|
|
Amadekar:
Berjîn Tekoşer-Seyfî Kaya
Xweseriya
Demokratîk, ji destpêka şaristaniyê heta niha,
weke formulê hevrejiyanê yê çandên cihê di
şaristaniya mirovahiyê de cîh girtiye. Piştî li
ser rûyê erdê çandên cihêreng pêkhatin heta niha
têgeha otonomiyê û xweseriyê damezirî û heta
roja me jî berdewam dike. Eve formatê jiyîna
çandên cihê li gel hev e. Formatê rêzdariya li
hember hev e. Şêwazê jîna hevpar e. Di hemû
pêvajoyên dîrokê de di navbera gelan de xweserî
heye. Di sîstema Osmaniyan de jî xweserî heye.
Dî wê demê de Kurdistan herêmeke xweser e. Heya
ev forma jîna gelan ewqas şeweyekî xwezayî ye ku
bêyî navê wê hebe, ew bi xwe tê jiyîn. Hewce
nehatiye dîtin ku nav jêre bê destnîşankirin.
Xweseriya
Demokratîk çiye?
Xweseriya
Demokratîk, rêbaza jîna bi hevre ya gelan a di
nava heman welatî de ye. Çandên ji hev cûda bi
vê sîstemê dikarın di nava hevde, an jî bi hevre
jiyana xwe bi domînin. Eger bi rastî dewleta
Tirk ji asîmîlekirina Kurdan destberda be, wê
demê pêwîste vê modelê qebûl bike. Eger qebûl
nake, ji ber ku hîna dest ji hewldanên
Tirkkirina Kurdan bernedaye. Ji bo jiyana bi
gelê Tirkre, ji bo komara demokratîk, netewa
demokratîk, welatê demokratîk formula Kurdistana
xweser û demokratîk formula tenê ya çareseriya
myindeye. Em vê dibêjin. Ev ne parçekirine. Eve
avakirina yekîtî û hevrejiyana bi dilxwaziye.
Pênasekirina vê weke parçekirinê, dubendî û
derewkirine. Li tevaya cîhanê jî, deverên ev
formul lê heye yekîtiya bi dilxwzî lê bihêz bûye.
Eger gelê Kurd û Tirk jî bi hevre bijî, û eger
dewletê dest ji hewldanên Tirkkirina Kurdan
berdabe wê demê formul û nişaneya vê qebûlkirina
xweseriya demokratîke. Wekî din rê tineye. Lewra
em vê formulê weke rêya çareseriyê dibînin. Her
wiha ev modêl ne tenê rêbaza çareserkirina
pirsgirêka Kurde. Di heman demê de formula
demokratîzekirina komara Tirkiyêye jî. Ji ber ku
desthilateke ku Kurdistana xweser qebûl bike,
mecbûre ku Tirkiyê jî demokratîk bike. Ji ber vê,
Xweseriya Demokratîk, rêya demokratîzebûna
dewleta Tirk e jî.
Xweseriya
Demokratîk, di çarçoveya demokratîzekirina
komara Tirkiyê de naskirin û qebûlkirina mafên
netewî û demokratîk ên gelê Kurd e. Ya rast,
welatekî demokrasiya rast di nava xwe de bi cîh
bike, ji xwe ev maf dê bi awayekî otomatîk bêne
dayîn. Gel û komên etnîkî yên di nava wî welatî
de dê karibin van mafan bi awayeki xwezayî bi
kar bînin. Ev formul ji bo Kurdan tê wê wateyê
ku pirsgirêkên xwe yên azadiyê, yên çandî,
demokratîk, siyasî, civakî, aborî, tendurustî,
parastin û hwd. bi awayekî azad karibin nîqaş
bikin, ji bo çareseriya van pirsgirêkan rêbazan
peyda bikin û bi vê armancê meclîsên xwe,
rêveberiyên xwe yên herêmî ava bikin û bi rêya
van dezgehan karibin pirsgirêkên xwe yên girîng
ragehînin desthilata dewletê ya navendî.
