
gelê Kurd.
Devleta Îranê ji bo ku bandora
xwe li ser civakê bide sepandin serî li hemû rê
û rêbazên ku nedaye nemaye. Weke rêbazên
devletên mêtingehkar di nava malbatê de sîxurtî,
besîctî û cehştî pêş dixîne bi vê jî dixwaze
welatparêziya gelê me bêbandor bike. Ev jî bi
taybetî li hemberî jin û ciwanan tê bikaranîn.
Armanca sereke ji vê, îradebûna gel astengkirin
û pergala xwe parastin e. Di heman demê de tevî
ku Kurd xwedî îradeyeke sîyasî ye di ti xebatên
îdarî de tuneye. Tenê Kurd ji bo sîxurtî, cehştî
şayan tê dîtin.
Hewqas êş tê kişandin lê tevî vê yekê jî Kurd ji
bo azadiya xwe têkoşîna xwe didomîne. Asta ku
Kurd hatine jî diyar dike ku êdî wê Kurd van
kiryaran qebul neke. Berxwedana xwe ya li
hemberî jiyaneke qirêj bidomîne.
ÎBRAHÎM TÎKAB
|