* * *   Hûn Bi Xêr Hatine malpera Gaziyên Kurdistan ( YGK )    * * *

 

 

 

 


                                                
Xweseriya Demokratîk
 

 

      
 
Beşa 1-

Di mijara ku ‘her netewek xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe’ ye de ku di sedsala 19. û 20. de ji tevahî netewan re ev maf hatiye naskirin, di bingeha ders derxistina Kurdan ji dîrokê de bersiva ku daye: Xweseriya Demokratîk. Başe, gelo ev xweriya demokratîk çiqas li gorî naveroka û cewhera wê  tê nîqaşkirin. Li gorî hinekan, tişteke ji kuderê hatiye nediyare û bêwext tê dest girtin, li gorî hinek din jî ku tê behs kirin û dibêjin; qaşo Kurd dibêjin me dest jê berdaye weke gava yekem a berbi “Kurdistana serbixwe, hevgirtî û demokratîk’ ve çûyînê dizanin, her wiha li gorî hinek din jî di hindirê dewletê kî de çûyîna avakirina dewleteke cihê ye… Eger ne wisaye, wê demê ev xweseriya demokratîk a pir tê nîqaşkirin di rastiyê de çiye? Bi teoriyên biyanî yên cihê dema ev tê destgirtin xweseriya demokratîk a Rêbertiya me behs dike helbet nayê fêm kirin. Ji ber ku herkes xweseriya demokratîk, li dewsa yên xweseriya demokratîk avêtine holê guhdar bikin û fêm bikin, li ser bingeha agahiya mînakên cihê jêderên cihê dinirxînin.

Dixwazim hema di serî de bêjim ku, projeya xweseriya demokratîk dispêre perspektîfa ‘dewlet+demokrasî’. Di vê formulasyonê de xweserî rola “zêdek” (+) dilîze. Ango xweserî, dinavbera dewlet û civaka demokratîk de di esasê xwede rolak bireka hiquqî dilîze. Ango em behsa sê diyardeyên cihê yên formulasyoneke hevgirtî dikin: ‘dewlet’, ‘xweserî’ û ‘demokrasî’. Di nîqaşên ku di derdora van têgînan tê kirin de, gelek şaşitî û çewtî hene, ku ev jî dibe sedema  xwseriya demokratîk şaş were fêm kirin.

Xweseriya demokratîk a ku niha tê nîqaş kirin, ji bo Dewleta Tirk û Gelê Kurd xwedî karektereke cûdaye. Li gorî pêwîstiya naveroka xweseriya demokratîk, bi taybet gelê Kurd, bi giştî jî tevahî civak ji aliyê dewletê ve naskirina wê ferz dike. Lê hîna jî dewleta Tirk Kurdan weke gelek û civakek weke hêzeke xwedî vîn nasnake. Hîn rastirîn qirkirineke pir alî li ser gelê Kurd ferz dike. Ji ber vê yekê di qonaxa ku hatiyê de dewlet Kurdan weke vîneke cûda nas neke jî, di Newroza 2005an de bi Konfederalîzma Demokratîk a îlan kiriye re, xweseriya demokratîk gihandine naverokekî. Ango mirov dikare bêje ku du aliyên xweseriya demokratîk heye. Ya yekem têkiliya bi dewletê re rêkupêk dike. Bi vê aliyê xwe ve di dewlet+demokrasiyê de di rola zêdek (+) de ye. Aliyê xwe yê din jî, bi têkiliyên xwe yên ku bi dewletê re û bi mafên ku dewlet bidiyê re sînordar nake, di esasê xwede dewletê di jiyana civakê de bêkêr kirinê armanç dike. Û aliyê rêxistingeriyeke derveyî dewletê ye. Ya duyemîn jî xweseriya demokratîk weke naverok nêzîkê konfederalîzma demokratîk dike. Ev jî jêdera xwe ji herdu jî eynîne nagire. Di rastiyê de dibe rewşeke pratîk a dewleta mêtînger a heyî ku nêzîkê têkiliya xweriyê çênabe derketiye holê.

Nêzîkatiyên Çewt Ji Xweseriya Demokratîk re:

Nêzîkatiyên ku Xweseriya Demokratîk dispêrin etnîsîteyek, çandek, gelekî  an jî civakekî

Xweseriya Demokratîk naspêre tenê têkilîkê civakê, dispêre tevahiyê. Naveroka têgîna ‘civakê’ ya li vir divê weke hemû qismên ji derveyî dewletê mane were fêm kirin. Wexta tê gotin ‘hemû qismên ji derveyî civakê mane’ di vir de qala hemû qismên civakî yên derveyî hemû desthilatên hêza dewletîbûnê di destê xwede digrin û xwediyên îxtîdarêne tê kirin. Dema Rêbertiya me ji van qisman re dibêje ‘civaka jêr’ an jî ‘gel’, ji bo were fêm kirin jî ji qismên dewletî re jî got ‘civaka jor’. Têgîna ‘gel’ a di vir de jî ne di wateya formeke civakî de, li wateya ji derveyî dewletbûnê de bikaraniye. Va xweseriya demokratîk dibe pergala civaka jêr.