Qebulkirina sîstema xweseriya demokratîk ji bo
kurdan wisa mirov dikare pênase bike. Di vê derê
de xweserî, naskirin û qebûlkirina cawaziya çand
û neteweyên cihêye. Eger li deverekê cawaziyên
gelan bên qebûlkirin, wê demê mirov
bixwaze-nexwaze dê xweseriya wan netewe û gelên
cawaz jî hebe. Ziman, nasname, çand û hwd, ev
neteweyên cihê, dê di her warê jiyanê de
cawaziyên xwe derxin pêş, jiyana xwe li gor wana
rek bixin û dê li gor rengên xwe bijîn. Rengek
tenê dê nebe. Rengên cihê dê di nava rengekê de
neyên helandin. Xweseriya Demokratîk a Rêberê
Gelê Kurd pênase dike eve. Yani di nava
demokrasiyê de qebûlkirina cawaziyan,
qebûlkirina Kurdan, azadiya zimanê dayîkê,
azadiya xwerêxistinkirinê, azadiya siyasetkirinê,
pejirandina nasnameya neteweya Kurd ji bo kurdan
dibe xweseriya demokratîk. Ev xweserî çawa
derdikeve holê û kî vê nas dike? Eger Tirkiye
demokratîze bibe û li hember demokrasiyê xembar
û hişyar tev bigere, dê ev demokrasî bi
xwerêxistinkirina Kurdan derkeve holê. Ev tê wê
maanê ku Tirkiye di nava sînorên welat de hebûna
Kurdan, herwiha mafê wan ê ziman, çand, nasname,
xwerêxistinkirin, siyaset û parastinê qebûl
dike. Ev rastî jî li gel dewleta Tirkiye
têkiliyên Kurdan ên jêre Xweseriya Demokratîk tê
gotin dertîne holê. Kurdistan, navê welatê
Kurdan e. Kurd li ser vê xakê dijîn. Beriya ku
Tirk werin Anatolyayê jî Kurd li ser xaka
kurdistanê ya îro dijîn. Hîn beriya Selçûqî berê
xwe bidin Anatolyayê, Sultanê Selçûqiyan Sancar
li Îranê ji vê xakê re di got Kurdistan. Di nava
dewleta Selçuqiyan a Îranê de Kurdistan weke
mirgeheke –satrapeke- xweser di hat bi rêvebirin.
Ji ber van sedeman, kesek nikare navê vê xaka
Kurd li ser dijîn weke kurdistanê qebûl neke. Ji
bo ku navê vê xakê bibe Kurdistan, ne şert e ku
îlle li ser vê xakê dewletek an jî
netew-dewletek bê avakirin. Ev xaka vî gelî ya
bi hezaran salan li ser jiyana xwe domandiye. Ji
bo mirov jêre bêje Kurdistan, ne şerte ku mirov
li derdora wê çît û bendan ava bike. Eve
nêzîkatiyekî gelek şaş û xelete. Têgeha ku
dibêje tenê azadiya neteweyan bi dewletê pêktê,
têgeha çîna serdest a burjuvaye. Ev çîn an jî
tebeqeya serdest ji aliyê kapîtalizmê ve hatiye
afirandin û ji bo berjewendiyên xwe yên elît,
pêwîstiya wê çînê bi dewlet-neteweyan heye. Vê
tegehê mohra xwe li sedsalên 19. û 20. daye. Lê
jibo gelan rêbaza azadiyê, rêbaza demokrasiyê ne
dewlete. Şaşî û xeletiya vê têgehê ne tenê bi
teoriyê, di pratîkê de jî hatiya ispatkirin.
Rêber Apo, dîroka dewletan bi çavekî rast analîz
kiriye û ispat kiriye ku dewlet-netew ji azadiyê
pêtir bindestî û hejariyê ji bo gelan tîne.
Gelek mînakên vê yên berçav di van 200 salên
dawiyê de hatine dîtin. Lewra gelê kurd ne bi
dewletê, dê karibe bi rêya xweseriya demokratîk
azadiya xwe saz bike. Pirsgirêka Azadiyê ne tenê
ya Kurdan e. Ev mijar ji bo Tirkan, Ereban,
Elmanan û hwd jî, pirsgirêka serekeye. Lewra
xweseriya demokratîk, çawa ne parçekirina
neteweya Tirk e, her wiha ne dabeşkirina xaka
Tirkiyê ye jî.
Li gel xweseriya
Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk ji
mijareke cûda û cawaz e. Ev xwerêxistinkirina
civakêye. Ji jêr heta jor, ber bi hemû aliyan ve,
bi awayê herî berfireh xwerêxistinkirina
civakêye. Sazkirina sazî û dezgehên ji bo civakê
pêwist e. Avakirina sistemê li ser sazbendiya
demokratîk a civakêye. Ji komunên gundan û taxan
bigre heta meclîsên taxan û bajaran, pêşxistina
rêxistinan li her deverê û di her astê de dê di
dawiyê de weke nûnertiya Vîn a-îradeya- gel
temsîla xwe di Kongreyeke gel de binesaz bike.
Eve sîstema rêxistina civakêye. Hemû beşên cihê
yên civakê li gor pêdiviyên xwe rêxistinên xwe
ava dikin û bi hevre di nava têkilyek konfederal
de, bi awayekî demorkratîk iradeya xwe ya hevpar
di nava kongreya gel de di gehînin hev an jî xwe
di nava vê sîstemê de bi awayên herî azad û
demokratîk ifade dikin. Em dikarin ji vê sistemê
re bêjin Konfederalîzma Demokratîk. Li hemberî
sîstema civakê ya ji layê kapîtalîzmê ve hatî
ferzkirin, sistema Konfederal bedêle, ango
sîstema jiyana civakê ya alternatîf e. Di vê
sîstemê de îradeya gel û civakê ya demokratîk li
serê her tiştî tê. Lê di warê aborî, civakî,
çandî, leşkerî, siyasî û hwd de avakirina jiyana
alternatîf a li hember Kapîtalîzmêye.
Li gel vê,
xweseriya demokratîk, şêwazê têkiliyên komên
etnîkî û neteweyên cihê yên di nava sînorê
welatekê de yên bi dewleta serdest a wî welatîre
ye. Bi navekî din, huqûqê gelên cihê yê bi
dewletan re îfade dike. Weke mînak, navê huqûqa
têkiliyên di navbera kurdan û dewleta Tirk de
mirov dikare weke Xweseriya Demokratîk binav
bike. Qebûlkirina mafên kurdan di nava Tirkiyeya
li hember demokrasiyê hişyar û rêzdar de,
rakirina astengên li pêşiya mafan, dibe şêwazê
pêkhatina Xweseriya Demokratîk. Bi vî rengî
Konfederalîzma Demokratîk, dibe rêxistina
navxweyî ya gelê kurd. Lê Xweseriya Demokratîk,
dibe nav an jî şêwazê huqûqî yê têkiliyên gelê
kurd bi dewleta Tirk re. Lewra pêwîste her dû
mijar neyên tekilêkirin. Xweseriya Demokratîk,
ne Konfederalîzma Demokratîk e.
Xweseriya
Demokratîk, di nava sînorên dewleta demokratîk a
Tirkiyê de, qebûlkirina mafên neteweyî û
demokratîk ên gelê Kurd e. Eve weke pejirandina
mafên mitlaq ên gelan jî mirov dikare pênase
bike. Li Tirkiyê ev dibe qebûlkirina mafên
nasname, çand, perwerde, ziman, raman,
rêxistinkirin, parastin, xwe bi iradekirin û ji
bo temsîlkirina vê îradê sazkirina sazî û
dezgehên weke parlementoyên herêmî. Her wiha
divê ev maf û pêdiviyên jiyanî yên gelê kurd di
nava yasa û makezagonê de bêne bicîhkirin û
misogerkirin.
Xweseriya
Demokratîk, Meclîs û desthilata dewleta Tirkiyê
weke tine hesab nake. Lê ji ber vê meclîs û
hukûmetê dest ji înkara Kurdan û mafên wan
berdaye, êdî dê nebe asteng li pêşiya
rêxistinkirina saziyên Demokratîk ên li
kurdistanê. Hingê Tirkiye dê di reformên
dorfireh re bi awayekî mecbûrî derbas bibe û
gelê Kurd jî bi nasnameya wî ya neteweyî û mafên
wî yên demokratîk qebul bike.
Sînorên
Xweseriya Demokratîk ên bi cetwelan hatine
diyarkirin dê nebin. Lê bi awayekî xwezayî, ji
ber nasnameya gelê Kurd, mafê avakirina meclîsan
û hemû mafên gelê Kurd ên demokratîk qebûl dike,
Kurdistana xweser û demokratîk derdikeve holê.
Eve ne bi diyarkirina sînorên cografîk e. Ne
qutkirina beşek ji xaka dewletêye. Ne
parvekirina erkên dewletêye. Avakirina qadên
jiyanê yên ji bo xweseriya neteweya kurde. Ku ji
netewa Tirk cawaz e. Ji ber ku mafên azad dê
herî zêde di nava demokrasiyê de bêne jiyîn,
gelê kurd ji bi xaka xwe, nasnameya wê ya
Kurdistanî dixwaze bijî, ji ber wê dê xweseriya
demokratîk jî bibe rastiya Kurdistana xweser û
demokratîk. Wehaya herî zêde dê azadî lê şîn û
gur bibe jî dê rastiya Kurdistana xweser û
demokratîk be.
|