Xweseriya Demokratîk dispêre pêkhateya pirî ya civakê

Teoriya ku xweseriya demokratîk ava dike, naspêre rastiya civakekî parçebûyî. Ji ber her cûre parçebûnê weke berhema pergala dewletparêz a hîyerarşîk dibîne, wexta di aliyekî de dinirxîne dibêje civakê ji hêz dixe, di aliyê din de jî dide xuyakirin ku ev parçebûna bêhêjmar a hatiye avakirin dibe sedem ku desthilat van parçeyane birêve bibe û bi vî awayî rewatiyê bi dewletê bide qezenc kirine.

Xweseriya Demokratîk, xwedî feraseteke civakê weke çêkereke jîndar (canli) dibîneye. Li gorî vê ferasetê civak yekpareye û tevahî têkelên wê di çarçoveya cewher û potansiyela xwe de di nava yekparebûnekî de cih digire. Civak jî ev yekparebûna xwe ji rastiya xwe ya exlaqî û polîtîk digre. Lewma exlaq û polîtîkayê weke xwezaya civakî an jî weke xwezaya civakê, ango weke cewhera wê dinirxîne. Civak jî ev yekparebûna xwe ji biexlaqbûn û polîtîkbûnê digre. Civakê weke ji bo hevbûnê, her wiha weke yekîtiya cihêtiyên bi hev çêdibin pênase dike. Di feraseta civakê de reng, deng û ciyawazî hene û ev jî weke têkeleje organîzmayê ya karîger dibe, yekparebûnekî çêdike. Ev teorî, di xwezayê de û di civakê de tekîtî qebûl nake. tekbûnê weke mirine an jî tunekirinê pênase dike. Di vir de xweseriya demokratîk weke pergala feraseta civakî ya giştî dibîne. Ji ber ku parçe nake, xwe naspêre parçebûnekî wek; Kurd an jî Tirk, Elewî -Sunî, jiyan -mêr, hindikahî - zêdahiyê. Jixwe her cûre parçebûnê weke durketin ji esasê xwe û weke av kişandin ji aşê dewletê re ku parçeyan rêve dibe û xwe li ser vê esasê dike hêz.

Xweseriya Demokratîk Xwedî Karaktereke Gerdûniye

Ji ber Xweseriya Demokratîk dibe sîstema bihêzkirina civaka ku nakokiyên xwe yên bûnyewî bi dewletê re heye, xwe dispêre tevahiya civakê. Di dema dewletî ya em niha têde dijîn de ji ber civak, ji aliyê dewlet û îxtîdarê ve heta her şanikeke xwe ya biçûk hatiye dorpêçkirin, lewma jî civak, di her wateyekî de, li dijî dewletê dibe xwedî hêz nabe pergaleke herêmî û xwedî sînoran. Ango gerdûniye û dibe pergala bihêzkirina civakê di her qadekî de li dijî dewletê. Ji ber vê sedemê bêyku li pirsgirêka gelan a ziman, çand û nasnameyê binerin, di cihê ku dubendiya dewlet û civak heye de wê pêwîstî bi xweseriya demokratîk were dîtin. Di roja me ya îro de jî ne tenê pêwîstiya gelê Kurd bi xweseriya demokratîk heye. Ji ber vê çendê xweseriya demokratîk gelê Tirk jî di navê de, gelên din ên li Tirkiyê dijîn jî ango rêxistinkirina tevahiya civakê armanç dike. Heta di welatên Ewrûpaya ku pirsgirêkên xwe yên bi vî awayî di radeyeke girîng de derbas kiriye de jî, ji ber pêwîstî heye ku rizgarkirina civakê ji dewletê çêbike û bike hêz, daxwaza xweseriyê û xebatên wê neçare ku hebin. Ji lewma li cihê ku dewlet di tê heye de, parastina civakê û guncavê cewherê wê pêkhatina wê li wir tê wê wateyê ku li wir xweserî heye, an jî divê hebe. Ji ber xweseriya demokratîk, tê wê wateyê ku naskirina tevahî têkelên civakê ji aliyê dewletê ve çêbibe. Li piştî dewlet îradeya civakê naskir û şûnve êdî dibe mijareke wê civakê.

Wek tê dîtin xweseriya demokratîk dibe ku ji ber gelê Kurd yê dixwaze heyîna xwe bide nîşandan û neçare ku bide qebûl kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew tenê bi Kurdan ve sînordar e. Bi qasî ku xweseriya demokratîk ji bo gelên din jî pêwîst û derbasdar e, xwe bi gelan re jî sînordar nake û xwe dispêre rastiya civakê ya pirî. Tevahiya qismên civakê li hemberê dewletê dike îrade û tê wateya qada avakirina derfetan ku herkes bikare bi rengê xwe, xwe di çarçoveya nirxên komûnal ya demokratîk de bide jiyankirin. Ji ber vê sedemê, xweseriya demokratîk ya tevahiya civakê ye. Tê xwastin ku tevahiya qismên civakê xwedî li vêya derbikevin û weke pergala xwe bibînin.

(Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan)